Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyên me Zagros, Piling, Êrîş, Hêjar, Sekvan, Têkoşîn, Mervan û Zemanî li hemberî êrîşên berfireh li ser gelê Kurd dihatin meşandin de bi fedaî şer kirin, canê xwe ji gelê me re kirin mertal û di sala 2017’an de gihîştin şehadetê.
Em milîtanên fedaî û pêşengên gel ên Apoyî Zagros, Piling, Êrîş, Hêjar, Sekvan, Têkoşîn, Mervan û Zemanî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca meşa wan a herî mezin a Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.
Tevî ku em gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn in jî, welatê me Kurdistan û gelê Kurd ji hêla hêzên hegemonîk ên kurevî û hêzên mêtinger ve hatin înkarkirin û tine hatin hesibandin. Li ser vê bingehê, zilmeke mezin ji gelê mere rewa hate dîtin û polîtîkayên wêrankirin, komkujî û qirkirinê hatin meşandin. Li her çar aliyên Kurdistanê komkujî hatin kirin. Bi rijandina xwîna gelê re hewl dan qirkirineke fîzîkî pêk bînin û bi temamî tine bikin. Li hember vê bêedaletî û zilmê, rabûna dîrokî ya Rêber Apo ji bo hebûn û azadiya gelê me û berxwedana PKK'ê çerxa qirkirinê rawestand, înkar û tinekirin bêwate kir. Bêguman, bidestxistina vê yekê ne hêsan bû. Wekî gel û tevger, me bedelên giran da û jiyana xwe ya herî hêja feda kir da ku em bigihîjin vê nuqteyê. Bi saya şehîdên me yên qehreman û di encama meşa me ya 50 salî de, em gihîştine wê astê ku em hebûna xwe bêyî ku were înkarkirin îspat bikin û azadiya xwe misoger bikin.
Em di şexsê hevalên xwe Zagros, Piling, Êrîş, Hêjar, Sekvan, Têkoşîn, Mervan û Zemanî de hemû şehîdên xwe yên hêja yên ku me anîne vê rojê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em hişmendiya ku bi saya şehîdan hene û li ser mîrateya wan a watedarbûye û pêşeroja xwe bi nirxên wan ên bilind teşe bikin û didomînin. Em careke din soz didin ku em ê teqez bigihîjin armancên herî mezin ên hevrêyên xwe yên şehîd ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgariya Kurdistanê.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Zagros Cîlo Nav paşnav: Muhittin Kaya Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Cahide – Selahattin Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2017 / Metîna |
Zagros Cîlo – Muhittin Kaya
|
Nasnav: Piling Jan Colemêrg Nav paşnav: Necmettin Yaşar Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Misrî – Hüseyin Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2017 / Metîna |
Piling Jan Colemêrg – Necmettin Yaşar
|
Nasnav: Êrîş Feraşîn Nav paşnav: Ahmet Abi Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Şadiye – Çolî Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2017 / Metîna |
Êrîş Feraşîn – Ahmet Abi
|
Nasnav: Hêjar Zinar Nav paşnav: Erkan Hakir Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Muteber – Muhyedin Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2017 / Metîna |
Hêjar Zinar – Erkan Hakir
|
Nasnav: Sekvan Zagros Nav paşnav: Recep Tanış Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Nurgül – Cafer Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2017 / Metîna |
Sekvan Zagros – Recep Tanış
|
Nasnav: Têkoşîn Cûdî Nav paşnav: Yildiz Yilmaz Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Zeynep – Mehmet Dem û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2017 / Metîna |
Têkoşîn Cûdî – Yildiz Yilmaz
|
Nasnav: Mervan Hêvî |
Mervan Hêvî – Tacettin Baydır
|
Nasnav: Zemanî Suruç |
Zemanî Suruç – Okkeş Akbalik
Bajarê me yê Amedê ku warê damezrandina PKK’ê, hêviya azadiyê ya gelê me yê bindest û malovaniya Berxwedana Zindana dîrokî ya ku îspata şênber a têkneçûna têkoşîna me ye, di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cihekî bêhempa digire. Bi vê re bi hemû hêza xwe bi pêşengî û beşdariya nava berxwedanên dîrokê yên di serî de Şêx Seîdan a li dijî mêtingeran, navê Amedê di dîroka gelê me de nivîsand. Gelê Amedê, bêyî ku ji vê kevneşopiya têkoşînê ya kûr veqete, her tim ruhê xwe yê berxwedanê parastiye. Gelê me yê ku di bin êşkenceya dijwar a mêtingeran de êş kişandiye û bi gefa qirkirinê re rû bi rû maye, bi partiya me PKK’ê re ya di bin pêşengiya Rêber Apo de pêş ket, vegeriya ruhê xwe yê berxwedanê û li dijî mêtingeran bû keleha berxwedana bêhempa. Tovên berxwedanê yên ku di Zindana Amed de hatine çandin, bi hewldanên sermirovî yên Rêber Apo bersiva herî xurt û watedar dan û ev yek veguherî Pêngava 15’ê Tebaxê. Gelê Amedê timî bi biryardariyeke mezin ev mîrateya pîroz parastiye, her roj têkoşîna xwe xurt kiriye û bi serhildanên ku pêşxistine, di dîroka me de serdemeke nû daye destpêkirin. Gelê wêrek ê Amedê, kolan bi kolan xwe bi rêxistin kiriye û ji cîhanê re nîşan daye ku ew ê ti carî li hember hêzên dagirker serî netewînin û bi tevlîkirina bi hezaran kurên xwe yên wêrek ên nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi awayekî bi rûmet xwedî li erka xwe ya welatparêziyê derketiye.
