Keçek ciwan a ji herêma Botanê, ji gundê Êrkend ji dayik bûye. Gundê wan nêzî Çiyayê Herekolê ye. Gelê di wî gundî de dijîn hemû welatparêz in, ji gund û xaka welatê xwe hez dikin. Bi sedan şehîd jî ji wî gundî hene. Her çend mirov nikaribe wesfê wî gundî bide jî, lê di heman demê de welatparêziya wan li pêş e. Ji ber ku Botan cihekî xwe yê dîrokî heye. Bi çiyayên xwe yên bilind tê nasîn, weke Herekol, Pîro û Kato hwd...di aliyê cih û warê erdnîgarî de pir dewlemed e û mirov nikare hem dewlemendiya wê ya binerd û hem jî ya sererdê bîne ziman. Hevala Rengîn her dem ji me re qala gundê xwe û xweşikiya xwezaya wê derê dikir. Digot:
-Ez ji gundê Êrkend im. Gelo, hûn dizanin ez ji bo çi hatime nava şoreşê? Ez di temenekî ciwan de hatime nava rêxistinê. Di sala 1993'an de tevlî bûme. Dema ku em hatin, em du kes bûn û navê hevala ku bi min re hat Rûken e. Dema ku em hatin, em li hevalan digeriyan. Tenê me dizanî ku heval li herêma Besta û li ser çiyayê Herekolê dijîn. Me di wê demê de hevalê Xelîl û hevala Sozdar li wir dîtin. Dema em gihîştin wir, me xwest em tevlî refên gerîla bibin û rahêjin çekan. Lê belê, wan li me temaşe kirin û bi ken ji me re gotin:
-Hûn hîna ciwan in. Hîna pir zû ye ku em çekan bidin we.
Min kesereke pir kûr kişand û rondik ji çavên min bariyan. Min bersiva wan da û got:
Hûn nikarin pêşiya min bigirin!
Hevalê Xelîl bangî min kir û ji min re wiha got:
Hevala Rengîn, were rûne û ji me re bêje, ka tu ji bo çi hatî nava me û wekî din, ma tu me nas dikî?
Wê demê min bersiv da û ji hevalê Xelîl re got:
Heval, hûn dizanin ez ji gundê Îkend im. Ev gundê min e ji vir ve xuyaye û vaye ku hûn jî dibînin ku dijmin xera kiriye û êşên wê min pir kişandiye. Ez ê ji we re serpêhatiyeke xwe ya di gund de bêjim: Rojekê dema em zarokên gund hemû ji xwe re dileyîstin, gelê gundê me jî wê rojê hemû pir dilşad bûn. Her kesî/ê bi aramî karê xwe dikirin. Lê me nihêrt ku wesayîteke leşkerî ber bi gund ve tê. Hema hate nava gund û sekinî. Bi qêrîneke pir bilind bangî gundiyan kirin û gotin:
-Hûn dê ji gund derkevin beriya ku em we hemûyan bidin ber guleyan!
Em hemû kom bûn û zarokan xwe dan pişt dayîkên xwe. Leşkeran her bi qîreqîr bangî gundiyan dikir û digotin:
-Ger hûn ana ji gund dernekevin, emê we hemûyan bikujin!
Jinek ji nava gundiyan bang li leşker kir û got:
-Ma me çi kiriye ku hûn me ji gundên me derxînin?
Leşkeran bersiv dan û gotin:
-Tu çima bi vî zimanî diaxivî û bersivê didî me? Ger tu bi vî zimanî biaxivî, ezê te bidim ber guleyan!
Wê jinê jî bersiv da:
-Ma qey zimanekî me yê din heye ku ez bersivê bidim we? Ev zimanê bav û kalê me ye.
Di wê navberê de, kalekî qêriya û got:
-Ji bo Xwedê, min bikujin lê min ji gundê min dernexînin! Gelo, hûn van dehl û zeviyan dibînin? Ev hemû yên me ne! Xwedê ez li ser vê xakê dame û ezê li ser bimirim jî! Hûn vê goristanê dibînin? Hestiyên dê û bavê me li wir in. Bila hestiyên min jî biçe gel wan!
Lê, di dilê leşkeran de ti ûcdan tunebû. Qundaxên çekên xwe li wan pir û kalan dixistin û digotin:
-Em nizanin! Divê hûn ji vir derkevin.
Gule li derdora gel direşandin. Wê demê, agir berdan gundê me. Dema ku mirov li wî gelî temaşe dikir, hemû digiriyan û qêrîn û fîxana dayîk û zarokan bû. Dema her kes ji gund derket, çavên wan li pey wan, li gundê wan bû. Lê rehm qet nekete dilê wan neyaran, gundê me şewitandin û bi kenekî pir pîs digotin:
-Ev gundê Egîdan e û divê ku em bişewitînin ji bo ku tu Egîd ji vir dernekevin. Wê demê min û hevala Rûken got ku emê biçin û li hevalan bigerin. Ji ber ku me dizanî ku heval li van derdoran dijîn. Ji ber ku berê dihatin gundê me. Me hêdî hêdî xwe da pala Çiyayê Herekolê. Em hilkişiyan ber bi Çiyayê Herkolê ve. Dema dinya tarî bû, me xwe xist ber zinarekî . Me ji hev re got, ber destê sibê emê xwe bigihînin hevalan.
-Vaye, em hatin gel we heval! Em ji bo vê bûyerê tevlî bûne heval.
Hevalên keç li derdora me rûniştîbûn û li me guhdarî dikirin. Vê bûyerê tesîrek mezin li wan jî kiribû. Wê demê hevaleke li wir bû, ku temenê wê jî ciwan bû û navê wê Rojda bû. Bangî min kir û got:
-Hevala Rengîn, ha ji te re aveke sar vexwe û kesera dilê xwe berde.
Hevalê Xelîl û hevala Sozdar li me temaşe dikirin û nedizanîn ji me re çi bêjin.
Pişt re, di şexs û nûneriya wan hevalan de, em herdu heval tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Her hevalek li wê derê, ji parçeyekî welat bû. Ev ji bo min tiştekî nû bû, ji ber ku min gelek tiştan nas nedikir; bi taybetî, ji ber ku min rastiya bîrdoziya partiyê nas nedikir. Ez hêdî hêdî tevlî perwerdê dibûm, lê mixabin min xwendin û nivîsandin nedizanî, ji ber ku di gundê me de dibistan tunebûn. Ji ber vê yekê, hevalan di destpêkê de em fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kirin. Ez cara yekemîn fêrî xwendin û nivîsandinê dibûm. Xew nediket çavên min ji ber daxwaziya ku ez pirtûkên Rêber APO bixwînim. Ez gelek tiştan fêr bûm: perwerdeya siyasî, leşkerî û hwd...
Rojekê ji rojên ku em komek heval diçûn peywirê, em nêzî gundê me bûn; min bêhnekê li gundê xwe temaşe kir û rûniştim. Gelek tiştên ku li wir jiyîbûm, hatin bîra min. Wê demê hevalên bi min re dema ez wiha dîtim, ew jî bi wê dilhestiyariya min bandor bûn. Min pirtûkên Serokatiyê xwendibû, li ser dîroka Kurdistanê û welatparêziyê. Serokatiyê di wan pirtûkan de wiha digot:
"Xaka ku mirov li ser mezin bibe, wiha hêsan nîne ku mirov dev jê ber de. Azadî ji her tiştî buhatir e lê koletî, ketina herî mezin e."
Xwezî ev hizir, beriya ku gundê me xera bibe, min zanîba. Minê karîba bi wêrekî xaka xwe parastiba, lê ezê ji niha û pê ve, bi çeka xwe û zanebûna ku Serokatî dide me, bi van hêviyên ku Serokatî dide me ezê bihêztir biparêzim.
Roj bi roj ez û hevalên xwe di nasîna bîrdoziya rêxistinê de pêş diketin. Ji ber ku hevalê Xelîl û Zozan hewldanên herî mezin didan ji bo ku em pêş bikevin. Her dem hevalê Xelîl ji min re digot:
-Tu ciwan î, lê mejiyê te ji temenê te mezintir e û tu pir zû pêş dikevî. Lê wê demê min ji hevalê Xelîl re digot:
-Ev cihê egîdan e, yê lehengan e, çiqasî ez bixebitim jî, ezê nikaribim xwedî li van nirxan derkevim.
Wê demê hevala Zozan jî ez ferî heskirina jiyanê dikirim. Bi taybet di vê mijarê de perwerde dida min, felsefa Serokatiyê û nêzîkatiyên Serokatiyê ji jinê re. Min carekê pirtûkeke Serokatiyê li ser jinê xwend. Min bi dilxweşiyeke herî mezin banî hevalên xwe kir. Min dixwest ez wan tiştên dixwînim û fêr dibim ji hevalên xwe re jî bêjim. Serokatiyê di wê pirtûkê de wiha digot:
-A ku civakê ava kiriye dayîk e, pêşiyê destan jî dayîkan bipêş xistiye. Ev hemû hunerên destan ên dayîkan in. Ya rastî jî, li gundê me jî karên destan pir hebûn: weke merşik, destar, teşî û hwd...
Wê demê heval hemû bi dilxweşî bi min re keniyan. Her roj ez fêrî tiştekî dibûm. Wê demê hevala Zozan ji min re digot:
-Hevala Rengîn, dema te Serokatiyê dît, tu dê bêhna azadiyê bikî.
Ez wê demê bi armanca ku ezê çawa xwe pêş bixînim, ketim nava xeyal û fikarên pir kûr. Piştî demekê, perwerdeya me xilas bû. Lê belê, her yek ji hevalên me yên li wê dewrê, çû cihekî. Ew veqetîna me her çiqas zehmet be jî, lê dîsa jî em zêde xemgîn nedibûn, ji ber ku hezkirina me ya ji hev re bi ruhê Apocîtiyê hatibû avakirin. Wekî din, min di wê dewrê de gelek hevalên nû jî nas kir.
Tiştê ku ez herî zêde kêfxweş kirim ew bû ku ez derbasî nava refên leşkerî bûm. Ev ji bo min kêfxweşiya herî mezin bû.
Lê, ferasetên pir paşverû yên li hemberî jinê jî, di wê demê de min di hinek kesan de dît. Tenê aliyê fîzîkî didan pêş û hevalên ku hinekî lawaz bûn, di plana paş de dihiştin. Cara yekem bû ku min zîhniyeteke bi vî rengî didît. Lê belê, ji ber ku me têkoşîneke pir mezin dikir, hezkirina di navbera me de dihişt ku ev tişt li ser me bandor neke û her wiha, têkoşîna me hîn dijwartir bibe.
Roj bi roj em diketin bin giraniya berpirsyariya wan nirxên ku Serokatî dida jinê. Ji bo vê, her kesî/ê ji me fêdakariya dihate xwestin, bicih dianî. Ji bo ku em di peywirên xwe de şaşîtiyan nekin, em pir bi baldarî dixebitîn. Em hevalên keç bi hemû hêza xwe tevlî xebatê dibûn, ger zêdeyî hêza me bûya jî, me liberxwe dida û em dixebitîn.
Ji ber ku min xwezaya wir nas dikir, min rêzaniyê dikir û min rê bi hevalan dida nasîn. Zehmetiya min dikişand, min wate nedida wan nêzîkatiyên ku ji aliyê hinek hevalan ve baş dihate kirin û ji aliyên hinekên din ve jî xerab dihate kirin. Mînak; hevalê Xelîl û Mahîr jî xurt bûn lê nêzîkatiyên wan ne weke yê Celalê Şirnexî bûn. Nêzîkatiya hevalê Xelîl û Mahir li hemberî jinê pirr rêzdar bû, ên mîna Celal jî pirr bê rêz û tewş bûn. Lê belê, me jî xwe nêzî hevalê Xelîl dikir, ji ber ku me di nêzîkatiyên wî de bîrdoziya Serokatiyê didît.
Di sala 1993'an de operasyonekê pirr giran li herêma Besta destpê kir. Em hevalên keç hemû ketin nava wê operasyonê. Hevala Rojda wê demê bi qehremaniyeke herî mezin tevlî kerwanên şehîdan bû. Em wê demê pir pê bandor bûn û hêrsa me ji bo zêdetir berxwedan û karkirinê jî pir pêşket. Piştî xwe vekişînê, em hemû li cihekî de sekinî bûn. Wê demê fermandara me hevala Sozdar ji bo ragihandinê çûbû ser telefonê. Di vegerê de, bi kêfxweşiyeke mezin ber bi me ve hat. Ez û hevala xwe Necah ber bi hevala Sozdar ve çûn. Wê demê Serokatiyê biryar dabû ku yekîneyên jinê bêne avakirin; lewma fermana vê yekê dabû. Bi giştî hevalên jin pir kêfxweş bûn. Lê em difikirîn ka emê çawa fermana ku Serokatiyê daye, bicih bînin.
Cara yekem bû yekîneyên serbixwe yên jin çêdibûn. Di nav yekîneyê de ez û hevala Necah ciwan bûn. Me kûrbûna rola jinê ya bingehîn a di şoreşê de û cîvakê de baş nedizanî. Wê demê hemû hevalên jin bi berpirsyariyeke herî mezin xwe didan kar. Û li rexa vê jî ferasetên paşverû ên feodalîzma gundîtiyê em tengav dikirin. Baş tê bîra min, hevalek navê xwe Menal bû, digot; ji bo ku em bigihîjin hedefa xwe û ji bo em wan projeyên Serokatî daniye pêşiya me pêk bînin, divê em kevir jî kun bikin da ku em di şer de serbikevin. Wê demê ê ku destek dida me, yên wekî Heval Xelîl û Heval Mahîr bûn. Ji ber ku ev her du heval girîngiya ku Serokatî dida jinê, fêm dikirin. Çiqas zehmet bû jî, ew yekîne tevahiya karê xwe dikirin. Em bi sêre xwe diçûn keşfê û dewriyê. Em serbixwe diketin şer û hwd… Me têkoşîneke herî mezin dida. Dema Serokatî lêhurbûnên xwe dikir, digot: “Ê ku şer dike, xweşîk dibe, yê xweşik dibe jê tê hezkirin.” Belê, hevala Rengîn ev pênase ji xwe re weke prensîbeke bingehîn didît û dilsozê wê dima. Her çiqas temenê xwe pir ciwan bû jî, lê bele xwediyê çalakiyeke mezin bû. Di ruhê kûraniya rihê xwe de hertim hesreta azadiyê dijiya. Ti tişt têra pênasekirina hezkirina wê ya ji welat re nedikir. Her wiha rihê wê yê fêdakar, ew ber bi têkoşîneke bêhempa ya tevlîbûna yekîneyê dikir. Her tim xeta bîrdoziya Serokatiyê diparast. Têkoşîneke herî mezin, li dijî paşverûtiyên di hundir de dikir. Û hezkirina wê ya ji jinê, bênîqaş bû. Ez dixwazim bîranînek wê bêjim. Carekê emê biçûna ser girek, şevekê pir tarî bû. Baran û bahoz pir hişk dibariyan. Hevala Rengîn rêzantiya me dikir. Wê demê Hevala Rengîn çûbû ser serê darê, ew dareke pir mezin bû. Hevalekê din a ciwan ku navê wê Rojda bû, bang li Hevala Rengîn kir, li gel min li hewayê ma. Û Heval Fîdan jî keniya got, em erdê nabinîn. Piştre Hevala Rengîn pir bi kenekê bilind got hûn dizanin em li ser serê daran e. Wê demê çawa Hevala Rengîn kêfxweşî dida me. Bi kenê xwe te digot qey stêrk roniya xwe dan ser me. Ji ber dijmin nêzîke me bû, ji lewra jî me nedikarî agir bikin. Baran pir li me kir, ji lewra jî em pir şil bubûn. Ji ber ku Hevala Rengîn çiyayî bû, pir zîrek bû, ji me re got hemû kefiyeyên xwe bigvêşin û sibe zû agirekê pir mezin kir. Ji ber ku gîhayê çolê nas dikir, ji me re anîbû û her wiha bi moralekê serpêhatiya xwe ji me re got. Ew şeva tarî ew rihê Hevala Rengîn bi min re dijî. Hevala Rengîn pir ji siwarbûna li hespê hez dikir.
Hevala Rengîn hê têra xwe tevlî çalakiyê nebûbû. Her çiqas nedixwestin Hevala Rengîn tevlî çalakiyê bibe jî, lê di sala 1994’an de li herêma Besta Tabûreke leşker jê re digotin Xerbikê Besta. Wê demê bi planeke pir mezin gotin em êrîş li ser vê tabûrê bikin. Her wiha bi lezgînî amedekariya xwe dikirin ku vê şevê êrîş li ser tabûrê bikin. Hevala Rengîn xwest ku ew jî tevlî bibe, lê di êrîşê de piştî şereke mezin û berxwedaniyeke herî mezin Hevala Rengîn, Ozgur û hevala Zozan tevlî kerwanê şehîdan bûn. Bi şehadeta Hevala Rengîn her kes bandor bû. Heta leşker jî dema çûbûn ser cenazeyê wê, ew jî pir di bin bandore de mabûn.
Belê Hevala Rengîn, ew rihê te û hêviya te ya mezin û hezkirina te ji jiyanê û temenê te yê ciwan te pir zû ji nava me bir. Lê belê ew rihê te yê mezin tevlî yekîneyan dikir. Îro jî di nav me de mezin bûya, ku te dîtibûna tû yê bêhtir kêfxweş bibûya. Rûmeta we ya herî mezin ya bi xwîna mezin a jinên azad, gihîştiye we li hemberî vê hûn dê her tim di rihê me de bijîn. Hûn ti car nayên jibîrkirin. Heta em bijîn, em ê têkoşîna we bidomînin. Ew hezkirina te ya ji Serokatî û gel, hevalan û jinê, dê her tim di bîra me de be û tu car dê neyê jibîrkirin.
- Ayrıntılar
Piştî ku me hevala Nûjîn dît û ew sohbeta wê ya bi bandor ku ez ê tu carî ji bîr nekim kir, ez bi hevalê Serdar re mijûl bûm. Bi gotina hevalê Serdar min ji çenteyê wê pembû û tendiryod derxistin. Bi vî awayî an bi dengê serdar ez ji nava nîgaşan derketim û vegeriyam jiyana rastîn. Di wê navberê de min ji hevalê Qendîl pirsî, ka gelo li cem wî av heye an nîn e.
Lê rewşa ku em ketibûnê û pirsa ku min kir, kir ku dilê bi me bişewite. A rast dilê me, me bixwe li xwe dianî. Li ser pirsa min, hevalê Qendîl; “ Weleh hebû, lê ez nizanim, bê li ku maye, ka deqeyek ez herim mêze bikim, ez ê zû vegerim”
Di vê navberê de ez bi dermankirina birînê mijûl bûm. Pê re jî min henekan jî dikir, da ku moralê Serdar bînim cî. Di dest me de jixwe tenê şûtika me hebû û min bi qasî çend bihostan jêkir û pê birînê girê da. Hê ez bi birînê re mijûl dibûm, hevalê Qendîl hate hawara me û bi bîdonek avê ku nîvco bû vegeriya.
Bi dîtina bîdonê re hevalê Serdar demildest xwe çengî avê kir. Lê nedibû ku di vê rewşê de ez avê bidimê. Min jî bêyî ku ew bîdonê avê bigire, bi destê xwe min avê kêm kêm dayê. Yanî hema mirov dikare bêje, kêmek qirika xwe şil kir. Ji ber di rewşên wisa de av xwînê ron dike û ev jî dike ku xwîn zêdetir biherike.
Di birîndariyande herî zêde av tê xwestin. Hebe tunebe av e. Tîbûn dertê asta herî jorîn. Lê berevajî vê ya herî ne baş jî av e. Lê israra avxwestina Serdar berdewam dikir. Jixwe tîbûna min ne hewceye ez bahs bikim. Ji duh û pê de dilopek av neketibû qirika min. Lêvên min jî hem terikîbûn hem jî qalik girtibûn. Hinavê min dişewitîn. Min jî ji ava bîdonê qurtek vexwar. Hesteke wisa xweş bû ku, mîna ku ez ji nû ve jidayîk bûbûm. Fena şîrê dayîkê bû...
Êdî em derengî diketin. Pêwîst dikir ku em bikevine tevgerê. Divê me xwe bi lezgînî avêtina piştî sirtê li hember me. Deqeyek jî deqeyek bû. Çi deqeyek, çirkek jî bo me jiyanî bû. Bi vî awayî me Serdar girt navbera xwe û em ketin rê. Piştî ku em gihîştin piştî gir, ez û hevalê Qendîl zivirîn çepera xwe ya ku hevala Nûjîn jê berpirs bû...
Seat dihate dozdehan. Roj tam bilind bûbû û yekser li ser serê me bû. Ji aliyekê ve tîna rojê û ji aliyê din ve jî tîna kevin û latan. Jixwe tîna pevçûnê ji hemûyan zêdetir sotîner bû. Di bin vê qileqijê de em gihîştin cem hevala Nûjîn û pê re jî bi lezgînî min çepera xwe girt. Hemû hevalan serê xwe bi şûtikên leşkerî pêçabûn. Li ser vê yekê min jî serê xwe bi şûtikê girê a. Min ji şûtika xwe parçeyek jêkir û min porê xwe xwe pê girê da. Ev serî girêdan û porpêçan jî xulikdariya hevala Nûjîn bû. Ji ber ku ez cara yekem bû ku li tiştek wisa rast dihatim. Sedema porgirêdana bi şûtikê jî ev bû ku, por an serî bi tevahî di nava tehtan de zêde dîmen dida an go ji hêla dijmin ve baş dihate dîtin. Ez jî tevdîreke ewlekariyê bû. Di şeran de bivê nevê her hêzek xwedî sûîkastvana ye û ji dûr ve hewl didin ku encaman bigirin. Çawa ku sûîkasçiyên me hebûn, yên dijmin jî vala nedisekinîn.
Di çeperê de ez hevalekî bi navê Serhed bi hev re bûn. Serhed bixwe ji başûrê biçûk bû yan jî başûr rojava jî tê gotin. Lê her çiqas wisa be jî bi awayî bilêvkirinê zêde bi xweşiya min neçû. Ew bixwe ji Efrînê bû. Zêde kevn nîn bû. Jixwe berê ez û wî di heman yekîneyê de bûn. Digel vê yekê jî min der barê wî de zêde agahî nedizanibû. Lê ev ne pirsgirêk e, ya girîng ev bû ku, mirov di çeperekê de mil bi mil ji bona hevdu canê xwe bide...
Wê bidome...
- Ayrıntılar
Em ber bi gir ve diçûn. Ji ber ku min dizanibû wê hevalê Serdar çi bibêje. Hevalê Serdar “Heval min tu pir bi xwe re westand, min li vir bihêle û xwe bigihîne hevalan” Li ser vê yekê min mijara birîndariyê guharte. Ha kêmek ma, vaye heval li vî çeperên pêş in. Li ser vê yekê hevalê Serdar serê xwe rakir û temaşe kir. Piştî ku çavên wî bi hevalan ket, bişirîneke nerm bi ser rûyê wî de hat. Vê yekê jî kêmekî êşa birîna wî pê da jibîrkirin.Belê.. Bi qasî çil gavek mabû ku em xwe bigihînin hevalan. Min bang kir. Piştî çavên hevalan bi me ket yekser hevalekî xwe ji çeperê avêt û ber bi me ve beziya û piştî bi çend gavan xwe gihande me û pirsa me kir. Ew heval hevalê Qendîl bû. Ew bixwe ji başûrê mezin bû. Ew ji herêma Garê ji gundê Kafya bû. Hevalekî li ser xwe bû û ev çend sal bû di nav gerîla de bû. Ew fermandarê mangê bû. Di zarokatiya xwe de gelek di zirûfên zehmet de jiyan kiribû. Êşên gelê başûrê mezin, gelê me yê di Engal û Helepçeyê kişandibû. Wî jî tevgera PKK’ê weke xelasiya gelê kurd dîtibû. Ev du sal bû di nava yekîneya bi tevger de cî digirt. Ji aliyekî din ve rengekî cuda dida yekîneya me.
Piştî ku hevalê Qendîl li birîna hevalê Serdar nihêrt;
- Hevalê Erdal, ka çeka hevalê Serdar bigire, ez ê wî bidim pişta xwe, da ku em zû biçin.
Min vê carê ji hevalê Serdar re got, qe nebe vê carê çeka xwe bide. Zêde serhişkî neke. Jixwe em gihîştin hevalan, kêmek ma. Min çeka wî ya Hungarî ji dest wî girt. Hevalê Qendîl jî ew da pişta xwe, heçkû dayîkeke penaber kurê wê li pişta wê be. Ewqasî dîmeneke xemgîn bû. Bi vî halî, me xwe gihande cihê hevalan. Piştî ku em gihîştin hevalan, hevala Nûjîn bi bez hate cem me.
Hevala Nûjîn keçike pir delal bû. Rûyê wê girover û bi parçeyek şûtikeke leşkerî porê xwe yê xelek girê dabû. Bejna wê tijî bû, lê dema ku tevdigeriya gelek sivik bû. Bi xwe ji Şirnexê ji gundê Xirbikê Bestê bû. Gundê wan jî li kêleka Mêrgumara herêma Bestayê bû. Ew jî pir ji kevn de tevlî refên gerîla bûbû. Herî dawî jî ji Dibistana Navendî ya Partiyê li Sûriyê, ji seha serokatiyê hatibû. Mirov hêza wê ya ku ji cem serokatî girtibû, di her nêzîkbûn û tevgerên wê de didît. Erka wê fermandara taximê bû. Di dibistana navendî de, di ewlekariya serokatî de peywir girtibû. Dema hatibû jî pir bi hêvî hatibû û li ser daxwaza xwe derbasî Eyaleta Botanê bûbû.
Dema hevala Nûjîn gihîşte me, bêyî ku tu tatêlek çêbike bi xwînsarî pirsa rewşa heyî kir û got;
- Ma birîna heval giran e?
- Na na heval, zêde giran nîn e, lê pêwîst dike ku em hevalê Serdar ji vir dûr bixînin.
- Temam e heval. Jixwe em rewşê ji nêz ve dişopînin. Rewş her ku diçe giran dibe. Pêwîst e hindekî em hişyar bin. Bila hevalê Serdar bêhna xwe veke. Em ê wî derbasî milê pişt bikin. Ew der ewle ye. Lewra em hindekî destê xwe sivik bikin. Çi dibe, çi nabe. Her kêlî dibe ku giraniya şer bikeve ser vê derê. Loma bi lez birîna heval baş girê bidin. Ez ê vegerim çeperê nav hevalan. Ez li wir bim wê baştir be. Temam e. Hevalê Qendîl û hevalê Erdal, piştî ku we heval bir milê din, vegerin vir. Em ê çeperê xwe û ji nû ve sererastkirina peywirên xwe ji ber çavan re derbas bikin. Hadê çavên min, lez bikin!
Hevala Nûjîn, bi gotina xwe ya “hadê çavên min” weke bayekê ji cem me çû. Gotinên hevala Nûjîn gelek bandor li me kiribû. Cara yekem bû ku min didît hevalek keç wisa xwezayî nêzîk dibû. Bi taybetî di rewşeke wisa ku tev şer û hemû dengê teqîn û vizeviza fîşekan.
Belê, heta niha hemû hişyarî teqîn û qîran, lê gotinên Nûjîn rewşeke şer û rastiya şer. Heta niha pêvojoya ku me jiyan kir, hemû tevzînokên sar bi ser laşê min de diçûn û dihatin. Perdeyên dilê min ev du roj bû weke pêlên deryayê geh bilind dibûn geh nizm dibûn. Me mirin bi çavên xwe dît, di nava mirin û jiyanê de me sêkerat kirin. Lê nebû qismet em bibin mêvanê axa sar a dayîmî. Gotinên hevala Nûjîn gelek ji van hestên qerisî avêtin aliyekê. Ne tenê gotinên wê, sekna wê jî tev de yê fermandareke jin a serwext bû. Di hundirê min de baweriyeke mezin da çêkirin....
Wê bidome...
Erdal Dêrik
- Ayrıntılar
Di berxwedaniya Çiyayê Katoyê ya sala 98’an de di topavêtinên dijmin de hevalê Serdar birîndar bibû. Her ku min alîkarî bi hevalê Serdar dikir, kezeba min ji ber wî dişewitî. Ka Serdarê berê, mala min xira be. Xwîneke sor î zelal ji birînên wî diherikî. Xwîn dilop dilop ji birînê diniqutî ser axê. Cilên wî yê zerî zagrosî kunkunî bibûn. Lê baş bû ku birîna wî ne di cihê hesas ê mirinê de bû û çar parçeyên roketê lêketibûn. Min parçeyek ji şûtika xwe jêkir, xwîna wî paqij kir û birîna wî girê da. Min hindekî cihê wî xweş kir, li ser piştê min ew dirêj kir. Min dikir û nedikir kela giriyê min nesekinî. Hêdî hêdî çavên Serdar vedibûn, ez li raserî wî bûm, destê wî di destê min de bû. Piştî ku çavê xwe vekir, yekser çavên wî bi çavên min ê şil ketin û got.
-Hevalê Erdal, ez birîndar bûm. Înşelah tiştek bi te nehatiye.
Min jî bi kelagirî bersivand; “Na, Na tiştek bi min nehatiye. Xema min nexwe. Ka hindekî hêza xwe kom bike ez ê xeber bidime Mazlûm wanan.” Gotina hevalê Serdar tevzek bi bedan min de anî xwarê. Di vî halî xwe yê birîndar de, li halê min dipirsî, ev yek min gelek hestiyar kir.
Hîna em di nava vê kelecanê de bûn, berî ku ez bang li Mazlûm bikim, wî bang li me kir, “Çi bi we hatiye!”
Vê pirskirina Mazlûm ez pir dame hizirandin. Ji aliyekê ve ez kêfxweş kirim. Ji ber ku tiştek bi wan nehatibû. Ji ber ku bi qasî ku kobrayê li cihê me dida, zêdetirîn jî li cihê wan jî dida. Min ji xwe ve digot pêwîst e fermandar wisa be û di eniya şer de li herî pêş be. Rewşa wan jî ya me girantir bû. Lê dîsa jî her ku firsend didît pirsa rewşa me dikir. Çi xweş e ku Mazlûm li rewşa me pirsî. Cihê wî di dilê min de çêdibû. Belê berî niha parastina me kirin û me ji wê eniya tengavbûyî de xelas dikirin û li halê me dipirsî.
Mazlûm erka fermandartiya xwe baş dizanîbû. Bi wêrekiya xwe, wêrekî dida me jî. Çavên wî şîn, rûyê wî sorik, her tim lêvken bû. Di hundirê wî de mêrxasiyek kurdînî dijiya.
Li ser pirsa wî ya, ka çi bû? Min bersivand û min got ku hevalê Serdar di rahnê xwe yê çepê de birîndar bûye. Lê niha kêmekê bi ser xwe ve hatiye. Ka em çibikin, tu çi dibêjî?
- Hevalê Erdal tu ecele neke, hevalê Serdar bigihîn cem girê parastinê, lê zû bikin. Dijmin qederekê pêş de hatiye. Heta ku hûn dikarin lez bikin, xwe bigihînin ciyê parastinê.
Min jî got temam û min berê xwe da Serdar û birînên wî. Min ji xwe re digot ”Çi dibe bila bibe, pêwîst e ez Serdar bi silametî bigihînim hevalan” Lê ez baş dizanim ku ew ê hêsan nebe. Tehtên Katoyê pir asê û nexweş in. Jixwe ji wan tahtan ên sax bi rihetî nikarin bimeşin. Nexasim birîndar hebin, hingê asta zehmetiyê du sê caran zêde dibe. Mesafeya di navbera me û cihê tîma parastinê de, herî kêm du sed gav hebû. Ger ne zêdetir be jî ne kêmtir e. Ger ji vê dûrbûnê di rewşê tenha de çend deqîqe dixwarin. Di rewşa birîndariya heyî de wê hîn zêde dem bixwe. Ev yek jî bi meşa hevalê Serdar ve girêdayî ye. Tişta baş rê berwar bû û ji milekî dinê ve jî kobrayên şer hê nû ji meydana cengê çûne. Ev jî avantejek bû. Heta ku kobra biçin cihê xwe, cebilxaneya xwe dagirin û bizivirin wê qederekê din berbend bikin. Jixwe Mazlûm gotibû, “em ê we biparêzin” Baweriya min jî bi Mazlûm pir zêde bû. Lewre jî bê ku ez zêde xwe mijûl bikim, min ji Serdar re got:
-Hevalê Serdar, te bi xwe bihîst, pêwîst e em zû xwe bigihînin cihê tîma parastinê. Ka rabe em biçin.
Min çenteyê Serdar avête ser çentê xwe yê li pişta xwe û min çeka wî jê xwest. Lê min çikir û nekir Serdar çeka xwe neda min. Çiqasî min israr jî kir, lê neda û got: “Hevalê Erdal barê te zahf giran e. Ez dikarim çeka xwe rakim. Çi bi destê min were ez ê bikim. Jixwe ez dikanim bimeşim. Tenê tu hinedkî alîkariya min bike em ê zû biçin.”
Bi israr min careke din çeka wî xwest û min destê xwe dirêjî çeka wî kir. Lê dîsa neda û vê carê jî got ku; “Hevalê Erdal, mirin carek e. Ger mirov mir, bila bi mêranî be. Ma ji vê rojê xweştir em ê bikaribin rojeke şehadetê bibînin, lewre bila çeka min di destê min de be. Ger ez şehîd ketim jî bila çeka min di destê min de be. Tu dizanî, ji bo leşkerekî çeka wî berî her tiştî tê, berî rihê wî çeka wî tê. Ji ber ku çeka leşker rihê leşker jî diparêze. Tu bi xwedêkî israr neke, em biçin.”
Gava ku Serdar bi vê birîndariya xwe ve ev peyvên tijî hest rijandin, êdî destê min negirt ku ez çekê jê bixwazim û min got; “Temam heval, madem ku tu ewqasî bi israr nadî, temam e. Lê pêwîst e em hindekî bilezînin. Dema me teng e”
Min destekî xwe xiste nav kefa destê Serdar de, di destê min ê dinê jî çeka min a BKC’yê hebû û em bi rê ketin.
Hetanî vê gavê em nêzîkî hevalê Mazlûm wan bûn. Lê niha em paş de diçin û dilê me dimîne li cem wan. Çavên me jî li cihê tîma parastinê ye. Hevala Nûjîn li me temaşe dike û li benda me ye. Dengê teqîna topan, vizeviza fîşekan her ku diçû zêde dibû. Bi taybetî ew mîratên obûsan bêrawestan bi gurmegurm diteqin. Zimînî qet ji guhên me qut nedibû.
Saet dihate dehan, rojê bi rengekî berêvarkî li rûyê me dida. Toza cengê di nava eniya xwêdana eniya min de bûbû herî. Lê hevalê Serdar tevlî xwîna jê diçû, pê re jî xwêdan jî dide. Bêhna barûdê difnê me dişewitandin. Ji dû û tozê te digot qey em di palûkeya komûrê de xebitîne. Carnan jî xwêdana şor xwe berdida nava lêvên me û tamek pir nexweş li ser devê me dihişte.
Her deqîqeyeke derbas dibû, me jî çend gav bi milê hevalên parastinê de davêtin. Di rê de car bi car lingê hevalê Serdar dihilpekî, bi hilpekînê re axîneke dijwar ji kezebê davête der. Bi axîna Serdar re kizînî bi kezeba min jî diçû. Min dizanî ku niha ew çiqasî dêşê. Ger min bi halê xwe yê saxlem ewqas zehmetî dikşand, nexasim ew birîndar bû. Lê ez çibikim kizîniya kezebê êşa dilê min nedibû dermanê birîna kûr. Lewra jî min dixwest ku heta ji min were ez birîndariya Serdar pê bidime jibîrkirin. Carnan jî min digote, tu tişt nabe. Tişta nexweş ava me qet tunebû. Ji bêavî qirika me ziwa bûbû û hîn em dimeşiyan.
Tişta herî baş, Serdar hêjayî navê xwe bû. Her tim çirûskên hêviyê ji çavên wî diçirisîn. Bêyî ku tu giraniyek çêbike dimeşiya. Min baş dizanî ku birîna wî gelek gelek ew dêşîne. Lê qet ne digot ka em bisekinin û rûnên. Weke Rêdar nedikir. Tenê tişta digot, ma gelek maye û li nav çavên min dinêrî. Di bûbikê çavên wî de hêviyeke xweşik hebû. Vê hêviyê di hundirê min de jî hêzek diafirand Min jê pirsî, “Hevalê Serdar ma tu berî niha birîndar bûbûyî”
-Rast e. Ev cara diduyan e ez birîndar dibim. Birîna min a berê ne ya topan bû. Di êrşekê de fîşekeke xedar li çengê min ketibû, wî demê birîna min ewqas giran nîn bû. Min bi rihetî dikarî xwe li ser lingê xwe bigirta. Lê ev mîrata parçe hêçku ketine nav damarê lingê min. Min digirin. Weke derziyê tûj in, dizanim min tu pir westand.
-Na hevalê Serdar wisa nebêje, ger ez vê jî nekim ma ez ê çbikim. Tişt nabe jixwe kêmek ma.
Min nehişt ku Serdar hevoka xwe bidomîne. Ji ber ku min dizanî ku gotina pey were çi ye! Ji ber ku ez berê jî bi rewşeke wisa re rû bi rû mabûm.
Wê bidome...
(Erdal Derîk)
- Ayrıntılar
Di 21 meha Sibata sala 2008’an de, artêşa tirk êrîşek bejahî anî ser herêma Zapê û xwest ku tevayî başûr dagir bikê. Lê piştî 9 rojan di destpêkirina êrîşê, artêşa tirk derbeyên pir mezin xwarin û ji bo canê xwe rizgar bikê paşve riviya û çû. Ji bo artêşa tirk ev binketinek pir mezin bû, lê ji bo me ev serkeftinek bêhempa bû. Berxwedaniya Zapê, serkeftinek leşkerî, siyasî, îdeolojî û manewîbû. Di berxwedaniya Zapê de, gelek çalakiyên mezin ji aliyê hevalan ve hatin li darxstin, gelek tektîk, şêwazên şer û amadekariyên balkêş hebûn.
Amadekariyên artêşa tirk 2 salan dirêjkirin û êrîşên wan jî ne bi 21’ê Şibatê re destpêkiirn, na; bi havîna sala 2007’an re wan dest bi êrîşên bi hawan û obûsan kirin û di payîza heman sal de jî, êrîşên bi balafirên şer zêdekirin û di herî dawiyê de, ji bo girtina encamê wan êrîşa bejahî kirin. Lê hemû plan û hesabên wan li hemberî berxwedaniya hevalan a li Zapê vala derketin û şermezar bûn. Divê em jibîr nekin ku amadekariyên hevalan jî pir zêde û xurtbûn. Tektîk, plan û stratîjiya pêwîst hatibûn amadekirin. Berxwedanî û hemû çalakiyên serkeftî yên şerê Zapê, encama van amadekariyan bû.
Hemû çalakiyên berxwedaniya Zapê girîng û xwedan rolbûn. Encax bi pirtûkekê mirov bikaribê mafê hemû çalakî û çalakvanan bidê. Emê di vir de behsa çalakiya Girê Mazî bikin.
Girê Mazî: ango boxaza mazî, li herêma Zapê, navbera girê Karker û çemê Çemcû dikevê. Bi ser zincîra çiyayên Şikefta Birîndaran ve girêdaye, di aliyê leşkerî de xwedan cihek stratîjîke. Ji bo derdora Şikefta Birîndaran bê dorpêşkirin, divê Girê Mazî û girê Karker wêrê girtin. Bi vê mebestê, artêşa tirk di roja duyem a operesiyona Zapê de êrîşî girê mazî kir. Ku girê mazî bikevê dest tirkan, wê bi asanî derbasî Sajê, Kokelê û ji wir jî derbasî girê Karker bibin û ji pişt re êrîşî şikefta birÎndaran bikin. Jixwe ketina şikefta birîndaran, tê wateya ketina hemû Zapê.
Destpêka pêvçûnan: Di berbanga roja 22’ê Şibatê, di navbera hevalan û leşkerên ku êrîşî girê mazî dikirin de pêvçûn derket. Hêjmara hevalan pir zêde kêm bû; ya leşkeran pir zêde bû. Heval wek du komên cuda li rojhilat û rojevayê boxazê sîngergirtibûn û êrîşên leşkeran paşvedixistin. Ji sibehê heta êvarê pêvçûn dewamkirin. Leşkeran 4-5 caran êrîşkirin û xwestin ku boxazê têxin dest xwe; lê her carê jî li hemberî berxwedaniya hevalan vala derdiketin.
Hevalên ku berxwedanî dikirin, gelek ji wan roja berî wê bi mêvantî hatibûn Zapê, wek heval Ayhan(Görse) û gelek hevalên din. Heval Ayhan û hevalên din ku hêjmara wan derdora 10 hevalan bûn ji sibehê heta êvarê nehîştin ku çend hezar leşker û cerdevan têkevin girê mazî. Di dema pêvçûnan de, Kobrayên artêşa tirk bêrawestîn êrîş dianî ser cihê hevalan û ji jêr de jî, leşker bi dizî an jî eşkere dixwestin gir têxin dest xwe. 4 kobra êrîş dikirin, du heb diçûn, duyê din dihatin, heman kevirek nehîştin û lênexistin. Di van êrîşên kobra û leşkeran de, ji berbangê heta êvarê, tiliya yek hevalî jî xwîn nebû, yek hevalî jî cihê xwe berneda û nehîştin ku dijmin yek gavê pêşve bavêje.
Girupek heval çûbûn kemîn li nêzî pira balinde li hemberî tangên dijmin danîbûn. Jixwe tirkan dixwest ku tangên xwe yên li Sîriyê, şêladizê û Bamerê derbasî Zapê bikin. Ji bo vê yekê jî, grupek hevalên me kemîn danîbûn; lê pişta ku hatina tangên tirkan ji rojevê derket, êdî divibû ku ew grup cihê xwe berdê û derbasî cihên pêvçûnan bibê; cihê herî nêzî wan girê mazî bû. Grup derdora saet 4’an gihîşt serê girê mazî, berpirsyarê girupê heval mahîr bû, derdora 10 hevalan bûn, hemû hevalên kevin û xwedan tecrubeyên şer bûn. divibÛ ku ev grup biçê alîkariya heval Ayhan.
Berî êvarê, hevalên ku li girê mazî berxwedidan, kobreyeke dijmin xistin xwarê. Kobra din ava leşkeran de ket û teqiya. Ketina kobra morala hevalan kir hezar û ya dijmin jî xist. Ketina kobra dijmin xist panîkê, kobrayên din jî dûrî cihê pêvçûnê ketin. Ketina kobra, di aliy^etektîkî, moralÎ Û siyasî de derbeyek pir mezin bû ku li artêşa tirk hat xistin. Hemû çapameniya cîhanê behsa ketina kobra û pêvçûnan dikir, destpêkê artêşa tirk ketina kobra nepijirand, lê piştî ku dîmen û wêne derketin, neçar man kul i xwe mûkirbên.
Êvarê grupa heval Mahîr jî gihîşt gel heval Ayhan û amadekariyên çalakiyekê hat kirin. Divibû ku heval êrîşî ser sînger û cihên leşkeran bikin û derdora boxazê ji wan paqij bikin.
Çalakî dîrekt ji aliyê heval Bahoz ve dihat koordînekirin. Di nava çalakiyê de jî, wek 2 grupên sereke hebûn; grupek li aliyê rojhilatê boxazê, berpirsyarê wê heval Rojhat Cîlo bû, grupa din jî li aliyê rojavayê boxazê, di bin berpirsyartiya heval Mahîr û heval Ayhan de bû.
Çalakî di derdora saet 8’an de destpêkir. Her grupek din ava xwe de bibû çend beş, beşekî êrîşê, beşekî parastinê û beşekî destekdayînê. Lê din ava van hemû beşan de, tenê çend gav hebûn. Jixwe boxaz pir teng e, tenê çend zinar û teht li derdorê hene, wekî din arazî rût bû. Aliyê em têde, ango aliyê başûr zuha bû, lê aliyê bakur ku leşker têdebûn, hemû berf bû û pir sar bû. Em li jor bûn, dijmin li jêrbûn û bi giştî her kes di navhev de bûn.
Heval bi dizî çûn gihîştin ber sîngerên dijmin û ji nişkave li wan xistin, ji jor de jî hevalan bi BKS û B7 êrîşî dijmin kirin. Hevalên êrîşvan ketin nava leşkeran û sîngerênwan yek bi yek xistin. Hin caran fîşekên hevalan xelasbûn, çekên leşkerên mirî ji ser wan radikirin û pê êrîşî dijmin dikirin.
Çalakî pir bilez çêbû û bilez jî rêvediçû. Di nava çalakiyê de, hevalek ji grupa êrîşê birîndarbû, ew heval ji cihê çalakiyê hatdûrxistin. Zêdetirî 12 leşkerên dijmin hatin kûştin û bi dehan jî birîndarbûn; qîre-qîra leşkeran bû, hin ji wan digriyanû hin jî diriviyan.
Dijmin çekên bidûrbînên şev hatî amadekirin bikardihanîn. Dûrbînên şev pir bi asanî dikarê mirovan bi şev bibînê. Bi van çekan 2 heval di çalakiyê de hatin suîkastkirin. Jixwe dijmin di vî şerî de tekmolojiya şer a herî nûjen û pêşketî bikaranî. Termal, dûrbînên şevê, çekên suîkastê, kobra, balefirên şer, hawan, Ubîs û qaşo leşkerên xwe yên bijartî anîbûn operesiyonê. Lê hemû jî, li hemberî berxwedaniya hevalan vala derketin. Çekên nûjen û hêjmara pir zêde li hemberî bîrûbaweriya hevalan, li hemberî ruhê APOYÎ, li hemberî berxwedaniya mafdar binketin.
Di çalakiya Girê Mazî de jî pir baş diyarbû, ku çawa 10-15 heval dikarin bi hezaran leşkeran binbixînin, kobra biteqînin û çalakiyek serkeftî li darxînin. Çalakiya Girê Mazî serkeftîbû. Çalakiyek mînak bû, berxwedaniyek bêhempa bû.
Çendî k udi çalakiyê de çend kêmasiyên biçûk derketibin jî, lê serkeftina mezin a çalakiyê nayê tarîkirin. Jixwe piştî çalakiyê dijmin ji derdora girê mazî û herêma Çemcû paşve riviyan, ancax bi hezar zor û belayan kûştî û birîndarên xwe ji herêmê derxistin.
Helbet ku berxwedaniya girê mazî, berxwedaniyek dîrokî ya bêhempa ye. Rol û keda heval Ayhan di vê berxwedaniyê de pir mezin bû. Heval Ayhan roja berî operesiyonê hatibû Zapê, hîn Mêvan bû, lê dema ku dijmin êrîş kir, heval Ayhan jî, li gel hevalan çû pêşiya dijmin û bi şev jî tevlî çalakiyê bû, di çalakiyê de şehîd ket. Ji bilî heval Ayhan, heval Baran jî şehîd ket. Heval baran di girupa heval mahîr de bû, li akademiya H. Karer dima. Li gel grupê çû kemîna pira Balinde û pişt re jî, hat hawara hevalên Girê Mazî û beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de çeka B7 dixebitand. Heval Baran, pir dilnizim û mirovhez bû, rola wî di çalakiyê de diyarbû. Him heval Ayhan û him jî heval Baran, bi ked, şer û fedayîbûna xwe, serkeftina çalakiya Girê Mazî misogerkirin. Di dil û mejiyê hevalan de hestên tolhildanê xurtirkirin. Berxwedanî û serkeftina şerê Zapê, encama ked û xwîna hevalên me yên şehîd e.
- Ayrıntılar
Ku mirov Kurdistanî be, ma dibe ku mirov ji vê axê dûr jiyan bike? Mirovên vê axê ku ji kûrahiyên dîrokê xweberdane û hatine, her dem hinek dizanibûne girêdayî van deran bijîn. Tedî tê gotin welatên, “çûk nafire, karwan nabihûre”, vaye wisa ye ev axên ku wekî Kurdistan tê binavkirin.
Digel bi giştî welatê Botan wisa be jî, li Botanê jî herî zêde Besta wisa ye. Ji qirêj û zingara vî cinawirê ku şaristaniyeke yekdiran tê gotin dûrmayîn, gotin di cî de be mîna ku mirov xwe bikşîne malzarokiyê û ji her tiştê ku diqewimin dûr jiyan bike. Wisa ku bi çandbûneke ku hinek jî xwe bi xwe qîma xwe tîne, ji derveyî berxwedaniya li ser piya mayînê, afirandina kevneşopiyeke jiyanekê, hinek jî wekî bicîbûnên xweser ên dîrokê cî girtin, taybetmendiyên mirovên li vir e.
Besta ciyek wisa ye ku, bakurê wê bi Herekolê hûnandî, rojhilatê wê bi Katoyan dorpêçkirî, başûrê wê bi Kela Memê bi birc û rojavayê wê jî bi sîlsîleyên Çela Nimêja çar hêlên wê bi çiyayan hatiye neqişandin. Li ser vê jî Hêzila ku ji navika Bestayê diherike lê zêde bikin!
Ji bilindahiyên Kela Memê Geliyê Tîrşînê û ava Rûspertî ku diherikin gundikê xweşik ê asûriyan Mehreyê, ji çavkana Çemêxacekî dibeliqe û Hêzilê çêdike. Li kêlek wê, li hember Mehreyê, kelaya xweşik a şêrên çiya, Kaplanê disekine. Hûn hê li destpêka ava Hêzil in. Hêzil hê destpê nekiriye. Dema ku hûn Mehreyê derbas dikin, belkî jî bi çalik û pozikên bi labîrentî yê geliyê Hêzil û daristanên herî kûr û six, lat û zinarên herî xweşik ê Kurdistanê destpê dikin.
Ava Hêzil ku hevkêşê vê dolê ye, her diçe şeyda dibe. Ku hûn Deryan, Avyan û Geliyê Herya derbas bikin, li milê we yî rastê çemê Avyan bi hemû hêşînahiya xwe diherike bibînin. Wê rengê ava diherike biguhere. Hûn li hember Hêzilê ne ku rengê xwe ji keskî ber şînî ve diguherîne. Dema ku hûn dixwazin riya xwe berdewam bikin, li hevrazên rastê, riyek ku wekî riya kaçaxçiyan tê zanîn heta bêjî asê, encax bizin dikarin derbas bibin û bi zinarên bi dest çêkirî û ewle hûnê bibînin. Li wir car heye kaçaxçî car heye gerîla derbas dibe. Ji bilî vê, ji wan deran derbasbûn, dilaweriyek dixwaze.
Ku hûn her bi pêş de herin, hûnê gûzên gundê Grek bibînin. Encax êdî her diçe hartir dibe. Dema ku ji gundê Grek derbas dibin, wê ava Çalan xwe tevlî Hêzil bike û riya xwe xêz bike û bidome. Dema ku hûn herin derketina Bestayê, çemên Besta Blûcînali û Besta Blûzerlî ku ji milê bakur tên, wê Hêzilê zêdetir bi heybet bikin.
Êdî em derbasî qada Cudî dibin. Wê Cudî jî li doleke avê û her diçe teng dibe tevlî Hêzilê bibe. Her dol teng dibe, leztir dibe. Wisa ku, hûn bi xuşexuşa avê ku serê mirov gêj dike re rû bi rû ne. Dema ku Hêzil ber bi Xabûrê diherike, fena dînan ji xwe diçe. Gotin di cî de be, dibe çemê herî hişk ê Kurdistanê. Wê bi Xabûrê re, leza xwe kêmtir bike. Encax wê demê jî, êdî ew ne Hêzil e. Heybeta wan çiyayan, her ber bi deştan dişemite, ew Hêzila ku şeyda bûbû, êdî dibe çemek letok. Di rastiyê de ku mirov bêje êdî ew ne Hêzil e, wê rastir be…
Li noqteya herî hişk a ku çemê Hêzil diherike, di vegera welat yanî vegera Kurdistanê de di nav komên yekem de Şahîn Klavûz û rêhevalên wî hebûn û ji erazî û ji Hêzilê re biyanîbûn. Wê kuryeyek PDK’yî rê nîşanî wan bide. Piştî kurye hevalan heta ciyek tîne, bi awayekî bi guman dibêje “rê ev e” û paşve dizivire.
24’ê mijdara 1982’yan e. Heval ji bona ku rê bibirin, rêbazên cur bi cur diceribînin. Hêzila ku delûdîn diherike, li serê jî barana barî zêde bikin. Hêzil gotin di cî de bi awayekî ku qet neyê zeftkirin, bi gurmegurm diherike. Koma ku di bin rêbertiya rêheval Şahîn Klavûz de ye, piştî ku hinek di pêş de diçin, piştre dikevin kemîna qomploya xayînane a IKP’ê. Riya vegerê nîn e. Di pêş de çûyîn nîn e. Ya ku bê kirin, xwe li avê bixin û li aliyê din ê avê pozîzyona pevçûnê bigirin. Wê rêheval yek bi yek xwe li avê bixin. Encax di milekî de kemîna xayîn û di melekî din Hêzila ku bi dîn û harî diherike, wê 8 milîtanê bi nirx ên PKK’ê ber bi bêdawînê ve bibe.
Rêhevalên ku di pêşengiya rêheval Şahîn Klavûz de di komên destpêkê de vedigerin welat, yek bi yek digihên şehadetê. Hevalên ku şehîd dikevin: bi kod navê Kenan Farûk Şahîn Klavûz, Ekrem bi navê Fûat Ertûrk, bi kod navê Gazî Mûsa Îlk, Îsam, bi kod navê Şervan Cahîd Dayan, bi kod navê Mûxtar Veysî Şîmşek, Hesen Ozçelîk, Veysî Hantaş û Mehmet Beşîr Aksoy.
Piştî ew qas sal, tam 26 sal şûn ve, tam li ser ava Hêzilê, vê carê di navika Bestayê de di kûrahiyên geliyê hêzil de, ji hêla çeteyên ku bi xitma îxanetê di hemêza gelê kurd de çiqiyane, ciyê komek gerîla ku di baregeha zivistanê de ne keşf dikin. Wê çete û bi hêzên faşîst û dagirker ên artêşa tirk re, êrîş bibin ser koma gerîlayan. Digel berxwedaniya bi çelengî di 12’ê adara 2008’an de di rêbertiya rêheval Kurtay-Abdulkerîm Ertaş de, rêheval Ekîn-Esra Bûlût, Faîk-Adil Sebrî, Şiyar-Alî Îso, Şiyar-Mustafa Îşcan, Xoşmêr-Hamît Hesenlo, Berxwedan-Dawid Habeş û Brûsk-Alî Mûrşît Klavûz re wê bigihîştina hev û di sermediyan bifiriyabûna.
- Ayrıntılar
