Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di demeke welê de ku li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşîna me ya azadiyê gihişt lûtkeyê û destan nivîsandin, hevrêyên me Merdan, Cûdî, Azad, Sebrî, Masîro û Rêzan 16 û 19’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê û bûn nemir.
Hevrêyên me Merdan, Cûdî, Azad, Sebrî, Masîro û Rêzan bi nirxên ku li pêşketina têkoşîna me ya azadiyê zêde kirine, navê xwe li dîroka azadiyê ya gelên me nivîsandin. Em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Milîtanê pêşeng ê gelê me hevrêyê me Merdan welatparêziya kûr û bi kok a Rojhilatê Kurdistanê girt û hat çiyayan. Dirûstî, saftî û fedayîtî di kesayeta xwe de temsîl kir. Hevrêyê me li qadên herî dijwar ên şer bi cesaret û sekna xwe ya ku bawerî dida, derket pêş. Hemû wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Hevrêyê me Merdan weke şopdarê şehîd Simko Serhildan, şehîd Nûrî Yekta û şehîd Rêzan Cavîdan endamê fermandariyekê bû û hêviya siberojê dida. Mîna têkoşîna xwe dê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike.
Hevrêyê me Cûdî bi dilsoziyeke xurt ked da Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Ji bo nirxên bi hezaran şehîdên me mezin bike, hewldanek mezin raber kir. Hevrêyê me bi fedakarî û kesayeta xwe ya sade di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Li her xebatê bi rengekî herî baş milîtantiya Apoyî temsîl kir. Heya kêliya dawî ya têkoşîna xwe li ser xeta milîtaniya Apoyî jiyan kir û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê ji me re hişt. Bîranîna hevrê Cûdî dê weke meşaleyeke ku ti carî navemire, rêya me ronî bike.
Hevrêyê me Azad bi bawerî û fedakariyeke tam tevlî têkoşîna me ya azadiyê bû û tevahiya hemû jiyana xwe ya şoreşgeriyê ev sekna xwe parast; bi kesayeta xwe ya wêrek, kedkar û fedakar hêz da têkoşîna me ya azadiyê. Hevrêyê me daxwaza xwe ya azadiyê ji Rojava gihand çiyayên Kurdistanê. Bi têkoşîn û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêyê me Sebrî Kobanê bi îdîayeke mezin dest bi jiyana gerîla kir û bû xwedî têkoşîneke bênavber. Bi fedakarî û tevlîbûna xwe ya dirûst di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li her qadê ji bo bigihije armancên xwe, pir xebitî û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me ji bo li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê me û Tevgera me tên ferzkirin, darbe li dijmin bixe ket nava lêhêrbûnên kûr. Bi kêrhatinên xwe yên leşkerî û pisporiya ku di warê îdeolojîk de gihiştiyê, weke milîtanek pêşeng bi rola xwe rabû.
Ewladê hêja yê gelê me yê Ereb û şoreşgerê enternasyonal hevrê Masîro, ji gava ku tevlî nava refên gerîla bû heya şehadetê bû xwedî tevlîbûneke bêteredut û meşeke bênavber. Hevrêyê me Masîro baweriya xwe ya ji serketinê re di tevahî jiyana xwe de nîşan da û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku li Rojava tevlî bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berxwedanên destanî lê dihatin raberkirin, mezin kir. Hevrêyê me bi têkoşîna xwe di navbera gelan de bû pir û armanca wî ya herî mezin ew bû ku rastiya Rêber Apo bi hemû gelên cîhanê bide naskirin. Hevrêyê me Masîro bi vê armanc û sekna xwe wezîfeyên ku divê teqez bên biserxistin, weke talîmat ji me re hişt. Em soz didin ku ji hevrêyê xwe Masîro re bibin bersiv.
Hevrêyê me Rêzan ku bi welatparêziya qedîm a Botanê mezin bû, ji bo nirxên azadiyê yên gelê me biparêze bi fedakariyeke mezin tevlî her xebatê bû. Ji Botanê heya Şengalê, ji Şengalê heya çiyayên azad bû xwediyê têkoşîneke bêhempa. Hevrêyê me bi saya tevlîbûna xwe ya sade, hevrêtiya xwe ya samîmî û felsefeya Apoyî di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li her qadê bi kedkariya xwe û tevlîbûna xwe ya bi moral wezîfeyên xwe yên milîtantiya Apoyî bêkêmahî bi cih anî. Hevrêyê me zindîkirina xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd, weke armanca xwe ya herî mezin diyar kir. Bi cesareta xwe ya zêde, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê û ruhê fedayî yê Apoyî weke gerîlayekî azadiyê yê serketî ji me re bû mînak.
