HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêyên me Ronahî, Dunya, Bedirxan, Mahîr, Baran, Andok, Simko û Şahan bi hezkirina azadiyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hebûna xwe fedayê doza azadiya gelê Kurd kirin û bûn milîtanên fedayî yên Apoyî.

Bi îdeolojiya PKK’ê xwe jinûve afirandin û azad bûn. Hingî ku azad bûn û xurt bûn, her yek ji wan mîna stêrkekê biriqîn û di têkoşîna gelê me de bi rolên bêhempa rabûn. Dilê wan ji bo tevahî gelên bindest lê dida. Li her dera Kurdistanê bi fedayiyane têkoşiyan. Bûn hêviya bindestan û dengê mazlûman; li her goşeyeke Kurdistanê fedakariyên xwe kirin destanî. Bi sekin, tevlîbûn, jiyan û hevrêtiya xwe di dilê me de cih girtin. Bûn şopdarên Egîd, Bêrîtan û Zîlanan û weke lehengên hemdem ên gelê Kurd navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin.

Hevrêyên me Ronahî, Dunya, Bedirxan, Mahîr, Baran, Andok, Simko û Şahan bi îradeya xwe ya xurt tevlî têkoşîna dijwar a sala 2019’an bûn. Bi cesaret û biryardariyeke mezin têkoşîn bi fedayiyane mezin kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd xwe feda kirin. Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2019’an ku mîmarên ronahiya siberoja me ne, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em li ber bîranîna şehîdên xwe yên ezîz bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em soz didin ku bi hêza ku me ji wan girtiye armancên wan bi ser bixin û meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.

Li ser vê esasê em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


           

Nasnav: Ronahî Colemêrg

Nav paşnav: Gülcan Akdoğan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Ayşe – Kemal

Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Ronahî Colemêrg – Gülcan Akdoğan


           

Nasnav: Dünya Nerduse

Nav paşnav: Aşiret Aktaş

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Canê – Arif

Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Dünya Nerduse – Aşiret Aktaş


           

Nasnav: Bedirxan Qoser

Nav paşnav: Şervan Aslan

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Gülseren – Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Tebax a 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Bedirxan Qoser – Şervan Aslan


           

Nasnav: Mahîr Can Dîgor

Nav paşnav: Yahya Yürek

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dayik-Bav: Kandile – Rıfat

Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Mahîr Can Dîgor – Yahya Yürek


           

Nasnav: Baran Êlih

Nav paşnav: Rıdvan Turgut

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Raziye – Said

Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Baran Êlih – Rıdvan Turgut


           

Nasnav: Andok Jîrkî

Nav paşnav: Aydın Özdemir

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Hanım – Muzaffer

Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Andok Jîrkî – Aydın Özdemir


           

Nasnav: Simko Tolhildan

Nav paşnav: Riza Sofî

Cihê jidayikbûnê: Kotol

Dayik-Bav: Xanim – Ahmed

Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Simko Tolhildan – Simko Tolhildan


           

Nasnav: Şahan Qelqelî

Nav paşnav: Murat Alioğlu

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Arife – Beşir

Dem û cihê şehadetê: 27’ê Çileya 2019’an / Herêmên Parastina Medya

Şahan Qelqelî – Murat Alioğlu

Hevrêya me Ronahî ya ku yek ji lehengên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê ye, li bajarê Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê hate dinê. Hevrêya me Ronahî di nava malbateke welatparêz de ku bi xwezaya bêhempa bedew a Colemêrgê û zanebûna Kurdîtiyê şêwe girtiye, mezin bû. Ji bandorên sîstemê dûr mezin bû. Yek ji cihên ku sîstem hewl dide zanebûna Kurdîtiyê û hemû hêviyên têkoşînê lê tune bike, Colemêrg e. Li Colemêrgê bi sedan malbat bi rêbazên cuda yên zordariyê kirin cerdevan. Malbata hevrêya me Ronahî jî tevî ku rû bi rûyê van zordariyan ma, ti carî ji zanebûna xwe ya Kurdîtiyê qut nebû û ji bo parastina hestên xwe yên welatparêziyê, ket nava hewldanê. Ji ber ku di derdoreke wiha de mezin bû, ji sîstemê dûr ma. Hevrêya me li dibistanên dewletê 9 salan perwerde dît, weke jineke ciwan di van salan de nêzîkatiyên sîstemê yên li hemberî jinê fêm kir. Hevrêya me li hemberî vê yekê girêdayî nasnameya xwe ma û li pey rastiya gelê xwe çû. Di salên dema dibistanê de têkoşîn nas kir. Vê yekê bandoreke mezin li kesayeta wê kir û tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Di xebatên van salan de, di her gavê de rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û lêhêrbûn kir ku li hemberî vê yekê çi bike. Hevrêya me Ronahî sala 2013’an êdî ferq kir ku gavên heyî têrker nînin û divê gavên hîn pêşdetir bavêje, bi vî rengî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Ronahî gava xwe ya ewilî ya ji bo nava refên gerîla, li herêma Avaşînê ya Zagrosan ku erdnîgariya bi beybet û zehmet a Kurdistanê ye, avêt. Li vir perwerdeya xwe ya destpêkê dît. Ji kêliya destpêkê û şûnde mîna ku bi salan di nava jiyana gerîla de maye, zû fêrî her tiştê bû. Hevrêya me bi sekna xwe ya ji xwe bawer û bi biryar hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Di pêvajoya perwerdeyê de ji bo ku her peyv û her hûrgûliyekê di mejiyê xwe de zindî bike û di jiyanê de bike zemînekî xurt, bû xwedî hewldaneke mezin. Erdnîgariya zehmet a Avaşîn ew hîn zêdetir û ji her alî ve girêdayî jiyan û têkoşînê kir. Bi kelecan û coşeke mezin gav avêtin û vê yekê xwe di nêzîkatiya wê ya ji bo hevrêtiyê de jî nîşan da. Rûkeniya wê û aştîxwaziya wê ya nava jiyanê, cewherê wê nîşan da. Hevrêya me Ronahî ji bo ku her kêliya xwe ya di nava gerîla de bi têkoşîneke tejî derbas bike û xwe bike kesayeteke xurt, her tim hewldaneke mezin raber kir. Dilsoziya wê ya bi Rêbertî û şehîdan re, kir ku ew timî ber bi pêş ve gav bavêje û ji nebesiyên sîstemê rizgar bibe. Hevrêya me Ronahî cewherê xwe ya ku ji xaka lê ji dayik bûyî wergirtiye, di jiyanê de jî nîşan da û bi serhildêriya gelê Kurd jiya. Kurxalê wê hevrêyê me Rustem Gever tevlî nava refên gerîla bû û şehîd bû, hevrêya me ji vê yekê pir bandor bû. Her tim bû dilsozê rastiya şehîdan ku yek ji sedemên esas a tevlîbûna wê ye. Ji bo bîranîna wan timî hewl da ku têkoşînê pêş bixe.

Sala 2015’an ji bo li dijî êrîşên DAÎŞ’ê şer bike û xeteriyên li ser gelê Kurd tune bike, li Başûrê Kurdistanê derbasî qadên şer ên dijwar bû. Hevrêya me li vir bû xwedî pratîkek xurt. Ji bo di berxwedana gerîla de bibe profesyonel, perwerdeya pisporiyê wergirt û ji bo xwe pêş bixe, hewldaneke mezin raber kir. Her tim hevrêyên xwe ji xwe re mînak girt û xwest ew jî mîna wan be. Piştî di şerê li dijî DAÎŞ’ê de wezîfeya xwe bi cih anî, ji bo car din vegere çiyayên Kurdistanê israr kir. Hevrêya me sala 2017’an derbasî Xakurkê bû. Hevrêya me li vir jî di warê leşkerî de bi tecrubeyên xwe alîkarî da hevrêyên xwe û bêkêmahî tevlî jiyanê bû. Xwe di her warî de ji şer re amade kir.

Hevrêya me Ronahî weke milîtaneke jin a evîndara azadiyê her tim dizanî ku divê jiyana xwe ji bo rizgarkirina gelê Kurd a ji qirkirinê, derbas bike û xwe bi temamî fedayê têkoşînê bike. Li dijî êrîşên li Kurdistanê li ser rastiya jinê û êrîşên sîstemê yên li hemberî jinê, bi rengekî xurt girêdayî Rêber Apo, şehîdan û îdeolojiya azadiyê jinê ma. Li çiyayên Kurdistanê nasnameya xwe jinûve ava kir û bi rengekî bi rûmet têkoşiya û timî kêfxweşiya vê yekê jiyan kir.

Hevrêya me Ronahî dixwest di her wezîfeyê de li herî pêş be, timî kêfxweşî û enerjiya xwe ya jiyanê parast. Sala 2019’an di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Ronahî lehengî û têkoşîneke bi rûmet a mezin tevlî jiyana xwe ya şoreşgeriyê kir. Weke şopdarên wê em soza xwe dubare dikin ku îdîaya wê ya serketinê dubare bikin.

Hevrêya me Dunya li gundê Nerduse yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku xwedî paşerojeke berxwedanê ya bi kok a Bakurê Kurdistanê ye, di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Dirî de hate dinê. Hevrêya me Dunya li gund zarokatiyeke ji qirêjiya sîstemê dûr, derbas kir. Hevrêya me Dunya dibistana dewletê hîna li dibistana seretayî berda, di dema ciwantiya xwe de ket nava lêpirsînên kûr û di encamê de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Bi taybetî hevrêya me Dunya ji rastiya şehîdan bandor bû, weke jineke ciwan rewşa heyî û nêzîkatiya li hemberî jinê lêpirsîn kir. Têkoşîna gerîlayên jin berê wê da refên azadiyê. Bi vî rengî ji bo dawî li jiyana paşverû ya ku sîstem li hemû jinan ferz dike, bîne û ji bo têkoşînê di refên herî pêş de bimeşîne, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Dunya bi kelecan û coşeke mezin gav avêt qadên gerîla û perwerdeya gerîla ya destpêkê, li herêma Xakurkê dît. Hevrêya me ji perwerdeya dîtî pir bandor bû. Ji bo ku di vê perwerdeyê de hemû têgihiştinên kevn ên ku di civakê de lê hatibûn ferzkirin, yek bi yek hilweşîne û xwe li ser bingehê îdeolojiya Rêber Apo ya azadiya jinê jinûve biafirîne, hewldanek mezin raber kir. Fêm kir ku qedera ku sîstemê li jinê ferz kiriye tunebûn û bênasnamebûn e, li dijî vê yekê xwest ku hîn zêdetir xwe perwerde bike û pêş bixe.

Hevrêya me Dunya di tevahiya pratîka xwe ya gerîla de pêşketineke mezin nîşan da û bi rengekî ji xwe bawer, têkoşîna xwe mezin kir. Hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi moralbûna wê, sekna wê ya bi jiyanê dagirtî û ji tirsê dûr, bû sedem ku ew li her derê bandoreke pozîtîf ava bike. Hevrêya me Dunya bi rengekî bêhempa dilsozê hevrêyên xwe bû, her tim xwe ji kêmahiyên hevrêyên xwe jî berpirsyar didît. Weke jinekê her tim li dijî sîstema desthilatdariya mêr têkoşiya. Hevrêya me li herêma Xakurkê di Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda de li ser bingehê xweser perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dît. Li vir pêşketina xwe domand û xwe ji pêvajoyên pratîkî yên hîn mezintir re amade kir. Hevrêya me Dunya weke îdeolojîk kêmasiyên xwe di vê pêvajoya perwerdeyê de çareser kir, weke jinekê fêm kir ku vejîneke jinûve ya fikrî û zihnî divê çawa be û divê ev çawa veguhere pêşengiyeke civakî. Bi vê yekê re xwest ku her tim di refên herî pêş ên têkoşînê de cih bigire. Helwesta xwe ya bi israr di vî alî de ti carî winda nekir. Ji ber ku weke jinekê xwest tola xwe ji vê sîstema qirêj bistîne û mîrateya têkoşînê ya ev qas jiyanên bi nirx, mezin bike. Ji bo di warê leşkerî de jî bibe xwedî sekneke xurt û profesyonel, her tim ket nava hewldaneke mezin. Di vî alî de lêhêrbûn kir û dida fikirandin.

Hevrêya me Dunya weke jineke ciwan jiyana xwe fedayê têkoşîna rizgariyê ya gelê xwe û jinên Kurd kir. Weke şopdara Besê, Zîlan, Bêrîtan û Azêyan di vê rêya têkoşîna bi rûmet de sala 2019’an li herêma Xakurkê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Mîrateya têkoşîna wê û ya şehîdên me yên leheng, wê her tim ji rêya me re bibe ronahî. Wezîfeya me ya herî esas ew e ku em têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Hevrêyê me Bedirxan di nava rastiya gelekê de ku malûvanî ji têkoşîna azadiyê ya dîrokî ya Kurdistanê re kiriye, ji nasnameya xwe her tim abîdeyên berxwedanê yên mezin afirandiye û evane ji bo têkoşîna azadiyê berdêl daye, li navçeya Qoser a Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me Bedirxan li derdoreke welatparêz mezin bû. Hîna dema biçûk bû şahidê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên ku dijminê mêtinger û faşîst li hemberî gelê Kurd dimeşand. Li derdoreke xwedî zanebûna têkoşînê mezin bû û ev yek bû sedem ku kiryarên dijmin fêm bike. Vê rewşê hêrsa wî ya li hemberî dijmin roj bi roj hîn mezintir kir. Li hemberî van rastiyên li Kurdistanê her tim dizanî ku cewherê têkoşînê li xaka ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, veşartî ye. Ev lêgerîna hezkirinê ya ji bo welat û nasnameya xwe, berê wî da çiyayên azad ku têkoşîna azadiyê bi rengekî herî bêhempa lê tê meşandin. Dewleta Tirk dema li Kurdistanê di asta herî jor de polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne, bi xeyalên jiyanê yên sixte saziyên perwerdeyê bi kar tîne. Hevrêyê me piştî ku 9 salan li van saziyên pewerdeyê xwend, dest ji dibistanê berda. Tercîh kir ku li van diyaran bikeve pey tişta cewher. Derfetên jiyanê yên cuda, ayîdê xwe nedît. Ji ber ku li van diyaran çîrokên têkoşîna rast a li dijî jiyana sixte, di mejiyê xwe de bi cih kiribû. Ji bo ku ew bi xwe jî têkoşîna vê cewherê bimeşîne, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2013’an ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Bedirxan hezkirina xwe ya kûr a ji bo Rêber Apo, gelê Kurd û welatê xwe di dilê xwe de mezin kir. Li Heftanînê gavên xwe yên ewilî ber bi gerîlatiyê ve avêt. Li vir bingehên xurt ji perwerdeya şervanên nû qezenc kir û mezûn bû. Hevrêyê me avantajên kesayeta xwe ya xurt, di pêvajoya perwerdeyê de bi rengekî bi biryar bi kar anî. Li ser rastiya Kurdistanê lêhêrbûnên xurt jiyan kir. Hevrêyê me ji aliyê sosyolojîk ve encamên têkoşîna gerîla di hişê xwe de hesab kir û hingî ku gav ber bi jiyana gerîla ve avêt, dît ku di rastiyê de roja îro gerîla bûye rastiya esasî ya gelê Kurd.

