Hevalê Ferzende sala 2017 li Heftenînê qeyrana dil derbas dike. Heval derfet nabînin ku ew bibin li gel doktorên me û di encamê de şehît dikeve.
Ewil, dema min bihîst bi rastî jî min bawer nekir. Min ji xwe re digot teqez şaşîtiyek heye. Qet di hişê me de derbas nedibû ku rojekê hevalê Ferzende dê wisa bigihêje şahadetê. Lê dûv re hevalan pirsî û ji me re gotin; “rast e, hevalê Ferzende di encama qeyrana dil de şehît bûye.” Ez bawer im ku, hemû heval jî bi şahadeta hevalê Ferzende gelekî êşiyane.
Şoreş û jiyana me, bi şahadetê re di nav hev de ne. Ango rastiya şahadetê ji me ne dûr e. Em ji vê re ne xerîb in û hemû jî di rêya şahadetê de dimeşin. Lê bandora xwe ya cuda ya şahadeta hevalê Ferzende li ser me çêbû. Di partiya me de, hevalê Ferzende kesayeteke bi taybetmendiyên xwe yên cuda bû. Di partiyê de em dibêjin; milîtan hemû, ji aliyê fikrî û ruhî ve yek in. Ev rast e. Em li ku derê bin jî ev taybetmendiyên me yên hevbeş in. Lê di bingehê de, taybetmendiyên her milîtanekî/ê yên cuda jî hene. Çawa? Ev taybetmendiyên cuda partîbûnê xurt û dewlemend dikin. Ango bi her hevalekî/e me re, taybetmendiyên xwe yên cuda ku hin tiştan lê zêde dikin jî hene. Helbet em hemû, ne wekhev û ne jî kopyaya hev in. Her hevalekî/e me ji aliyekî ve wek rengên cuda mohra xwe li şoreş û jiyana şoreşgerî dane û didin.
Hevalê Ferzende jî; di vê derbarê de, bi rastî jî kesayeteke taybet bû. Ango, bi jiyana xwe, tevlîbûna xwe, karê xwe, taybetmendiyên xwe ve ew jî rengek bû. Hevalê Ferzende kesayeteke ku di bin siyê de bimîne nebû. Na! Hin taybetmendiyên xwe yên cuda hebûn, bi van taybetmendiyên xwe ve nêzî 27 salan di nav refên me de ma.
Dibe ku hindek heval vê dawiyê hevalê Ferzende nas kiribin. Lê bi qasî ez nas dikim, hevalê Ferzende bi eslê xwe ji Efrînê ye. Hevalê Ferzende di destpêkê de, bi temenê xwe yê ciwan, di mektebên cameatan de xwend. Ji ber vê jî, ji aliyê dînî ango olî ve bandora cameatan li ser heye. Lê piştî ku xebatên Rêbertî û partiyê li Rojava bi pêş ketin, li Bakurê Kurdistanê şer mezin bû. Bandora mezinbûna şer herî mezin li Rojava dihate dîtin. Bi taybetî li Efrînê, piştî şahadeta hevalê Selîm (Rahman Korkmaz) ev bandor zêdetir bû.
Efrîn, destpêkê ciyekî dûrî Tevgera Kurdî bû. Tevgerên Kurdî li Başûr û Bakur hebûn û bandora xwe li mintîqeya Cizîrê dikirin. Lê Efrîn ji milê erdnîgariyê ve dûr bû. Piranî bandora Helebê (çanda rejîmê) li ser Efrînê hebû. Lê danheviya çêbûyî ya salan a PKK’ê, li Efrînê bû sedema teqînê. Xebatên partiyê yên li Efrînê, welatparêziyê gihand asta herî jor. Ev tê wê wateyê; li Efrînê ruhekî welatparêziyê yê pir kûr heye, lê li wir xebat nehatine meşandin. Bi mudexaleya Serokatî û partiyê, li Efrînê welatparêziyeke gelekî xurt bi pêş ket û di encamê de; ji Efrînê tevlîbûnên pir xurt çêbûn. Niha tê gotin ku; di şoreşa partiyê de 5 hezar şehîdên me yên ji Rojava hene. Ez di wê baweriyê de me ku, qismekî wan ê zêde ji Efrînê ne. Ango tevlîbûn êdî bi girseyî çêdibûn. Her wiha gelê Efrînê hemû bûn PKK’yî.
Di wê pêvajoyê de hevalê Ferzende jî tevlî bû. Di wan demên ku ruhê welatparêzî û şoreşgerî bilind dibû de tevlî bû. Hevalê Ferzende, bi tevlîbûna xwe re hate çiya. Jiyana hevalê Ferzende ya li çiya, bi rastî jî jiyaneke bi taybet e. Çawa? Kesayetiyeke ya aîdî xwe hebû û di taybetmendiyên xwe yên kesayetî de jî bi inyad bû. Û jiyana xwe wilo domand.
Hevalê Ferzende wek doktor yanî bijîşk tê naskirin. Wek doktorê diranan dixebitî. Lê doktoriya wî jî wisa bi hêsanî çênebû… Hin taybetmendiyên xwe yên cuda hebûn. Mesela di her meha Remezanê de rojî digirt. Bi dîsîplîneke mezin rojî digirt. Meseleya wî ya esasî ne rojî bû yanî ew derbas kiribû. Ya wî meseleya terbiyeya nefsê bû. Hevalê Ferzende bi vî awayî ji xwe re dîsîplînekê çêkiribû.
Di 1998’an de em bi hev re çûn Botanê. Di 1999’an de ji Kelareşê raporek hat. Min raporê xwend ku, hevalan Dr. Ferzende xistine hepsê. Destpêkê jê re gotine tu yê li vê derê bijîşkiyê bikî. Ew jî carcaran diçe milê Îranê ku ji bo dermanan bîne. Heval jî, derbarê wî de dibêjin; “ev kes ji xwe misilman e, bi Îranê re dide û distîne.” Li ser vê, hema heval li wir platformekê çêdikin û ew digirin. Lê di rastiyê de, ti eleqeya wî bi mijara dan û stendinê re nîne. Hevalê Ferzende jî di bihara 1999’an de li Kelareşê bi avaniyê re nîqaş kiriye û bi rapora xwe ve pêşniyar kiriye û gotiye; “ez dikarim kar û xebatên dermankirinê bikim. Lê hevalan ez girtime û ji bo min dibêjin sîxurê Îranê ye.”
Ango em ji bo hevalê Ferzende dikarin bêjin ku, cara ewil li Kelareşê di nav bêderfetî û pirsgirêkên bi vî rengî de, dest bi karê bijîşkiyê kir. Di pêvajoya komploya navdewletî de, hevalên ji Bakur û Başûr dihatin û diçûn hemû li wir tedawî dibûn. Pişt re li çend cihên Başûr xebatên xwe domand. Ji ber taybetmendiyên xwe yên xweser ên hevalê Ferzende, di demên rêveberiya Botan wan de, kêm mabû ku ew weke sîxur/ajan îlan bikirana. Hevalê Ferzende zûzûka serî neditewand. Ger bi hindekan re şaşîtiyan bidîtana û bawer bikirana ku ew kesana ne li gorî partiyê ne, li ber wan qet serî neditewand. Serê wî biçûyana jî, tiştekî wan qebûl nedikir û ji wan re serî neditewand. Bo nimûne; hevalê Ferzende, Botan qet qebûl nedikir. Em dikarin bêjin ku hin taybetmendiyên xwe yên wilo bi inyad hebûn.
Di sala 2000’î de li Xinerê bû, çûm wê derê û min ew dît. Dîsa hevalê Ferzende pir tengav kiribûn. Heta bijîşkiyê jê re qedexe kiribûn. Her wiha, hevalê Ferzende di sala 2005’an de li Zapê nexweşxaneya diranan vekir. Ji wê salê û heta niha, hemû hevalên ku vesaziya wan ji bo Bakur çêdibû, çawa destpêkê diçûn biryargeha navendî û vesaziyên wan çêdibû bi vî awayî diçûn li gel hevalê Ferzende. Hevalê Ferzende diranên wan hemûyan mûayene û derman dikir û pişt re ew dişandin Bakur. Mirov dikare bêje ku; ji 2005’an û vir ve, li ser hemû hevalên ku çûne Bakur, keda hevalê Ferzende heye.
Hevalê Ferzende di karê xwe yê tenduristiyê de pir cidî bû. Ti hevalek ji tedawiya hevalê Ferzende gilîdar nebûye. Nîn e. Ji ber ku kîjan heval jî biçûna li gel wî, ew karê xwe bi cidiyeteke mezin dikir. Gelek hevalên wisa hene. Bo nimûne hevalê Xelîl DAG jî di çapemeniya çiya de wisa mînak bû. Wî jî rahişt kameraya xwe û pê re nasnameyeke cuda ya şoreşgerî ava kir. Diyar kir ku milîtanên PKK’ê, di xwe de dikarin çiqas nûbûn û xweşikbûnên cuda çêbikin. Hevalê Ferzende jî mînakeke wilo bû.
Ji bilî vê, hin taybetmendiyên xwe yên din jî hebûn. Wek mînak, hevalê Ferzende pir hesas û hestiyar bû. Bi inyad bû û her tiştî qebûl nedikir. Di tiştekî de şaşîtiyekê bidîtana, bi bertekan helwest nîşan dida. Bi kurtasî heval hemû jî hevalê Ferzende nas dikin. Lê hevalê Ferzende, dîrokeke xwe heye. Ger hevalekî din rastî ewqas nêzîkatiyên şaş bihatana, dibe ku xwe negirtina. Bo nimûne; ez bi xwe çend caran bûme şahid ku, pir û pir rastî nêzîkbûnên çewt hatiye. Şîroveyên şaş li ser hatine kirin, heta hin tawanbarkirin li ser wî hatine pêşxistin. Lê dema dihate xala esasî, ew milîtanekî partiyê bû. Bi Serokatî û partiyê ve girêdayî bû. Di demên krîtîk de ev taybetmendiya wî ya esasî derket pêş. Ez bi xwe jî dizanim; di wan demên tesfiyekaran de, hevalê Ferzende bi xwe tevlî xebatên PYD’ê bû û çû Rojava. Di wê demê de tesfiyekarî li pêş bû û di nav PYD’ê de teriqîn û berbelavbûn çêdibû. Lê hevalê Ferzende helwest danîbû û hat çiyê. Di wan deman de, gelek kes dixwest ji çiyê biçe lê hevalê Ferzende berovajî vê kir û hat çiya. Helwestekê bi pêş xistibû. Got; cihê herî rast PKK ye û ez ê bibim PKK’yî. Pir israr dikir û digot; dê biçim Gabarê. Di ew merhaleyên dijwar de; ku xeta partiyê diket nîqaşan, wê demê cewhera hevalê Ferzende derket pêş.
Taybetmendiyeke hevalê Ferzende ya herî sereke ew bû ku, pir dixwest biçe Gabarê. Bi Gabarê ve pir girêdayî bû. Dibe ku bi aliyê xwe yê doktorî gelekî derdiket pêş, lê bi rastî jî ew gerîlayê demên dijwar bû. Ango demekê, li Botanê gerîlatî ne hêsan bû. Dev ji şer berde, ne hêsan bû ku, tu jiyana xwe 24 saetan bidomînî. Di wan şertan de li wir gerîlatî kir, şervanî kir, doktorî kir… Hevalê Ferzende li Gabarê tenê ne doktor bû. Ew, her tişt bû. Her tiştê hevalên birîndar bû. Mirov dikare bêje ku, ji şertên zor û zehmet hez dikir. Ez bi xwe jî baş dizanim, heta demekê israr dikir ku biçe Gabarê. Gabar di dîroka têkoşîna me de ji bilî aliyê xwe yê manewî, li Botanê sahaya herî zor, derfetên xwe herî kêm ku cihê herî zêde dibû hedefa dijmin. Ew dildarê Gabarê bû. Ji xwe re, hevaltiya di wan şertên zor de ji xwe re esas digirt. Tecrûbeyên wî yên gerîlatiyê jî ne kêm bûn. Di merhaleyên herî zor û zehmet ên têkoşîna me de, ew li nav cihên herî dijwar bû. Milîtanekî cewherî yê partiyê bû.
Hevalê Ferzende gotinên wî pir vekirî bûn. Hemû tiştên xwe eşkere digot. Ne yê reklamê bû. Jixwe, cewhera wî jî di demên zor û zehmet de derket holê. Rêhevaltî, girêdayîn û hişyariyên xwe yên xeta partiyê xurt bû. Di her demên krîtîk de ev taybetmendiyên wî her li pêş bûn. Ji bilî vê, di jiyanê de pir xwîngerm û jidil bû. Mesela, ruxmî hevalekî ewqasî kevn bû jî, lê rojekê jî raye û peywirekê nexwest.
Hevalê Ferzende, nêzî 27 salên têr û tije ku her dem li eniyên herî pêş di nav refên me de ye. Hevalên biryargehê jî, du sal berê, ji ber keda wî ya şoreşgerî ya salên dirêj û bi taybetî jî ji ber ew sekna wî ya xurt û qewîm; hevalê Ferzende weke Endamê Konseya HPG’ê hilbijartin. Ev du salên dawî, hevalê Ferzende jî wek endamekî konseyê tevlî civînên me yên Rêveberiya Konseya HPG’ê dibe. Heta, par civîna me ya Rêveberiya Konseya HPG’ê pêk hat. Di civînê de dema hevalê Ferzende soza xwe da, got; “Min vê rayeyê heq nekiriye.” Hevalekî ewqasî mutewazî bû. Di rastiyê de, hevalê Ferzende bi ceribînên xwe ji gelek hevalên me yên rêveberiyê kevintir e. Lê ji ber mutewazîbûna xwe her dem digot; “tiştekî ku min kiriye nîne ku ez vê sozê bidim.” Ewqas cewherî bû ku helwesteke wisa bi pêş xistibû.
Îsal jî tevlî civîna me bû. Di van rojên dawî de hevalan pê re nîqaş kiribû ku, an biçe Ocaxa PKK’ê yan jî biçe Rojavayê Kurdistanê. Ew jî xwe amade kiribû ku biçe. Lê mixabin, xebera şahadeta hevalê Ferzende hat. Di demeke wisa û bi vî awayî de, me şahadeteke wisa qet hêvî nedikir. Bi rastî jî em gelekî pê êşiyan. Mirov difikire ku hevalên me yên li Amedê, Dêrsimê, Botanê dibe ku dijmin êrîş bike û rewşên neyînî pêk werin. Lê me ev şahadeta hevalê Ferzende hêvî nedikir. Hema ji nişka ve agahî hat… Ev jî dide diyarkirin ku; di jiyana me ya şoreşgerî de şahadet kengî û bi çi awayî pêk bên nediyar e. Di dîroka xwe ya şoreşgerî de hevalê Ferzende xwedî jiyaneke rengîn bû. Divê mirov li ser jiyana wî binivîse û ew nede ji bîr kirin.
Di encamê de mirov dikare bêje ku; hevalê Ferzende hevalekî doktor û milîtanê partiya me bû. Ji bo şoreşê û gerîla kedeke mezin da û xwedî xizmeteke pîroz e. Ew kedkarek bû. Ew milîtanekî ku keda xwe bê hisab û bê bergîdang dikir bû. Bêyî ku di berdêla keda dayî de tiştekî bixwaze dixebitî. Ev xal, yek ji pîvanên esasî yên milîtaniyê ye. Divê em vê xalê ji xwe re esas bigrin û li ser vî esasî xwedî li hevaltiyê derbikevin û layiqî hev bin. Her wiha gerek em ewilî şayanî van hevalan bin û hêviya wan bi cih bînin. Li ser van esasan, em careke din hevalê Ferzende, di şexsê wî de hemû hevalên şehîd bi bîr tînin û em ê layiqî wan bin.
DR. BAHOZ ERDAL