Ewladên bi wêrek ên gelên me yên Ereb û Kurd hevrêyên me Merdan, Cûdî, Azad, Sebrî, Masîro û Rêzan bi têkoşîn û şehadeta xwe gelên me gihandin siberojên azad. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji gelên xwe yên Kurd û Ereb ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Merdan Tolhildan Nav paşnav: Kerim Xezayî Cihê jidayikbûnê: Xoy Dayik-Bav: Esmer – Xadir Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastina Medya |
Merdan Tolhildan – Kerim Xezayî
|
Nasnav: Cûdî Yılmaz Nav paşnav: Barış Kaplan Cihê jidayikbûnê: Erzirom Dayik-Bav: Zahide – Niyazi Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastina Medya |
Cûdî Yılmaz – Barış Kaplan
|
Nasnav: Azad Qendîl Nav paşnav: Basil Kindî Cihê jidayikbûnê: Efrîn Dayik-Bav: Fehîme – Ferîd Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastina Medya |
Azad Qendîl – Basil Kindî
|
Nasnav: Sebrî Kobanê Nav paşnav: Diyar Şêx Beha Cihê jidayikbûnê: Kobanê Dayik-Bav: Emine – Enwer Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastina Medya |
Sebrî Kobanê – Diyar Şêx Beha
|
Nasnav: Masîro Dêrik Nav paşnav: Hasan Ahmed Avdullah Cihê jidayikbûnê: Dêrezor Dayik-Bav: Sehat – Ahmed Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastina Medya |
Masîro Dêrik – Hasan Ahmed Avdullah
|
Nasnav: Rêzan Serdem Nav paşnav: Cengiz Sevacı Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Ayşe – Halil Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023 / Herêmên Parastina Medya |
Rêzan Serdem – Cengiz Sevacı
Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê çand û zanebûna qedîm a Medan weke mîrate girtiye û timî Kurdîtiya xwe zindî jiyan kiriye. Bi dayîna bêrdêlên mezin serhildan pêk anîne, ji Simkoyê Şikakî heya Qazî Muhammedan, ji Qasimlo heya Silêman Muîniyan, ji Simko Serhildan heya Nûrî Yekta û Rêzan Cavîdan bi saya gelek lehengan li ser piyan maye. Bi derketina PKK’ê ya li ser dika dîrokê re, gelê me yê welatparêz ê li Rojhilatê Kurdistanê dil da Tevgera Apoyî û ewladên xwe yên herî hêja tevlî têkoşîna azadiyê kiriye. Bi hezaran ciwanên Rojhilat li ser vî bingehî tevlî têkoşîna azadiyê bûn, li her devera Kurdistanê bi ruh û zanebûneke neteweyî ya mezin bi fedayiyane şer kirin.
Yek ji ciwanên serhildêr ê ji Rojhilatê Kurdistanê derket û tevlî PKK’ê bû, hevrêyê me Merdan e. Hevrê Merdan li bajarê Xoy ê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Bi çanda Kurdî ya bi kok û zanebûna welatparêziyê mezin bû. Tenê 5 salan li dibistanên rejîmê xwend. Lê ji ber ku ciwanekî jîr û zîrek bû, xwe pêş xist. Ji xeynî zimanê xwe yê dayikê fêrî Farisî û Azerî jî bû. Li dijî polîtîkaya rejîmê ku ciwanên Kurd di sîstema ‘besic’ de diheland, rabû. Ji ber sedemên siyasî du caran ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin û nêzî salekê li girtîgehê ma. Lê yek ji van polîtîka û astengiyan jî nekarîn ji hevrê Merdan re bibin asteng. Hezkirina xwe ya azadiyê û biryardariya xwe ya têkoşînê hîn mezintir kir û di bihara 2015’an de li Serhedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Merdan li Gilîdax û Tendurekê qasî salekê pratîk meşand. Gerîlatiya Bakur jiyan kir, yekser ji pratîkê fêr bû, li qada şer bi rastiya dijmin re rû bi rû ma û xwe perwerde kir. Ji pêvajoya pratîkê ya salekê dersên mezin derxist û asteke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Merdan piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li Garê bi rengekî sîstematîk perwerdeya gerîla dît. Hêza teorî û pratîka xwe kir yek. Bi êrîşa DAÎŞ’ê ya li hemberî gelê Kurd re, hevrêyê me Merdan jî ji bo mezinkirina berxwedana parastina cewherî, derbasî qadên Mexmûr û Kerkûkê bû. Ji bo parastina Başûrê Kurdistanê bi roleke pir girîng rabû. Hevrêyê me ku dilê wî bi hestên neteweyî lê dida, ji bo azadiya gelê me li kuderê wezîfeyek heba diçû wir. Piştî ku wezîfeya xwe ya parastina gelê me yê li Mexmûr û Kerkûkê û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bi serketî temam kir, derbasî Qendîlê bû.