Piştî perwerdeya şervanên nû, li ser esasê lêhêrbûnên xwe pratîkek girîng raber kir. Hevrêyê me Bedirxan bi kesayeta xwe ya bi pîvan, bi biryar û bi xwestek zehmetî derbas kirin. Di aliyê îradeyê de her roja borî xwe hîn kûrtir kir. Hevrêyê me ji bo kêrhatinên xwe yên leşkerî pêş bixe, hewldanek girîng raber kir. Hewl da ku li ser hemû branşên şer bibe xwedî zanist û tecrûbe. Têkildarî vê yekê li hemberî ti zehmetiyê pes nekir. Hevrêyê me her tim xwest li eniya herî pêş a şer be, israra xwe ya ji bo vê yekê domand. Dema ku ev israra xwe domand, xwe amade jî dikir. Hevrêyê me dizanî ku îradeyeke bêbingeh vale ye û hewl da ku xwe kûr bike.

Bi qasî di nava têkoşîn û jiyana gerîlayan de dîmîne heqîqeta ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, baştir nas dike. Girêdayî vê yekê lêgerînên wî yên naskirina gerîla û şoreşgeriyê tim di kesayeta wî de bûn rolên sereke. Li hemberî kedên ku hatine dayîn di demeke kurt de taybetmendiyên şoreşgeriyê di kesayeta xwe de jî pêş xistin û di demeke kurt de hem di warê îdeolojîk de hem jî di warê têkoşîna rêxistinî de gelek tecrûbeyan bi dest dixe. Hevrêyê me Bedirxan ê ku bi saya taybetmendiyên xwe yên hêviyên mezin dide pêşerojê û baweriya xwe, di nava xebatên Tevgera me yên girîng de berpirsiyariyên xwe bi awayên herî serkeftî bi cih anîn û weke milîtanekî Apoyî encamên girîng derxistin holê. Ev yek li gel xurtkirina hevrêtiya wî bû wesîle ku tevlîbûneke kûrtir pêk bîne. Hevrêyê me Bedirxan xwedî dilsoziyeke xurt a hevrêtiyê bû. Bû hevrêyê gerîlayan ê tê hezkirin, hevalê têkoşînê û pişkdarê jiyanê.

Hevrêyê me bi sekn û xîreta xwe mohra xwe li xebatên li herêmên Heftanîn, Metîna û Garê ku herî dawiyê li wir bû, xist. Weke milîtanekî bi tempoya xwe ya bênavber bi ser dijmin de çû. Hemû karên xwe weke ku derbeyeke mezin li dijmin bixe, nirxand.

Herî dawiyê dema li herêma Garê dimîne ji bo nîşandana gerîlatiya xwe ya serdema nû di warê berpirsyariyên xwe û bicihanîna egerên wan de xwe kûr kir û gelekî xebitî. Hevrêyê me Bedirxan, di xebatên herî dijwar de jî karî bi kelecaneke mezin meşa xwe bidomîne. Bi fedekariya xwe hemû astengî derbas kirin. Hevrêyê me Bedirxan ê ku xwediyê rûyekî ken û sekna milîtanekî bicoş e, bû yek ji rûyên têkoşîna me ku wê tu caran neyê jibîrkirin. Timî wê bi kesayeta xwe ya wêrek were bîranîn. Di dilê hemû hevrêyên xwe de bû xwediyê cihekî mezin.

Hevrêyê me Bedirxan 24’ê Tebaxa 2019’an di encama êrîşeke dijmin a li ser qada Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Weke hevrêyên şoreşger ên hevrêyê me Bedirxan em soz didin ku em ê ji bo azadiya xakên Kurdistanê, têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê heta hetayê girêdayî ken, xîret, sekn û dildariya azadiya şehîdên xwe bin ku hevrêyê me Bedirxan di hemû jiyana şoreşgerî de heya nefesa xwe ya dawiyê girêdayî wan bû.

Hevrêyê me Mahîr Can li bajarê Qersê yê herêma Serhedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Jidayîkbûna li Qersê ya ku bi hewayê xwe yê sar û welatparêziya xwe ya kûr tê naskirin, dibe wesîle ku hevrêyê me Mahîr Can bi hişmendiya welatparêziyê mezin bibe. Herêma Serhedê ya ku têkoşîna Apoyî ji serdema destpêkê ve weke têkoşîna xwe qebûl dike û bi sedan gerîlayên leheng mezin dike, bûye yek ji qadên sereke yên ku têkoşîna hebûnê lê tê dayîn û li hemberî dijmin tim lê serhildan pêk hatine. Hevrêyê me Mahîr Can li devereke ku lê mîrateya berxwedana bi vî rengî heye, mezin dibe. Hevrêyê me Mahîr Can ê ku heya dibistana amadeyî dixwîne û di heman demê de ji bo alîkariya malbata xwe di karê înşaetê de dixebite, di ciwaniya xwe de têgeha kedê nas dike û wisa dijî. Hevrêyê me yê ku di heman demê nêzîkatiya pergalê ya li hemberî keda mirovan bi xwe bi awayekî rasterast dibîne, di wan salan de xebatên ciwanên şoreşger nas dike. Di pêvajoya ku ciwanên Serhedê li hemberî polîtîkayên qirêj ên dijmin ji bo têkoşîna rizgarî û rûmeta gelê Kurd berê xwe didan nava refên gerîlayan de, hevrêyê me Mahîr Can jî sekneke ku nakokiyên xwe yên bi pergalê re zêdetir dipirse û xwe bi xebatên heyî re sînordar nake, nîşan dide û biryara pêşxistina têkoşînê û tevlîbûna nava refên gerîlayan dide.

Hevrêyê me Mahîr Can ê ku di sala 2014’an de li ser herêma Serhedê tevlî nava refên gerîlayan dibe, yekem perwerdeya xwe ya di nava gerîlayan de li herêma Garê dibîne. Hevrêyê me Mahîr Can ê ku tevlîbûna perwerdeyan, di çarçoveya zêdetir naskirina jiyana gerîlayan û pêkanîna tevlîbûneke bihêztir de dinirxîne, di perwerdeyan de pratîkeke serkeftî nîşan dide. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û di pratîka qadê de cihê xwe digire, ji bo ku di demeke kurt de adapteyî pratîka gerîlatiyê bibe hewleke mezin nîşan dide.

Hevrêyê me Mahîr Can ê ku li hemberî êşên gelê me yê Êzidî yên di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an de gelekî xemgîn dibe û xwe li hemberî têkoşînê berpirsiyar dibîne, ji bo ku di nava têkoşîna li Şengalê ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe bigire, israr dike, di nava têkoşîna li vir de bi awayekî çalak rol dilîze û xwe di nava şer de hem di warê îdeolojîk hem jî di warê leşkerî de pêş dixe û dibe xwediyê pratîkeke serkeftî. Bi sekna pratîk a nîşan dide di nava gerîlayan de zêdetir berpirsiyariyan digire ser milên xwe û di nava şer de pêşiyê erka fermandariya ekîbê û piştre jî fermandariya tîmê bi cih tîne. Hevrêyê me dema ku hem li Şengalê hem jî li Garê li hemû deverên lê dimîne di şer û pevçûnan de li herî pêş cihê xwe digire. Li rex van yekan ji bo ku hevrêyên di bin fermandariya xwe de jî ji her alî ve ji bo şer amade bike û wan di nava têkoşînê de zêdetir pêş bixe tim ya ji destê wî dihat, kir. Bi saya dilsoziya bi hevrêyên xwe re tim ji bo ku çareserker be hewl da. Di mijara dilsoziya ji bo Rêbertî û şehîdan de tim xwe ji sekna dualî dûr xist û girêdanên xwe yên îdeolojîk û rêxistinî zêdetir kûr kirin. Weke milîtanekî ku li her derê balê dikişîne ser xwe, pratîk û îradeya Apoyî di şexsê xwe de diafirîne.

Sala 2018’an dema ku êrîşên li ser gelê me yê Êzîdî yê li Şengalê hatin bidawîkirin û hêzên me HPG û YJA Starê mîsyona xwe temam kirin, Tevgera me biryar da ku vekişe. Di wê demê demê de ew jî dubare derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Ji bo bi kûrahî pratîka şer a nêzîkî 3 salan analîz bike, hîn zêdetir tecrûbe bi dest bixe û agahiyên li ser leşkeriyê û awayê taktîkî bi dest bixe, xwe ji çeperên pêş ên şer re pêşniyar dike û beşdarî perwerdeyên îdeolojîk dibe. Hevrêyê me yê ku ji rexneyên ji vir tên û kûrbûnên di dema perwerdeyê de dersên girîng derdixîne, bi soza pratîkeke bihêz derbasî Xakurkê dibe. Bi fedekarî û biryardariyeke mezin beşdarî xebatên li vir dibe. Bi hêza ku ji perwerdeyan distîne berê xwe dide pratîkê û ev yek dibin wesîle ku li hemberî astengî û pirsgirêkên rû didin terzeke çareserker û bibiryar nîşan bide. Hevrêyê me Mahîr Can, di sala 2019’an de di encama êrîşeke dijmin a li ser herêma Xakurkê de digihîje şehadetê. Têkoşîna ku xwe li hemberî êşên gelê xwe berpirsiyar dibîne û dimeşîne, mîrateya berxwedana mezin e ku ji me re hiştiye. Wezîfeya me ya herî sereke ew e ku em mîrateya têkoşînê ya hevrê Mahîr Can bi serketinê tacîdar bikin. Bi sekin, tevlîbûn, hevrêtî û dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî, di dilê hevrê û gelê xwe de bûye nemir.

Hevrê Baran di nava malbateke welatparêz de li herêma Torî li bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku bi welatparêziya xwe tê nasîn, ji dayik bû. Hevrêyê me mîrata berxwedanê ya gelê Êlihê, ku ji destpêkê ve têkoşîna PKK'ê hembêz kirine, domand. Eşîra Torî, mîna gelek eşîrên din ên li Kurdistanê, eşîreke hêja ye ku helwesteke bi rûmet li dijî polîtîkayên pergalê diparêze. Bi salan e, vê eşîrê li dijî zilm û zordariya pergalê xwe fedayê Tevgera Azadiyê kiriye. Hevrê Baran di hawîrdoreke ku polîtîkayên asîmîlasyon û çavtirsandinê pir belav bûne de mezin bû, lê li dijî wê têkoşîneke mezin hate dayîn. Dema ku li dibistanên pergalê dixwend, ji bo debara malbata xwe gelek karan dikir. Hevrêyê me yê ku bi îstîsmara kedê ya pergalê re rûbirû ma, bi rengekî zelaltir têgihişt ku divê têkoşîna maf bi xurtî bide meşandin. Hevrê Baran her wiha bi zelalî polîtîkayên zext, çewsandin û piştguhkirinê ya li dijî gelê Kurd dihat meşandin dît. Welatparêziya malbata wî û ezmûnên wî bi xwe ew ber bi xwe-nirxandineke kûr ve bir. Paşguhkirina ziman û nasnameya Kurdî bandorek kûr li ser wî kir. Di dema vê xwe-nirxandinê de, wî pêwîstiya têkoşînê fêm kir û li ser vê bingehê di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ku têkoşîna azadiyê lê dihat meşandin û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Baran bi coş û biryardariyeke mezin li herêma Xakurkê gavên xwe yên pêşîn di nav refên gerîla de avêt. Li wir, wî perwerdehiya xwe ya şervaniyê ya nû bi biryardarî û serketî temam kir. Di dema perwerdeyê de, wî hewlek mezin da ku xwe ji nû ve nas bike û kêmasiyên ku pergalê di kesayetiya wî de avakirine, derbas bike. Ji ber vê hewldanê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat rêzgirtin û hezkirin. Hevrê Baran, ku dixwest li eniyên pêşîn ên têkoşînê be, bi awayekî çalak beşdarî hemû xebatên pratîkê bû. Bi kesayetiya xwe ya xweşbîn, têgihîştî û kedkar, li her deverê ku lê bû, bû gerîlayekî dihat hezkirin. Di her fersendê de bawerî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anî ziman û hewl da bibe xwedî sekneke fedaî yê Apoyî. Her ku êrîşên dijmin li Xakurkê zêde dibûn, hevrê Baran bi berdewamî dixwest ku li eniyên pêşîn be. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand biryardariyeke têkoşînê û hewl da ku têgihîştineke kûrtir a rastiya şer bi dest bixe.

Hevrê Baran Êlih, bi perwerde û welatparêziya ku ji malbata xwe girt, di nav çandeke berxwedanê de mezin bû. Li ser şopa şehîdên qehreman, hewl da ku her kêliya ku di nav refên gerîla de derbas dikir ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê xwe feda bike. Moral û coşa wî ya bilind di demek kurt de hezkirina hevalên xwe qezenc kir û ew kir milîtanekî mînak. Hevrêyê me Baran li Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran a têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bû. Hevrê Baran, ku di temenê xwe yê ciwan de têkoşîneke mezin hewand û mîrateyek berxwedanê li pey xwe hişt, bû milîtanekî Apoîyî yê nemir û rastîn.

Hevrê Andok di nava malbateke ji eşîra Jîrkî ya Botanê de ji dayik bû. Ji temenê xwe yê ciwan ve, ew rastî zilm û zordariya dewleta Tirk hat û neçar ma ku ji welat, ax û kokên xwe dûr bikeve. Wî heman êşa ku bi sed hezaran ciwanên Kurd dikişandin, kişand. Gelê Kurd ji axên xwe hat qutkirin û veguherî gelekî ku nasnameya wî dihat jêbirin. Hevrê Andok, yek ji bi mîlyonan Kurdên ku ji van polîtîkayan bandor bûne, bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Ew di bin şert û mercên dijwar de, di nava malbateke ku tevî zilm û zordariya pergalê jî ji bo jiyanê têdikoşiya, mezin bû. Hevrêyê me Andok di dema ku li dibistanên ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergalê bandordar bûn de dixwend, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir û tevlî xebatên ciwanan ên welatparêz û şoreşger bû.

Serdema ku hevrê Andok beşdarî xebatên ciwanan bû, serdemek bû ku ciwanên Kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê pir çalak bûn. Di wan salan de, gelek ciwan tevlî gerîla bûn, bêdengî û teslîmiyeta ku ji hêla pergalê ve hatibû ferzkirin red dikirin. Ciwanên Kurd di lêgerînek domdar de bûn da ku ji xewa xwe şiyar bibin û jiyanek azad ava bikin. Hevrê Andok di vê serdemê de beşdarî xebata ciwanan bû û li hember pergalê lêpirsînên wî zêdetir bû. Wî biryardariyek xurt nîşan da ku bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşînê bibe. Van pêşketinan ramanên wî zelal kirin û di dawiyê de berê xwe da çiyayên azad, ango nava refên gerîla ku berxwedana bi rûmet lê berdewam dike.

Hevrê Andok bi coş, biryardarî û moralek mezin tevlî têkoşîna gerîla bû. Piştî ku perwerdehiya xwe ya şervaniyê ya nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê qedand, dest bi jiyana gerîla kir. Ji bo kêmasiyên sîstemê yên ku bûne asteng ku rastiya îdeolojiya PKK’ê û jiyana gerîla fêm bike derbas bike, biryardariyek mezin nîşan da. Ji bo derbaskirina zirara ku sîstemê di kesayetiya wî de daye avakirin, hevrêyê me çand û exlaqê Apoyî esas girt û li ser vê bingehê tevlî jiyanê bû. Tevî temenê xwe yê ciwan, wî hewlek mezin da ku qirêjî û kêmasiyên ku dijmin li ser ciwanên Kurd çêdikir, di şexsê xwe de derbas bike. Ev hewldan li her deverê ku ew lê bû, ji hêla hevrêyan ve bi zelalî dihat hîskirin.

Hevrê Andok jiyana xwe ya gerîla li Xakurkê dest pê kir û li vir, wî xwest xwe ji nû ve biafirîne. Tevî şert û mercên dijwar jî, wî bi biryardarî şer kir û xwe îspat kir. Her ku êrîşên dijmin zêde dibûn, ew bêtir diket ferqa zilma li ser gelê Kurd û hêrsa wî jî zêde dibû. Hevrê Andok dema ku li Xakurkê li ser erkê xwe bû, ew û komek hevrêyên xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû û di têkoşîna rûmetê ya gelê Kurd de navê wî nemir bû. Ala têkoşînê ya ku wî hilgirtibû dê heta dawiyê li ba bimîne.

Hevrê Simko li navçeya Kotol a Xoy a Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber zexta aborî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve li ser gelê Kurd dihat ferzkirin, di zarokatiya xwe de neçar ma ku bixebite. Di şeş saliya xwe de wekî şivan xebitî, salekê felc derbas kir û piştî başbûnê wekî çêkerê xalîçeyan xebitî. Hem diviyabû debara malbata xwe bike û hem jî di temenek biçûk de hînbû ked bide û li dijî pergalê serî hilde. Di temenê biçûk de wateya kedê û çawaniya îstismarkirina wê ji aliyê pergalê ve fêm kir. Di şûna lîstinê de neçar ma ku bixebite û pere qezenc bike. Ji ber neçû dibistanên Îranê, bû wesîle ku kesayetiya wî paqij bimîne. Ev hemû bû sedem ku hevrê Simko rastiya pergalê, zexta wê ya li ser gelê Kurd bipirse û eleqeya xwe bi têkoşîna azadiyê re pêş bixe. Gelek car hewl da ku beşdarî nava refên gerîla bibe, lê nekarî têkilî ava bike. Lê di sala 2017’an de lêgerîna wî ew gihand gerîlayan û tevlî bû.

Hevrê Simko gavên xwe yên pêşîn ber bi jiyana gerîla ve li Kelareşê avêt. Piştî demekê li wir tevlî xebat û têkoşîna gerîla bû, ji bo perwerdehiya xwe ya şervaniyê ya nû derbasî Xakurkê bû. Bi nîşandana helwesteke fedakar û berpirsiyar di dema perwerdeyê de serketinek mezin bi dest xist. Nexwendina dibistanê ji bo wî ne asteng bû; ev yek hişt ku ew sade bimîne û nasnameya xwe ya rastîn biparêze. Jiyana wî, ku ji zarokatiyê ve li ser xebatek zehmet ava bûye, hestek gihîştin û berpirsiyariyê di dilê wî de çandiye. Ev hişmendî bi tevahî di jiyana wî ya gerîla û têkoşîna wî de xuya bû. Vê helwest û hişmendiyê hişt ku bandor li hawîrdorên xwe bike.

Mezinbûna li Kotolê ku nêzîkî herêma Serhedê ye, têgihîştina mîrata çandî ya Serhedê da wî. Wî çanda dengbêjiyê di gerîla de zindî hişt û dengê wî êş, hesret û îradeya şer a gelê Kurd nîşan dida. Ew bi çanda cewherî a gelê Kurd mezin bû û zindî hiştina vê çandê di xwe de weke erkek dît. Hevrê Simko bi berpirsiyarî beşdarî hemû çalakiyan bû û bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo. Ji ber ku ciwan bû û zû hînê her tiştî dibû, vê potensyelê bi biryardarî û pratîkê re kir yek û bû gerîlayekî mînak. Li hember zehmetiyên jiyana gerîla ti carî bê dudilî nebû; berovajî vê, bi coş û biryardarî xwedî li jiyanê derket û li her cihê ku lê dima têkiliyên civakî yên xurt ava kir.

