HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gulan, meha gul û nergizan, beybûn û rihanan. Serî rake, pûtînên zaliman li ser bedewiya xwe bide aliyekî û xwe li dilê kevir ê dagirkeran bide û şîn be!

Rengê te dixemilîne bejna partîzanan, ew xwe li keskahiya hestên te didin û ber bi cenga pîroz ve gav davêjin. Diçin bibin nifşê esîlzadeyên serdema nû.

Gulan, meha şilêrên serbejêrên welatê min, dibihorin refên cengaweran li ber tenhayiya dilê te ve.

Gulan, tu meha rengê gula sorî, tu rengê xwîna bi hezaran pakrevanan î. Rengê te wek sirên kifşnebûyî li dawiya her biharekê rûpelek nû li dîroka şoreşê zêde dike. Tu ew mehî hemû evîndaran ji zivistanek dirêj û sar ve xwe li benda hatina te ragirtine.

Dîsa xew di çavên zarokên rojê de asê maye û şev naborin. Dîsa neyar di kemîna mirinê de voltan davêjin ji bo canên pak û narîn. Pêlên deryayekî weke dilê xwe har û bi kîn kirine, weke ku ti gemiyan li pêlên xwe siwar nake û nagihîne ti giravekî. Lê roj di himbêza giravê de dike van pêlên har û serkêş aram bike.

Di goşeyek vî welatî de sersala nû di kelegiriya zarokên sêwî û hejar de bi cih maye û şîn girtiye. Ew zarokên Roboskî ne ku ji ber qetek nanê hişk, bûne tewambarê herî mezin û bombeyên terora xwe li wan barandine.

Sal 2012 dîsa meha Gulanê. Dîsa dilê şervanên azadiyê ji bo bedewiya vê axê serî radike. Wek gulên di paşila xakê de li peyê barana destpêkê ji bo tîna xwe ya hezarê salan bişkînînin, di lêgerîna azadiyê de ne. Û êdî ew deme ku du lawikên Amedî û Geverî wiha dibêjin; Em diçin da ji sira agirê heqîqetê hayedar bin. Em diçin bibin pepûleya çaremîn! Û şevekî bi stêrkan re dîlana xwatirxwastinê digerînin, ji bo dilê hemû dayîkên êşkişandî û çavên wan ên bendewar  bi xewê dixînin. Herî dawî gelek gotinên negotî ji lêvên xwe spartibûn bêdengiya di qirika nîvemangekî de. Ew gotin ji şevê re bi cih hiştibûn û ketibûn ser rê.

Ew zarok bûn ku dilê xwe li pêlên heqîqetê dan û gihiştin deryayê. Li qiraxên hevaltiya kêm neman û bûne dostên rast ji deryayê re. Li sahilên bêçaretiyê neman û bûne hêza veguherîna buhara azadiyê. Bê ku ti keleman nas bikin û xwe di pişt sînorên şevên nezaniyê de bihêlin.

Ew zarok bûn li kêleka zinaran bi bask bûn û firiyan û li peyê xeyalên zarokatiya xwe beziyan. Firiyan xwe bi bejna Andok û Zagrosa pîroz ve pêçan û li peyê rastiya xwe geriyan di axa Mezopotamya de. Li peyê xwe digeriyan. Bawer kiribûn gotina Rojê “li cihê ku xezîne wenda bûye lê bigere” û digeriyan bêrawestan.

Ew zarok bûn ku binkeftin û bêhêvîtî di şeva zilmê de binax kirin û ber bi serkeftin û hêviyên mezin ve diçûn. Dilê wan bi dengê bilûra awazên 5 evîndarên li ber sêdareya 9 Gulanê dibişkivî û li peyê şopa wan bi rê diketin.

Ew zarok bûn ku bi pêtên agirê Çaran re dîlana azadiyê digerandin û li peyê xeyalên wan dîwarên teslîmiyet û koletiyê hilweşandin û di dilê koletî û asîmîlasyona sedê salan de bûne bombeya azadî û xwebûnê.

Û berbangek zû bû, roja 25 Gulanê. Roj hêdî hêdî xwe di paşila çiyan de derdixist û silavek bi tîrêjên xwe dida serê berfînî ê Zagros û Andokan. Wê rojê rengê wan çiyan guherîbû. Wê careke din bibana şahidê rojbûna du lawikan di quntara bejna xwe de. Awirên dawî yên Êrîş û Andok di xwe de veşartibûn. Wê rojê lûtkeyên Zagros û Andokan zûtir bibûn mêhvanê şewqa rojê berê berbangê ramûsanek li ser mijangên Êrîş û Andok dida. Hestên wan diqiqilîn di wê bêdengiya watedar de. Kê çi zanî wan lêvan kîjan hêvî û xeyalên xwe bi wê berbangê re parve dikir. Kê dizanî ew zarok evîndarê kîjan heqîqetê ne. Li gel nezanan heqîqet nezantiya wan û ew bixwe bûn. Ji wê bû ku qet nedizanîn “heqîqet evîne û evîn jî jiyana azade”.

Ew zarok bûn evîndarê heqîqetê. Ji wê bû ku li peyê jiyana azad beziyan ji bo bi hurmet bin ji kevneşopiya evîn û evîndariya rast re.

Ew zarok bûn ku nav li heqîqetekî kiribûn. Nav li bênasnametiya vî welatî kiribûn. Nav li zarokbûna xwe kiribûn nav li mirovbûna xwe kiribûn. Ew zarok bûn ku bûne şahidê roja destpêkê, Gelawêja destpêkê, berbanga destpêkê. Ew zarok bûn ku beriya her kesî dengê nexmeyên bilbilan dibihîstin. Ew zarok bûn, beriya her kesî bixêrhatina berfîna di bin berfên nûheliyayî de dikirin. Ew zarok bûn ku di welatê rojê de romana bê dawî bûn.

Û li navenda firotina nirxên gelan, Qeyserî(Pınarbaşı) yê, pişta xwedayê pere û derewan li erdê dan. Pınarbaşî ew cihe ku ger Kurdek rojekî di ber de derbas biba wê tûyê rûya bikirina. Ew zarok bûn ku bêedaletiya dîroka talan û asîmîlasyona gelên bindest nepejirandin û sîleya hemû heqaretan li celadên mirina Kurdan dan. Ji înada mirovahiya mirî, bûne du evîndarê eşqa azad li ser axa ku ji mêj ve bû evîn li ser hatibû kuştin û qedexekirin.

Êrîş û Andok bi çalakiya xwe bûne destanek ji gelek destanên pîroz di dîroka şoreşa azadiyê de. ew îro di hemû meşên azadiyê yên gêrîllayan de pêşengin. Ew îro di hemû serhildanên bajarê Amed û Geverê de li pêş de sirûda Çerxa şoreşê bi dengekî berz qîr dikin. Ew îro li pişt hemû dîwarên zîndanan hêvî û berxwedanin.

Û ew bûne fedayiyên Rêber APO di şefeqa jiyan û hebûnek azad de. bi dengekî bilind qîr dikin, dirûşmeya;

BİJÎ SEROK APO!

BÊ SEROK JİYAN NABE

Rêhevalên Wan…