Em herdû li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe…Em herdu li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe. Na; çar parçe. Ez behsa kîjan parçeyî bikim, bi eynî serpêhatiyê re rû bi rû hatiye, lê di van salên dawiyê de, herî zêdetir şerê têkoşîna me li ser axa Başûr û bi taybet li Bakurê Kurdistanê bi giranî jiyaye. Vekirina deriyê Bakur û derbasbûna herêmên şerê giran, bi têkoşîna her gerîlayekî ve girêdayî ye. Bi têkoşîneke xurt gerîla yek dikare her rê û xebatê bi dest bixîne. Vê carê ez jî di nav gerîlayên ku li deriyê bakurê Kurdistanê dixistin hebûm. Deriyê ku xeyalê cîhaneke nû li mirov vedike. Dibe ku te dest avêtibe çembilê deriyê jiyana xwe ya dawî, lê ji bo gerîlayekî xwedî lêgerînê azadiyê ev tu carî ne astengiye. Lewra gerîlayên ku di vî deriyî re derbas bûne û dibin ji bo xwe deriyê bexteweriyê dinirxînin. Beriya niha kî û kî di van deriyan re derbas bûne, tenê ev rê şahidê vê yekê ne. Yên derbas bûne û ne vegeriyane hene, yê ku derbas bûne û vegeriyane û dîsa ji bo derbasbûneke nû amedehiya xwe dikin hene. Ya ku ez dixwazim bêjim her gerîlayekî li ser vê rêzika sînorê ku di navbera bakur û başûrê kurdistanê de dirêj bûye, di pêşbirka bexteweriya jiyana xwe de ne.
Dîsa ev dem û ev roj bûn, ev germ û havîn bû gava ku Xelîl Çiya xwe ji rêwîtiya seranserê bakurê welatê çiyan re amade kiribû. Di wê salê de, dijmin ne tenê bi têlên strî sînor pêça bûn, lê belê ji goştê leşker û teknîka giran jî seranserê sînorê welatê me ku di navbera Bakur û Başûr de rapêça bûn. Lê heyî hê ku tu hêz bikaribe li pêşiya armancê gerîlayên çavreş bisekine. Yên xwe fedayî armancê xwe bikin, yan wê biperçiqînin û derbas bikin. Ji xwe êdî gerîla bi van rêgezan nasnameya xwe ya şervantiya vî welatî mohr kirine. Xelîlê ku çavê xwe berdabû projeya belgeseleke sînema, cihekî girîng di nava vê rêwîtiyê de girtibû. Navê serkeftin û qezenca herî mezin ya jiyana xwe li vê projeya xwe kiribû. Yê Xelîl Çiya êdî ne sînor ne dijmin û ne jî heval, fermandar û dostên wî dikarî bûn wî rawestînin û gotina neçe pê bidin erê kirin. Her çiqas ji bo wî jî mîna her gerîlayekî encamê vê rêwîtiyê ne diyar bû jî, lê xwe mîna rêwiyekî şad bi nav kiribû. Raman û hestê xwe di asta mezinbûn û giraniya rêwîtiya xwe de amade û tijî kiribû.
Berî niha bi deh salan, Xelîl çiya di vê riyê re çûbû û hatibû. Xelîl di wê çaxê de, bi hozanê welatê çiya, Serhed re di yek derî re ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê herêma Botanê bûbû. Kamêrvanê çiya Xelîl û hozanê çiya Serhed, li ser projeyekê li hev dikin. Di armancê projeya van herdû hunermendan de ev hebû; wê gerîla Serhed bi têlê saza xwe ya birîn û şahiyê di dilê gerîlayê Botanê fetih bike, û gerîla Xelîl jî wê bi objektîfa kameraya xwe rû û dengê gerîlayên Botanê ji dîrokê re mîras hiştibana. Di wê demê de Botan deriyê riya Bakur ji herdû mêvanê xwe yê hunermend re li ser piştê vedike û bixêrhatineke germî ku liyaqî wane têne pêşwazîkirin.
Botana ku zû eşqa xwe dixîne dilê her gerîlayekî de, wisa zû dilê gerîla Xelîl û Serhed jî qezenc dike. Bi xweza xwe ya çavên mirovan miç dike, hevaltî, zorahî, dostayî, birçîbûn, parvekirin, rexnekirin, avakirin, girî, şahî, evîn, veqetîn. Ji her rêbazê ku jiyanê bi wate dike bi awayekî tazî xwe bi wan dide jiyîn û wan mezin dike.
Dibêjin ya; encama her afirandinekê ked e. Ya herî xweş jî ku tu bi xwe jî dibî şahidê vê rastiyê ye. Lewra pariyek nan û qurtek av ji bo ku tu bi vê jiyanê re bijî têra te dike. Serhed bi têlê dengê xwe yê çiyayî Xelîl jî bi kamêra xwe ku tu carî ji dest nediket, xwe newqî nava jiyana Botanê dikin. Serhed li her derekê bi konseran kêliyên hestiyar û bi coş bi gerîlayên Botanê dide jiyandin Xelîl jî ji bo ku van kêliyên xweşik bi dest bixe bûbû gerokê nava rû û hestan de. Ev herdû gerîla, ev herdû hunermend, ne tenê bi kar çûbûne Botanê, piştî ku karê xwe biqedînin wê li cihê ku jê hatine vegerin. Na; Xelîl û Serhed êdî mîna du botaniyan tevdigeriyan û êdî di şevên ku bi rengên zimrudî diman wêneyê xeyalên hestiyar digirtin, Xelîl û Serhed bûbûn parsekê cîhana wan gerîlayê ku ew bi sala bû niştecihê herêma welatê ne nase bû. Li keştiya bîranînên wanî rabirdû siwar dihatin û xwe ber bi rojên wanî îro diherikandin. Dirêj dirêj Xelîl û Serhed xwe ji xewên şevan vedidizîn da ku tenê li lehengiya wan di qadê şer de guhdarî bikin, yan jî serpêhatî û bûyerê wanî jiyanî, bîranîn komîk û xemgîn, destanê evînên bi diziyî ku bi koçê abidîn rû bi rû hatibû guhdarî dikirin. Her diçû her dû hunermendan tûra xwe ya nav Botanê berfireh dikirin û gerîlayek li ku bûna pêwîst bû xwe bigihandibanê. Yek yan deh gerîla ji bo wan ferq nedikir, ya girîng ew bû ku di ser kesekî de ne buhurin, ji ber ku herdû hunermendan jî dizanî bûn her tiştekî ji Botanê û gerîlayên botanî qezenc bikin wê bibe serwext û mîrasa hunera wayî ku wê rojekê ev dîrok wan pê xelat bike.
Ne girîng e her projeyek ku tu pê rabe heya serî biçe, yan jî ne girîng e ku tu her tiştekî dixwaze bi dest bixîne, belkî ne pir girîng e ku jiyana te têra rêwîtiyekî bi plan û xebateke bi aste ku te daye pêşiya xwe jî bike, lê ya girîng ew e ku berî her tiştekî ku tu pê rabe, tu bi serkeftin û qezenca wê bawer bike. Lê ya ku li vir qezenc kiriye tiştê ku em pê radibin. Mirin tu carî nakeve nav hesabê bawerî û serkeftinên ku em dixazin gavê wan bavêjin.
Gerîla Xelîl; şehadeta hozanê xwe Serhed mîna bûyereke herî bi birîn di jiyana xwe de dinirxand. Ne li bendê bû, ne texmîn kiribû, ne jî jê re amade bû. Çawa dibe ku cêwiyê riya xwe ya Bakur winda bike û ew di şûn de bimîne û li dû wî jiyan bike. Çawa dibe ku cêwiyê hunermendiya xwe winda bike û çawa dibe ku cêwiyê deftara xwe ya sor ku bi hev re li ser rojaneyên xwe yên Botanê dinivîsandin winda bike. Ne misogere ku Xelîl vê koça Serhed ya bi tenê bipejirîne. Çima zorî nedabû Serhed da ku ew li pêşiya wî bireve. Çima gava ku Serhed ji helîkoptera ku dijmin ew jê avêtiye hembêza xwe ji fira wî re venekiriye û beyî ku tiştek jê were ew nedaye ber hembêza xwe. Ne ev tenê; bi biryara Rêber APO ya sala 1999’an de, ku gerek gerîla xwe ji sînorê Bakur vekişîne, bi fermana rêxistinê, Xelîl neçarî vegera başûrê Kurdistanê dibe û di deriyê ku bi Serhed re derbasî bakurê Kurdistanê dibe, bi tena xwe têre vedigere.
Çûyîn xweş e; yan di şûn de mayin: gava ku em her dû li ser rêzika sînorê Bakurê kurdistanê li bende vebûna deriyê bexteweriya xwe bûn, mamoste û derhênerê min dubare dubare, ev gotin ji min re digotin. Ji xwe ji bo gerîlayekî ev pirs ne xaçepirs e, ne jî ji bo bersiv dayina wê pêwîstî bi şareza bûnê heye. Gava ku çavê min bersiva pirsa wî dida digot: Ji bo vê yekê pêwîst e ez biçim û divê kes ji min re ne bêje neçe. Gava ez li te dimeyizênim şehîd Serhed li bîra min tê. Hin tiştê te dişibin wî. Ne ji bo vê yekê tenê, piştî şehadeta Sarya û Serhed, ez ê careke din bi hevalên xwe yê xebatê re bi tu riyeke din ve neçim. Her car ez li dû wan dimînim û ez wan winda dikim. Lewra ez ê bi tena xwe bi vê riyê de biçim.
Berî vê bi deh sala di rojên tîrmehê ya germ de hozan Serhed şehîd ketibû. Berî sê salan ji niha di heman rojan de gerîla û hunermend Xelîl jî di eynî deriyê ku bi Serhed re derbas bûbû dîsa derbas dibe. Lê vê carê bi tena xwe bû. Min jî ji piş deriyê xwe yê girtî, li wê riya wî ku ji min ve dixuya û hêdî hêdî dûr diket û winda dibû temaşe dikir.
Ez dizanim êdî gerîla Xelîl careke din hozan Serhed bi tenê nahêle û ji Botanê venagere, lê deriyê ku Xelîl tê re derbas bûye, li dû xwe negirtiye. Ez bi vê hêviyê dijîm ku wê rojekê deriyê bexteweriyê ku herdû mamoste û hunermendê me tê re derbas bûne di rûyê min de jî vebe û ez ê jî tê re derbas bibim. Çima ez ê timaya navê rêwiyên şad nekim ku jiyaneke xweşik li benda min be. Ez wesiyata vî derîyî li we jî dikim, hûnê poşman nebin.
Zêyav ÇIYA
- Ayrıntılar
Gava ku rêheval Ş. Berxwedan Sêrt ber bi Botanê ve dikeve rê nêrînên xwe wisa aniye ziman:
Navê min Berxwedan Sêrt e. Ji paşnavê min jî diyar dibe ku ez ji Sêrtê me. Di 2002’yan de ji Stenbolê tevlî refên azadiyê bûm. Beriya niha li qadên Xakûrkê, Xinerê, Qendîl, Heftenîn û Metînayê mam. Di vê pêvajoya nû de, di wê baweriyê de me ku li bakur ez ê bêhtir bi kêrî têkoşînê bêm. Min bi vê yekê bawer kir, pêşniyara xwe bi pêş xist û hat pejirandin.
Pir hestiyar im ango gelekî kêfxweş im. Di wê baweriyê de me ku; dê him daxwazên Serokatî, yê gel û him jî yê pêvajoyê û her wiha ji boyî pêkanîna binetarên paradigmaya nû li bakur dê bihêztir tevlî bibim. Ji ber kelecaniya xwe ez nikarim zêdetir hestên xwe bînim ziman.
Li Botanê di pêvajoya çêkirina qampê de rêheval Ş. Berxwedan Sêrt nêrînên xwe bi van gotinan aniye ziman:
Di 2006’an de hatim Botanê û hîna saleke min neqediyaye. Bakur li gorî herêmên gerîla yên din pir cuda ye. Nêzî dijmin jiyîn û di wan şert û mercan de jiyana xwe domandin ji min re gelekî balkêş hat. Jiyana li vir pir xweş e, bi taybetî di mile rêhevaltiyê de zahf xweş e. Piranî li milê Herekolê min pratik meşand. Ji aliyê erdnîgariya xwe ve Herekol herêmeke zozanî ye. Piştî ku berf li vê herêmê dihele xebatên pratîkî jî destpê dikin. Her çiqas ji aliyê gerîlatiyê ve dijwariyên xwe hebin jî herêmeke gelekî xweş e. Mirov dikare bêje ku ew herêm bi dijwariyên xwe ve bedew e. Cara yekemîn e ku zivistanê li qampeke bakur derbas dikim. Qampên bakur ji yên başûr gelekî cuda ne. Li bakur di mijara ewlekariyê de hemû heval bêhtir hişyar in. Liv û tevger sînordar e, lê belê ewlekarî girîngtir e. Hemû heval di milê roniya mangan de zahf hişyar in. Di her siharê de şopên şiverêyan tên girtin. Tevî van hemûyan, di perwerdehiya tê dîtin de jî her hevalek xwedî lêhûrbûneke xurt e.
Di esasê xwe de hatina 2007’an ji 2006’an ve diyar e. Mirovên ku pêvajoyê dişopînin kêm zêde dizanin ku dê sala li pêş çawa derbas bibe. Dijmin hîn bêhtir wê li xezebê bigere. Ango dijmin di sala 2007’an de wê berê xwe hîn bêhtir bide li ser gele kurd û herêmên gerîla. Em jî him ji aliye bîrdozî ve û him jî ji aliye leşkeri û pratîkî ve xwe amade dikin. Dikarim bêjim ku niha bi her awayî ve xwe ji boyî şer amade dibînim. Tişta herî girîng a ji boyî me ew e ku; her heval divê bibe xwedî pratîkeke layiqî Serokatî, gel û rêhevalan. Tiştên ku karibim bêjim ev in. Ji hemû rêhevalan re serkeftinê dixwazim.
Rêhevaleke bi navê Dîcle Kardelen bi gotina ‘‘rêwîtiya nîvco mayî’’ destpê dike û ji me re behsa rêheval Berxwedan Sêrt dike. Rêheval Dîcle Kardelen, Ş. Berxwedan beriya tevlîbûna refên azadiyê nas dike û dizane ku çawa berê xwe daye çiyayên azad. Lê dema behs dike hemû hestiyariya xwe jî tevlî dike. Her wiha helbestekê jî ji boyî bîranîna rêheval Ş. Berxwedan dixwîne. Ş. Berxwedan bi helbestê re dibe yek û dîsa li gir, zozan, şiverê û çiyayên Botanê digerîne. Rêheval Berxwedan di vê gerê de dibe têkoşîn, şer û li qada cengê dadide dijminê xwe. Şerê wan ne ji wan şerê yek bi yek bû. Şerê wan li hemberî hemû hêzên dijmirovahiyê bû.
Ji boyî ji te silavekê bigrim
Her bihar ji xwezayê dipirsim
Ji Bestayê silava te digrim
Ji Botanê tê denge te
Mergumar nivîn
Besta lihêfa û
Herekol jî bûye balîfa te
Navê te li navnîşa Zarokên Botanê hat nivîsîn
Ji ber ku te li dayikê îxanet nekir, tu hatî rûmetdarkirin
Vê rûmeta te em silav dikin
Demsala Biharê, te li evîna welatê min dinivîse
Stranên azadiyê li lûtkeya Herekolê têne ziman
Dengê çekan ji Mergumarê tên
Ev deng,
Mizgîniya gihandina te ya Rojê dide me
Garisa bêriya te dike
Rêhevalên te, navê te li dil dinivîsin
Mirovahî evîna te li sedsalan
Û li rûpelên dîrokê dinivîse
Zarokên siberojê
Gul û çîçekan li rêya te direşînin
Û ez ji Cûdiyê bi kevokan
Hêviyên xwe yên hesretî
Û silavên xwe ji te re dişînim
Belê, ew ji bo rêwîtiya nîvcomayî ketibûn rê. Û rêwîtiya rêheval Berxwedan jî di nêvî de mabû. Rêheval Berxwedan hîna pir ciwan bû û ji boyî rûmeta gelê xwe dixwest têkoşînê bimeşîne û bilind bike. Heta jê hat erka milîtaniyê di têkoşîna xwe de pêk anî, lê wek me anî ziman rêwîtiya wî nîvco ma.
Di esasê xwe de ev rastiyeke PKK’ê ye. Kesayetên ku xwedî hêviyên pir mezin, gelekên ji wan di şerê rûmetê de, di nêviyê rê de dimînin û digihên şehadetê. Ev mertebeya herî bi rûmet e. Gihandina vê mertebeyê gelekî zehmet e, lê ewqasî jî ji nedî ve tê. Lê bi qasî ku ji nedî ve tê, mirovan digihîne bilindahiyê jî. Dema li dû xwe dinihêrim bi hezaran hevalên me tevlî karwana şehîdan bûne. Ji wan hindekan hîna xwe negihandin coş û kelecana van çiyayan, bûn stêrk û ber bi ezmanan ve çûn.
Rêheval Berxwedan jî wisa bû. Ez wî ji malê nas dikim. Di nav wê jiyanê de jî nêzîkatiyên ji rêzê qebûl nedikir. Jiyana wî ne ji rêzê bû. Ji ber vê yekê berê xwe dabû çiyayên bilind. PKK ji boyî wî wateya jiyanê bû. Rêheval Berxwedan hetanî hilma xwe ya dawî ji vê jiyanê tawîz neda.
Daxwaza wî ya sereke bi tenê carekê dîtina Serokatî bû. Ji bilî vê tiştekî nedixwest û her tim bi vê xwestekê jiya. Heta kêliyên xwe yên dawî bi dirûşmeya ‘‘Bijî Serok APO’’ fîşekên xwe bi ser dijmin de reşand.
Rêheval Berxwedan di sala 2007’an de tevlî gelek çalakî û pevçûnan bûbû. Herî dawî li herêma Garisa di çûyîna peywirekê de, navnîşan ji wan re şaş hatiye gotin û di encamê de dikevin kemîna dijmin. Di vê kemînê de rêheval Berxwedan Sêrt, tevî sê hevalên xwe yên bi navê Welat, Merwan (Menan Çaçan) û Egît (Serbest Oren) bi têkoşîneke bêhempa tevlî karwana şehîdan dibe.
Rêhevalên Wî Yên Têkoşînê
- Ayrıntılar
Ji lûtkeya çiyayan roj hiltê, xweza hêdî hêdî zindî dibe. Bayê hênik yê sibeyê bi bişîrîna pitikekê li rûyê mirov dide. Rojek, destpêkek û jiyanek nû. Rêheval Binevş agahdara jiyaneke nûbû ji me hemû hevalan re. Siharê em bi gotinên rêheval Binevş ên weke; ‘‘De rabin heval, hûn çima xwe ji bedewiyên vê xwezaya şîrîn bêpar dihêlin, de rabin li van rengên delal binêrin û li van dengên zelal guhdarî bikin’’ şiyar dibûn. Bi kelecaneke mezin me hemûyan şiyar dikir. Ji ber vê jî niha dema li tîrêjên rojê dinerim, ji rojê bêhtir kenê rêhevala Binevş tê bîra min û her siharê bi van nêrînan ji rêhevala xwe hêzê digrim.
Jina bi renge xwezayê, rêheval Binevş di sala 1970’yan de li Amedê tê dinê. Malbata wê ji aliye aborî ve gelekî dewlemend bû. Heta dema xwe ya zanîngehê jî ti agahiya rêheval Binveş ji kurdayetî û welatparêziyê nîn bû. Her wiha dema tevlî refên gerîla dibe jî bi kurmancî nizane. Di nav refan de jî di her derefetê de ji malbata xwe re nameyan bi rê dike û wan rêxistin dike. Hevaleke mirovhez, dilnizm, xwîngerm û li derdora xwe baldar bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe di nav rêxistinê de ji aliye rêhevalên xwe ve zû tê hezkirin.
Ji ber van taybetmendiyan, di salên zanîngehê de rêhevalên bi partiyê re têkildar zû dikevin ferqa rêheval Binveş û dixwazin wê tevlî kar û xebatan bikin. Rêheval Binveş jî bi tevlîbûnên civîn û perwerdeyên rêxistinî ve têkiliya xwe ya bi partiyê re xurttir dike. Her wiha di demeke kurt de dibe rêveberê kar û xebatan jî. Dixwest coşa xwe ya bêdawî di nav refên azadiyê de jî bi deste xwe li her devarê belav bike. Her ku Kurdistanê dinase, girêdayîna wê jî ewqasî zêde dibe. Di nav jiyanê de têkiliya wê bi mirovên di her temenî de hebû. Ji zarokekî heta temendirêjekî dixwest her kesî guhdar bike û bibe hevparê daxwazên wan. Di demen xwe yên zanîngehê de ji ber ku tevlî greva birçîbûyînê dibe ji aliye hêzên dewletê ve tê binçavkirin. Pişt re tê berdan lê malbata wê ji ber vê tevgera rêheval Binveş wê tengav dikin û bi ser de diçin. Lê ew jî ji wê rojê û şûn de li hember van nêzîkatiyên kevneperest ên malbata xwe disekine û têdikoşe. Rêheval Binveş li ser vê rewşê her tim vê gotinê dianî ziman: ‘‘li Kurdistanê jinbûn û wek xwe jiyîn gelekî dijwar e. Bi taybet di nav şoreşê de ev rewş dijwartir e.’’ Lê dema van gotinan dianî ziman xwe radestî zehmetiyan nedikir û her têdikoşiya. Li hemberî çewisandinên malbata xwe dîsa têkiliyên xwe ji rêhevalên xwe qut nake û her diçe têkiliyên xwe bi wan re xurttir dike. Di encama van têkoşînan de rêheval Binveş dibe xwedî kesayeteke biryardar, wêrek û vîndar. Ev jî dibe sedem ku berê xwe bide qadên cengê.
Rêheval Binevş bi coş, xîret û kelecana xwe ve bi tevî komeke rêhevalên xwe li herêma sêyemîn ya Mêrdînê tevlî refên gerîla dibe. Ji ber ku dîsa xwe di partiyê de dibîne, li hember partiyê her tim xwe deyindar dihesibîne. Ji ber hatina xwe ya çiya û xwezaya Kurdistanê pir kêfxweş e û bi vê kêfxweşiya xwe ya gihandina çiyayên bi heybet, di jiyanê de dibû çavkaniya coşê.
Rêheval Binveş destpêkê li qada Hebizbîna û pişt re jî li Bagokê cihê xwe digre. Vê gotina xwe; ‘‘her hevalek heta ku xwe negihîne wateya jiyanê divê şehîd nekeve’’ her tim dianî bîra me û pişt re gotina; ‘‘di nav refan de heta ku ez xwe îspat nekim dê şehîd nekevim’’ bandoreke mezin li ser hemû hevalan dikir. Ango mirineke ji rêzê nedipejirand.
Ji boyî ku em hurmetdayîna rêheval Binveş a li hember partiyê bêhtir raçav bikin divê ji jiyan û taybetbendiyên wê bêhtir mînak bên dayîn. Di dema zanîngehê de ji ber ku beşa wêjeyê dixwend, zimanê wê yê tirkî, xwendin û nivîsandina wê pir xurt bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî di kar û xebatên çapemeniyê de cih digirt. Tenê ne di vî karî de, di hemû xebatên jiyanê de heta ku jê dihat xwe tevlî dikir û ti carî ji kar û xebatan giliyên xwe nedikir. Pir dixwest tevlî çalakiyan bibe, lê dema rêhevalên wê diçûn çalakiyê jî bi qasî ku tevlî bûbe kelecanî dibû û vê hestewariya xwe bi hemû rêhevalên xwe ve parve dikir. Dema bi dijmin re diket pevçûnê jî dixwest di her çeperê de şer bike û tola hezar salan ji dijmin bigre. Ev jî rûhê berxwedêr ê rêheval Binevş derdixist holê.
Carinan nîvê şevan em bi dengê daktîloyê şiyar dibûn ku rêheval Binevş bi de-sê egalan ser daktîloyê girtiye ku ronî nede derve û bi teqe teqa tiliyên xwe hin tiştan dinivîsî. Dema me jê re digot; ‘‘ tu xwe pir diwestînî, çima heta nîvê şevan dixebitî?’’ wê jî me bi gotina; ‘‘ji boyî partiyê çiqas bixebitim jî kêm e’’ dibersivand. Bi rastî jî, her tim li ser gotina xwe bû û van gotinên xwe di jiyanê de her pêk dianî. Ji ber vê jî gelek şevan bêxew dima lê xebatên jê dihatin xwestin di dema xwe de radestî hevalên xwe dikir. Me ti carî nedît ku rêheval Binevş çayeke germ vexwaribe. An ji ber nivîsandinê ji bîr dikir ji xwe re çay bîne yan jî dema dianî jî çaya xwe ji bîr dikir û dema ferq dikir jî bi qurtekê wê çaya xwe ya sar vedixwar.
Bi rêhevalên xwe yên bi navê Gulan û Ayten re xebatên çapemeniyê dimeşand. Jixwe pişt re bi hev re şehîd dikevin. Her sê jî remza hêzdayînê bûn. Bi taybetî li ser jiyana hevalên şehîd bêyî ku rêhevaleke/î xwe ji bîr bikin her li ser wan dinivîsîn. Ji ber vê jiyana xwe ya fedakar, rêheval Binevş mînakeke zindî ya berpirsiyartiya şoreşgerî bû. Taybetmendiyeke din a rêheval Binevş jî parvekariya xwe ya jidil bû. Tiştên ku fêr dibû ti carî bi xwe sînordar nedikir. Dema perspektîfên Serokatî ji bo qadên din di daktîloyê de dinivîsî, çi tişta nû fêr dibû di wê kêliyê de dihat bi me re parve dikir. Di jiyanê de tişta herî zêde dixwest û di her kêliyê de dubare dikir; Rêbertî û partiyê fahmkirin û bi tenê carek be jî dîtina Serokatî bû. Ji ber vê yekê her tim di nav lêgerîna heqîqetê de bû.
Êdî rêheval Binevş dê derbasî qada Hebîzbîna bibûna. Veqetîna wê ya ji Bagokê ji aliye hestewariyê ve pir dijwar bû. Ji ber ku her herêmeke Kurdistanê mirovên ku lê dijîn bi taybetî gerîlayan bi xwe ve girê dide. Li qada Hebizbîna hîna heyveke wê jî neqediyabû ku bi dijmin re ketin pevçûnê û tevî 14 rêhevalên xwe tevlî karwana şehîdan bû. Di kêliyên pevçûnê de rêhevalekî ku ji dûra ve heval Binevş didît, kêliyên wê yên dawî ji me re wisa dianî ziman; ‘‘Ji milê xwe ve fîşek xwaribû û tevî ku pacên li mile xwe dipêçand hemû di nav xwînê de bû.’’ Ango rêheval Binevş ruxmî birîndariyê, milê xwe dipêçe û şerê xwe yê li hemberî dijmin didomîne.
Belê rêhevala hêja; ez wan şevên te yên bêxew binivîsim an jî di rojên sermaye de negirtina tiliyên te yên ji boyî me dixebitîn binivîsim? Ango behsa ew rûyê te yê bişirîn jê kêm nedibû bikim? Lê dikarim bêjim ku, bi sebr, fedakarî, xîret, wêrekî û bi wê zindîbûna xwe ve, tu navê jiyana me bûyî. Bi rastî jî te di jiyana xwe ya kurt a gerîlatiyê de gelek hêvî, hezkirin, heval û kar û xebat hewand. Te li ser me hemûyan bandoreke mezin hişt û bi firê ketî. Tu bûyî çirûska fîşeka serkeftin û şevçiraxa azadiya jinê.
Rêhevalên wê yên têkoşînê
- Ayrıntılar
Ji Îbrahim heyani roja me ya îro serhildanên li hemberî desthilatdaran qet nesekinîn û heval Arteş jî yek ji wan serhildêran bû ku ti cari xwe radestî koletiyê nebû. Volkana di nav dile xwe de ti caran nehişt ku bicemide.
Taybetmendiyek heval Artêş ew bû ku pir bi plansazî tevdigeriya. Ti carî ji xwe re binkeftin an jî têkçûyînê ji xwe re qebûl nedikir.
Ew ji bajarê serhildan û serhildêran Rihayê bû ku ti carî li wê dere berxwedanî kêm nebû û rêheval Artêş jî herdem ji bo serkeftinê têkoşiya.
Bi fikir gav avêtin, ji dil bûn taybetmendiyên cewherî yên bajarê pêxembera ye.
Ev taybetmendî, taybetmendiyên herî ber bi çav yên di heval Artêş da bûn. Şêrê nefsî ji bona xwe pir girîng didît û hemû şeran li ser van esasan bi nav dikir.
Rêheval Artêş bi hin nêrînên xwe ve carinan hemû hevalan di şoqê de dihişt. Cara yekem dema heval Artêş got; “Yekane xwesteka min ew e ku ez bibim zarokê xwedavenda Riha’yê.” Me pir wate neda lê wî pir bi wate got û xwedî li soz, armanc û xeyalên xwe derket.
Rêheval Artêş pir bi wate dijiya. Bi evîn beşdarî jiyanê dibû û coş û morale xwe belavî li ser rûyê hemû hevalan dikir.
Dibe ku yekemîn kesê ku ji zimanê Serokatî wate da evînê yek jî heval Artêş be.
Heval Artêş tiştan pir zû fahm dikir û pir zû jî pêk dianî.
Di nava jiyanê de pir zû dikaribû xwe rast tevlî bike, heval Artêş jî ji wan kesayetan bû ku rêgezê guhertin û veguhertinê bi awayekî heri rast di xwede saz dikir. Wêrekiya rêheval Artêş taybetmendiya wî ya herî li pêş bû. Di operasyona Zapê de yek ji wan hevalên ku xwedî berxwedaniyên herî mezin bû. Bi doçkaya di deste xwe de derbeyên mezin li dijmin da. Heval Artêş bi vê bîr, bawerî û evînê gihaşt armanc û xeyalên xwe.
Rêheval Artêş di operasyona Zapê de li Şikefta Birîndaran bi berxwedaniyeke zêrîn tevlî karwana şehîdan bû.
Zilan Agir (Soran)
- Ayrıntılar
Di nav tekoşîna azadiyê de ji nû ve xwe afirandin û bi kesayeta xwe tekoşîn pêş xistin… Rastiyek nepen, evîneke sergirtî. Nepeniyeke ku bala her kesî dikişand ser xwe. Tu kesî ferq nedikir, ew çi balkêşiye! Tenê weke hezkirinek bênav xwe dixist dilê her kesî. Cara yekê sala 2002’yan li dola Ş. Harûn min hevala Viyan dît. Cara diduyan di sala 2004 an di civîneke çapemeniyê de min ew dît. Dîtineke pir balkêşbû ji bo min. Dîtinek bû ku min nedixwest ji ber çavên min winda bibe. Her liv û lebateke wê ji bo min mijareke hezkirinê bû. Ez hingê pir fikirîm, gelo ev çi taybetmendî û bedewiye ku bala min tim dikişîne ser xwe! Lê min hingê bersiv nedît. Tenê min ew fikirandin di dilê xwe de girt. Heta pêvajoya Jinûve Avakirina PKK’ê, wê balkêşî û hezkirina xwe di dilê min de veşart. Mîna rastiya rêheval Viyan a veşartî. Li hemberî kesayetiya rêheval Viyan nêrîna destpêkê wiha bi min re pêşket. Di wateya rast de, ew kesayetek balkêşbû. Bi sekna xwe, bi axaftin û danûstandina xwe tim bala derdorê dikişand ser xwe. Pir caran hevalên ew nasnedikirin, ji hev dipirsîn “ev heval kî ye, çawaye?” Lê tu kesê ku bi qasî hevala Viyan xwe da naskirin, ew nas nekir. Tim dihat gotin; “ev hevalek cewherî ye, jidile, girêdayî ye…” Lê dîsa bêjim, ti kesî wekî wê bersiva rast neda. Ji ber ti kes pê nedihesî ku rêheval Viyan li hemberî paşverûtî û kevneperestiyê rojane çend volkanan di dil û mejiyê xwe de diteqîne, rojane çend hendafan derbas dike, rojane çend zincîran dişkîne. Tenê wê dizanî, ji ber hezkirin û dilsoziyek rast tevahî dil û mejiyê wê dorpêç kiribû. Ji bo Rêber Apo hezkirin û girêdana rêheval Viyan di dilê xwe de jiyan dikir, evîneke veşartî û sergirtî bû. Di wateya rast de nûvejîna evîna Kurd a hemdem bû.
Welatê roj û agir bi destanên mirovên xwe ji bo azadî û serbestiya hev feda dikin dagirtiye. Lewre tê gotin; dema ji bo azadiya hev, giyaneke xwe fedakirinê nebe, ew hezkirin, nabe hezkirin. Lewre hezkirin û lêgerîna ku rêheval Viyan rojane dijiya, xemlek pir bi şeml dida sekna wê. Di nav tevgera me ya azadiyê de civînên mezin ên weke kongre rastiya kesayetan bi awayeke pir vekirî derdixe holê pêk tên. Her kesayetek di wan civînan de bi helwest û seknên xwe zelal dibin û xwe didin naskirin. Piştî ez derbasî dibistana PKK’ê bûm, hem di Kongreya PKK’ê, hem jî di Civata Azadiya Jinêya KJB’ê de em bi hev re bûn. Lê bihevrebûnek bi mesafe. Wekî her hevalekê ez nikarim bêjim ku em pir nêzîkî hevbûn, a min hezkirinek sergirtî û hinekê jî şermokî bû. Şopandin û lêgerîna, naskirinê hinek bi mesafebû. Bi qasî min naskir, ew hevalek pir ji dil bû, di dilê xwe de bi giraniya pirsgirêkên me yên rêxistinî û kadroyî dihesiya, ji bo naskirinê li her kesî guhdar dikir. Di mijara netewiyetê de ji her kesî pêşdetir bû. Ji bo wê, di navbera hevalan de ti ciyawaziyek tunebû. Bi ciwanan re ciwan, bi mezinan re giranbû. Di mijara azadiya jinê de ji her kesî zêdetir xwedî lêgerîn bû. Di her liv û tevgereke xwe de berpirsiyar bû. Ji her kesî zêdetir bi giranî û cidiyeta pirsgirêkan dihesiya û li cihên pêwîst bêy ku ti dudilî û berjewendiyeke şexsî bifikire xwedî helwest bû. Belê xwedî helwestên herî aqilane û cihgirtî bû.
Tê bîra min, dema em di Civata Azadiya Jinê de bûn, ji bo pir mijaran hevala Viyan nêrîn û rexneyên xwe anî ziman, her wiha pir pêşniyar jî kirin. Li hemberî nêrîn, rexne û pêşniyarên hevala Viyan yek nêrîneke dijber jî derneket. Wê demê me di nav xwe de nîqaş dikir, hevalekê ji min re got; “ev heval çiqas şarezaye, heta niha yek pêşniyareke wê jî vala derneketiye. Çi dibêje, yekser tê pêjirandin.” Ez li ser vê pir hizirîm, bi rastî jî wisa bû. Jixwe piştî Civata Azadiya Jinê qediya, hevala Viyan li cem me amadekariyên xwe kir, xatirê xwe ji me xwest û derbasî qada xebatên HPG’ê bû. Di wê deme de her kesî bawerî bi wê, xwestek, îdîa û morala wê dianî û pir kesan bawer dikir wê di HPG’ê de pêngaveke mezin bavêje. Hîn ez li dibistana PKK’ê bûm, xebera çalakiya rêhevala Viyan gihişt me. Hingê ez pir li ser fikirîm, gelo ev bersiva wê balkêşiya nepen a bênav e? Ya ez lê digeriyam gelo ev bû?! Ya rast ez dikarim bêjim ku ev çalakî bersiva rast a wê balkêşiyê ye, ku di nav de hezkirin û lêgerîna azadiyê veşartîbû…
Di kesayeta Rêheval Viyan de careke din bi awayeke pir vekirî derket holê ku hezkirin û girêdana Rêber Apo mirovan bedew û balkêş dike. Mîna pir kesayetên pîroz û dilpak ên weke Zîlan, Sema û hwd. Bi rastî jî wisaye, yên ku di dil de bi Rêber Apo re rojane 24 saetan dijîn, tim mezin û bi wate dijîn. RêhevalViyan jî bi wê bedewî, bilindî, dilpakî û lehengiya kesayeta xwe, xwe bi me da naskirin. Bi çalakiya xwe, dilên bêhiş mayî hejand û qerînên jina azad careke din bilind kir. Lewma em dibêjin weke jinên lêgerînvan û şervanên azadiyê, rêheval Viyan niha rêbera me ye û sekna wê dê rêya me her tim ronahî bike. Sekna wê di gel lêxweyîderketin û jiyîna bi Rêber APO re, careke din em vexwendin bilindkirin û pêşxistina tekoşîna jina azad.
Zozan AGİRÎ
- Ayrıntılar
Ez ji te hezdikim
Jiberku tu gerîlayî
Rêhevalêminî
Bixemlînin bejna delalêmin
Çek limil,rextli pişt
Bejna delalêmin bûye avagulan
Bêhnaxwedida keç û xortan
Bûye rêhevalê hemû Kurdan
Rûbar dibe helbest li ser lêvan
Bûye çîroka Mem û Zînê
Bi Derweş re dibû heval
Sîngaxwe daber şûr û çekan
Li himberî xwînmijan
Bûye xençera li ser dilan
Ji bav û kalan re bû nîşana hezar salan
Xwe di dilêmin de kir seweyda
Belê Rûbarê delal
Ezê te binivîsînim
Bikim helbest,bilorînim
Biqêrînim,bihêsrên çavan
Li ber bayê evîna keç û xortan
Bilorînim bi bilûran
Li ser tembûran te bikim stran
Di çîrokan de têwerî ser ziman
Di çîrokan de tê werî nivîsandin
Di çîrokan de tê werî nivîsandin…
Ji bo bîranîna Şehîd Rûbar
03.02.2012
Silav û RêzênŞoreşgerî
(Şehîd) Zozan Kobanî
- Ayrıntılar