Hevrê Simko yek ji ewladên wêrek ên gelê Kurd ku çand û paqijiya herêma sînor hildigirt bû. Ew her tim dilsozê mîrateya şehîdên Kurdistanê ma û ji bo pêşdebirina ala berxwedanê ya ku wan dewr kiriye, têkoşîn kir. Astengiyên ku pê re rû bi rû ma, biryardariya wî ya şerkirinê xurttir kir. Hevrê Simko, ewladekî wêrek û dilnizm ê Rojhilatê Kurdistanê, di sala 2019’an de li Xakurkê di êrîşa dijmin de bi qehremanî şehîd bû. Dilsoziya me bi bîranîna wî re dê her û her bidome.

Hevrê Şahan li navçeya Qelqeliyê ya Wanê di nava malbateke ku bi kevneşopiya berxwedanê ya li dijî mêtingeriyê tê nasîn, ji dayik bû. Hevrê Şahan, ku di çanda berxwedanê ya Serhedê de mezin bû, di temenê xwe yê ciwan de şahidiya zilm û zordariya dewleta Tirk kir û hêrseke kûr li hember zilma li ser gelê me yê bindest hîs kir. Dema ku fêm kir ku dibistanên ku demekê lê xwendiye xizmeta mêtingeriyê dike, dev ji xwendinê berda û bi xebata înşaetê debara malbata xwe ji hêla aborî ve kir. Ev hevdîtina bi kedê re kesayetiya wî teşe kir û têkoşîna me ji nêz ve şopand. Bi çavkaniyên xwe yên sînorkirî, Rêber Apo û Gerîlayê Azadiya Kurdistanê nas kir. Şoreşa Azadiyê ya ku ji hêla gelê Rojava ve hat kirin, di hevrê Şahan de kelecaneke mezin çêkir. Bawer dikir ku divê hewldanên DAÎŞ û êrîşên din ên ji bo tepisandina îradeya azad a gel werin bersivandin û lêgerîna xwe ya têkoşînê kûrtir kir. Dizanibû ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê garantiya jiyaneke azad a gelê me ye. Li ser vê bingehê hevrê Şahan di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû û ji bo pêkanîna xewnên azadiyê yên gelê me gav avêt.

Piştî ku tevlî refên têkoşînê bû, hevrê Şahan berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî perwerdehiya şervaniyê ya nû bû. Bi saya perwerdeyê, hînê jiyana çiyayî û gerîla bû, kesayetiya xwe ya kedkar û meraqdar bi lez pêş xist. Di dema êrîşên dewleta Tirk ên di sala 2015’an de, perwerdehiya xwe domand û ji bo şert û mercên şer ên herî dijwar xwe amade kir. Hêrsa wî ya li hember mêtingeran zêde bû. Hevrê Şahan jêhatîbûna xwe ya leşkerî pêş xist û taktîkên gerîla fêr bû. Ne tenê ji hêla leşkerî ve, di heman demê de ji hêla îdeolojîk ve jî hewl da ku têgihîştina xwe ya di felsefeya Rêber Apo de kûrtir bike. Parêznameyên Rêbertî kir beşek ji jiyana xwe, bi berdewamî dixwend û nîqaş dikir û zanîna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Piştî ku perwerdehiya xwe ya bingehîn bi serketî qedand, derbasî Xakurkê bû û beşdarî xebatên pratîkî bû. Tevî erdnîgariya dijwar jî, bi îradeya xwe li hember hemû astengiyan serket û rojane armanc kir ku xwe bêhtir pêş bixe. Bi kesayetiya xwe ya pirsyarker û meraqdar, di jiyana gerîla de pispor bû û bû şopînerek dilsoz ê felsefeya Rêber Apo. Ji bo parastin û pêşxistina nirxên ku ji hêla şehîdan ve hatine afirandin, kedeke mezin raber kir. Girêdana xurt a ku wî bi şehîdan re ava kir, bû bingeha têkoşîna wî. Hevrêyê me bi helwesta xwe ya li nava jiyanê û tevlîbûna li ser esasê kedê derket pêş. Hewl da bi pêşengiyê bersiv bide berpirsyariyên demê. Hevrêyê me bû çavkaniya hêzê û bi vî awayî, di nav refên têkoşînê de bû milîtanek mînak.

Hevrê Şahan ku di 27’ê Çileya 2019’an de dema ku li ser erkê xwe bû, di şert û mercên dijwar ên zivistanê yên Kurdistanê de di bin aşûtê de gihîşt şehadetê, ji bo hevalên xwe bû sedema xemgîniyek mezin. Em soz didin ku bîranîna hevrê Şahan, ku her tim li pêş bû, ji bo hevrêyên xwe her fedakariyê dikir û bi karakterê xwe yê kedkar hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir, biparêzin û di têkoşîna xwe de her tim zindî bihêlin.

13’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG