Di Konferansa yekem a PKK ku di sala 1981'de pêk hat, meha Gulanê wekî meha Şehîdan, 18 ê Gulanê ji roja Şehîdan ilan kir.Sedema vê yeke jî kadroyên pêşeng ên tevgera Azadiya Kurd Haki KARER û Halil ÇAVGUN di vê rojê de jiyana xwe ji dest dabun..Ji ber ku Rêberên Şoreşa Ciwanên Tirkiye Deniz GEZMİŞ, Hüseyin İNAN,Yusuf ASLAN û İbrahim KAYPAKKAYA di meha Gulanê de şehid ketibun ev meh ji meha Şehîdan hate ilan kirin..Ji wê rojê û şûnde her meha Gulanê bu sembola girêdanbuyina bi kesên ku di Tekoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.
HAKİ KARER
Haki Karer di sala 1950 de li Ulubey a Ordu yê hate dinê. Dibistana Seretayî,Navîn û Lîseyê li Orduyê xwend.Di Fakûlteya Enqerê ya Fen ê de dest bi Zanîngehê kir.Hakî Karer ji tevgera Şoreşger a Ciwanan ku pişti sala 1970 pêş ket bi bandor bu û di demeke kin de fikre Şoreşgerî pejirand.Di heman pêvajoyê de Kemal Pir û Serok Apo nas kir. Di sala 1973 de li ADYÖD’ê di asta organîzekirinê de bû berpirsyar. Di civîna Dikmen a sala 1976 de bi qebul kirina biryara vegerê a welat pêşî çû Batman û ji wir jî derbasî Dîlokê bu. Li Dîlok ê pratîkek serkeftî meşand.Bi xistina dewrê a rêxistina Kontra "Sterka Sor" ku di bin kontrola MİT ê de hatibû avakirin Haki Karer li Dîlokê ji bo ku bi Kontra Alaattin Kapan re nîqaş bike hate dawet kirin. Hevdîtin di 18 ê Gulanê li Dîlokê di qehwexaneyekê de pêk hat..Di encama amadekariyên kemîneke qirêj di 18 e Gulanê sala 1977 de Haki Karer Şehit Ket.
Di 18 ê Gulanê 1977' de Haki KARER ku wekî lehengê ked û Şoreşgerê Enternasyonalist tê bi bîranîn ji aliye rêxistina bi navê Stêrka Sor ku bi hêzên sîxuriyê di nav hevkariyê de bû hate şehit xistin.Rêbere Koma Komelên Kurdistan ji bo Haki Karer di wê demê de ev nîrxandinan dike: "Piştî ku pêwîstiyên şoreşa Kurdistan fêm kir di pola dawî ya zanîngehê de nivînên xwe li pişta xwe kir û bê fikar berê xwe da welatê me ku ew qet nas nedikir.Ew rojên ku penç qiruş pereyên wî tine bin jî himaltiyê dikir kêm nebun.ên ku wî ji nêz ve nasdikirin ti carî ji bîr nakin ku kincên qetiyayî ew li xwe dikir û bi danekê tenê ew jî taştêyekê dijî. Ji bo derbaskirina tevahî neyêniyan ji derdora xwe dibo çavkaniya morale.Kesên ku li gel wî bun ferq nedikirin ku dem çawa derbas dibe. Her tim dixwastin ku bi wî re jiyan bikin."
Serokatiya me got; "Me ji kûr ve hejand,me biryara partîbuyîne da " ,ev bûyer pêvajoya buyîna paritiye ya tekoşîna me bu
.Xelekên bingehîn ên wisa hene. Li navenda wê ku şehadeta Heval Haki cîh digre,hijmara wan bi deh hezarane ifade tê kirin,rastiyeke şehid çi ifade dike? di rewşeke herî neyini de,di rewşeke ku zexta tûnekirina neteweyê bi her awayî li ser Gel metîngehî heye,li vir têgîhiştina ramanê û derxistina wê ya hole,ji bo vê yeke lêgerîneke bi rê û rêbazê ji bo rizgariyê,ramana wê,derxistina hole ya vê îdeolojiyê,ji bo jiyankirina ideolojiye bi biryar be,şoreşkerê ku têkoşîna afirandina partiyê ifade dike.Li Kurdistanê ev di tevahiya sala '70 de çê bu. Di vê şertên herî neyênîde çalakiya komek pêşeng li rastiyê ger û ditin,ravekirina rastiya Kurd û Kurdistan,wê ji rewşa herî paşketî û bê rûmetiye derxîne û di aliye rizgarkirina wê de xistina pratîkê ya xeta ideolojik-polîtik e. Xebaeteke wisa jî li Kurdistane bi zorê çê bu.Cesaret,Fedekarî û zindîbuyinêke mezin dixwest.Bi xwîn be jî,girtina li ber çav ya şehid bunê ev yek çê bu.Ji ber vê yeke Parti mecbur ma kû şîddetê pêk bine,şer bike.
HALÎL ÇAVGUN
Endamê Komîta Navendî ya PKKê Xelîl Çavgun di 19'ê gulana 1978an de li Hîlvanê hat şehîdkirin.
Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê bi li dibistanên ku mirov bi şev û roj lê dimînin, qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û jiber sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71an de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya Neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja ku hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemu Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate qebûlkirin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di yekemîn salvgera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi polês re destpêkir, jiyana xwe ji dest da.
MEHMET KARASUNGUR
Mehmet Karasungur ku endamê Komîteya Navendî yê PKKê bû, di sala 1983’yan de, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn ji aliyê hêzên YNK’ê ve hatin şehîd kirin.
Mehmet Karasungur di sala 1947’an de li navçeya Çew¬lik Ki¬xiyê li gundê Darabiyê jidayik¬bû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çew¬likê qedand. Beşê matematîkê ya Înstîtuya Perwerdeya Erziromê qe¬dand. Di sala 1972’an de dema ku li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sûrgûnî Cola¬mer¬gê têkirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975’an de tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya TÖB-DER şaxê Çewlikê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cîh digire. Kara¬sungur di dema wezîfeya xwe ya li Çewlikê Mehmet Xeyrî Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976’an de lê têgirtin, jiber ku li mûdûrê Emniyetê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê. Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978’an de li Çewlikê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Karasungur, wekî rêxistinvanê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê di Têkoşîna Azadiya Kurd de dewsên kûr dihêle û di sala 1980’an de derbasî herêma Lûbnanê dibe. Di sala 1982’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina Yekîtiya Neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2’yê gulana sala 1983’an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dıkevi.
FERHAT KURTAY
Di sala 1949’an de li gundê Xursê yê ser bi Qosere li malbateke xîzan hate dinê. Dibistana sereta, navîn û lîseyê li Qoserê û Mêrdînê berdewam kir. Li Trabzonê beşa Mîmartiya faqûlteya Mûhendîsiyê qedand. Di vê navbêrê de zewicî û demekê wezîfeya mûhendisiyê kir. Di salên dibistanê de nêrînên şoreşgerî nas kir. Ji tevgerên Şoreşger ên Tirkiye û Cîhanê bi tesîr bû. Piştî sala 1978’an de bi rêya têkîliyên fermî bi awayekî aktîf beşdarî partiyê bû. Di rêxistinkirina herêma Mêrdînê de, di avakirina komîteyên amadekar de rasterast wezîfe wergirt. Wekî din organên weşanên fermî li vê herêmê belav dikir û bi cîh dikir. Roja 23’yê Mijara 1979’an de tevî M. Xeyrî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lê diman hatin girtin. Şeva ku 17 gulanê bi 18 gulanê ve girê dide, li qoxûşa 33’an xwe şewitandin û gîhîştin şahadetê.
MAHMUT ZENGÎN
Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978’an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê " Sülaymaniyan" hezkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCIyan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her wiha di nava xebatên wekî xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh girt. Piştre li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregê li hemberî çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di bin fermandariya kadroyê PKKê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7 Tîrmeha sala 1979’an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇARan a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da
EŞREF ANYIK
Di sala 1960’an de wekî zarokê malbateke xîzan li gundekî Wîranşehîrê jidayikbû. Ji ber xîzaniyê encex dibistana seratayî karî bixwîne. Hê di temenên xwe yê biçûk de ji bo debara malbatê ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê karên emeletî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eşref Anyık, bi bandora pêşkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi bandora têkoşîna Hîlwanê di nava refên PKK’ê de cîh girt. Di nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal de cîh girt û êdî hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoşîna Hîlwanê de dema ku di nava şerekî li dijî hêzên leşkerî yên dewletê de bû, hate zeftkirin. Li hemberî hemû kirinên xiyanetê ku yek ji generalên Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li zîndana Amedê şeva 18 gulanê di çalakiya ÇAR’an de cîhê xwe girt.
NECMİ ÖNER
Li Çermûkê wekî zarokê malbatek dewlemend hate dine.Dibistana Seretayî,Navîn û Lîsê li Çermûkê qedand. Hê di pêvajoya dibistanê de ji fikrên nû re vekirî û xwedî yetenekê nîqaş,lêpirsîn û fêmkirinê bu.Her çiqas sempatîzanê DDKD ê jî be ji xebatên heval Ehmed Kurdu u Hûsên Durmuş bi tesîr bû,PKK naskir û di demeke kurt de li Çermûkê xebat meşand.Di nava Ciwanan de bi xebata xwe ya serkeftî di girsebûyîna tekoşînê de rol leyst.Berî bi demeke ku were girtin di komiteya heremîde bibu berpirsyarê ciwanan.Di encama bûyereke li dibistanê derket de sala 1979 de hate girtin.cîhê xwe yê di berxwedanan de parast. Li Zindana Leşkeri ya Amedê di qoxuşa 33 de di şeva ku 17 e Gulanê bi 18 ê Gulanê ve girê dida de di çalakiya Çaran de cîhê xwe yê bi rumet girt
SİNAN AMED
Şehit Sinan(Murat Demirhan) di meha Gulanê de ku tevlî tevgera me bû dijmin jî wekî gotina ‘Zarokê Zerîn’ bi îltîfat dikir, dema berpirsyarê Metînayê bû di encama erîşa Noker û îxanetkaran de şehîd ket.Şehit Sinan bi zekîbuna xwe û di afirandina taktikên leşkerîde xwedî nitelîka ku di rojên pêş de bibe dehayeke leşkerî bu.
Hê li Amedê bû dijmin bi gotina; “Çawa ew qas di demeke nêz de pêş ket?” matmayî mabû. Ango xwedî nîtelîka ku di hostayên Gerîla de hebun bu. Bi sekna xwe ya di jiyanê de Gerîlayê herî mutevazî û dilnizm bu. Her tim wisa dihat nasîn.Ger niha jiyan bikira bê guman wê bibuna fermandareke bê emsal û pêkerê paradigmaya Serokati ya Civaka Ekolojik-Demoktratik û Azadiya Cinsa.
OZAN ÖZSÖKMENLER
Dîsa di 16 ê Gulana 1997 an de di encama erîşa Noker-îxanetkeran ku di dîrokê de wekî qetlîma Hewlerê tê nasîn de di wesaîta ku hate siwarkirin de bi bombeya xwe çalakiya fedaî pêk anî û şehit ket.Heval Ozan Özsökmenler jî yek ji lehengên ku nayê ji bîr kirineBerxwedana wî bi strana Şehit Serhat ya ‘Hewler’kete dilan.Kişandina wî ya alîgirên Azadiyê yên Başûrê mezin hê di mejiyan de ye.
DENİZ GEZMİŞ
Di sala 1947 de li Enqerê hate dine. Li Stenbolê xwend. Di sala 1966 de kete zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê. Di demeke kurt de bi çalakiyên ciwanan derket pêş.di TİP’ê de xebitî.Di sala 1968 rêxistina Hiqûqiyên Şoreşger ava kir. Tevlî çalakiyên protestoyî ên Fîloya 6 emîn a Emerîkayê bu û ji dagirkeriya zanîngeha Stenbolê pêşengtiyê kir.Di nava avakarên DOB ê cîh girt.Di komîteya meşa Mustafa Kemal a ji Semsûnê heya Enqerê bu.Di sala 1969 de çû Filîstînê,perwerdeya Gerîla dit. Rêxistina THKO ava kir.Dîsa li Enqerê di revandina 4 Emerîkiyan yên li baregeha Balgat a Enqerê cîh girt. Di pevçûna li Gemerek a Sêwasê hate girtin.Bi Yusuf Aslan û Huseyin İnan ve di dîroka 6 Gulan sala 1972 de li girtigeha navendî a Enqerê hate darde kirin.
YUSUF ASLAN
Yususf di sala 1947 de li gundekî Yozgatê hate dine. Perwerdeya xwe ya navendî li derdoreke ku têgîhiştina olî û dij kominist hakime qedand. Di sala 1966 de kete Zanîngeha Teknik a Rojhilata Navîn ODTÜ yê.Dema salek wî tijî ne çê ne bu ,bu endamê qulîba ramanên Sosyalist. Di nava DEV-GENÇ ê de dest bi xebatan kir. Ji wê demê şûn de pêşî di çalakiyên boykotê ên dibistina amadekarî û paşê jî di yên fakulteya Muhendisiyê de cîh girt. Di heman demê de yek ji rêxistingerê pêşeng ên di dagirkeriya ODDTU yê de cîh girt. Çalakiya ku yekem car jê hate darizandin şewitandina wesaîta sîxûr û Seferetxaneya Emerîkî Commer bu.
Di sala 1969 de tevî hevalên xwe çû Filîstînê. Li wê dere perwerdeya pîlotê ya Balafîr û Helîkopterê dît. Ji Terekrorê heta Helîkopterê her amûrê bi hosteyî dixebitand.Yusuf Aslan ku ew ji yek ji Rêber û avakarên THKO yê bû di sala 1970 de dema xwest bi Deniz Gezmiş biçe koma Gerîla ku li Çiyayê Nurhaqêye,li Sarkişlaya Sêwasê bi birîndarî hate girtin.Li Dadgeha rewşa awarte hate darizandin.Di 6 Gulan sala 1972 de tevî Deniz Gezmiş û Huseyin İnan hate darde kirin.
HÜSEYİN İNAN
Di sala 1949 de li gundê Bozhoyuk ya girêdayî navçeya Sariz a Qeyseriyê ye hate dine.Di bistana Seretayî û Navîn li Sariz ê,Lîseyê jî li Qeyseriyê xwend.Di sala 1966 de qeyda xwe li Zaningeha ODTU yê beşa Zanyariy İdare kir. Bu endamê Qulîba Ramanê Sosyalist (SFK) û Dev-Genç ê.Di vê navberê de tevlî TİP ê bû di çalakiyên vê partiyê de cîh girt.Di heman demê de çi li Stenbol û Enqerê,li İzmirê û heremên din tevlî çalakiyên dij-emperyalizmê bû;Di nava miting û çalakiyên li dij Fîloya 6 emîn a Emerîkayê de cîh girt.Di sala perwerdeyê ya 1966-67 de ji rêxistinbûyîna çalakiyên boykotê yên Zanîngeha ODTU yê rêbertiyê kir. Huseyin İnan di sala 1068 de ji veqetînên di nava TİP û MDD komeke wekî bingehê Gerîla pêk anî û fikre tekoşîna bi Gerîla li çiya li hemberî Emperyalizme xebatên tekoşînê pêş xist..Koma kû bingeha xwe ji Enqere bi taybetî jî ODTU yê digirt wê bibûna kadroyên pêşeng û bingeh ên THKO yê.Huseyin İnan ku di heman salê de ji zaningehe hate derxistin li cihê mayînde yên xwendekaran ma . Di 14 ê Cotemeha 1969 an de bi qismeke girîng ya komê ji ser Suriye derbasî Urdinê, ji wir jî derbasî kampên El Fetih ku hêza bingehîn a Rêxistina Rizgariya Filîstînê bû. Li vê dere li gel FKO ye eli hemberî İsraîlê şer kir.Di nava welatê İsraîlê de di serdegirtinên qereqolan de cîh girt.Dema di meha Sibatê sala 1970 de vegeriya Tirkiye li ser rêya Dîlok-Amed di otobûsekê de hate girtin.Di encama darizandina li Amedê di Cotemeha 1970 de serbest hate berdan.Dema Huseyin çû Enqerê fikre Gerîlayê Çiya di mêjiyê wî de zelal bibu.Bi koma Stenbol ku Deniz Gezmiş jî di navê de bun û,heman fikrî û xeta çalakiyê dipejirandin hatin gel hev û THKO ye ava kirin. İnan ku di nava tevgeren Gel de qet ne dihat naskirin,bi nitelika xwe ya rexistibuyînê pêk tîne,yeteneke xwe yê tekîliya bi mirovan re û biryarbune di nava komê de derket pêş. Bu yek ji rêberên bê niqaş yê THKO ku Deniz Gezmiş,Sinan Cemgil û Cihan Alptekin tê de cîh digirtin. Pişt re xwe bi rebertiya çalakiyên bi çek sînor nekir û di tevahî çalakiyan de cîh girt. Li ser kuştına endamê Dev-Genç İlker Mansuroglu ya di 29 meha Kanuna 1970 de li Kavaklidere ku THKO xwe wekî rêxistin derxist hole qereqola polesan dan ber guleyan,di 1 Çilê sala 1971 de şelandina şubeya İş Bankê ya Emek,di serdegirtina baregehên leşkeri yên Emerîkî û revandina leşkeran de bi cesaret û çav-reşiya xwe di hebûna THKO yê de tesîreke mezin kir.Di 24 Adar sala 1971 de li navçeya Qeyserî Pinarbaşiyê hate girtin. Tevî Deniz Gezmiş û Yusuf Aslan li dadgeha 1 emin a leşkerî a awarte de hatin darizandin û di 9 ê Mijdara 1971 de bi biryara dardekirinê hatin mehkûm kirin. Ji bo pêşî girtina dardekirinan li gel kû hevalên wan seri li Meclîsê dan û di raya giştî de ketin nava liv û tevgerê jî ,tevî Yusuf Aslan, Deniz Gezmiş di 6 ê Gulana 1972 de hate darde kirin.
İBRAHİM KAYPAKKAYA
Di sala 1949 li Alaca ya Çorum ê hate dine.Avakarê Partiya Kominist a Tirkiye/ Marksist Leninist (TKP/ML) e.Dibistana Mamosteyî a Hasanoolan,Dibistina Bilind a Mamosteye Çapa û Beşa Fizik-Matematik a Zanîngeha Stenbolê xwend. Tevlî avakirina şubeya FKF ya Çapa yê bu. Di sala 1968 de bu endamê teşkilata TİP a navçeya Eminonuyê. Di saziya nivîskî a Sond û Kovara çepên Tirk a de cîh girt. Tevlî çalakiya protestoyî a li hemberî Fîloya 6 ya Emerîkayê bu. Berî nîqaşên MDD-SD pêşî teza SD û paşê jî a MDD qebûl kir.Ji TİP ê hate ihraç kirin. Di tevgera PDA-TİİKP ku Dogu Perinçek jê lîdertiyê dikir de cîh girt. Pişt re ji vê tevgerê qût bu û tevî hevalên xwe Partiya TKP/ML ava kir. Di 24 Çilê ya 1973 de li Bejahiya Dersime hate girtin.3 meh û nîv (3,5) di bin çavan de ma. Di 18 Gulana 1973 de di bin çavan de hate şehît xistin.
***
Bi şiklên din en Tekoşînê ve di vê em meha Gulanê di dîroka Gel de li gorî cîhê xwe yê rastîn bi wate jiyan bikin û bidin jiyan kirin.Di vê tekoşîn bi vî şiklî berdewam bike, navber neye dayîn. Di vê em wê wekî kevneşopiyek pêş bixînin. Lehengiyên mezin ên şer çê bun. Lê bele zeiftiya me ya ku em lehengan fêm bikin û binirxînin heye.Di vê em vê yekê li gorî dîroka xwe bigûherînin. Pêwîste em bibin hêzeke ku xwedî li ked û nirxên xwe derkeve, di her şert û mercan de em wan jiyan bikin û bibin hêz.Hûrmeta ji bo xwe bi vê yeke ve dibe.Kesên bi vî şiklî bin yên derdor ji ji wan re hûrmetê nîşan dide. Xwedî derketin û temsîla nirxên tekoşîne ,jiyan kirina wan bi vî şiklî dibe. Ma rewşeke kû pêşiya vê tê û me gire dide heye?. Divê tinebe jî .Ma rêyeke din a berbiçav ku em xwe ifade bikin heye? Na tine ye.Wê deme divê em baş bizanibin. Em çine,ji kûdere hatin,çi ifade dikin,li ser kîjan nirxan dijîn,di rastiyê de çavkaniyên me yên hezê çiye, çi dersen me hene? Divê em hertim vana ji xwe pirs bikin,pêwîste em bersiveke rast û têr bidin. Lewma,cîdibuyîn,hûrmet û biryarbuna avakirina pêşerojê ji vir derbas dibe.Di rêza yakem de ev tê. Aliyê cûda yê mirovbuyînê;di nava nirxên xwe yên bingehîn de rêzek çêkirin ,heta mirine parastina nirxên ku me temsil dike ye. Di serê vana da rastiya şehadetê tê.Ev ji bo mirovahiyê,ji bo pêşxistina mirovahiyê,jiyanên xwe bê guman û bê bendewarî,bê berjewendî fedakirine. PKK rastiyeke bi vî şiklî, di pêvajoya hemdem de li Kurdistanê di nava Gelê Kurd de bi hezaran şiklê fedaîtiyê afirand. Wateyeke ideolojik-polîtik daye, wê wekî şiklê çalakiyê di jiyanê de afirand.Em di nava vê rastiyê de ne.
Ev rastî baş were fêm kirin,zanîn,ji bo piştî vê yeke gotin gotîn û jiyan kirin, pewîstiya temsîla vê yekê were bi cîh anin.
Ji bo Gelan ev wisa ye.
Di Cihanê de ti Gel tineye kû li ser nirxên bingehîn pêş ne ketine. Gelên ku nirxên wisa ne afirandine di dîrokê de heliyane. Gelên ku di dîrokê de şop dihêlin,hebûnê derdixin hole û di nava pêşketinan de cîh digrin vê yekê bi çi dikin? Li gorî xweseriya xwe afirandina nirxan,derxistina jiyanê,ramanê buyîna bi xwe,hêz û bi îradeyê çê dikin. Ev raman , irade û hêzê îfade dikin Artêşa Şehîdan û rastiya Şehadetê ye.Gel vana baş dizanin,hebûna wan, di demên herî kritik de kû xwe bi jiyanê îfade kirine de hatiye ava kirin. Ji bo wê jî divê her tim ji nirxan re nêzîkatiyek bi hûrmet nîşan bidin.Wan her tim bilind dikin, bi girêdanbûyîneke mezin,bi jiyankirina rast û dayîna jiyanê temsil dikin. Ger ev ne be Gel jî nabe. Di wateya rast de mirov jî nabe.
- Ayrıntılar
Li mêrdînê zarokek hate dunyayê li ser qêrîna Agîd an navê wî bu Agîd li azmanan sterkek gêş bu bi kenê Agîd’an li çîya gelek şîn bu bi xwina Egîdan gabar bi hesreta hatina Egîdan. Bi rastî jî dema ku ez pênûsa xwe bi destê xwe digrim û ez dixwazim li ser heval Egîd binivîsim, ez pir zorahî dikşînim û ez dihizirim bi çi awayî li ser vî hevalî binvîsim û ji kûderê dest bi nivîsa xwe bikim. Ango ez ji zaroktiya wî destpêbikim, an jiyana wî ya gerîlatiyê û berxwedana wî ya bêhampa bînim ser ziman. Ji ber ku jiyana wî hevalî hemû bi bîranîn û serpêhatî û bîranînan dagirtî ye. Ji ber ku heval Egîd hemû taybetmendiyên milîtanê PKK’ê di hindirê kesayeta xwe de dabû çandin û di rastiya Jiyanê de xwedî coş û heyecaneke bê sînor bû. Dema ku heval Egîd tê dunyayê navê hevalê Egîdê mezin radike û li ser wî navê armanc û xeyalên xwe dide avakirin û ji bona ku mirov bibe rê hevalê Egîd, pêwîst e ku xwe bighîne çiyayên azad û di nava refên gerîla de cihê xwe bigre. Sala 2009 an ez û hevalê Egîd di yekîneyekî de bûn û di nava hemû hevalan da, hevalê Egîd ji minre pir cuda dihat. Ji ber ku min di şexsê wî de dît ku ev heval bi dil û mejiyê xwe bi serok APO re girêdayîbû û di lêgerîna heqîqet û tekoşîna azadiyê de xwedî biryar bû û ji bona ku xwe bigîhîne rastiya serokatî û hevaltiya PKK’ê.
Ez û hevalê Egîd demekî dirêj bi hevre man û me bi hev re gelek guftugo pêşxistin û ji van gotûbêjên ku di navbera me de pêşketîn, herî tişta ku bala min dikşand ew bu ku wî digot (ez naxwazim piçûk jiyan bikim). Bi rastî jî dema ku mirov rastiya jiyana hevalê Egîd di ber çavan re derbasdike. Mirov cewherê kesayeta PKK’ê birengekî ber biçav didît. Ji ber ku ew mîna avzêmekî bê sînor diherikî û tu caran li paş xwe ne dimeyîzand û ji bona xwe tu sînor nasnedikirin. Ango ew mîna kaniyekî zelal bû û her dem xwe nûdikir.
Hevalê Egîd xwedî kesayetiyekî serkeftî bû û di hemû xebatên xwe de tucaran ji bona xwe binkeftin nedipejirand. Bi rastîjî hevalê Egîd hevalekî pir jîr û bedew bu hertim rukenbû. Ji bona vê yekê heskirina xwe di dilê hemû hevalan da dida avakirin. Herwiha hevalê Egîd demeke pir dirêj li gel hevalê Bahoz dimîne û piştre biheyecanekî pir mezin cihê xwe di nava yekîneyên bakur de digre. Ji ber vê yekê dema ku dikeve li ser riya bakur, mîna ku ji nûve were ser rûyê dunyayê, wisa kêfxweş dibe. Hemû xwesteka wî ew bû ku cihê xwe li qada Gabarê bigre û layiqê navê hevalê Egîd be. Li ser vî bingehî hevlê Egîd dixwaze ku tekoşîna hevalê Egîd (mehsûm Qorqemaz) di qada Gabarê de dayî destpêkirin, û nîvçe mayî berdewam bikê û mîna şagirtekî wî erk û pêwîstiyên heyî bi cihbîne.
Lê ev daxwaziya wî bi cih nayê û heval wî ji nava yekîneya ku derbasî bakur bibe dertêxin û wî li qada Heftenînê dihêlin. Bi vî awayî hevalê Egîd pir bi vê yekê têşe û xemgîn dibe. Di zivistana sala 2010’an da û piştî ku me perwerde xilas kir hevalê Egîd û hevalê Akîf ji bona çandina mayina li ser lûtkeyên sînorê Heftenîn û Botanê, têne bi erkirin. Li ser vî bingehî û dema ku dixwazin li ser girê (wacib) mayina xwe bi cih bikin, mayîna wan bi wan de diteqe. Hevalê Akif di heman demê de şehîd dikeve û hevalê Egîd jî ji ser hişê xwê diçe. Piştî rojekî dema ku heval xwe dighînin hevalê Egîd, dibînin ku serê wî li ser singa hevalê Akîf bû. Lê hevalê Egîd dema ku bi ser hişê xwe ve hat, heme pirsa hevalê Akif kir, ji ber ku ew pir bi hevalê Akif ve girêdayî bû û ew girêdana ku di navbera wan de dibû neden ku hevalê Egîd êşa çavê xwe yê ku wendakirî ji bîrbike.
Hevalê Egîd di wê Zivistanê ku berf heyanî kabê bariyabû, şerê mirinê dikir û ji bona efrandina jiyana azad bi hemû hêza xwe li ber xwe dida û ji bona Buhareke pîroz xwe amede dikir. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ev biryar û vîna ku li cem hevalê Egîd peyda dibû dibû çavkaniya coş û heyecana hemû hevalan. Ango hevalê Egîd qada Heftenînê ji nû ve bi xwîna xwe xemiland û ji nû ve ew gula ku hevala Viyan bi agirê canê xwe avdayî hîn bêtir şîn bû û ronahiya xwe dighande her deverî. Ji ber vê yekê bi hatina demsala Buharê re her tişt geş bû û Gabar li benda hatina Egîdan dima. Ji lewra dema ku te li ezmanan dimeyzand, stêrkeke geş li ezmanan diçirisî ew jî stêrka hevalê Egîd bû û li benda hatina Egîdan bû.
Erê hevalê Egîd evîndarê Gbarê û rêwîyê roja naçe ava, emê hesreta te ya azadiyê ya ku di nîvî de mayî bi cih bînin û emê li ser çîyayê Gabarê navê te bi tîpên zêrîn xêzbikin û destana berxwedana te ji şervanê Gabarê re bikin çîrok û emê bibêjin Egîd bû rêwiyê rêka dûr zarokê mezopotamiya û hîlala zêrîn, lêgerînvanê haqîqet û jiyana azad bû. Ew pakrewanê azadiyê bû lehengê Heftenînê yê ku nayê ji bîrkirin û rê hevalê Hevala Viyan, Engîzek, Rêber, memo û Akifan bû, wî bi dilê xwe yê şad û bi hevaltiya xwe ya bê qisûr û sînor cihekî xwe yê cuda di dil û mejiyê her hevalekî de da avakirin û ji hemû hevalan re bû cihê serbilindî û şanaziyê. Ji bona vê yekê em weke rê hevalê hevalê Egîd careke din wî bi bîrtînin û soza xwe li beremberî hevalê Egîd û hemû şehîdên şoreşê û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. li belê heval 26 meha tê nez dibê yanê salvegera şahadete da ji dilê min hat ku ez vê yazîyê li sertê binivîsim ji bona ku ez bi karibim roja şahadeta tê wek rojek pîroz û berxwedanî bi bîr bînim û ji bona ku her kes jî bi vê çavê lê bimêyzinê.
Arîn
- Ayrıntılar
Ji beriya her tişti em roja tekoşînê û berxedana jinen 8’e Adare û roja vejîna gelê me jî li te û hemû pakrewanên şoreşê pîroz dikin. Rêheval û fermandara me Heval NÛDA keça welatê rojê, rêhevala Mazlûm, Kemal, Berîtan û Zîlanan. Bê te cejna Newrozê pîroz kirin çiqas zor jî be, lê di roja 1’ê Nisanê de gîhiştina şahadetê bi xeml û coşa biharê re mirinê bê wate dike û jiyan kirinê mîsoger dike. Lewra tu jî bi xemla biharê re bi me re dijî û tu yê her tim jî bijî.
Bi Nisanê re ji nû ve destpêdike jiyan. Jiyan, xweza, mirov û tevahî zindiyen di gerdûne de dijîn xwe nuh dikin. Ji ber bihar bi taybet jî Nîsan mizgîniya biharêye, li welatê me ê ku roj lê naçe ava. Di bşharê de hemû şînahî û ax ji tirejên rojê hêz digirin û xwe xwedi dikin. Ji ber bi germahiya rojê re jiyan peyda dibe, ger roj nebe jiyan ji nabe.
Gelo ma tenê yek mirov çawa dikare van hemû bedewiyan di xwede bide jiyankirin? Lê ger mirov hêza xwe ji rojê bigire dikare jiyan jî bike û bide jiyan kirin jî. Reheval NÛDA jî yek ji van jinên pakrewane ku tenê hêza xwe ji rojê digire û dibe parçayek ji tirejên rojê.
Em dikarin bibêjin ku hevala NUDA yek ji parçeyên xwezayê ya herî bedew bû. Ji ber gelek ji xwezayê, bi taybet jî ji axê hezdikir. Ji ber vê heskirina xwe her tim pêre mijûl dibû. Mîna ku hemû hêza xwe ji axê bigire, bi heskirineke bêhempa û bi eşqeke mezin bi xwezayê re ango bi axêre mijûl dibû. Em dikarin bibêjin ku hevala NÛDA bi xwezayê re di nava ahengekê de bû. Lewra dema mirov jê hezbike û biparêze, xweza jî, ji mirov hezdike û di himbêza xwe de diparêze. Mîna dayikek zarokê xwe biparêze. Ji ber vê dayik xwezaye, ji me re. Hevala NÛDA jî, yek ji zarokên vê dayikêye. Zaroka dayikê xwe a bi coş û pak e. Hevala NÛDA ji ber xwezayê hesdike, ji mirovan jî hezdike û jê re rêz digire. Ji ber dizane ku hêza heri mezin mirov bi xwe ye. Ji ber vê bi hêza mirovan pir bi bawer bû û pir jî giring di dît. Tiştên herî baş û xweş para mirovan didît. Tiştên nebaş û xirab jî mîna îxaneta li cevherê mirovahiyê di dît û pêre tekoşîn dikir. Lê tevî van hemûya jî ji mirovan gelek hesdikir î pê re jiyan parvê dikir. Yek ji taybetmendiyên heval NÛDA yên sereke jî hezkirina kedê bû. Em dikarin bêjin kedkareke mezin bû hevala NÛDA. Di mijarê ji gelê xwe re xizmet kirinê de jî her tim peşengtî dikir û ev yek ji xwe re weke erkeke sereke didît.
Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de taybetmendiyên takekesiya civaka ehlaqî î polîtik bi rengeki heri baş jiyan dikir û dida jiyan kirin. Di jiyana xwe de jî xwedi sekneke bi çand û xwediyê exlaqekeki baş bû. Ji ber xwediyê van taybetmendiyan bû li derdora xwe de jî ev sekin dida avakirin. Ji bo vê em dikarin bibejin heval NÛDA navnişana çanda exlaqê şoreşgeriye. Her wiha heval NÛDA xwediyê kesayeteke pir paqij, durust û giredayi nirxandibû. Lewra Rêber APO digot “ NÛDA mina melekeyê”. Yani kesayetiya hevala NÛDA şibandiye kesayeta melekan. Tê zanin ku melek di navbera xweda û civakêde kesayetiya heri paqij qasidê xwedaye. Tiştên ku pediviyê civakê pê heye ku ji aliyê xweda ve tê gotin bi rengeki heri baş digihine civakê. Her wiha di kesayetiya melekan de paqijî, girêdan û exlaqê baş di asta heri bilind de ye. Ji ber van taybetmendiyan civak ji wan bawer dike û wana mina temsila başî û paqijiyê dibîne. Melek ne ji bona xwe ye, jibona civaka xwe ye. Di heman demê de kesayeteke xwe fedayê gele xwe kiriye. Tenê armanceke wê heye, ev jî, ji civak û mirovahiyê re xizmet kirine.
Dîsa di kesayeta hevala NÛDA de hêza wateyê pir bilinde, wate dide her tiştî û dixwaze her tiştî wate jê derxe. Ne pir gotin, jê re pir xizmet kirinê esas digire. Di vê wateye de kesayetiyeke çêkiri hevala NÛDA. Mina Rêber APO jî dibêje “ya giring ew e ku mirov wateyê bide her tişteki”. Heval NÛDA jî ev rastî pir baş fêm kiribû. Ji ber vê jî rast jiyan kirin mîna pîvanekê digirt dest. Bi wate jiyan kirin nirxên mezin bi xwe re tine.
Her wiha hevala NÛDA parêzvana nirxên civaka Kurd e. Ji ber vê çendê derdikeve çiya di qadên herî dijwar de tekoşîne dimeşîne. Mîna jineke serhildêr di nava lêgerîna rastiya jiyana azad de ye. Ji ber vê di xeta parastina rewa de bi biryarbûn her ku diçe tekoşîna NÛDA xurttir dike. Bi taybet jî mîna jineke kurd derketina çiyan û tekoşina azadiyê bi rengeke heri dijwar meşandin bedelê gelek giran dixwazê. Bêgûman ji bona nirxên civaka bi exlaq û politîk bên parastin. Pêdivî bi tekoşineke dijwar a jinan heye. Ji ber afirinerê jiyanê jin e. Heman deme de jiyanê jî diparêze. Parastin jî hêz dixwaze. Navê wê yê din ji parastina cewheriye. Di heman deme de ji bona cewherê civakê bê parastin jî pewistî bi vê tekoşinê heye. Reheval NÛDA jî ji bona ev nirx bê parastin her tim tekoşîn da û ji vê tekoşinê re peşengtî kir. Mîna gerîllayeke jin jî dema li Zagros û Botanê bû li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşineke bê hempa meşand û li hemeberî xeta nijadperest û xiyanetkar li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşîn kirin misoger kir. Bi coş û berpisyariyeke mezin tevgeriya, û rêhevalên xwe jî tevger kirin. Ji ber herî zêde mîna jin pêdiviya me bi xwe parastinê heye. Hevala NÛDA jî ev rastî mîna pîvan girt dest, wusa jî nezik bû. Ji bona mirov karibe bibe şervaneke xeta parastina rewa ango karibe bibe şervan û rêhevalê hevala NÛDA. Pewistî bi hezkirina çiya li hemberî hemû zor û zehmetiyan amade bûn bi rengeki bê hesap xwe feda yê gelê xwe kirin û di hêla birdozîde jî pedivî bi kûrbûn û lêhûrbûnê heye. Bi van taybetmendiyan jî li hemberî her rengê şerê taybet bi serkevin pedivî bi hişyariyeke mezin heye. Ji bona em serkeftina xwe misoger bikin jî pewistiya me bi her rengê xwe yê parastinê heye.
Mîna rêhevalên hevala NÛDA mirov dikare gelek tiştan ji bona heval NÛDA bêje û binivîsê. Lê ji pir tişt gotin zedetir bi heval NÛDA re jiyankirin bersivbûna herî raste. Di jiyane de ji jibona hevala NÛDA qanûna herî mezin jiyana azad bû. Lewra ji derveyî jiyana azad tu jiyan ji xwere qebûl nedikir. Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de, li hemberî rastiya qomploya navnetewî di xeta Rêber APO de bilindkirina xeta berxwedanê û li dijî her rengê tesfiyekarî yê xurtkirina tekoşina partibûyinê daye jiyan kirin û ewê bide jiyan kirin.
Ger mirovek di kesayeti ya xwe de van hemû taybetmendiyan jiyan bike û bide jiyan kirin tiştekî em li ser zede bikin namîne. Ji ber van ji bona civakê erka xwe ya peşengtiyê pêk aniye. Mîna jin ji bona jina Kurd û jina Rojhilata Navîn bûye nasname û navnîşana jina leheng. Em jî mîna rêhavalên hevala NÛDA yên gerillayên jin ji bona ku em nikarin qasî ku tê xwestin jiyan nakin û nikarin bînin ziman. Em leborîna xwe ji hevala NÛDA û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dixwazin. Lê em bi biryarin ku tekoşina azadiyê bibin serkeftinê û hevditinekê rast bi Rêber APO re saz bikin.
Hevala te yen Tekoşinê
- Ayrıntılar
Agir di civaka Kurd de xwedî cihekî pîroz e. Ji ber ku mirov bi îcada agir, ji tariyê derdikeve ronahiyê. Weke av û bayê, ew jî xwedî nirxekî mezin e. Ji ber vê yekê gelê Kurd di her pîrozbahî û şahiyên xwe de agir hildike û li dora agir dîlan û govendê digere. Ev jî nîşana kêf, şadî û bexteweriya ku gelê Kurd tê de jiyankiriye. Her weha navê Zerdeşt jî di nava civaka Kurd de xwedî cihekî pîroz e. Ji ber ku ew pêxemberê gelê Kurd û gelê Arî ye. Lewre gelek ciwanên Kurd navê wî li xwe kirine û xwestine ku bi hizr û hişmendiya wî ya mirovperwer bibin yek û bi felsefeya wî, xwe ji tariyê bigihînin ronahiyê.
Hevalê Zerdeşt jî yek ji van hewariyên wî, yên ku xwestine li ser şopa wî bimeşin û pêşengiya gel û mirovahiyê bikin. Her weha xwe ji vî gelî re bikin pir û mertal. Li gorî vê yekê, wî xwest ku vê rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj ji serdema dayiksalarî û çanda xwedawenda ya ku li gundan û di nava xwezaya pîr û pak de despêkiriye û bi berhemên dayikan xwe xemilandiye. Ji ber vê yekê berê xwe daye çiyayên ku mirovahî ji wê derê despêkirî. Lê vê carê wî xwe bi fikr û ramanê Zerdeştê hemdemî, Rêber APO û felsefeya azadiya mirovahiyê û xwezayê amadekiriye. Rêwîtiya wî jî ji Çiyayê Qereçox berbi Zagrosan ve, ango berû welatê agir û rojê ve despêdike û xwe ji nû ve vedrêse.
Di nava refên şoreşê de tişta herî zor û zehmet ewe ku mirov ji hev qutbibe. Her çiqasî em ji vê yekê re nabêjin qutbûn, ji ber ku şehîd her tim di hizr û bîrên me de bê mirin in. Lê dema mirov li ser jiyana wan dipeyîve an jî wan bibîrtîne, ji nû ve û weke şûna birînan, xwîn jê diherike û jandide. Lê heger mirov van şehîdên ku navê xwe li ser dilê milyonan kolane û bûne stêrkên geş li asîmanê welêt bi bîrneyîne, hîn bêtir jana van birînan mazintir dibe. Ji ber ku ew mirovên her gav zindîne, bê mirinin û gereke her gav werin bi bîranîn.
Hevalê Zerdeşt yek ji wan hevalên herî bêtir ku ez pê bandor bûm û di tevlîbûna min ya li nav refên PKK’ê de, xwedî roleke mezine. Di despêka sala
Di despêkê de şehîd Gever bi min re axivî. Li gorî ku ez piştre ji hevalan fêrbûm, hevalê Zerdeşt dixwest ku di despêkê de hevalê Gever bide axaftin. Ji ber ku ew demekbû têkiliyê gel û gêrîla ji hev qutbûbûn û heval nema dihatin wan deveran. Lewre gelê wê heremê zû bi zû bi her tiştê heyî bawernedikir. Li gorî vê yekê hevalê Gever axivî û ji min re got: “ez birazavayê te me”. Lê min ji gotina wî bawernekir û min jê re got; heger rastbe ka navê herdû birayên xwe yên mezin û yê navê bibêje. Ji ber ku dijmin jî gelek tiştên xirab bi navê gel dikirin û ev yek dibû sedem ku di nava gel de jî bê baweriyekî wisa derkeve. Piştî ku me ji hevdû bawerkir, hevalê Gever got: “ezê kesekî rêkim cem te, ji bona ku tu pêre were gel me.” Di wê navberê de û hîn demjimêrek derbas nebibû, min hew dît ku vaye kesek hat û ji min re got: “ez hatime te bibim cihekî.” Bi vî awayî ez pêre çûm û me berê xwe da gundekî û em derbasî malekî bûn. Di despêkêde ez birim odeyekî vala, piştî wê bi demekî kin hevalê Gever bi tena xwe hate gel min. Lê dema ku hevalê Gever destê xwe berû min dirêjkir û xwest ku silavê bide, min destê xwe bi şûn de kişand. Ji ber vê yekê ew jî matmayî ma. Lê min pertekên xwe raberkirin û min jê re got: Ez çi zanim? Belkî tu reviyayî, belkî tu ji hevalan qutbûyî, wê demê ne ez destê te digrim û ne ez silavê didime te.
Dema ku min ev yek got: Wê gavê ew hîn bêtir şaşbû û hema ji hundirê odeyê derket û çû. Piştî derketina wî ji odê bi qasî du –sê xolekan, min hew dît ku sê – çar kes bi hevre derbasî odêbûn. Ew heval hemû jî niha şehîdketine, her çar hevalên ku hatîn gel min ev bûn; Hevalê Zerdeşt, Sînan, Bextiyar û hevalê Gever bû. Hevalê Sînan bi eslê xwe ji Batmanê bû û hevalê Bextiyar jî ji Wanê bû û dibû mirovê hevalê Ş. Qortayî. Ew her çar heval bi hevre derbasî gel min bûn. Naskirina me ya despêkê bi vî awayî bû.
Me li wê derê bi qasî demekî bi hevre danûstandin kir, pêwîstiyê wan yê heyî jî, me pêkanîn. Piştî wê ez û hevalê Zerdeşt û hevalê Gever ji wan hevalên din cudabûn û em çûn cihekî din û me nîqaşa xwe berdewamkir. Hevalan wê çaxê li ser pêngava 1’ê Pûşperê bi min re axivîn û hemû rexên vê pêngavê ji min re ravekirin û gotin; “pêwîst e ku em di 1’ê Pûşperê de çalakiyekê bikin.
Li ser vî bingehî min ji wan re çar cihên ku mirov dikare li ser wan çalakiyê bike destnîşankirin. Li gorî vê heger ku yek ji wan nebe, me dikarî em li ser ya dîtir bikra. Lê min ji wan hevalan re da xuyakirin ku dem dernge û em nikarin pêre bighêjin ku çalakiyê bikin. Hevalan jî got; em pêşî biçin bibînin, piştî wê heger ku rojek du rojan çalakî dereng bikeve jî ne pirsgirêke! Bi vî awayî em çûn û me keşfa çalakiyê kir. Min ji dûrve ji wan re nîşanda, lê ew hîn bêtir nêzîkî cihê çalakiyê bûn û piştî wê bi demekî, me xatirê xwe ji hev xwest û min berê xwe da malê. Lê min ji wan re got; ezê sibe hîn bêtir keşfa wê derê bikim û ji bona ku bêtir bibe qelebalix, bi vî rengî emê çalakiyeke xweş bikin. Dema ku min derdorê cihê çalakiyê keşfdikir û bi qasî demekî ez ji wî cihî derbasbûm, min hew dît ku ew der tevlîhevbû û ji her deverê dengê çekan dihat. Li nêzîkî cihê çalakiyê, dawetek jî hebû, dema çalakiyê despêkir, qîrewîrê polîsan bi ser dengê dawetê diket. Tişta di wê derê de herî zêde bala min kişandî, ew bû ku, hevalan baweriya xwe nedane yekî ji me û ji bona xwe çalakî bingeh girtin. Bi rengekî ku min wisa hîskir, wan ez jî xapandim û çalakiya xwe kirin. Ji ber ku wan bi çend kêliyan zû dest bi çalakiyê kiribana, wê guleyên çekên wan li min jî biketana.
Bi wî rengî hevalan çalakiya xwe bi serxistin û di encamê de polîsek hatibû kuştin û dudu jî birîndar bibûn. Lê narinceyên ku hevalan avêtin di hundirê panzêrê de, neteqiyabûn, dema ku ew jî teqiyabana, encamê çalakiyê wê hîn mezintirbana. Çalakiyê bi qasî çend xolekan berdewamkir. Piştî wê bêdengî li her deverî serdest bû. Di wê navberê de û bi qasî demekî, piştî wê bêdengiyê, maşîneyên leşkerî ketin nava liv û tevgerê û rêyên çûyîn û hatinê li hemû taxan girtin. Lê cihê ku heval biçinê me beriya wê eşkere kiribû, ji ber vê yekê min dizanî ku wê heval biçin ku derê. Li gorî vê çendê emê çawa hevdû peydabikin, ev xal hemî, berî ku çalakî despêbike hatibûn zelalkirin.
Bi qasî demeke kin, min xwe mijûlkir û piştî wê ez ketim rê. Dema ku çalakî bi dawîbû, çend dayîkan deriyê xaniyê xwe vekirin, her weha ji yên ku di kolanê re derbasdibûn, pirsdikirin, çibûye çi nebûye? Hevalê Zerdeşt wê çaxê ji dayîkê re dibêje: “leşker û polîs bi nava hev ketine û di encamê de çawîşekî pispor û leşkerek, mirine û hinek ji wan jî birîndar bûne. Wekî din jî tiştek nîne, hema derbasî hundir bibe û qet serê xwe bi van meseleyan nêşîne.” Piştî çalakiyê me hevdû dît û em bi qasî demeke dirêj bi hev re man û piştî wê heval ji herêmê derketin. Di despêkê de şehîd Sînan û Ş. Gever derketin û pey re jî Ş. Bextiyar û Ş. Zerdeşt çûn. Careke din şehîd Gever û Ş. Bextiyar zivirîn, dem êvarbû û hinek karê me jî hebû. Ji bona ku em keşf û amadekariya çalakiyên nû, yên ku milê wan yên teknîkî mabûn, bikin, em li benda fermana hevalan bûn. Di navberê de telefûn ji şehîd Gever re hat, yê ku pêre daxivî jî şehîd Zerdeşt bû, min ji dengê wî zanî ku ewe; ji hevalê Gever re got “pêwîste tu bi lez ji bajêr derkevî, ji ber ku ezê îşev bikevim bajêr.” Dema ku hevalê Gever xwest fêrî meselê bibe, hevalê Zerdeşt bersiva wî da û jê re got, “her tişt li ser telefûnê nayê gotin.”
Bi vî rengî hevalê Zerdeşt got: “hinek karê min bi qasî şevekî-dudiyan heye û jê wê de ezê ji bajêr derkevim.” Bi vî awayî hevalan xwe amadekirin û ji bajêr derketin. Ji ber ku hevalan mala me pir bi kar tanîn, şehîd Zerdeşt û hevalên ku pêre, ji bona cihê malê neyê naskirin nehatin mala me. Ez jî piştî wê zivirîm malê û sihara din jî ez çûme dikanê. Lê min pir mereqdikir ka mesele çawa bû, çi bû çi nebû? Di wê navberê de min hew dît yek ji wî cihê ku herdû heval, ango hevalê Zerdeşt û Heyder lê şehîdketîn hate gel me. Di wê şevê de her sê heval ketibûn bajêr, lê hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder, hevalê Sînan li cihekî din hiştibûn û wan herdûyan berê xwe dabûne cihê çalakiyê.
Ew kesê ku hatî, ji me re got: Me hevalê Zerdeşt bi çavan dît ku li ser maşîna leşkeran bû û ew berû baregeha leşkerî dibirin. Dema min ev yek bihîst ez pir şaşbûm û min xwest ku hîn bêtir ez meselê fêrbibim. Li gorî saloxa ku gihiştî destê me hevalan li gundê Wezîrava çalakî kirine. Di encamê de hevalê Zerdeşt û hevalekî din şehîd ketine û cenazê hevalan li maşîna leşkerî kirine û berû tabûrê birine. Piştî min ev mesele bihîst, min di cih de telefûn ji hevalan re vekir û ji wan re rewşa heyî da xuyakirin. Lê min ji wan re jî got ez rastiya vê meselê baş nizanim. Li gorî tişta min bihîstî ev e. Lê piştî demekê, hevalan bersivdan û gotin; raste, dibe ku heval li wê derê bin. Piştî wê em fêrbûn ku ew milîsê navê wî Hemze, yê ku bi me re kardikir, ewî bêbextî li hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder kiriye.
Her çiqas ez û hevalê Zerdeşt demekî kin bi hevre man, lê li gorî vê dema kin ya ku em bi hev re mayîn jî, min di kesayeta wî hevaltî û gelek taybetmendiyên cuda dîtin. Ji ber ku ew li cihekî nedisekinî û her gav di nava liv û tevgerê de bû. Di demeke kin de cihê xwe di dilê hemû xelkên herêmê da çêkirin. Ji ber vê yekê şehadeta hevalê Zerdeşt pir bandorekî mezin li ser gel da çêkirin. Ew valabûna ji sala 1999’î despêkirî û heyanî salên 2003-2004 an berdewamkirî, hat dagirtin. Bi rastî bandoreke pir mezin li ser gel da çêkirin. Ji milekî din ve têkiliyên hevalê Zerdeşt bi gel re di asteke pir jorde bû û bandora wî pir li ser gel hebû.
Bi vî awayî ez dixwazim li ser bandora hevalê Zerdeşt ya ku li ser gel dayî çêkirin bi rêya vê bîranînê bi we re parvebikim. Li wê devera ku hevalê Zerdeşt lê şehîd ketî, dayîkek pîr hebû û ew jî pir bi hevalan ve girêdayî bû. Bi teybet bi hevalê Zerdeşt ve gelekî girêdayî bû. Ji ber vê yekê dema ku hevalê Zerdeşt diçe mala wê dayika pîr;di serî de gorên hemû hevalan bi kotekî ji lingê wan datîne û her yekî ji wan gorekî nû dide wan. Gora hevalê Zerdeşt jî li gel xwe dihêle û bi rengekî saxlem diveşêre. Di despêkê de min bi vê meselê nizanîbû, lê piştî salekî dudiyan, ango piştî şehadeta hevalê Zerdeşt, ez rojekî derbasî mala wê pîrê bûm, wê gavê ji nû ve ez bi vê meselê hisyam. Her çiqas ku ew gorê hevalê Zerdeşt yê ku wê pîrê hilanî, diryayî jî bû. Lê dema ku ez derbasî mala wê dayikê bûm, ji min re sendoqek vekir û di hundirê sendoqê de jî, girêdestekî pêçayî vekir, di hundirê wê de buxçikek tiştên wan yên taybet jî hebûn, di nava wê buxçikê de desmalek hebû, wê dayîkê goreya hevalê Zerdeşt kiribû di nava wê desmalê de.
Dema ku min ev yek dît, pir bala min kişand û min ji wê dayîkê re got: “ger ku goreyekî nû bana jî minê wate bidayê, lê te çima ev goreya qetiyayî rakiriye.” Lê dayîkê bersiva min da û got: “dibe ku ji bona te goreyek diriyayî be, lê ew li ba min xwedî wateyekî cudaye. Ji ber ku dema ez her roj vê desmalê vedikim û goreya hevalê Zerdeşt dibînim, wê gavê şehîd Zerdeşt tê ber çavê min û ez wî dibînim, mîna ku li gel min be.
Şehadeta hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder di encama bêbextiyekî de, bandorekî mezin li ser gelê wê herêmê da çêkirin. Piştî şehadeta wan herdû hevalan, malbata hevalê Heyder hatin û cenazê hevalê Heyder birin. Lê cenazê hevalê Zerdeşt yê ku ji rojavayê Kurdistanê, bajarê Dêrika Hemko(gundê Qereçox) bû li wê derê ma û xelkê wê deverê lê xwedî derket û ew sipartin xaka pîroz.
Em bi qasî 28 kesî di merasîma definkirina cenazê şehîd Zerdeşt de amadebûn. Yek ji wan kesên amade jin bû û 27’ê din jî zilambûn. Ji me kesên ku li wê derê amade 14 kes katin dadgehkirin û 14 de jî bê dadgeh hatin berdan. Lê piştî wê eşkerbû ku dijmin li me jî digere. Ji ber vê yekê em jî piştî wê bi salekî derketin. Min wê çaxê ji xwe re digot qey bandora hevalê Zerdeşt tenê li ser gelê Geverê hebû, lê rojekî ez derbasî Bajarê Şeledizê bûm, yê ku dikeve Kurdistana Başûr û ez derbasî malekî Ertîfî bûm, ew malbat jî ji gundê Ertîf koçî wê derê bibûn, dema ku em di hundirê odê de rûniştîbûn, di wê navberê de zarokek li wan derdoran ji xwe re dileyîst, min ji wî zarokî pirsî ka were gel min, navê te çiye? Lê hew min dît bapîrê wî bersiva min da û got: Navê wî Zerdeşt e. Min got mamo xêre çima navê wî Zerdeşt e! Ji min re got bira, dev ji vê meselê berde ev meselekî dûr û dirêj e. Piştî wê ji min re got: We geveriyan îxanet li Zerdeşt kir û we nekarî ku hûn wî biparêzin û we da kuştin.
Ji ber vê yekê û piştî ku hevalê Zerdeşt şehîd ket, her çiqasî em misilmanin jî, lê ji ber ku bandorekî wî li ser me hebû, min navê wî li neviyê xwe kir. Wî kalî stranek jî li ser havalê Zerdeşt çêkiribû. Min jê birsî ma te ew nasdikir? Wî ji min re got; tenê min sê - çar caran dîtibû û me du caran bi hevre suhbet kiriye. Lê wî bandorekî mezin li ser min da çêkirin. Kalo dest bi strana xwe kir û di hundirê strana xwe de jî behsa çiyayê Cîlo û Çarçêla jî dikir. Ji milekî din ve jî behsa îxaneta di hundirê Geverê de, ya ku hatî kirin û ji ber vê yekê jî çiyayê Cîlo û Çarçêla ji Geverê dixeyidin û jêre digotin we hevalê Zerdeşt neparastiye.
Her çiqasî ez û hevalê Zerdeşt demekî ne dirêj jî bi hev re man, lê piştî şehadeta wî û bandora ku li ser gel dayî çêkirin, vê yekê li ser min bi taybet jî, bandorekî mezin da çêkirin û min rastiya kesayeta wî ji bandora ku li ser gel dayî çêkirin hîn bêtir naskir û ez dikarim bibêjim ku tevlîbûna min ji nava refên PKK’ê re jî bi bandora şehadeta hevalê Zerdeşt bû. Ji ber ku wî bi jiyan û kesayeta xwe ya berxwedêr heyanî roja ku şehîd ketî jî, bandorekî mezin li ser gelê Geverê hemûyan da çêkirin. Ji ber vê yekê gelekan li ser wî stran û helbest hûnandin. Yek ji van kesên ku helbest li ser hevalê Ş. Zerdeşt hûnandî navê wî Newzed bû. Ewî li ser hevalê Zerdeşt û bi taybet li ser gundê Wezîrava, yê ku hevalê Zerdeşt li wê derê şehîd ketî, helbestek hûnandibû û di helbesta xwe de weha dibêje:
Ey Wezîrava
Îşela tu xerabibî û tucaran nebî ava
Keçê te xêliyê xwe girênedin
Û
Xortên te nebin zava.
Reşo Gever
- Ayrıntılar
Dibe ku gelek rexên jiyana gerîla neyên naskirin. Ji ber vê yekê gelek kesayetiyên afrêner û xuliqkar jiyana wan naye naskirin. Lê şûna ku mirov dihêle li ser rûpelên dîrokê, bi tena sere xwe rastiya vê jiyanê bilêvdike û tine zindî dihêle. Mîna birûskan her tim bi dengvedana xwe mirovan ji xewa mirinê şiyardike. Ango mirov dikare bibêje ku pêşbaziya mirin û jiyanê ji nû ve destpêdike û cenga azadiyê li her qadê govendê digerîne. Lê tenê heskiriyê jiyana azad û bihêvî dikarin li ber xwe bidin û di vê tekoşînê de biserbikevin. Ji ber vê yekê her mirovê azadîxwaz bi tîrêjin rojê remanê xwe ronî dike û bi tîna wê giyanê xwe avdide. Lê yê ku vê rojê nebîne û bi tîna tîjikên azadiya vê rojê nehise. Nikare bibe rê hevalê vê tekoşînê û nikare mirovatî û heskirina mirovan di hindirê dilê xwe de bihewîne. Tenê yê ku dikare li dengê dilê xwe guhdarî bike, dikare bibe rê hevalê vê şoreşê û dikare cihê xwe di nava vê rêwîtiya dem dirêj û zor de bigre û bi giyanê xwe yê pakrewan cîhanê bi tevahî hembêzbike. Di wê demê de mirov dikare bibe xwediyê vê jiyanê û weke stêrkekî her tim geş û tijî coş, heyecan û ronahî di ezmanê dilê her mirovekî azadîxweazde biçirise.
Weke ku tê naskirin bajarê Dêrika Hemko û bi taybet herema kuçeran, heremekî naskiriye bi tekoşîn û welatparêziya xwe ya ku xwedî cihekî taybete di dîroka tekoşîna bizava PKK’ê de. Ji ber vê yekê dema ku em vegerin salên destpêkê ji tekoşîna bizavê li qada Başurê Rojava. Bê guman emê şert û mercên xebat û tekoşîna gelê me yê ku li wî parçî dijî nasbikin.
Ango mirov dikare bibêje, hemû qezencê ku me di wan qadan de bi dest xistî. Di serî de bi ked û tekoşîna Serok APO û bi xwîna hezarê şehîdan gihiştiye van rojan. Ji ber vê yekê dema ku em herema koçeran di navbera salên 1989-1990î û heyanî salên 1991'an, ango çaxên ku ji nû ve remanê bizava PKK’ê li başurê rojava belavdibû û demarê xwe di hindirê xaka vî beşî de belavdikir. Her tişt ji bona Kurdê başurê rojava nû bû û pir bala gel dikşand. Dibe ku gelek bizav û tevgerên kurdan derketibin holê û bandora xwe heyanî astekî li ser gel dabin çêkirin. Lê bi qasî ku bizava PKK’ê bandora xwe li ser başurê rojava dayî çêkirin, tu bizavên din nekarîn wê bandore çêbikin.
Ji ber vê yekê di serî de dema ku em li ser herema koçeran rawestin, em dikarin bibêjin ku ev herem heremekî ji hemû heremên li başurê rojava heyanî astekî cudaye. Ji ber ku heremekî jiyana xwe û debara xwe li ser çandinî û xwedîkirina heywanan e. Lewra gelê wê bi ked û xwîdana xwe dijî û asta xizaniyê jî li vê deverê pir li pêş e. Ji milekî din ve jî mirov dikare bibêje ku ji ber siyaseta ku pergala serdest li ser heremê dimeşîne, ji xelkê vê deverê bi qasî 300000 hezar heyanî nehajî bê nasnamene û ji wanre tê gotin ejnebî ango biyanî.
Di salên di navbera salên 1990î û heyanî sala 1992 mirov dikare bibêje ku hêza tekoşîna pKK’ê xwe gihande astekî herî jor de û xwe li her deverê başurê rojava bibandorkir. Hevala Tolan (Dîlan) jî naskirina wê di wan salan de ji bizavê re çêdibe. Li ser vî bingehî û ji ber ku malbata hevala Tolan bi xwe jî malbateke welatparêzbû. Ev yek ji tevlîbûna hevala Tolan re dibû destekeke herî mezin. Malbata hevala Tolan malbatekî xizanbû û wan jî weke hemû xelkên deverê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina heywanan dikirin. Ango mirov dikare bibêje ku malbata hevala Tolan malbateke welatparêz bû û girêdayî rêxistinê bû.
Hevala Tolan di nava malbateke wisa de çavê xwe li dinyayê vekir. Tekoşîn û xwendina xwe bi hev re dida meşandin û xwendina xwe heyanî dibistana amedayî dewamkir. Dema ku Hevala Tolan derbasî bajarê Dêrikê bû ji bona xwendina xwe temambike. Hevala Tolan di ber xwendina xwe re kar û xebatê gel jî dida meşandin. Ji perwerda şagirtin dibistanê bigre û heyanî qumîtên taxa û xebatên çandî û hunerî jî dida meşandin. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hevala Dîlan ne mîna hemû şagirtên dibistanê yên ku tenê bi xwendin û dibistana xwe ve mijûldibû û hayê wan ji bayê felekê jî nebû. Lê belê hem karê dibistanê û hem jî kar û xebatê şoreşê jî bi hevre dida meşandin. Ji ber van teybetmendiyên ku hevala Tolan pê dihate naskirin pir ji milê gel ve dihate naskirin û heskirin.
Di sala 1992'ê de hevala Tolan derbasî Ekadimiya Mezûm Qurqumazbû û tevlî perwerdeyekî bû. Piştî ku hevala Tolan dewra xwe ya ekadimiyê temamkir, derbasî qada şer bû. Dem ku derbasî qada şer bû, şerê me û yê îxanetê li dar bû. Ji ber ku li herdeverî şer û pevçûn dihatin jiyankirin û derfetên heyî dest nedida hevalên ku nû derbasî qada şer dibin hemû pêdiviyên wan ji cil û bergan pêkwere. Ji ber vê yekê piranî hevalên heyî cilê wan yê leşkerî nebûn û gelek ji wan hevalan hîn çek negirtibûn. Ji lewra dema ku ev yekîne bi hêzên îxanetkar re dikevin di nava şer û pevçûnê de, dikevin dest. Lê ji ber ku henek mirovê hevala Tolan di nava PDK’ê de hebûn û wan hevala Tolan nasdikirin, bi rengekî cida nêzîkî wê dibin. Hevala Tolan derdorî 40 rojan dimîne di hindirê zindanêde, di dema zindanê de hevala Tolan û hevalên ku pêre heyanî demekî çalakiyê dikin û dev ji xwarê berdidin. Ew kesên ku hevala Dîlan nasdikin jê re dibijin, ji ber ku tu mirova me yî emê te berdin. Lê hevala Tolan dibêje, eger ku hûn me hemûyan bernedin ez bi tena xwe dernakevim.
Ji ber hewildana hevala Tolan, hêzên PDK’ê mecbûr dimînin ku hemû hevalên din jî berdin. Bi vî awayî wan hevalan, derbasî milê başurê Rojava dikin û wan li wir berdidin. Hevala Tolan heyanî demekî li malê dimîne û jê bi şûn de derbasî cem Serokatiyê dibe. Heyanî demekî li cem Serok dimîne û dewreyekî din a Akadimiyê dibîne û ji boan meşandina xebatê gel, derbasî herema cizîrê dibe. Di wê navberê de perwerda xwe ya bijîşkiyê jî dibîne. Bi vê rewşê heyanî 1993'ê de hevala Tolan cihê xwe di nava xebatên gel de digre. Di sala 1993'ê de hevala Dîlan derbasî milê Botanê dibe. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hevala Tolan di destpêka tevlîbûna xwe de di gelek zehmetî û tengasî jiyankirin. Lê bi bawerî û girêdana xwe ya mezin bi serokatî û şehîdan re, di dawiyê de xwe gihande armanca xwe û hemû engelê li pêşiya xwe yek bi yek şikandin.
Piranî cihê ku hevala Tolan lê mayî û xebat lê dayî meşandin qada Hekarî û Beytulşebab bû. Hevala Tolan cihê xwe di wan hereman de digirt û bi xwe re gelek pêşketinên mezin dane avakirin. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku hevala Dîlan bi van teybetmendiyên xwe yên cuda, cihekî xwe yê di dilê her hevalekî digirt. Ji ber ku hêza wê ya coş, heyecanê pir li pêş bû û dema ku bi ser karekî ve diçû, bi dilê xwe û ji ber xwe bi serde diçû. Ji milekî din ve jî, ew di her karê xwe de serkeftî bû û ji derveyî serkeftinê ji bona xwe nedipejirand. Bi kerê xwe yê leşkertiyê re, xebatê bijîşkî jî dida meşandin. Piştî wê û dema ku yekîneyekî hevalên jin derbasî qada Garisan bû, ew heval jî di nava wê yekîneyê de derbasî wê qadê bû. Em jî wê çaxê li wê heremêbûn û baş tê bîra min dema hevala Tolan wê çaxê berpirsyarê yekîneyekî bû. Ew yekîna hevalên jin di wê Zivistanê de li cem me li qada Garisan disekinî. Piştî wê û bi hatina Buharî re careke din derbasî qada Hekarîbûn û bi guhertinên ku di her Buharê de çêdibin û di navbera salên 1996- 1997 de ew heval derbasî qada Gabarêbû.
Hevala Dîlan heyanî Payîzê li herema Gabarê xebat dane meşandin. Lê rojrkî ji wan rojên Zivistanê dema ku baran dibariya, yekîneya hevalên jin berê xwe didine şikeftekî ji wan şikeftê li wê derê heyî. Di wê navberê de û dema ku heval daran kom dikin û dixwazin agirekî hilkin û xwe li ber ziwa bikin. Lê dema ku agir hildibe û hemû heval jî li derdorê agir dirûnin, narinceyekî di nava agir de diteqe û parçek ji wê narinceyê li serê hevala Tolan dikeve. Di encamê vê yekê de û piştî demekî hevala Tolan şehîdikeve.
Meş û tekoşîna hevala Tolan (Dîlan) di nava şoreşê bi serê xwe şoreşeke di hindirê şoreşê de bû. Her cihê ku hevala Tolan lê kar û xebat dayî meşandin, cihekî xwe yê cuda di dil û mejiyê gel û hemû hevalan de dabû çêkirin. Ji milekî din ve jî mirov dikare bibêje ku hevala Tolan û bi hêza ku ji Serokatî, şehîdan û gel girtî. Di her warê jiyanê de xwe gihande astekî herî bilind û bi kesayeta xwe ya azad û bigiyanê xwe yê pakrewan bû deng û vîna her jineke azadîxwaz û her mirovekî welatperwer.
Bahoz Koçer
- Ayrıntılar
Ev car ne li derdora Dîcle, ji bilindahîya çiya, dengê geş tê. Bi nalîn û bi newala dikeve.
Ev car li ser kaniya Firat tê, ew dengê zelal û bi bandor ku geş tè u nalîn bi niwala dikevè, mişênî bi newal û mesîla dixe.
Ev car ne li bilindahiya Botan, Gabar û Cûdi ye, li bilindahiya çiyayê Bingola şewitî, li ser bilindahiya Bandozê, ku çirûskê Bêdewê, Kelêşe ronahî bi azmana dikeve.
Ev car ne şirşira xwîna çeleng û egîdê diherike ser ava Dîcleyê.
Ev car di dirêjî ser çavkaniya Firat, Perî ku ji xwîna mêrxasan rengê avê sor dibe.
Ev car ne Gabare ku fir fira çûk û reva pezkoviyane ku ji çiyayê bizina tê û ji ber tengê tifingan lehengan xwe didin alî.
Ev car ew çûk û pezkovî li Newala Perî û li Şehid Xebat in. Ji dengê çirûsk û çapiliyê direvin.
ev car li serkanîye Firat tè, ew dengè zelal u bi bandor, ku mişènî bi niwal u mesîle dixè,
Ev car ne germahiya şer û qîrê Hogirê Bota ye, ku berfê dihelîne, kulîlkê beroj û zinarê çiyayê Botaye.
Ev car dengê Hogirê çiyayê Bîngolê ye, ku germahiya şer û qîra xwe li derdora Bandozê berf helan û kulilk vekir.
Ev car ne dengê lehengê Bota Kendal, Aydin, Serhildan, Silav û Sorxwînê ye, ku bangawaziya serxwebûn û azadiyê bûn…
Ev car dengê lehengê Bîngolê, Hemze, Necmî, Çiya, Bager û Şervana ye, ku bûne bangawaziya serxwebûn û azadiyê ye.
Ev car ne dengê şerê navsera çiyayê Gabarê ye, ku daristan dihejandin,
Ev car ev dengê şerê bilindahiya zozanê Bandozê ye ku gihayan dihejîne…
Erê Firat te jî xwîna şêrîn ji rihê min kişand û tevlî ava xwe kir da ku bigihîne ava Dîcle.
Erê Firat te jî wek Dîcle ava xwe sorkir bi xwîna van egîdan
Erê Firat te jî wek Dîcle ji me girtin, ji ber çavê me da wendakirin, ew delal û şêrînên li ber dilê me.
Erê Firat te jî wek Dîcle weşand û bir, ew pêlê daristan û kulîlkê me
Erê Firat te jî wek Dîcle ew dengê bilbilî bir nava qîrê pêlê xwe
Erê Dîcle û Firat, biqîrin û bêjin ji mirovahiyê re, ew berxwedan û awaza van hevala
Bêjin we xweşikbûna çav û rûkeniya wan hevalan
Bêjin ji zarokê xwe re ew tirsa ku xistine dilê wan dijmin û neyara
Bêjin ji dora xwe re ew çirûskê ber devê çekê xwe firîn nav stêrkên asîmana
Bêjin wê dilpaqijî û bawerî ya wan a bi serkeftin û azadiyê
Erê jibîr neke Dîcle… Jibîr neke Firat!
Wan dengên jiyanê, wan dengên azadiyê…
Jibîr nekin wan xweşikbûnên cîhanê…..
Haki Mardin (Gabar)
- Ayrıntılar