Hevrêyê me Merdan ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk bike cewherî û li ser xeta serketinê bixe pratîkê, di akademiya leşkerî de perwerdeya pisporiyê dît. Di taktîkên gerîla û bi taybetî taktîka sekvaniyê de, bû pispor. Tecrûbeya ku ji perwerde û pratîkê bi dest xistî, ji bo bi hevrêyên xwe re parve bike li akademiyê berpirsyarî girt ser xwe. Perwerde da hevrêyên xwe û ji bo pêşketina wan hewldanek mezin raber kir. Têkiliya ku di nava PKK’ê de hevrê hêz dide hevrê, temsîl kir. Hevrêyê me Merdan bi bejna xwe ya bilind, heybeta xwe, kesayeta xwe ya enerjîk û tevlîbûna xwe ya bi moral coşa xwe ya şoreşgeriyê bir her derê.
Hevrêyê me Merdan ji bo berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê mezin bike, bi israr xwe pêşniyar dikir û car din çû qadên şer ên dijwar. Sala 2023’yan ji bo berxwedana li Avaşîn û Zapê mezin bike, wezîfe girt ser xwe. Bi xwestekek mezin tevlî berxwedana bi pêşengiya fermandarên me yên nemir hevrê Şivan Cîlo Gever û Alan Milazgîr bû. Hevrêyê me Merdan bi cesareteke mezin tevlî pratîkê bû, bala xwe da ser bi ser xistina wezîfeyên xwe. Ji bo di gerîlatiya modernîteya demokratîk û taktîkên gerîla yên dema nû de bibe pispor, bû xwedî hewldaneke mezin.
Hevrêyê me Merdan 16’ê Hezîrana 2023’yan dema li ser wezîfeya xwe, di encama êrîşên dijmin de bi komek hevrêyên xwe re şehîd bû. Em soz didin ku bîranîna nemir a hevrê Merdan timî zindî bikin û armancên wî bi ser bixînin. Ewladê bi wêrek ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Merdan dê bi sekna xwe, tevlîbûna xwe û pratîka xwe her tim rê nîşanî me bide.
Hevrêyê me Cûdî li navçeya Qereyazî ya Erziromê hate dinê. Çanda bi kok a Serhedê ji bo çêbûna kesayeta hevrêyê me, bi bandor bû. Bi terbiye û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, mezin bû. Hevrêyê me Cûdî demek kurt li dibistanên dewleta Tirk xwend. Tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta dagirker, kesayeta xwe parast. Hevrêyê me ji temenê biçûkatiyê û şûnde xwest tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî û di warê aborî de piştgirî da malbata xwe. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de ked nas kir, bi kedê xwe avakirin ji xwe re kir şêwazekî jiyanê. Dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê yên li hemberî gelê me bê navber domand. Hevrêyê me Cûdî li dijî vê yekê ket nava lêgerîna têkoşînê. Xalê xwe Mahmut Kaplan ê ku salên 1990’î tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, ji xwe re mînak girt û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê sala 2015’an ku êrîşên li ser gelê me û Tevgera me zêde bûn, xwest têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bimeşîne. Hevrêyê me Cûdî ku ji Stenbolê tevlî nava refên gerîla bû, bi coşa ku bigihije çiyayên azad xwest têkildarî jiyana gerîla her tiştê fêr bibe.
Hevrêyê me Cûdî sala 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervanên nû dît, demek kurt fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Tevî ku di jiyana gerîla de nû bû, tevlîbûneke bi xwestek û bi moral nîşan da. Bi saya çêkera xwe ya bi mereq, derbarê her mijara têkildarî gerîla bû xwedî agahî. Ji têkiliyên hevrêtiyê yên di jiyana gerîla de bandor bû, armanc kir ku her tim ji hevrêyên xwe re bibe alîkar û ruhê hevrêtiyê mezin bike. Li ser parêznameyên Rêbertî û materyalên têkoşînê lêhêrbûn kir û armanc kir ku xwe li ser xeta milîtantiya Apoyî kûr bike. Ji ber pêşketina ku demek kurt bi dest xistî, xwe li gorî qadên têkoşînê yên herî zehmet amade kir.
Li ser vê bingehê sala 2016’an hevrêyê me derbasî Cîlo bû, pir zû fêrî şert û mercên zehmet ên Zagrosan bû û bi coş tevlî xebatan bû. Lêhêrbûnên hevrêyê me her tim di wê çarçoveyê de bûn ku ‘gelo ez ji bo mezinkirina têkoşînê dikarim çi bikim’. Bû xwedî têkoşîneke bênavber. Ji bo taktîka gerîla ya dema nû bi rengekî serketî bikeve pratîkê, hem di tunelên şer û hem jî di xebatên binesaziya tîmên araziyê de cih girt û piştre di berxwedana dîrokî de bû xwedî ked. Hevrêyê me dizanî ku rêya herî bi bandor a ku ji bo derbe li dijmin bixe, amadekariyên şer in. Di xebatên pratîkî de tevlîbûneke bi berhem nîşan da. Piştî ku demek dirêj li Cîlo ma, ji bo ji şehadetên sala 2021’an ên di êrîşên dagirkeriyê de li Avaşîn, Metîna û Zapê çêbûne re bibe bersiv, hêrsa xwe ya ji bo tolhildanê mezin kir. Hevrêyê me weke milîtanekî fedayî yê Apoyî xwe ji her xebatê re amade kir û xwest wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne. Hevrêyê me xwest di berxwedana destanî de cih bigire. Bi saya tecrûbeya xwe ya leşkerî, bi roleke aktîf rabû û ji bo bikare taktîkên dema nû bi serketî pêk bîne, hewldanek mezin raber kir. Tarzekî ku êrîşên dijmin pûç dike, esas girt û wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Weke şahidê êrîşên bi çekên kîmyewî ku artêşa Tirk a dagirker li Zap û Avaşînê bi kar anî, ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne sond xwar. Li hemberî her şehadetê xwe lêpirsîn kir û armanc kir ku wezîfeyên xwe yên demê bi ser bixe. Ti carî şert û merc û êrîşên dijmin, li pêşiya mezinkirina têkoşîna xwe weke asteng nedît. Bi hestiyarî nêzî pirsgirêkan bû, bi hewldanên çareseriyê û bi aliyê xwe yê afirêner hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Tecrubeyên pratîkî yên ku di şert û mercên zehmet ên gerîlatiyê de bi dest xistî, bi xeta azadiyê ya Apoyî re kir yek û bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Cûdî ji gava ku tevlî nava refên gerîla bû û şûnde li her qadê bû şervanekî fedakar ê xeta azadiyê. Bi saya kesayeta xwe ya dirûst û dilsozê şehîdan, baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Lewma di gelek wezîfeyên girîng de ked da û ji bo pêvajoya dîrokî ya ku gelê me tê de derbas dibe, bû bersiv. Hevrêyê me Cûdî ji bo her xebatê serketin weke yekane bijarte dît, bi vê nêzîkatiya xwe baweriya hevrêyên xwe vale dernexist.
Hevrêyê me Cûdî bi kesayeta xwe ya fedakar, kedkar û dilnizm bû milîtanekî Apoyî yê mînak. 16’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Cûdî wê bi mîrateya xwe ya dewlemend a têkoşînê û hevrêtiya xwe ya xurt, her tim were bîranîn û bibe meşaleyeke ku rêya me ronî dike.
Hevrêyê me Azad li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate dinê. Ji ber ku di nava malbateke welê de mezin bû ku çand û kevneşopiyên Kurdî lê zindî ye, li gorî cewherê xwe mezin bû. Malbata wî hewl dida ku jiyana xwe ya rojane îdare bike, lewma hevrêyê me Azad jî wiha hate mezinkirin. Ji ber vê yekê derfetê naskirina têkoşîna me nedît. Hevrêyê me li aliyekê dixwend, li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karên cuda de xebitî. Sala 2012’an Şoreşa Azadiyê ya Rojava bihîst, lê ji ber bandora derdora xwe tevlî xebatên şoreşê nebû. Hevrêyê me bi neçarî mecbûr ma ku leşkeriya rejîmê bike, destpêkê di vê pêvajoyê de rastiya Kurdîtiyê hîs kir. Di dema ku li ser navê rejîmê leşkertî kir de, dît ku rejîmê çav daye ser destkeftiyên gelê Kurd, înkarkirina Kurdan dewam dike û heqaretê li gelê Kurd dike. Vê yekê hem bandor li hevrêyê me Azad kir hem jî bû sedem ku nerazîbûn nîşan bide. Ket nava hewldanê ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava nas bike û fêm bike. Hevrêyê me Azad di dema leşkeriyê de zanî ku azadî çiqas girîng e. Demek kurt girîngiya azadiya li Rojava, fêm kir. Hevrêyê me ji leşkeriyê fîrar kir û biryar da ku tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bibe ku her çendî zêde nas neke jî xwe ayîdê wir didît. Bi tevlîbûna xebatên şoreşê re, têkoşîna me ya azadiyê û rastiya Rêber Apo hêdî hêdî fêr bû. Hevrêyê me Azad hingî ku têkoşîna me fêm kir, hîn zêdetir pê re hate girêdan. Hevrêyê me di aliyê leşkerî û îdeolojîk de dest bi xwe perwerdekirinê kir. Her roja borî hîn zêdetir cewherê xwe dît. Êrîşên çeteyan ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava zêde bûn û hate xwestin ku destkeftiyên gelê me bên tasfiyekirin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Azad pir hêrs bibe. Lewma bi israr xwest di pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyan de, cih bigire. Li ser vê bingehê hevrêyê me Azad di gelek çalakiyên li dijî çeteyan de cih girt, ku çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî gelê me dikir. Bi tevlîbûna xwe ya di çalakiyan de, ji bo darbeyên bi bandor li çeteyan were xistin, ked da. Bi tecrubeya xwe ya şer bû şervanekî pispor. Hevrêyê me bi pêşketina xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me piştre li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di eniyên berxwedanê de cihê xwe digire, hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me mezintir dike. Hevrêyê me yê ku di serdemên piştre de jî li qada Rojava li gelek herêman beşdarî xebatan dibe, di gelek çalakiyên hem li dijî dewleta Tirk hem jî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih digire û ji bo parastina destkeftiyên gelê me gelekî li ber xwe dide. Hevrêyê me Azad di pêvajoya xebatên şoreşê de dikeve nava kûrbûnên mezin, zêdetir rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas dike. Hevrêyê me fêm dike ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelên li Rojhilata Navîn egera hebûnê ye, dizanîbû ku divê xwe li ser felsefeya Rêbertî zêdetir kûr bike. Hevrêyê me dizanîbû ev yek jî wê li çiyayên Kurdistanê pêk were, girêdayî vê yekê berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrêyê me Azad li çiyayên Kurdistanê bi perwerdeyeke demkurt adapteyî çiya û jiyana gerîlayan dibe, xwest li Zagrosan ku beriya wê ji hevrêyên xwe bihîstibû gerîlatiyê bike. Ev pêşniyara wî ji aliyê hevrêyên wî ve tê qebûlkirin û derbasî herêma Avaşîn dibe. Hevrêyê me li hemberî bedewiyên Avaşîn mest dibe, gihîşt wê baweriyê ku divê teqez bedewiyên Avaşîn werin parastin. Hevrêyê me dizanîbû ku ji bo vê yekê divê tevlîbûneke çalak pêk bîne, bi saya kesayeta xwe ya kedkar û durist di demeke kurt de adapteyî şert û mercên hewaya Zagrosan dibe. Hevrêyê me dizanîbû gerîlatiya li herêmeke dijwar fedekariyê dixwaze, tu caran xwe ji tu xebatan neda paş. Hevrêyê me Azad bi saya vê taybetmendiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak, di heman demê de xwe li ser taktîkên gerîlayan ên serdema nû jî pêş dixe. Hevrêyê me êrîşên dijmin ên tasfiyekirinê yên li ser Garê yên di sala 2021’an de û piştre jî li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn berdewam dikin, li Qada Berxwedanê ya Werxelêyê pêşwazî dike, di nava tîma gerîlayên ku yekem derbeyê li dijmin dixe de cih girt. Piştre jî ji bo tunelên Werxelêyê bibin keleha berxwedanê, bi roleke girîng rabû, ku dijmin li wir bi awayekî zêde bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Hevrêyê me Azad di vê pêvajoyê de dibe şahidê şehateda Şehîd Cumalî Çorum, Şehîd Çavrê Kamuran û gelek hevrêyên xwe yên din, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezintir dike. Hevrêyê me Azad yek ji wan hevrêyên me ye ku di sala 2022’yan de li tunelên berxwedanê yên Werxelêyê rê nade dijmin, li vir di berdewamkirina berxwedanê ya bi mehan de kedeke mezin dide. Hevrêyê me Azad tevlîbûna fedaiyane weke şertê sereke dibîne ku bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, dibe xwediyê tevlîbûneke bêyî dudilî. Hevrêyê me Azad ê ku li gel Şehîd Helbest Koçerîn, Şehîd Baz Mordem, Şehîd Demhat û Şehîd Nûda di heman mewziyan de şer dike, gelekî ji şehadeta van hevrêyên xwe bandor dibe. Hevrêyê me Azad ê ku piştre li herêmên Avaşîn û Zapê têkoşîna xwe didomîne, hemû kêliyên jiyana xwe ji bo bidestxistina sekn û têkoşîneke layiqî hevrêyên xwe yên dibe şahidê şehateda wan, feda kir. Ji bo vê yekê xwe di felsefeya Rêber Apo û rastiya şehîdan de kûrtir dike û tempoya xwe ya tevlîbûnê bilindtir dike. Hevrêyê me Azad ê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebite, di 16’ê Hezîrana 2023’yan de di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Karî têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê di astên herî jor de temam bike. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hevrêyê xwe Azad ê ku bi saya kesayeta xwe ya sade û xwezayî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin, di nava Şoreşa Kurdistanê de zindî bigirin.
Hevrêyê me Sebrî li Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me li bajarê Kobanê yê ji bo mirovahiyê bûye sembola berxwedanê, zarokatiya xwe derbas dike. Bi saya terbiye û çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe distîne kesayeteke kamil bi dest dixe. Hevrêyê me li bajarê Kobanê yê ku bi sedan ewladên xwe dide têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me, derfeta naskirina Tevgera me bi dest dixe. Hevrêyê me di serdemeke ku Şoreşa Azadiya Rojava pêk tê de xwe digihîne hişmendiyekê, ji bo Tevgera me sempatiyek li cem peyda dibe. Hevrêyê me Sebrî hê di zarokatiya xwe de kedê nas dike, ji bo alîkariya debara malbata xwe di gelek karên cuda de dixebite. Li hemberî gefa komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gelê me, xwe ji ewlehiya gelê me berpirsiyar dibîne. Di serdema Berxwedana Kobanê ya Dîrokî de beşdarî xebatên şoreşê dibe. Gihîşt wê hişmendiyê ku li hemberî êrîşên çeteyan, bes bi tevlîbûnê wê bibe bersiv. Piştî şahidiya berxwedana Kobanê ya bi bedêlên mezin tê bidestxistin, xwe li hemberî şehîdan deyndar hîs dike. Hevrêyê me Sebrî bi girêdaneke mezin dibe dilsozê şehîdan, di asta xwecihî de bi awayekî çalak beşdarî xebatên leşkerî dibe. Bi saya adeptebûna di demeke kurt de ya ji atmosfera şoreşê re û tevlîbûna bikelecan, ji aliyê hevrêyên xwe ve tê hezkirin û rêz lê tê girtin. Hevrêyê me yê ku dixwaze xwe di warê leşkerî de pêş bixe, perwerdeya pisporbûnê distîne. Hevrêyê me pir bala xwe dide perwerdeyan û ji bo bidestxistina tecrûbeyên îdeolojîk kedeke mezin dide. Li gel naskirina Tevgera me dikeve nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe. Ji bo vê yekê xwe ji qadên herî dijwar ên têkoşînê re amade dike. Hevrêyê me kûrbûnên xwe yên têkildarî perwerdeyan parve dike û hemû derdorên lê dimîne li ser zemîna rêxistinî berê wê dide nîqaş û danûstandina agahiyan. Hevrêyê me Sebrî xwediyê pratîka şer a serkeftî ye, di nava pêngavên şoreşgerî de jî cih digire. Hevrêyê me Sebrî hewl dide Rêber Apo û Tevgera me ji nêz ve nas bike û kûrbûnên xwe yên têkildarî vê mijarê zêdetir dike. Hevrêyê me Sebrî girêdayî vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, ji Kobanê tevlî nava refên azadiyê dibe.
Hevrêyê me Sebrî xeyala xwe ya gerîlabûnê pêk tîne, bi serfiraziya wê xwe ji hemû xebatan re amade dike. Hevrêyê me yê ku li Garê beşdarî xebatên pratîkê dibe, di demeke kurt de adapteyî atmosfera gerîlayan û şert û mercên çiyayan ên dijwar dibe. Hevrêyê me yê ku ji bo fêrbûna taktîkên gerîlayan ên serema nû di sala 2020’an de perwerdeyan distîne, di warê gerîlatiyê de tecrûbeyan bi dest dixe. Hevrêyê me Sebrî dizanîbû bes wê bi lêxistina derbeyan û tolhildana ji dijmin xwedî li mîrateya têkoşîna şehîdan derkeve, weke gerîlayekî pispor berê xwe dide xebatên pratîkê. Hevrêyê me taktîkên serdemê bi awayekî serkeftî bi cih tîne, bi cidiyet û baweriyeke mezin nêzî erkên xwe dibe. Hevrêyê me li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, weke milîtanekî Apoyî têkoşîneke bêyî dudilî û bê navber dimeşîne. Bi saya sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û rêz lê tê girtin. Hevrêyê me ji destpêka tevlîbûna xwe û pê ve li hemû deverên lê dimîne sekna xwe ya bimoral diparêze û roj bi roj xwe di warên îdeolojîk û leşkerî de pêş dixe, bi saya kesayeta xwe ya wêrek û dilsoziya ji nirxan re baweriya hevrêyên xwe bi dest dixe. Hevrêyê me hewl dide ku ji pêvajoya dîrokî ya ku em têre derbas dibin re bibe bersiv û di hemû xebatên xwe de serkeftinê weke tekana rêya xwe dibîne, karî bibe gerîlayekî azadiyê yê serkeftî.
Hevrêyê me Sebrî, di encama êrîşeke dijmin de di 16’ê Hezîrana 2023’yan de tevlî karwanê nemiran dibe û meşa xwe ya ji bo azadiyê bi îdîa û biryardariyeke mezin di lûtkeyên herî jor de temam dike. Hevrêyê me Sebrî li pey xwe hevrêtiyeke mezin hiştiye û bi tecrûbeyên xwe yên têkoşînê wê her tim were bîranîn û rêya me ronî bike.
Hevrêyê me Masîro Dêrik, li Dêrezorê weke ferdekî malbateke gelê me yê Ereb ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku bi exlaq û çanda malbata xwe mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de xwedî li berpirsiyariyên xwe yên civakî derdikeve. Hevrêyê me xwedî refleksên civakî bi hêz in, li hemberî bûyerên li derdora xwe weke kesekî hesas mezin dibe. Di zarokatiya xwe de ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike di karên înşaetê de dixebite. Hevrêyê me yê ku weke kesekî li gel kedê mezin dibe, ji aliyê derdor û malbata xwe ve gelekî tê hezkirin û rêz lê tê girtin. Hevrêyê me Masîro dibe şahidê zilma çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gelên Kurd û Ereb, li hemberî vê zilmê bêdeng namîne dest bi lêgerînan dike. Di serî de berxwedana Kobanê ji berxwedana şervanên azadiyê ya li hemberî çeteyan gelekî bandor dibe. Hevrêyê me ji pêngavên şervanên azadiyên yên li Rojava û rojhilatê Sûriyeyê moraleke mezin distîne û dixwaze di nava xebatan de cihê xwe bigire. Bi taybetî jî paqijkirina Reqa û Dêrezorê ya ji çeteyan bû wesîle ku hevrêyê me tevlî têkoşînê bibe. Hevrêyê me Masîro li gel pêkhatina projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêbertiya ya li Rojava dest bi naskirina rastiya Rêber Apo dike, di destpêkê de di asta xwecihî de beşdarî xebatan dibe. Bi coş û moraleke mezin tevlî hemû xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de felsefeye azadiyê ya Rêbertiya me û xeta enternasyonal nas dike, bi hemû hebûna ji têkoşîna Rêber Apo û li derdora wî pêş dikeve, bawer dike. Weke hevrêyekî me yê Ereb ê ku biryarê dide di vê oxirê de canê xwe feda bike, armanc kir ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me li hemberî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk a dagirker bi taybet jî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bêdeng nema û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Tevlî nava refên gerîlayan dibe û di jiyana xwe de rûpeleke nû vedike.
Hevrêyê me yê ku beriya wê têkildarî jiyana çiyayan tu agahiyên wî nebûn, ji heybeta çiyayên Kurdistanê bandor dibe. Her çend di destpêkê de di warê fîzîkî de rastî hin zehmetiyan tê jî hem bi saya alîkariya hevrêyên xwe û hem jî bi saya îradeya xwe ya bihêz karî van zehmetiyan derbas bike. Hevrêyê me Masîro yê ku her çend bedewiya çiyayan nas dike zêdetir ji wan hez dike, gihîşt wê hişmendiyê ku divê teqez ev bedewî werin parastin. Hevrêyê me pê dihese ku ev yek bi xwepêşxistina di warên leşkerî û îdeolojîk de pêkan e, ji bo ku bibe şervanekî azadiyê yê profesyonel beşdarî perwerdeyan dibe. Tevî ku yekem perwerdeya wî jî bû xwe di warê leşkerî de gelekî pêş dixe. Hevrêyê me dizanîbû heya derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker nexe êrîşên dagirkeriyê nasekinin, dixwaze demildest derbasî qadên ku lê şer dijwar e bibe. Bi taybetî jî israr dike derbasî Zapê bibe ku navê Zapê gelekî dibihîze. Hevrêyê me dizanîbû li hemberî operasyonên dagirkirinê yên artêşa Tirk ên di 17’ê Nîsana 2022’yan de yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê, bes bi têkoşîna di terzeke fedayî yê Apoyî de wê serkeftin were bidestxistin, pêşniyar dike ku derbasî Zapê bibe. Hevrêyê me digihîje qadên ku şer lê dijwar e, weke milîtanekî ku ji hemû erkan re amade ye li gorî ruhê serdema şoreşgeriyê tev geriya. Hevrêyê me Masîro yê ku rengê xwe li hemû xebatên xwe zêde dike, bi saya dilsoziya xwe ya kûr, kesayeta xwe ya mutewazî û tevlîbûna xwe ya bikelecan karî bibe milîtanekî mînak. Hevrêyê me piştre li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê meşa xwe ya şoreşgeriyê didomîne, di hemû kêliyên jiyana xwe de kûrbûna tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd jiya.
Hevrêyê me Masîro Dêrik di 19’ê Hezîrana 2023’yan de di encama êrîşeke dijmin de gihîşt şehadetê, ji Rojava heya çiyayên Kurdistanê têkoşîneke bêyî dudilî meşand û navê xwe li dîroka azadiya gelan da nivîsandin. Em ê teqez xeyalên azadiyê yên hevrêyê xwe Masîro yê ku weke milîtanekî Apoyî yê enternasyonal kariye di kesayeta xwe de nûnertiya bawerî û dilsoziyê bike, pêk bînin.
Hevrêyê me Rêzan, li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku bi hişmendî û exlaqê welatparêziya gelê me yê Botanê mezin dibe, girêdayî nirxên xwe tê mezinkirin. Di nava malbateke Koçer de mezin dibe û zêde li dibistanên pergalê namîne, ev yek bûn wesîle ku hevrêyê ne Rêzan sadebûna xwe biparêze. Hevrêyê me yê ku bi tu awayî ji çanda koçeriyê ya di nava xwezayê de qut nabe û zarokatiya xwe wisa derbas dike, vê taybetmendiya xwe tim diparêze. Hatina hevrêyê me Rêzan ya di nava malbateke welatparêz de û zêdebûna tevlîbûnên ji bo nava refên gerîlayan a derdora wî dibin wesîle ku hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas bike. Hevrêyê me yê ku tevî temenê xwe yê biçûk jî rastiya dijmin nas dike, ji şehadeta mamê xwe bandor dibe. Hevrêyê me di ciwantiya xwe de digihîje wê baweriyê ku rêya têkbirin û valaderxistina polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî ya ku dijmin li ser gelê me ferz dike, bi têkoşînêke hîn zêdetir pêkan e, dest bi lêgerînan dike. Hevrêyê me Rêzan ê ku haya wî ji deq û dolab û şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî ciwanên Kurd heye, ji bo ku di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigire dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me ji bo li hemberî konsepta êrîş û tunekirina topyekûn a dewleta Tirk ên li dijî Rojava û destkeftiyên gelê me bibe bersiv, biryarê dide tevlî nava refên gerîlayan bibe û di sala 2016’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Rêzan ê ku di sala 2016’an de li ser herêma Kato tevlî nava refên gerîlayan dibe, li Botanê kêfxweşiya gerîlabûnê jiya. Hevrêyê me di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan û şert û mercên dijwar ên çiyayan dibe û tevlîbûneke çalak pêk tîne. Hevrêyê me yê ku yekem perwerdeya xwe li herêma Katoyê dibîne, ji jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê bandor dibe. Hevrêyê me dixwaze xwe di warên leşkerî de pêş bixe, ji bo derdeyan li dijmin bixe bi coşeke mezin beşdarî perwerdeyan dibe. Hevrêyê me Rêzan li hemberî konsepta êrîşan a ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya ‘’Plana Têkbirinê’’ de da destpêkirin, di nava serdema çalakîbûnê ya gerîlayan de cihê xwe digire. Di sala 2016’an de di encama êrîşeke dijmin de birîndar dibe. Hevrêyê me yê ku tevî gerîlayekî nû ye jî bi awayê tevlîbûna xwe karî bibe milîtanekî mînak. Hevrêyê me birîndarbûna xwe li pêşiya meşandina têkoşînê weke astengiyekê nabîne û ji bo beşdarî gelek xebatan bibe, xwe pêşniyar dike. Hevrêyê me yê ku bi armanca tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li her qadê tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan domand. Piştî tedawiya xwe, bû milîtanekî Apoyî yê ku tevkarî li avakirina xweparastin û rêveberiya xweser a gelê me yê Êzidî yê li ber pencê qirkirinê, kir. Hêrsa hevrêyê me Rêzan a li dijî dewleta Tirk a dagirker û hêzên din ên ku qirkirinê li hemberî gelê me rewa dibînin, bû sedem ku her kêliya xwe tejî derbas bike. Bi tecrubeya xwe ya leşkerî re, weke îdeolojîk jî xwe perwerde kir û milîtantiya xeta Apoyî kir. Di demeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn de, car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me bi tarzê fedayî û di her şert û mercên zehmet de gerîlatî kir. Xwest li dijî êrîşan bibe bersiv û helwesteke milîtanî raber kir. Hevrêyê me derbasî qadên Avaşîn û Zapê bû û ked da. Her tim xwe deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd hîs kir û di çalakiyan de bi roleke aktîf rabû. Taktîkên gerîla yên nû xiste pratîkê. Di tîmên bi tevger de cih girt û bû gerîlayekî pispor ê ku van taktîkan pêk tîne. Dema ku dijmin li hemberî tunelên şer çekên kîmyewî bi kar anî, ji bo kêmek jî be barê hêvrêyên xwe sivik bike di nava tîmên bi tevger de gelek çalakî pêk anîn. Hevrêyên xwe yên di tunelên şer de bi fedayiyane têdikoşiyan hîs dikir û ji bo bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, timî di nava lêgerînê de bû. Hevrêyê me her tim di nava lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe mezin bike. Weke şopdarê şehîdên me Cumalî, Zinarîn, Botan, Helbest, Dogan û Rojda ji bo ala berxwedanê bi serketinê bilind bike, bi ruhekî fedayî û tarzekî Apoyî bi ser dijmin de çû.
Hevrêyê me Rêzan 19’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşgeriyê yên ku dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin. Ji bo em bibin layiqê hevrê Rêzan û hemû şehîdên xwe, em ê têkoşîna xwe bimeşînin.
15’ê Cotmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG