Ger ku dîrok winda bibe, çi dikare bibe pênaseya rasteqîn a heqîqetê? Mirov dikare bêje dîrok hebûneke îradî ye ku dikare were pênasekirin.
Welatê min, di asoyên çiyayên te de, dîsa qêrîna azadiyê bilind dibe. Dîsa heqîqeta evîna rasteqîn xwe, bi agirê dilê Ronahî û Bêrîvanan, raber dike. Her şopek di şiverêyên wan çiyayan de, çîroka serpêhatiya egîdiyê dinivîsîne. Ew ji bo siberojeke azad, ji hemû hêviyên zarokan re bûye vîna bi hezaran salan. Heman demê ji bo siberojeke azadbûyî, dîrokeke nûjen ku her zindî bihêle derxistiye holê.
Di dîroka Kurdistanê de, li gel hemû êrîşên tunekirin û qirkirinê yên li ser gelê Kurd, bi ruhê serhildêriyê ku ti carî serî li ber dijmin netewandiye, her weke şopeke zindî, xwe li bîra mirov dixe. Bi keç û xortên xwe yên berxwedêr ve, dîroka qehremaniya bi salan weke ruhekî zindî ku wê her bijî, bi destên xwe dane nivîsandin. Yek ji wan, jineke dilwêr Muqedes Yilmaz jî, li dijî siyaseta qirkirin û tunekirinê bi ruhekî nûjen ku serî li ber dijmin natewîne, ber bi rêwîtiya çiyayan ve serpêhatiya xwe ya dîrokî dinivîsîne.
Muqedes Yilmaz, li herêma Serhedê, li bajarê Mûşê ku bi deştên xwe yên bi heybet ve tê zanîn, ji dayîk dibe. Di nav malbateke welathez û xwedî çanda kevnewar a Kurdewar de mezin dibe. Ev jî li ser teşegirtina kesayeta wê roleke girîng dilîze. Her çiqas di warê xwe naskirinê de bi temamî nebe jî, lê bi têgihîştineke ku dijmin li ser tunebûna nasnameya wê xwe bi hebûn dike, dîroka xwe dizane. Bi vê zanebûnê, weke jineke ciwan di hemû qadên jiyanê de, bi sekneke têgihiştî, ji lêgerînên xwe re dibe bersiva herî rast. Li gor wê bi israra xwegihandina jiyana azad, ked û hewildaneke bi nirx dide. Ew dem zehmetiyên xwegihandinê jî ji bo wê nabe mijara gotinê. Weke lêgereke ji dil, bê ku dudilî bijî, her li pêy riyekî ku ji hemû xeyalên wê re bibe bersiv, digere. Muqedes, bi naskirina xwe ya Rêber APO û Tevgera Azadiyê re, hîn zêdetir lêgerînên wê ji bo jiyaneke azad bi pêş dikeve. Her roj ji rojên din zêdetir pêdivî dibîne ku ew jî bibe şopdareke rast a riya heqîqetê. Êdî meşa ber bi çiyayan ve ji bo Muqedes ne xeyalek e. Ji bo xwegihandina wê jî, armanca meşeke bi biryar dide pêşiya xwe. Li gorî wê di sala 2014'an de Muqedes Yilmaz biryara xwe ya beşdariyê dide û bi navê Delîla Asmîn dibe yek ji wan milîtanên dilwêr ên ruhê Apoyî.
Gerîla Delîla, bi hatina xwe ya çiya re, bi daxwaz û mereqeke mezin ji zor û zehmetiyên gerîlatiyê re dibe bersiv. Di wan lûtkeyên bedew ên rêzeçiyayan de asîbûna jinekê ku dikare çawa bi wate bijî dibîne. Bêhna azadiyê û bedewiya çiyayan dikşîne hûndirê xwe. Wekî ku cara ewil çav li cihanê vekiribe, bi asoyeke cudatir û bi ruhekî zindî ku dikare ji pêşerojê re hêviyên mezin ava bike, xeyalan dike. Bi ketina xwe ya perwerdeya bingehîn re jî, ji bo bi cih anîna vê xeyalê, ked û hewildaneke mezin raber dike. Di serî de fêmkirin û pêkanîna rastiya Rêber APO û pîvanên milîtaniya APOYÎ dikare çawa bi teşe bibe, ji xwe re dike armanca herî bingehîn. Li gorî vê, pîvanên jineke azad divê çawa bibe, di şexsê xwe de lêpirsîna wê pêş dixe. Ev sekna wê ya bi biryar û daxwaza wê ya bûyîna milîtaneke APOYÎ, kesayeta wê hîn xurttir û çelengtir dike.
Gerîla Delîla, piştî perwerdeyeke serkeftî, bi kelecan berê xwe dide qada pratîkê û bi awayekî çalak beşdar dibe. Li ser esasê pîvanên ku Rêber APO ji bo her milîtanek diyar kiriye, bi berpirsyariyeke pir mezin vê erkê dide ser milê xwe û di heman demê de bi hawirdora xwe jî dide kirin. Bêguman sekna wê û rêhevaltiya wê ji dil, ji hemû rêhevalên wê re dibe cihê xwe lêgirtinê. Delîla, bi vê sekna xwe him ji derdora xwe re dibe hêz him jî rê li ber têkoşîneke hîn xurttirîn vedike.
Gerîla Delîla, ji bo xwe di warê leşkerî û pisporbûna gerîla de hîn zêdetir pêş bixe, pêşniyara xwe ya akademiyeke leşkerî dike. Li ser daxwaza wê ya perwerdeyê, derbasî akademiyeke leşkerî dibe. Di wir de jî hîn zêdetir di terz û taktîka gerîlatiya nûjen de lêhûrbûn dike û bi awayekî profesyonel xwe bi pêş dixe. Ji bo ku bi feraseta ruhê tolgeriyê pêşî li êrîşên dijmin bigire û wan bêencam bike, ked û hewildaneke pir mezin raber dike. Ji bo wê bi qasî ku hêz ji pratîkê re bîne, di hemû çekan de xwe serwer dike. Li gel pisportiya di çekan de, di warê bîrdozî de jî pêdiviyên xwe yên xwe avakirinê pêşwazî dike. Ew daxwaza wê ya di
akademiyeke xweser de perwerde bibîne jî pêk tê. Piştî wê, bi derbasbûna demekê re, derbasî Akademiya Şehîd Bêrîtan dibe.
Gerîla Delîla, di çerçoveya manîfestoya Rêber APO û milîtaniya jin de, cardin li kesayeta xwe vedigere û hîn zêdetir li ser pêşxistina tarzê têkoşînkirinê, lêhûrbûna xwe pêş dixe. Di akademiyeke bi vî awayî de armanc, bi taybetî li kesayeta xwe vegerandin e. Gerîla Delîla jî bi vê hişmendiyê ji hemû nakokiyên xwe re dibe bersiva herî rast.
Ev car bi derbasbûna xwe ya pratîkê re, Delîla hîn zêdetir ji xwe bawer dibe. Li qadeke weke Heftanînê, ya ku him di warê gerîlatî kirinê de him jî di warê pratîk meşandinê de ku dibe yek ji cihên bi salan ji gerîla re malovaniyê kiriye, dest bi pratîkê kir. Weke gerîla li ser axa wê ya pîroz gerîlatî kirin û di axa wê de mezin bûn, nirxeke dîrokî li kesayeta jina dilwêr bar dike.
Bi hişmendiyeke nû û terzê têkoşîneke rast ve, di wê qadê de erk digire û berpirsiyartî radike. Bi taybetî bi êrîşên dijmin ên li ser qadê re, di hemû çeperên berxwedanê de roleke çalak dilîze. Lewma bêyî ku serî li ber dijmin bitewîne, gerîla, bi bersivdayîna çalakiyên xwe ve, çav li dijmin dişkîne. Êdî ew sekna fedayiyane ya gerîla û jina pêşeng, tirseke mezin di dilê neyaran de ava dike. Êdî cenga Heftanînê û berxwedaniya gerîlayên pêşeng li her derê deng vedide. Sekna têkoşeriya jin û pêşengtiya ku di çalakiyan de tê raber kirin, heqîqeta milîtaniya APOYÎ bi zelalî derxist holê.
Gerîla Delîla Asmîn, li dijî dagirkeriya li ser axa Kurdistanê, weke milîtaneke jin, bê rawestandin şer û têkoşîn dide meşandin. Gerîla Delîla Asmîn, di 14'ê Hazîrana sala 2020'an de, li qada Bektoriya ya Heftanînê, tevî du hevrêyên xwe yên bi navên Baz Amed û Denîz Firat, di encama bombebaranekî artêşa Tirk a dagirker de, digihîjin merteba şehadetê.
Gerîla Delîla, di serpêhatiya xwe ya têkoşînê de, bi ruhê Bêrîtanan ku serî li ber dijmin natewîne, bê rawestandin meşeke dîrokî dike. Ruhê têkoşeriya fermandara ciwan dê her û her di dilê zarokên Kurd de bê jiyîn.