Hevrê Zagros di nava malbateke ku bi mîrateya dîrokî ya berxwedana Amed teşe girtiye û bi welatparêziyeke pir kûr pêşketiye jidayik bû. Çanda têkoşîna me ya li navçeya Sûrê ya Amed dahûrand û ji nêz ve nas kir. Gelek xizm û hevalên wî yên nêzîk beşdarî refên têkoşînê bûn û ev yek bû sedem ku hevrê Zagros eleqeyek xurt nîşanî gerîla bide. Şehadeta xizmên wî yên nêzîk hevrê Navdar Çiya - Zulfu Fîdanten ku di sala 2007’an de û hevrê Navdar Çiya - Şervan Fîdanten di sala 2012’an de li Amedê li dijî dagirkeran bi fedaî li ber xwe da û gihîşt şehadetê û ev şehadet hêrsa hevrê Zagros a li dijî mêtingeran hîn zêdetir kir. Hevrê Zagros li derdora xwe bi zîrekiya xwe û bi girêdana xwe ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê nasîn. Hevrê Zagros li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Di vê serdemê de şahidiya polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên dewleta dagirker a Tirk kir. Hevrê Zagros bi kesayetiya xwe ya hestyar qet xwe ji civaka ku tê de dijî cuda nedît. Di wê baweriyê de bû ku divê bersivek teqez bide êrîşên ku gelê me pê re rû bi rû maye. Di vê serdemê de bi awayekî çalak di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Di vê serdemê de di nava gel de xebat meşand û bi fêmkirina felsefeya Rêber Apo re rastiya me ya civakî ji nêz ve nas kir. Dahûrandinên Rêber bandorek kûr li ser hevrêyê me kir. Hevrê Zagros bi nirxandinên Rêbertiyê re pergala kapîtalîst û bermahiyên wê yên herêmî yên mîna dewleta Tirk, derxist zanebûnê û, ti carî jiyanek di nav pergala ku nasnameya wî ya rastîn înkar dike, qebûl nekir.
Hevrêyê me lêhûrbûna xwe kûrtir kir, hemû derfetên ku sîstem pêşkêş dikir red kir. Di sala çaremîn de dev ji fakulteya bijîşkî berda û ji sîstemê veqetiya, berxwedana bi rûmet a gelê me hilbijart. Li ser vê bingehê di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Zagros derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdehiya şervanên nû dît. Hevrê Zagros bi hewes tevlî jiyan û perwerdehiya gerîla bû. Kesayetiya wî ya bi îrade û beşdariya wî ya bi coş zû adapteyî jiyana gerîla bû. Têkiliyên hevrêtî û dilsoziya gerîla bandorek kûr li ser hevrê Zagros hişt. Di pêvajoya perwerdehiyê de, hem ji hêla îdeolojîk û hem jî ji hêla leşkerî ve pêşkeftinek girîng bi dest xist. Bi dahûrandina kesayetiya xwe ji taybetmendiyên neyînî yên ku ji hêla pergalê ve hatibûn bicihkirin xwe rizgar kir û hewlek mezin da ku xwe bi felsefeya Apoyî xwe ji nû ve biafirîne. Bi beşdariya xwe ya bi coş a jiyanê û xwesteka xwe ya fêrbûnê re zû fêr bû, tiştên ku fêr bûbû di jiyanê de bi cih anî û ji hevrêyên xwe yên nû re pêşengî kir. Piştî ku perwerde bi serketî qedand û dest bi pratîka gerîlatiyê ya yekem kir. Hevrêyê me zû adapteyî pratîkê bû û pratîkek serketî pêş xist. Hevrê Zagros bi baweriya ku afirand, şêwaza xebatê ya baldarî di hemû xebatan de bi ser ket. Hevrê Zagros bû yek ji hevalên me yên bi lez pêşket û bû pêşeng. Demekê, di nava sazî û xebatên stratejîk ên girîng ku li kêleka Fermandariya Biryargeha Navendî de cih girt û xizmetek girîng ji Tevgera me û gelê me re kir. Hevrê Zagros bi xebatên meşand re, xebatên bijîşkî meşand û di şert û mercên herî dijwar de bi kedeke mezin hevrêyên xwe derman kir. Ew bû hevrêyê hevrêyên ku bi wan re dijiya û bijîşkê hevrêyên xwe yên birîndar. Hevrê Zagros di heman demê de di kesayetiya xwe de gelek taybetmendiyên cihêreng û erênî pêşxist. Hevrê Zagros wekî hevrêyekî piralî dihat nasîn û her gav bû hêza çareserkirina pirsgirêkan. Tevî girîngiya karê xwe jî ji bo li dijî dagirkeran şer timî bi israr xwe pêşniyar dikir. Hevrêyê me derbasî Metîna bû, li wir karê xwe domand û di nava berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeran de cihê xwe girt. Hêrsa xwe ya mezin a li dijî mêtîngeran di çalakiyên ku beşdarî wan bû de nîşan da. Hevrêyê me bi kûrahî girêdayî xeta şehîdan bû, ji bo bilindkirina mîrata têkoşîna şehîdên me yên nemir û bigihîne serketinê, bêwestan xebat meşand. Hevrêyê me Zagros beşdarî gelek xebatên cûda bû û armanc dikir ku bigihîje encamê; bi kesayetiya xwe ya têgihîştî, mutewazî û kedkar, rêzdarî û hezkirina hemû hevalên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me Zagros di encama êrîşa dewleta dagirker a Tirk a 25'ê Mijdara 2017'an de tevlî refên nemiran bû. Bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt wê her tim di nav me de bijî. Em soza xwe nû dikin ku ji bo gelê me bikaribe pêşerojek azad bi dest bixe em ê têkoşîna şehîdên xwe yên ku bi fedaî jiyan kirin, şer kirin û nemir bûn, bigihînin serketinê.
Bajarê me yê Colemêrgê di dîrokê de bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran derketiye pêş û wekî axa ku agirê azadiyê li çiyayên wê yên serhildêr qet venemiriye tê nasîn. Gelê me yê welatparêz ê Colemêrgê her tim bi israr xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derketiye û vê kevneşopiyê gihandiye roja me. Di serdemeke ku êrîşên dewleta dagirker a Tirk di asta herî bilind de bûn û gelê me bi gefa qirkirinê re rû bi rû bû, Tevgera me ya Azadiyê ku di encama hewldanên bêhempa yên Rêber Apo de derket holê, ji aliyê gelê me ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Gelê me yê welatparêz ê Colemêrgê yê ku rêveçûna dîroka Tevgera me guherand, bi şandina zarokên xwe yên herî hêja nav refên têkoşînê û geşkirina berxwedanê û silav kir. Colemêrg ku xwe bi Tevgera Azadiyê re ji nû ve afirand, veguherî bajarê serhildanan û bû navê israra jiyanek azad. Colemêrg yek ji cihên ku gelê me û Gerîlayên Azadiya Kurdistan lê gihîştin hev û hişt ku mîrateyeke xurt a têkoşînê derkeve holê.
Hevrê Piling ê ku li qontarê Zagrosan mezin bû, karakterekî xurt pêşxist û bi gerîlayan re rû bi rû hat, hişt ku di temenê biçûk de girêdaneke xurt bi têkoşîna me re çêbike. Hevrêy me ji bo debara malbata xwe di karên cûrbecûr de xebitî, têgeha kedê nas dikir û ked bû yek ji taybetmendiyên wî yên herî diyarker. Zilm û êşkenceya ku ji hêla artêşa dagirker a Tirk ve li gelê me dihat kirin, di hevrê Piling de hêrsek kûr çêkir. Bi çavên xwe şahidiya şewitandin û valakirina gundan kir û di wê baweriyê de bû ku hewceye bersiva van êrîşên hovane bên dayîn. Hevrêyê me demek di nava civakê de xebitî, hewldanên xwe qet têr nedît û timî di nava lêgerîna ku çawa dikare baştir beşdar bibe de bû. Hevrê Piling mal bi mal geriya, gelê me derbarê êrîşan de serwext kir û berê wan da refên berxwedanê. Hevrê Piling di vê pêvajoyê de, Tevgera me jî ji nêz ve nas kir. Hevrê Berxwedana fedaî ya gerîlayan ku li çiyayên Kurdistanê dide meşandin timî bandorek kûr li ser hevrê Piling dikir. Hevrê Piling ku xeyala wî ya zaroktiyê beşdarbûna nav refên gerîla bû roj bi roj mezintir dibû û sala 1998’an a ku êrîşên mêtingeran dijwartir bû, tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Piling ê ku ji Wanê tevlî refên gerîla bû, di nava şerê germ de perwerdehiya bingehîn a gerîlatiyê qedand û beşdarî xebata pratîkî bû. Ew derbasî Kelareşê bû, li wir dest bi pratîka yekem a gerîlatiyê kir û di nava pratîkê de fêr bû. Şerê di şert û mercên dijwar ên Bakurê Kurdistanê de hişt ku hevrê Piling ku îradeyek ji pola pêş bixe. Hevrêyê me bi salan li Bakur gerîlatî kir û di lêdana derbên giran ên dagirkeran de bû xwedî ked û li gorî şert û mercên guherbar ên demê xwe bi lez guherand û hewl da ku ji pêdiviyên pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrê Piling bi kesayetiya xwe ya kedkar, bi ciddiyetek mezin û encamgir nêzîkî hemû xebatan bû, bû xwedî pratîkek bi bandor. Hevrê Piling bi avêtina girîng ên ber bi fermandarbûnê ve kûrahiyek mezin a îdeolojîk bi dest xist. Hevrê Piling bi coş û moralek mezin beşdarî jiyanê bû, ji bo pêşerojek azad ji gelê me re misoger bike xwe di aliyê leşkerî de jî pêş xist. Hevrê Piling ji ber ku demek dirêj li qadên pratîkî ma û di qadên herî zehmet ên Bakurê Kurdistanê de gerîlatî meşand, ev yek hişt ku tecrûbeyeke mezin bi dest bixe. Vê tecrûbeyê bi taktîkên gerîla yên serdema nû re kir yek û di gerîlatiya profesyonel de gihîştiye qonaxek girîng. Hevrê Piling di sala 2015’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, beşdarî perwerdehiya akademiyê bû, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û bi analîzkirina pratîka xwe re, bingeha pêşketinên nû û bihêz danî. Piştre derbasî Metîna bû û têkoşîna xwe li wir domand. Wekî fermandarekî xwedî tecrûbe, bi hevrêyên xwe re bersiv dan êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Metîna. Xebatên binesaziya şer bi serketî pêk anî. Hevrê Piling ji bo ji pêvajoya şer a dijwar re bibe bersiv bêwestan bi ked û fedakarî têkoşiya û bi taybetmendiya xwe ya dilnizm û fedakar rêzdarî û hezkirina hemû hevalên xwe qezenc kir. Hevrêyê me beşdarî gelek operasyon û çalakiyên li dijî mêtingeran bû û di asta mîsyona xwe bû xwedî pratîk û beşdariyeke mezin û bi wêrekî û israra xwe ya li ser rêya serketinê ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Bêwestan ji bo tolhildana hevrêyên me yên şehîd û misogerkirina pêşerojek azad ji bo gelê me her kêliya xwe diyarî têkoşînê kir û bû kesayetek mînakek bihêz a milîtanê Apoyî.
Hevrê Piling di encama êrîşa dewleta dagirker a Tirk 25’ê Gulana 2017’an de şehîd bû û mîrateyek têkoşînê ya bêhempa li pey xwe hişt. Wekî hevrêyên wî em soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya ku hevrê Piling hiştiye her gav bidin jiyîn û bigihînin serketinê.
Erdnîgariya Kurdistanê ya ku bi çiyayên qedîm dorpêçkirî ye, di dîrokê de ji gelê me yê ku li hember êrîşên mêtinger serî netewandiye û di jiyana azad de israr kiriye re bûye cih û war. Gelê me yê ku girêdayî dîrok, çand û zimanê xwe ye, di hemû berxwedanên li dijî êrîşan decihê xwe girtiye û ti carî ji dayîna berdêlan re xwe dûr negirtiye.
Hevrê Êrîş wekî ferdekî malbateke bi rûmet a ji eşîra welatparêz Gewda ya xwedî berxwedaneke xurt e li Wanê ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora hevrê Êrîş welatparêz bûn û beşdariyên wan ên nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hebûn, Tevgera me ya Azadiyê ji temenê biçûk ve nas kir. Gerîlayên ku ew cara yekem li zozanên Feraşînê rastî wan hat bandorek kûr li ser wî hiştin û ev yek daxwaza wî ya bûyîna gerîla derxist holê. Hevrê Êrîş her tim têkoşîna me ji nêz ve dişopand, di heman demê de şahidiya êrîşên dermirovî yên dewleta Tirk ên li dijî gelê me kir û ev yek hêrseke kûr li hember dijmin çêkir. Xalê wî Kurtay Feraşîn - Abdulkerim Ertaş ê ku di 12’ê Adara 2008’an de li Bestayê li dijî dewleta dagirker a Tirk berxwedaneke dîrokî kir û piştî ku derbên giran li dagirkeran xist û şehîd bû, girêdana hevrê Êrîş a bi têkoşîna me re xurt kir. Hevrêyê me çeka fermandarê me yê nemir şehîd Kurtay Feraşîn ê ku li Botanê bû efsane û di pêşxistina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kedeke meizn da berde, li ser bingeha xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdên me tevlî refên têkoşînê bû.
Hevrê Êrîş di sala 2013’an de ji navenda berxwedana gerîla ji Botanê tevlî refên têkoşînê bû û li ser bingeha girêdana xeta şehîdan beşdarbûneke xurt çêkir. Enerjî û coşa temenê xwe yê ciwanî bi awayekî bihêz xist jiyana xwe ya rojane. Hevrê Êrîş timî dianî ziman ku têkiliyên hevrêtiyê bandoreke kûr li ser wî çêkiriye, bû paçeyek ji vê girêdana pîroz û di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de têkiliyên hevrêtiyê pêş xist. Ji Botanê ya ku yek ji qadên herî dijwar ên Kurdistanê ye tevlîbûn û perwerdehiya xwe ya destpêkê li wir wergirt, hişt ku hevrê Êrîş ji destpêkê ve bibe gerîlayek jêhatî. Hevrêyê me, ji hevrêyên xwe perwerdehiya bingehîn a gerîla wergirt û derfet dît ku îdeolojiya Tevgera me kûrtir fam bike, bi pêkanîna tiştên ku fêr bûye di pratîkê de zû pêş ket. Armanca sereke ya hevrêyê me ew bû ku derbê li dagirkeran bixe, di tevahiya mayîna xwe ya li Botanê de pratîkek bi bandor pêk anî. Girêdana wî ya têkoşînê û tevî temenê xwe yê ciwaniyê xwedî hesteke xurt a erka xwe bû. Hevrê Êrîş di gelek erkên girîng de cih girt û hişt ku bigihêje encamê. Hevrê Êrîş piştî pratîka li Botanê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdehiya akademiyê re derfet dît ku pratîka xwe binirxîne, kesayetiya xwe analîz bike û têgihîştina xwe ya felsefeya Rêber Apo kûrtir bike. Hevrê Êrîş timî pirtûkên Rêbertiyê li gel xwe digirt û her ku fersend didît dixwend. Timî ji xwe dipirsî, li bersiva pirsa çawa dikare bêtir beşdar bibe digeriya û bi vî şêwazê xwe ew bû hevrêyekî ku bi lez pêş ket û têgihîştî. Hevrêyê me bi qasî di qada îdeolojîk de xwe pêş xist di qada leşkerî de jî xwe pêş xist û di çekên cûrbecûr û taktîkên gerîlatiyê de pisporiyek girîng bi dest xist. Wekî gerîlayekî xwedî tecrûbe di çûyîna pratîkê de israr kir û bi derbasbûna Çiyayên Zagrosê re têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me li herêma Zapê tevlî xebatê bûbû, hemû hêz û îradeya xwe da têkoşînê. Di sala 2015’an de, dema ku dewleta dagirker a Tirk êrîşên bi armanca tasfiyekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û tinekirina îradeya gelê me da destpêkirin, hevrê Êrîş yek ji hevrêyên me bû ku pêşî bersiv da û derba yekem li dagirkeran da. Bêwestan ji bo tolhildana şehîdên me xebitî. Piştî pratîka serketî ya li herêma Zapê, hevrêyê me derbasî Metînayê bû. Di temenê xwe yê ciwanî de bû fermandar û di berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeran de li eniya pêş cihê xwe girt. Bi beşdariya xwe ya bi israr û bi hêz, di dilê hemû hevalên xwe yên ku bi wan re şer kir de cih girt. Wêrekî û dilêriya wî ya di çalakiyan de ji hemû hevrêyên wî re bûn çavkaniya hêz û moralê. Hevrê Êrîş ê ku beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin bû, qet hêrsa xwe ya li hember dijmin winda nekir. Bi pêkanîna taktîkên gerîla yên bi bandor, di pêşxistina serdemeke nû ya şerê gerîla de bû xwedî kedeke mezin. Hevrê Êrîş her peywira ku girt ser xwe bi awayekî serketî û bi rêkûpêk bi encam kir û hezkirin û rêzgirtina hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrê Êrîş di 25’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta dagirker a Tirk de şehîd bû û mîrateyek dewlemend a têkoşînê li pey xwe hişt. Wek hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrê Êrîş ji me re hiştiye bigihînin serkeftinê û xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.
Hevrêyê me Hêjar, ku bi awayekî bi bawerî bi têkoşîna me ya azadiyê re girêdayî bû, li Erdîşa Wanê çavên xwe li cîhanê vekir. Mezinbûna wî ya di nav malbatek û derdoreke welatparêz de ku tevlîbûn di nav refên gerîla de hebûn, bû sedem ku hevrêyê me zû têkoşîna me nas bike. Mezinbûna di derdoreke ku kevneşopiya berxwedêr a kevnar a Serhedê di pêş de bû, bi pejirandina çanda Kurdî û nirxên afirandî, hişt ku hevrêyê me Hêjar bibe xwedî kesayetiyeke berxwedêr.
Di her hawîrdora ku tê de bû, bi fedakarî û gihîştîbûna xwe dihat naskirin. Hevrêyê me yê ku ji nêz ve têkoşîna me dişopand, di dema ku diçû Zanîngeha Sedsalê a Wanê, derfet dît ku felsefeya Rêber Apo ku her dem meraq dikir lêkolîn bike. Hevrêyê me bi taybetî ji parêznameyên Rêbertî yên ku xwendibûn pir bi bandor bû û hem xwe hem jî rastiya civakî ya ku tê de dijî baştir fêm kir. Ji nêz ve şahidî kir ku dewleta Tirk bi taybetî bi bikaranîna dibistanan ev der veguherandine navendên asîmîlasyonê û êrîşên helandina ciwanên Kurd di nav sîstemê de û dûrxistina wan ji ziman, dîrok û çanda wan a kevnar.
Hevrêyê me Hêjar, ku bawer dikir divê li hember vê rastiyê teqez têbikoşe, di vê pêvajoyê de tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû û gava xwe ya yekem avêt nav refên têkoşînê. Hevrêyê me yê ku di xebatên ku tevlî bûbû de xwe perwerde kir, hişmendî û vîna wî ya azadiyê xurt bû, ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd li hember polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên dewleta Tirk a dagirker, hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Hêjar li hember êrîşên ku dewleta Tirk di sala 2015'an de li ser bingeha çokdanîna li dijî gelê me da destpêkirin, jî têkoşîna xwe bilind kir. Hevrêyê me Hêjar bawer kir ku divê bersiveke hê bihêztir li hember operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên leşkerî yên ku armanca wan tunekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, bide. Tevî ku dibistana xwe xilas kir jî, di nav sîstemê de cih negirt. Hevrêyê me ku baş dizanibû ku derfetên qaşo yên jê re hatine pêşkêşkirin ji jehrê ne cudatir in, di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me Hêjar, ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdehiya xwe ya bingehîn bi serkeftî bi dawî kir, li Metînayê tevlî xebatên pratîkî bû.
Hevrêyê me Hêjar, ku tevlî jiyana pîroz a gerîla ya ku her dem bihîstibû û bi mereqeke mezin xeyal dikir bû, wek her hevrêyekî me herî zêde ji têkiliyên hevrêtiyê yên sade, bêberjewendî û jidilî yên gerîla bi bandor bû. Hevrêyê me yê ku her dem serbilind bû ku bibe parçeyek ji vê girêdana pîroz, bi kelecan û meraqa xwe ya mezin bi awayekî bêhesab tevlî jiyanê bû. Bi saya cewhera xwe ya jidil û xwezayî, hevrêyê me zû bi jiyana gerîla û şert û mercên çiyê re adapte bû û xwe li ser bingeha şert û mercên şer ên dijwar ên wê demê amade kir. Hem di warê leşkerî hem jî di warê bîrdozî de kûr bû û gihîştina xeta milîtaniyê ya ku dê bersiv bide pêdiviyên demê ji xwe re esas girt.
Di taktîkên gerîlatiyê û gelek çekên cuda de pispor bû û bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng. Li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li gel hevrêyên xwe di nav berxwedana dîrokî ya ku hatibû pêşxistin de cihê xwe girt. Di xebatên binesaziyê yên şer, amadekariyên çalakiyan û di çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me yê ku bi cidiyeteke mezin nêzî hemû erkên şoreşê bû, çi mezin çi biçûk, bû kedkarekî bêwestan ê têkoşîna me ya di xeta serkeftinê de. Hevrêyê me Hêjar, ku baş dizanibû ku bêyî kûrbûna di fikir û felsefeya Rêber Apo de û bêyî misogerkirina zelaliya îdeolojîk, têkoşîneke demdirêj nayê meşandin, tu carî parêzname û analîzên Rêbertiyê ji cem xwe neqetandin. Di her fersenda ku didît de Rêbertî dixwend, tiştên ku hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir û hînbûna ji hevrêyên xwe jî esas digirt.
Li ser bingeha van kûrbûnan, hevrêyê me Hêjar di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên xurt pêk anî. Ji taybetmendiyên ku sîstemê afirandibûn xilas bû û bû yek ji hevrêyên me yên ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Bi sekin û helwesta xwe ya milîtan û fedaî di jiyan û şer de, tevlîbûna xwe ya bêhesab, kesayetiya xwe ya bi rûkenî, di her hawîrdora ku tê de bû, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bû milîtanekî hezkirî û rêzdar. Hevrêyê me Hêjar, ku bi tevlîbûneke yekpare di şer û jiyanê de ruhê gerîlatiya demê girt, di 25’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû. Em wek hevrêyên wî soza xwe didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me Hêjar her dem zindî bihêlin û armanc û xeyalên wî teqez bigihînin serketinê.
Hevrêyê me Sekvan, li bajarê me Wanê ku ala berxwedanê her tim lê diheje û serî li ber dagirkeran natewîne, di nav malbateke ku çanda berxwedanê ya kokdar a Serhedê û hestên welatparêziyê lê serdest bûn, ji dayik bû. Bi saya girêdana malbata wî bi nirxên Kurdistanî re, hevrêyê me bi parastina cewhera xwe mezin bû û her dem bi ziman, çand û dîroka xwe ve girêdayî ma. Ji ber ku di 8 saliya xwe de bavê wî wefat kir, ji bo ku alîkariya malbata xwe ya di nav zehmetiyên aborî de bike, dest bi xebatê kir. Di vê pêvajoyê de, hevrêyê me çû metropolê Tirkiyeyê Stenbolê û di karê tekstîlê de xebitî û tevî temenê xwe yê biçûk berpirsiyariyên mezin girt ser milên xwe. Têgeha kedê nas kir û kedxwarî ya sîstema mêtinger bi jiyîna xwe nas kir. Hevrêyê me yê ku wek Kurdekî rastî cudakariyê hat û ji ber israra xwe ya parastina ziman û çanda xwe hat wêderkirin û zext lê hat kirin, bi zêdetir xwedîderketina li nirxên ku wî afirandine, nasnameya xwe parast.
Hevrêyê me Sekvan ku rastiya ku êrîşên sîstematîk hemû ciwanên Kurd dikin armanc, bi pişavtin, zext û înkarê dixwazin nasnameya Kurd a azad tune bikin derxist holê, bawer kir ku divê li hember van êrîşan teqez bersivek bê dayîn. Li ser vê bingehê, hevrêyê me tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû û bi vî rengî gavên xwe yên yekem avêtin nav têkoşîna çalak. Rastiya dewleta Tirk û gelê me yê ku di bin êrîşên qirkirinê de can dida, ji nêz ve nas kir. Tevlî xebatên gel bû û ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd hewldaneke mezin da. Hevrêyê me yê ku eleqeyeke mezin ji felsefeya Rêber Apo re hebû, di her firsenda ku didît de Rêbertiya me dixwend, hewl dida fêm bike û her ku fêm dikir zêdetir bi têkoşîna me ve dihat girêdan.
Hevrêyê me yê ku wek ciwanekî Kurd ê birûmet bawer dikir ku divê bersiveke xurt bide êrîşên dijmin ên ku roj bi roj zêde dibûn, di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî gerîla bû ku xeyala wî ya zarokatiyê bû. Hevrêyê me Sekvan, ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, tevlî perwerdehiyên bingehîn ên gerîlatiyê bû. Di pêvajoya perwerdehiyê de, bi piştgiriya hevrêyên xwe, di demeke kurt de bi jiyana çiya û gerîla re adapte bû û bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêyê me ku derfet dît ku xwe di gelek mijaran de perwerde bike û pêş bixe, di taktîkên gerîlatiyê de bi lez pispor bû. Hevrêyê me Sekvan, ku perwerdehiya xwe bi serkeftî bi dawî kir, paşê derbasî Metînayê bû ku lê pratîkê bimeşîne. Li hember êrîşên tunekirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015'an de da destpêkirin, hevrêyê me di eniya pêş de beziya û di berxwedana dîrokî de cihê xwe girt û di nav germiya şer de perwerdehiya xwe domand. Roj bi roj xwe pêş xist û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Sekvan, tevî ku nû bû, di gelek çalakiyan de cih girt û di lêdana derbên giran li dagirkeran de bû xwedî ked. Bi wêrekî û kesayetiya xwe ya fedaî bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Bi ceribandina di qada şer de bû yek ji hevrêyên me yên ciwan ên ku karîbûn bersivê bidin ruhê têkoşînê yê serdema nû.
Hevrêyê me yê ku tu carî jêhatîbûna di şer de têr nedît, kûrbûna di rastiya Rêbertî de weke armanca xwe ya bingehîn diyar kir. Hevrêyê me yê ku rastiya şehîdan wek cewhera tevgera me derxist holê, ji bo bilindkirina mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir û gihandina wê bi serkeftinê, bê rawestan ked da. Kesayetiya wî ya bi cewher û fedakar, wêrekiya wî di şer de, daxwaza wî ya hînbûnê ya ku tu carî kêm nebû, bûn taybetmendiyên herî diyar ên hevrêyê me Sekvan. Hevrêyê me yê ku xwedî hêrseke mezin li hember dijmin bû, bi baweriya ku divê her bihost axa Kurdistanê ji dagirkeran bê paqijkirin û ji bo vê yekê bi tevlîbûneke bêsînor têkoşînê kûr bike, xwe amade kir. Di nav kûrbûna wê yekê de bû ku çawa dikare bersiva herî xurt bide her êrîşê. Hevrêyê me Sekvan, bû yek ji hevrêyên me yên mînak ên ku di nav refên têkoşînê de bi lez pêş ket û gihîşt pîvanên milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Sekvan, ku di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de taybetmendiyên neyînî yên ku sîstemê di kesayetiya wî de afirandibûn bi lez derbas kir û bi çand û sincê têkoşînê guherîneke mezin derbas kir; di şer û jiyanê de bû milîtanekî Apoyî yê mînak, xwe fedaî azadiya gelê me û Rêbertiya me kir û ev yek bi awayekî xurt di pratîka xwe de nîşan da. Hevrêyê me Sekvan, ku di 25’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku tu carî nayê jibîrkirin hişt. Em di şexsê hevrêyê me Sekvan de ku bi kesayetiya xwe ya kedkar û durust rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kiribû, careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez bigihîjin armanca hemû şehîdên xwe ya ''Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad''.
Hevrêya me Têkoşîn, li bajarê kevnar ê Botanê Cizîra Botan ku di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng digire û bi nasnameya xwe ya berxwedêr tê naskirin, ji dayik bû. Li Botanê, ku têkoşîna me bi lez pêş ket, bû ya gel û bû navenda berxwedana gerîla, gelê me yê Cizîrê berxwedana gerîla bi coşeke mezin pêşwazî kir û bi hezaran zarokên xwe yên mêrxas tevlî refên têkoşînê kirin. Hevrêya me Têkoşîn, di nav vê kevneşopiya welatparêziyê ya xurt de mezin bû. Hevrêya me ya ku bi girêdana bi nirxên Kurdistanî mezin bû, têkoşîna me ya ku mezin dibû û bandor li tevahiya Kurdistanê dikir, ji zarokatiya xwe ve nas kir. Hevrêya me Têkoşîn, ku xeyala wê ya herî mezin tevlîbûna gerîla bû, bi çîrokên berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mezin bû. Mezinbûna li Cizîrê, bajarê serhildanan, hişt ku hevrêya me rastiya gelê me, çanda me ya berxwedanê, êrîşên mêtingeran ji nêz ve bibîne û nas bike. Hevrêya me ya ku li hember êrîşên dagirkeran hêrseke mezin hîs dikir û bawer dikir ku divê ji bo ku gelê me yê bindest bigihîje mafên xwe yên herî bingehîn têkoşîneke bênavber bê meşandin, tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû û gavên xwe yên yekem avêtin nav têkoşînê. Li hember hewldanên mêtingeran ên ku dixwestin ciwanên Kurd bi bê nasname hiştin û ji têkoşînê dûr bixin di dibistanên sîstemê de yên ku wek navendên asîmîlasyonê bi kar dianîn, sekneke xurt nîşan da. Ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd û parastina çanda wan a resen, di gelek xebatan de cih girt û ked da. Di xebatên ku di qada çandê de meşand, armanc kir ku civakê hişyar bike. Hevrêya me ya ku li hember şerê dijwar ê ku li Kurdistanê di pêşengiya gerîla de dihat jiyîn bêdeng nema û bi awayekî çalak tevlî serhildanan bû, roj bi roj biryardariya xwe ya têkoşînê bilind kir. Hevrêya me ya ku hay jê hebû ku riya mezinkirina têkoşîna wê di nav refên gerîla re derbas dibe, li hember êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê da destpêkirin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2015'an de li axa ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû, tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêya me Têkoşîn, ku li Botanê, li Bestayê tevlî perwerdehiya xwe ya yekem a gerîlatiyê bû, bi daxwaz û moraleke mezin tevlî jiyana gerîla ya ku xeyal dikir bû. Bi vîna xwe ya xurt zû bi şert û mercên dijwar ên gerîlatiya Bakurê Kurdistanê re adapte bû û hem di warê îdeolojîk hem jî di warê leşkerî de kûr bû. Hevrêya me Têkoşîn, ku hay jê hebû ku wek jineke ciwan meşandina pratîkê li qadên herî dijwar berpirsiyariyeke mezin datîne ser milên wê, ji bo bibe milîtaneke pêşeng hewldaneke mezin da. Hevrêya me ya ku tevî şert û mercên şer perwerdehiya xwe bi serkeftî bi dawî kir, derbasî herêma Kato Jîrka bû û dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîlatiyê kir. Hevrêya me ya ku coş, kelecan û meraqa xwe tu carî winda nekir, hûrgiliyên jiyana gerîla hîn bû. Hevrêya me Têkoşîn, ku bi kesayetiya xwe ya vekirî ji pêşketinê re bû milîtaneke mînak, bi kesayetiya xwe ya afirîner û wêrek karî bibe hêza çareseriyê ji her pirsgirêka ku pê re rû bi rû dima. Hevrêya me ya ku ji bo pêşxistina xwe di warê leşkerî de kûrbûnên xwe kûr kir, di taktîkên gerîla de pispor bû. Di çalakiyên ku tevlî bû de, di lêdana derbên giran li dagirkeran de bû xwedî ked.
Hevrêya me ya ku kêliyekê jî ji şêwaza jiyana Apoyî tawîz neda, her ku girîngiya hebûna jinê bi hêza xwe ya cewherî fêm kir, hewl û biryardariya xwe ya têkoşînê mezin kir. Hevrêya me Têkoşîn, ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li Bakurê Kurdistanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji bo parvekirina ceribandinên xwe yên bîrdozî û leşkerî, kûrbûna di taktîkên gerîla de û nirxandina pratîka xwe tevlî perwerdehiyên akademiyê bû. Hevrêya me Têkoşîn her roj xwe pêş dixist û armanc dikir ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve biafirîne. Piştî ku wek gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî perwerdehiya xwe bi serkeftî bi dawî kir, derbasî herêma Metînayê bû û têkoşîna xwe domand. Hevrêya me ji bo cihgirtina li eniyên ku êrîşên dijmin lê dijwar dibûn xwedî israreke mezin bû, bi jêhatîbûna di gerîlatiyê de bersiv da pêvajoya şer a dijwar. Hevrêya me Têkoşîn, ku wek şopdara Zîlan û Bêrîtanan hem di jiyanê hem jî di şer de berpirsiyariyên ku diketin ser milên wê bi serkeftî bi cih anî, di xeta milîtaniya Apoyî de bû xwedî tevlîbûneke bêdudulî û meşeke biryardar.
Bi têkiliyên hevrêtiyê yên xurt ên ku ava kiribûn, hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir û bi parvekirina ceribandinên xwe bi hevrêyên xwe re, her dem ji bo pêşketina wan jî hewl da. Hevrêya me Têkoşîn, ku ji bo kûrbûna di Paradîgmaya Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo pêş xistibû de her dem kûr dibû û hewl dida van ceribandinên xwe bi hevalên xwe re parve bike û wan ceribandinan veguhêze pratîkê, û di temenê xwe yê ciwan de di nav refên têkoşînê yên ku tevlî bûbû de bi lez pêş ket û bû milîtaneke pêşeng. Hevrêya me Têkoşîn, ku di 31’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku tu carî nayê jibîrkirin hişt. Em soza xwe didin ku em ê bîranîna hevrêya me Têkoşîn di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û ala berxwedanê ya ku ji me re hîştiye bigihînin serketinê.
Hevrêyê me Mervan, ku li Wanê ji dayik bû, ji ber ku malbata wî ji ber zoriyên aborî neçar ma koç bike, li Bilîsê mezin bû. Bi têkilî û nirxên civakî yên nexirabûyî yên derdora gund, bû xwedî kesayetiyekê. Karkirin û alîkariya aborî ya malbata wî, taybetmendiyên wî yên kedkar û xebatkar derxistin pêş. Hevrêyê me Mervan, ku xwedî kesayetiyeke gelek xwezayî û sade bû, bi van taybetmendiyên xwe yên hêja di derdora xwe de bû kesekî hezkirî. Hevrêyê me yê ku li hember gerîla, ku her dem navê wan dibihîst û çîrokên lehengiyê ji dev bi dev digeriyan, sempatîyeke mezin hîs dikir, ji merasîmên ji bo gerîlayên ku di refên têkoşînê de şehîd ketibûn, pir bi bandor bû. Ji bo ku tevgera me û rêbertiya me ji nêz ve nas bike, her firsenda ku bi dest dixist dinirxand. Bi hemû dilê xwe bi têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bawer kir, yên ku bê dudilî canê xwe dan holê da ku gelê me li ser axa xwe jiyaneke azad bijî. Hêrsa wî ya li hember êrîşên nemirovane yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê me roj bi roj zêde dibû.
Hevrêyê me Mervan, ku bi taybetî Şoreşa Azadiyê ya Rojava dişopand û rastiya ku divê hemû gelê me azad bibe derxist holê, di sala 2015'an de li gel xizmekî xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku demekê li Bakurê Kurdistanê ma, paşê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdehiyên bingehîn ên gerîla bû. Di pêvajoya perwerdehiyê de, derfet dît ku rastiya Kurd, Kurdistan û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bike û fêm bike. Hevrêyê me Mervan, ku hemû kûrbûna xwe da ser perwerdehiyên ku digirt, di taktîkên bingehîn ên gerîlatiyê de jêhatîbûneke mezin bi dest xist. Hevrêyê me Mervan, ku derfet dît ku her hûrgiliya jiyana çiya û gerîla hîn bibe, bi kelecan, moral û coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Bi kesayetiya xwe ya zindî û herikbar, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê.
Hevrêyê me yê ku derbasî Metînayê bû û tevlî xebatên pratîkî bû, bi pratîka xwe ya yekem bal kişand. Li hember êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015'an de bi "Plana Têkbirinê" re dest pê kir û armanc dikir ku gelê me û vîna gelê me Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tune bike, di nav refên berxwedanê de cih girt û bû yek ji hevrêyên me yên ku bersiva yekem dan. Hevrêyê me yê ku dît ku bersiva êrîşên dagirkeran tenê bi jêhatîbûna di taktîkên gerîlatiyê de dikare bê dayîn, li ser vê bingehê zêdetir kûr bû û di gelek taktîkên gerîlatiyê yên cuda de jêhatî bû. Hevrêyê me Mervan, ku bi sekna xwe ya bêtawîz di xeta milîtaniyê de, tevlîbûna xwe ya fedakarane di jiyanê de û durustiya xwe dihat naskirin, her erka ku digirt bi serkeftî bi cih anî. Di seranserê jiyana xwe ya têkoşînê de, ji bo parastin û mezinkirina têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz ên PKK'ê bû xwedî hewldaneke mezin. Hevrêyê me yê ku her dem parêzname û analîzên Rêber Apo li cem xwe digirt, her firsenda ku didît ji bo hînbûn û kûrbûnê veqetand.
Hevrêyê me Mervan baş dizanibû ku yekbûna bi rastiya şehîdan re di PKK'ê de yekbûna bi cewhera PKK'ê re ye û gihîştina kesayetiya milîtanê fedaî yê Apoyî di seranserê jiyana xwe ya têkoşînê de ji xwe re wek armanca bingehîn diyar kir. Ji bo gihîştina vê armancê, her astengî û zehmetiya ku derket pêşiya wî bi vîna mezin a ku xwediyê wê bû derbas kir. Parastin û pêşxistina nirxên ku şehîdên me yên nemir ku dilop dilop bi xwîna xwe afirandine, di her şert û mercî de ji xwe re esas girt. Hevrêyê me Mervan ku wek di jiyanê de di şer de jî tevlîbûneke li gorî mîsyona milîtaniya pêşeng nîşan da, li gel hevrêyên xwe lêdana derbên giran li dijmin esas girt.
Hevrêyê me Mervan her kêliya xwe fedaî têkoşînê kir da ku tola êrîşên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me hilîne û her dem hay jê hebû ku divê erk û berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me teqez bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî, jêhatîbûna xwe di taktîkên gerîlatiyê de û girêdanên hevrêtiyê yên xurt ên ku ava kiribûn, di her qad û her xebata ku tê de bû, bû xwedî şêwazekî ku teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Mervan ku di 16’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de gihişt şehadetê, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya xurt û ku tu carî nayê jibîrkirin hişt. Em wek hevrêyên wî yên li pey mayî careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Mervan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Bajarê me Riha, wek yek ji navendên yekem ên ku tovên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê şîn bûn û bûn ya gel û berxwedana me ya dîrokî ya pêşketî li tevahiya Kurdistanê belav bû, di dîroka gelê me de cihê xwe girtiye. Bajarê me Riha, wek axa ku Apoyiyên yekem lingê xwe lê danîne, di dîroka têkoşîna me de cihekî taybet digire û her dem xwedî li vê kevneşopiya pîroz derketiye. Bajarê me Rihayê, ku navenda hevdîtina hestên welatparêziyê bi kevneşopiya Kurdistanî ya kokdar re, di her serdemê de bi sedan zarokên xwe yên mêrxas şandine refên têkoşînê û her tim hêz daye berxwedana me.
Hevrêyê me Zemanî, li Pirsûsa Rihayê di nav malbateke hêja de ku bi vê kevneşopiya dîrokî ve girêdayî û hestên welatparêziyê lê serdest bûn, çavên xwe li cîhanê vekir. Mezinbûna wî di nav malbat û derdoreke ku bi welatparêziya xwe dihat naskirin, hişt ku hevrêyê me ji temenê xwe yê biçûk ve têkoşîna me nas bike. Mezinbûna li Pirsûsê, ku bîranînên gelek kadroyên pêşeng ên PKK'ê gelek zindî ne û agirê berxwedanê tu carî venemirî ye, bû sedem ku hevrêyê me Zemanî bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re girêdanên xurt ava bike. Şehadeta xizmê wî yê nêzîk hevrêyê me Xebat Karker - Nusret Bali di sala 2005'an de li Mêrdînê, bû sedem ku hevrêyê me Zemanî rastiya şehîdan a ku cewhera PKK'ê ye nas bike û bi awayekî xurtir watedar bike. Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku bi taybetî ciwanên Kurd hedef digirtin da ku wan asîmîle bike û ji rastiya têkoşînê dûr bixe, hevrêyê me Zemanî karî cewhera xwe biparêze. Bi tevlîbûna xebatên ciwanên welatparêz gavên xwe yên yekem avêtin nav têkoşînê. Rastiya gelê me û têkoşîna me ji nêz ve nas kir. Ji bo ku Rêber Apo baştir fêm bike û nas bike, her dem hewl da. Dîtina ji nêz ve ya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê yên ku ji bo tunekirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest pê kiribûn û berxwedana dîrokî ya ku gelê me li hember van êrîşên hovane pêş xistibû, li ser hevrêyê me Zemanî şopên kûr hiştin.
Li hember banga seferberiyê ya ku Rêber Apo kiribû, kêliyekê jî dudilî nekir û derbasî Kobanê bû û di nav berxwedanê de cihê xwe girt. Ji bo parastin û rizgarkirina Kobanê li hember çeteyên DAÎŞ'ê bû parçeyek ji berxwedana bêhempa ya ku pêş ket. Li her eniyê li hember çeteyên dagirker bi lehengî şer kir. Ji bo tola hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şehîd ketibûn hilîne, bê rawestan ked da û şer kir. Tevî ku birîndar bû jî, ji eniya pêş venekişiya. Di nav germiya şer de bi lez tedawiya xwe qedand û dîsa ber bi refên berxwedanê ve beziya. Piştî serkeftina ku li Kobanê li hember çeteyên DAÎŞ'ê hat bidestxistin, hevrêyê me erka xwe bi cih anî û dîsa vegeriya Rihayê. Lê tu carî têkiliyên xwe bi têkoşînê re qut nekir. Li hember êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015'an de da destpêkirin û armanc dikir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tasfiye bike û vîna azadiyê ya gelê me ji holê rake, bêbersivmayîn tu carî wek vebijarkek nedît û dîsa tevlî xebatan bû. Hevrêyê me Zemanî, ku demekê wek milîs xebat meşand, tiştên ku dikir tu carî têr nedît û bawer kir ku divê zêdetir bike. Hevrêyê me yê ku kûrbûnên xwe kûr kir, rastiya ku bersiva herî baş a ku dê li dagirkeran bê dayîn mezinkirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye derxist holê û careke din çeka xwe hilda û tevlî refên berxwedanê bû. Hevrêyê me Zemanî, ku di sala 2017'an de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, bi têkoşîn û berxwedana xwe navê hevrêyê me yê nemir Zemanî – Mustafa Gezgor ê ku li Rihayê bûbû efsane hilda û gava xwe ya yekem avêt jiyana gerîlatiyê. Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdehiya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi serkeftî bi dawî kir û tevlî xebatên pratîkî bû.
Hevrêyê me Zemanî, ku bi ezmûna mezin a şer a ku di dema Berxwedana Kobanê de bi dest xistibû têr nema, pisporbûna di taktîkên gerîlatiyê de jî esas girt û li ser vê bingehê tevlîbûneke xurt nîşan da. Ji bo bibe milîtanekî ku bersivê bide pêvajoya şer a dijwar a domdar, her dem bû xwedî hewldaneke mezin. Hevrêyê me Zemanî, ku bi taybetmendiyên xwe yên fedakar û kedkar di nav hevrêyên xwe de dihat naskirin, hezkirin û rêzgirtina xwe ya kûr a li hember Rêber Apo û şehîdan veguherand girêdaneke bihişmendî. Hevrêyê me Zemanî ku li kêleka jêhatîbûna xwe ya di warê leşkerî de ji bo kûrbûna di warê bîrdozî de jî her dem dixwend û lêkolîn dikir, di demeke kurt de pêşketineke mezin nîşan da. Wek milîtanekî ku di xeta Rêbertî de dimeşiya, lêgerîna xwe ya rastiyê domdar kir û bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate teqdîrkirin. Hevrêyê me Zemanî, ku di 16’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de gihişte şehadetê, di her hawîrdora ku tê de bû, bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî, kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkariya xwe şopên kûr hiştiye. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Zemanî li pey xwe hiştiye dê her dem pêşiya me ronî bike û berxwedana hevrêyê me dê ji aliyê me hevrêyên wî yên li pey mayî ve teqez bigihîje serketinê.
17’ê Cotmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG