Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di sala 2018'an de ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tasfiyekirina gelê me û têkoşîna wê ya azadiyê berxwedaneke bi heybet hate kirin, hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk pêşengî ji vê berxwedanê re kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk ku li hemberî jiyana koletiyê ya li gelê me dihate ferzkirin serî hildan, tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn û di her kêliyê de bi rengekî fedaî jiyan û têkoşiyan, weke ewladên herî hêja û rûyê pak ê gelê me cihê xwe di dîrokê de girtin. Zanîbûn ku azadî bê berdêl nabe, lewma ji bo têkoşîna xwe bi ser bixînin bi şev û roj, bêrawestan û bêyî li hêviya tiştekî bimînin têkoşiyan. Van hevrêyên me yên hêja bi jiyana xwe ya dilnizm, bi kesayetiya xwe ya ji dil û bi sekna xwe ya asî ya ku li ber dijmin serî neditewandin, li Kurdistanê bûn afirînerên jiyana azad û nû ku bi pêşengiya jin û ciwanan hate afirandin. Di serî de jin û ciwan em bang li her beşên gelê xwe dikin ku van şehîdên me yên leheng li her cihê ku lê ne bi bîr bînin û jiyana nû ya ku wan afirandine fêhm bikin.
Weke hevrêyên wan em soz didin ku têkoşîna ku hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk ji me re hiştine, heta bicihanîna xewn û xeyalên wan bimeşînin û Kurdistana azad a ku armanca wan bû ava bikin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Rehşan Ararat Nav Paşnav: Cansu Seferoğlu Cihê Jidayikbûnê: Agirî Dayik-Bav: Sevim – Ordu Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Adar a 2018 / Herêmên Parastina Medya |
Rehşan Ararat – Cansu Seferoğlu
|
Nasnav: Şîndar Zîlan Nav Paşnav: Zîlan Avşar Cihê Jidayikbûnê: Erdexan Dayik-Bav: Saime – Atilla Dem û Cihê Şehadetê: 26’ê Adar a 2018 / Herêmên Parastina Medya |
Şîndar Zîlan – Zîlan Avşar
|
Nasnav: Ferat Dijwar Nav Paşnav: Firat Agçakaya Cihê Jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Cahide – Abdulaziz Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Adar a 2018 / Herêmên Parastina Medya |
Ferat Dijwar – Firat Agçakaya
|
Nasnav: Argeş Çiya Nav Paşnav: Serkan Kahraman Cihê Jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Azize – Şahabettin Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Adar a 2018 / Herêmên Parastina Medya |
Argeş Çiya – Serkan Kahraman
|
Nasnav: Awyer Sine Nav Paşnav: Şaho Muhammedi Cihê Jidayikbûnê: Sine Dayik-Bav: Nesret – Muhammed Qasim Dem û Cihê Şehadetê: 5’ê Adar a 2018 / Herêmên Parastina Medya |
Awyer Sine – Şaho Muhammedi
|
Nasnav: Brûsk Çavreş Nav Paşnav: Suat Kaya Cihê Jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Fîryaz – Allahverdi Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Adar a 2018 / Herêmên Parastina Medya |
Brûsk Çavreş – Suat Kaya
Hevrêya me Rehşan li navçeya Bazîd a Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me ku bi kevneşopî û çanda qedîm a hezaran salan a gelê me yê Serhedê mezin bû, bû xwedî kesayetiyeke cewherî. Ji ber ku malbata wê di salên destpêkê yên têkoşîna me de tevgera me ya azadiyê nas kir, hîn biçûkanî rastiya Rêber Apo û Tevgerê nas kir. Ji ber ku li nava jiyana xwezayî ya gund mezin bû, ji sîstema dewleta Tirk xerîb bû û dema ku gava dest bi xwendina li dibistana seretayî kir, rastiya dijmin nas kir. Hîn ji kêliya destpêkê ve fêhm kir ku dibistana lê dixwîne ya wê nîne, lewma jî hewl da rastiya xwe ya çandî biparêze. Hevrêya me di dema xwendinê de fêhm kir ku armanca van dibistanan asîmîlekirina zarokên Kurd e, ji ber vê jî ti carî li dibistanê germ nebû. Lewma piştî demekê dest ji dibistanê berda û bi malbata xwe re jiyana xwe dewam kir. Hevrêya me Rehşan li gel malbata xwe alîkarî da karên gund, bi taybetmendiyên xwe yên karker û kedkar li pêş bû. Lewma li nava derdora xwe hate hezkirin. Hevrêya me ku hîn biçûkanî tevgera me ya azadiyê nas kiribû, ji têkiliya hevrêtiyê ya bi komên gerîla yên diçûn gundê wanji nêzîkatiyên wan ên mirovî gelekî bi bandor bû. Hevrêya me ji ber vê yekê her tim xwest gerîla bibîne, her firsenda ku bi dest dixist diçû gel gerîla û li ser têkoşînê diaxivî. Piştî ku xwişka wê ya mezin di sala 2008'an de tevlî nava refên gerîla bû, bala wê ya ji bo gerîla veguherî dilsoziyê û têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve şopand. Piştî vê demê lêpirsînên hevrêya me ya li ser jiyanê zêde bûn û dest bi lêgerîna li bersivên nakokiyên xwe kir. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me, komkujiyên ku dikir û siyaseta qirkirinê ya bênavber li dijî gelê me dimeşand, mijarên sereke bûn ku hevrêya me Rehşan li wan dipirsî. Hevrêya me ji mezinên xwe guhdarî dikir ku dewleta Tirk vê polîtîkaya xwe sed sal in dimeşîne, berê gelek komkujî hatin kirin û fêhm kir ku li hemberî vê yekê rehekî berxwedanê her tim hebû. Hevrêya me Rehşan pê hesiya ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin xeleka dawî ya vê kevnşeopiya berxwedanê ye û weke jineke Kurd a ciwan hewl da helwesta xwe zelal bike. Hevrêya me her wiha fêhm kir jin di nava şert û mercên koletiyê de dijîn, ev rewş ti carî qebûl nekir. Hebûna gerîlayên jin ên ji bo azadiyê têdikoşin ji bo xwe weke qadeke ewlehiyê dît û gihîşt wê baweriyê ku tenê li serê çiyê bi têkoşînê dikare li ber sîstema bi serweriya mêr rabe. Li ser vê bingehê di sala 2014'an de berê xwe da çiyê û li qada Tendurekê beşdarî nava refên gerîla bû.
Piştî ku demekê li Bakurê Kurdistanê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayên li Tendurekê nas kir, gelekî bi bandor bû. Ji ber vê yekê her tim ew ji xwe re kir mînak û xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Zelaliya wan a li ser pîvanên milîtaniya Apoyî û hevrêtiya wan a germ ji xwe re kir pisûla. Li herêma Xakurkê dest bi perwerdeya xwe ya destpê kir û di demeke kurt de bi jiyana çiyê û gerîla re bû yek. Hevrêya me xwest, her detaya jiyanê hîn bibe, bi hewldanên xwe yên bi vî rengî ji hevrêyên xwe re bû mînak. Bi perwerdeya wergirtî re rastiya me ya têkoşînê ji nêz ve nas kir û hewl da hîn bêhtir tevlî bibe. Bi taybetî hewl da îdeolojiya azadiya jinê fêhm bike, ji bo vê gelekî hewl da û xwest, pîvanên azadiyê di kesayetiya xwe de şênber bike. Her wiha bi hînbûna dîroka gel û têkoşîna me xwe gihand hêza nirxandinê û bi vî rengî pêngavên girîng avêt, têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêya me Rehşan girîngiyeke mezin da dersên leşkerî jî û weke gerîlayeke jin xwest xwedî sekneke leşkerî be ku hêjayî pêşengiya YJA Starê be. Li ser vê bingehê hevrêya me xwe li ser gelek rêbaz û taktîkên gerîla şareza kir û li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Hevrêya me ku aliyê wê yê kedkariyê li pêş bû, hewl da her karî bike û barê hevrêyên xwe sivik bike. Hevrêya me li hemberî nêzîkatiya li nava sîstema bi serweriya mêr gelekî bi hêrs bû ku jinê ji her alî ve lawaz didît û bi îradeya xwe ya xurt û şarezabûna xwe ya li her qadên jiyanê ev îdîa pûç kir.
Hevrêya me Rehşan piştî ku perwerde qedand li herêma Xakurkê tevlî kar bû û hêrsa li hemberî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me veguherand hêrsa tolhildanê. Piştî ku dijmin ji sala 2015'an û pê ve êrîş bir ser qadên gerîla, hevrêya me bi rengekî çalak beşdarî çalakiyan bû û hêrsa di dilê xwe de veguherand serketina li çalakiyan. Piştre ji bo xwe ji aliyê leşkerî ve bike pispor û bigihîne pîvanên milîtaniya profesyonel, li gel hevrêyên jin beşdarî perwerdeyên leşkerî, îdeolojîk bû. Hevrêya me Rehşan bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek, tempoya xwe ya bilind û hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê û ev perwerde jî bi serketî qedand û derbasî qadên ji şerê giran bû.
Hevrêya me Rehşan weke milîtaneke YJA Starê bi hişmendiya mîsyona pêşengiyê têkoşiya û hem li nava jiyanê hem jî li qada şer kete nava hewldanek li gorî vê mîsyona xwe. Hevrêya me di nava jiyana xwe ya têkoşînê de bi rengekî çalak, kelecan û bi coş tevlî bû, bi van taybetmendiyên xwe moral da derdora xwe. Hevrêya me Rehşan di 20'ê Adara 2018'an de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe di asta herî bilind de temam kir. Hevrêya me têkoşîneke welê meşand ku ti carî neyê jibîrkirin. Weke hevrêyên wê em soz didin ku di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wê derkevin.
Hevrêya me Şîndar li bajarê Erdexan ê Serhedê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê ji welatparêziyeke xurt dihat, hîn biçûkanî bi nirxên neteweyî mezin bû. Di heman demê de ji ber ku bajarê Erdexanê yê ku lê ji dayik bû û mezin bû yek ji qadên destpêkê yên têkoşîna me ye û ji nava xwe gelek milîtanên pêşeng derxist, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Weke her zarokeke Kurd a li Kurdistanê rastiya dijmin cara destpêkê li dibistanê dît û yekemcar li vê derê li hewldanên asîmîlekirin û qirkirina gelê me rast hat. Hevrêya me li hemberî vê yekê hîn bêhtir xwe li nrixên neteweyî girt, kete nava wan hewldan û lêgerînan ku hîn bêhtir xwedî li nirxên xwe derkeve. Bi ciwantiyê re nakokiyên hevrêya me ya li ser jiyanê hîn şênber bûn û li sedemên wê yekê pirsî bê çima welatê me Kurdistan di rewşeke dagirkirinê de ye, çima gelê me li ewqas zext, tundî, êşkence û komkujiyan rast tê û weke jineke ciwan çima xwedî paşerojeke azad nîne. Hevrêya me Şîndar fêhm kir ku ti carî nikare jiyanê bi rengê ku lê tê ferzkirin an jî jê re hatiye dayin bijî, li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Hevrêya me di demeke kurt de fêhm kir ku ji bo bersiva li nakokiyên xwe û pirsên xwe yên têkildarî jiyanê pêwîstî bi têkoşîneke bêeman heye û gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna bimeşîne divê jiyan û welatekî azad biafirîne. Baweriya xwe bi wê anî ku divê ji bo van nirxan têbikoşe. Ji ber vê jî hevrêya me Şîndar ti carî neket nava lêgerîna li jiyaneke şexsî û baş fêhm kiribû ku bi azadiya civakê ya ku li nav ji dayik bû û mezin bû dikare azad bibe. Li ser vê bingehê hewl da rastiya Tevgera Apoyî û Rêber Apo ya ku hîn biçûkanî nas kiribû, bêhtir fêhm bike û nas bike. Baweriya xwe pê anî kuk azadiya jinê, azadiya gelê me bi rêbazê têkoşînê yê Apoyî dibe. Berxwedana bi dehan salan a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li hemberî hemû êrîşên dijmin, afirandiya hişyariya neteweyî li nava gelê me û nêzîkbûna gelê me ya roj bi roj a ber bi azadiyê ve bandor li hevrêya me kir. Bi taybetî parastina gerîla ya bi rengê fedaî ya gelê me yê li Kobanê û Şengalê kir ku hevrêya me biryarê werbigire. Weke jineke Kurd a ciwan haya xwe ji berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê xwe hebû û fikirî ku herî baş li çiyayên Kurdistanê dikare van berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li ser vê bingehê hverêya me di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û derî li jiyaneke nû vekir.
Hevrêya me Şîndar dema ku gihîşt çiyayên Kurdistanê li bedewiyeke welê rast hat ku berê qet nedîtibû û bû heyranê xwezaya bêhempa ya Zagrosan. Li çiyê weke bi baskbûna pinpinîkekê ya ber bi bêdawîtiyê, xwe azad dît. Hevrêya me fêhm kir ku ev yek ji ber jiyana çiyê û gerîla ye, lewma hewl da ku afirînerê vê jiyanê rastiya Rêber Apo û şehîdan hîn bêhtir fêhm bike. Hevrêya me zanîbû ku ev jî tenê bi perwerdeyê dibe û di serî de perwerdeyên îdeolojîk bi rengekî çalak beşdarî hemû perwerdeyan bû. Hevrêya me Şîndar ku ji bo fêhmmkirina felsefeya Rêber Apo timî pirs dipirsî û kûr dibû, ji bo karibe her agahiya hîn dibe bixe meriyetê kete nava hewldaneke bêhempa. Bi taybetî li ser mijara azadiya jinê gelekî hesas bû, li ser nirxandinên Rêberê me yê têkildarî vê mijarê kûr bû û pîvanên jin a azad di kesayetiya xwe de temsîl kir. Hevrêya me her wiha rastiya me ya gel fêhm kir û bandora êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê yên li hemberî gelê me yên li ser kesayetiya xwe nirxand. Hevrêya me ku bandora sîstema kapîtalîst a li ser kesayetiya xwe jî nirxand, ev yek ji xwe re kir hinceta têkoşînê û xwe jê rizgar kir. Bi vî rengî weke milîtaneke jin a azad, ji aliyê îdeolojîk ve xwe ji bo her karî amade hîs kir. Hevrêya me têgihişt ku di nava şert û mercên Kurdistanê de ev têrker nîne, lewma di demekê de ku qirkirin li gelê me dihate ferzkirin gihîşt wê baweriyê ku divê ji aliyê leşkerî ve xwe teqez bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê bi baldariyeke mezin nêzî hunera şer a gerîla bû, ji bo hemû detayên gerîlatiyê hîn bibe hewldaneke mezin nîşan da. Bi xwesteka xwe di demeke kurt de bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza û ji ber van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê.
Hevrêya me Şîndar ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, bi kelecan û coşeke mezin tevlî karên pratîkê bû. Li herêma Xakurkê beşdarî kar bû; bi rengekî jîr, jêhatî, çalak û fedakar beşdar bû. Hevrêya me Şîndar ku aliyê xwe yê kedkar li pêş bû, gav bi gav xwe afirand. Hevrêya me ku şervaneke xurt a xeta azadiyê ya jinê û parêzvana wê bû, ji bo ev hişmendî bi hevrêyên wê re jî bi cih bibe têkoşiya. Piştî ku dewleta Tirk êrîş bir ser qadên gerîla bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêya me Şîndar xwest derbasî qadên ji şerê giran bibe û ji bo vê jî israr kir. Lê belê ji ber terbiye û exlaqa xwe ya rêxistinî bi heman cidiyet û biryardariyê nêzî her karî bû û şoreşgeriya Apoyî di kesayetiya xwe de temsîl kir.
Hevrêya me Şîndar 26'ê Adara 2018'an di êrîşeke dijmin de şehîd bû, bi vî rengî têkoşîna xwe ya azadiyê di asta herî bilind de temam kir û wezîfeyên şoreşgerî ji şopdarên xwe re hişt ku divê teqez bi cih bêne anîn. Weke hevrêyên wê em di şexsê wê de soz didin hemû şehîdên xwe ku wezîfeyên ji me re hiştine bi rengekî hêja bi cih bînin.
Hevrêyê me Firat li navçeya Bêgirî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî bi xurtî dilsozê nirxên civakî yên gelê me bû, li gorî kevneşopî û çanda Kurd mezin bû. Hevrêyê me heta heft saliya xwe li gundê lê ji dayik bû ma, piştî ku gundê wan ji aliyê dijmin ve hate valakirin li gel malbata xwe neçar ma ku koçî Edeneyê bike. Li vê derê bi qasî 10 salan ma û dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe yên civakî dewam kir. Ji ber ku kesayetiya wî li nava gund ê xwezayî ava bû, li hemberî her cûre êrîşên qirkirinê karîbû xwe biparêze. Ji ber ku malbata wî ji salên 1990'î û pê ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir û apê wî Ekrem Agcakaya ji aliyê dijmin ve şehîd hate xistin, hevrêyê me Ferat biçûkanî Rêber Apo û Tevgera me nas kir, her roj hîn bêhtir rastiya têkoşînê fêhm kir. Ji şehîdxistina apê xwe, ji valakirina gundê xwe, ji koça bi zorê, ji cihêkariya li Edeneyê lê rast hat û ji zexta qirkirinê ya li dibistanê rastiay dijmin ji nêz ve nas kir û fêhm kir. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me li hemberî dijmin xwedî hêrseke mezin bû û di ciwantiya xwe de beşdarî nava têkoşînê bû. Bi taybetî piştî ku bi malbata xwe re vegeriya Wanê, bi awayekî çalak beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me li gel têkoşîna xwe li ser daxwaza malbata xwe ji aliyekî ve diçû dibistanê, li ailyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên herî giran de xebitî. Vê rewşê kir ku hevrêyê me Ferat rastiya jiyanê hîn baştir fêhm bike. Ji ber vê jî pirsgirêkên civakî hîn baştir fêhm kir û baştir analîz kir. Her wiha bi têgihiştina polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me kete nava hewldanê ku li dij têbikoşe.
Dema ku ji bo xwendina zanîngehê çû Dîlokê li vê derê ciwanên şoreşger, welatparêz nas kir û bi rengekî çalak tevlî kar bû. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de ji nîqaşên bi hevrêyên xwe re kir, ji kûrbûna li ser bingeha analîz û parêznameyên Rêber Apo tevgera me ya azadiyê û rastiya Rêber Apo hîn baştir fêhm kir û ev ji xwe re kir hinceta têkoşîneke hîn xurtir. Hevrêyê me Ferat têkoşîna bi pêşengiya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji nêz ve şopand, bi taybetî ji şehadeta hevrêyan bi bandor bû. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, vê yekê kir ku hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêyê me pê hesiya ku êdî divê biryarekê bide, ya wê tevlî jiyana azad bibe ku ji aliyê şehîdên me yên leheng, Rêber Apo û gelê me bi berdêlên giran hate afirandin û pêşengiyê ji vê re bike, yan jî wê di nava çerxên sîstemê de jiyaneke bi koledarî qebûl bike. Hevrêyê me Ferat tercîha xwe li ser jiayna azad kir û di sala 2015'an de di pola duyemîn de zanîngeh terikand, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Ferat, ji ber ku gundê lê ji dayik bû û mezin bû li quntara çiyê bû, ji jiyana çiyê ne xerîb bû. Lewma di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Di perwerdeya şervanên nû de hevrêyê me beriya her tiştî detayên jiyana gerîla hîn bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, bû xwedî tecrûbeyên girîng. Dema ku di nava karên ciwanan de bû bi rastiya Rêber Apo hesiya û li nava refên gerîla bi perwerdeya wergirtî ev rastî baştir fêhm kir. Hevrêyê me weke namzetekî milîtaniyê xwe da felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, di kesayetiya xwe de veguherînên girîng pêk anî. Bi taybetî li ser bandora ku jiyana kapîtalîst di kesayetiya wî de afirandiye xwe kûr kir û li hemberî van taybetmendiyan têkoşîneke bêeman meşand. Hevrêyê me dianî ziman ku her cara bandora sîstemê ya li ser xwe analîz dikir û ji holê radikir, bêhtir azad dibû. Zanîbû ku ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo pêk tê. Ji ber vê jî kûrbûn û lêkolînên xwe yên li ser fikrên Rêbertî daîmî kir. Hevrêyê me Ferat ku gelekî bala xwe li ser karên leşkerî bû, zanîbû ku azadî bêyî parastinê nabe. Bi taybetî li cihekî weke Rojhilata Navîn difikirî ku divê gelê me hêzên xwe yên parastinê mezin bike, bi pêş ve bibe, ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bîne kete nava hewldanan. Di rêbaz û taktîkên şer ên gerîla de xwe perwerde kir û di demeke kurt de pêşketinên girîng bi dest xist.
Hevrêyê me Ferat piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand li herêma Xakurkê beşdarî nava karên pratîkî bû; bi saya sekna xwe ya li nava jiyanê, bi zelaliya xwe ya îdeolojîk û kesayetiya xwe têgihiştî tevlî karên girîng bû. Li vê derê jî bi gelek hevrêyên hêja re têkoşîn meşand, ji aliyê pratîkî ve tecrûbeyên girîng wergirt. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û destketiyên gelê me li hemberî hemû qadan dihate kirin, hevrêyê me xwest biçe qadên ji şerê giran û di vê daxwaza xwe de israr kir. Bi saya taybetmendiyên xwe yên milîtaniyê ku bawerî dida hevrêyên xwe, pêşniyara wî hate qebûlkirin û bi moral, coş û kelecaneke mezin li çeperên berxwedanê xwe gihand hevrêyên xwe yên bi fedaîtî li dijî dijmin şer dikirin. Bi hêza manewî û tecrûbeya şer a ji wan wergirtî bi ser dijmin ve meşiya, tevlî gelek çalakiyan bû û ji dagirkerên ku bi salan komkujiyan li gelê me dike, tol hilanî. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, durust, bêhesab û kedkar bandoreke mezin li hevrêyên xwe yên têkoşînê kir û bû milîtanekî Apoyî ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Hevrêyê me ku xwe bi temamî da têkoşîna azadiyê û li ser xeta fedaîtiyê meşiya, ev yek di her kêliya jiyanê û li her qadê de bi pratîka xwe ispat kir. Heta 20'ê Adara 2018'an ku şehîd bû, her tim xwe bi pêş ve dibir û weke namzetekî fermandariyê bala hevrêyên xwe dikişand. Hevrêyê me ji dema tevlî bû heta kêliya şehîd bikeve dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan re xurt kir, di vê rêyê de şehîd bû û bi heqîqeta vê yekê re bû yek. Weke hevrêyên wî, di şexsê hevrêyê me Ferat de em soz didin şehîdên xwe yên şoreşê hemûyan ku jiyana azad a ku gelê me hêjayî wê ye, biafirînin.
Hevrêyê me Argeş li navçeya Milazgîr a Mûşê li nava malbateke welaparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ku li nava jiyana gund a xwezayê mezin bû, bi rengekî dilsozê nixên civakî û çandî mezin bû. Lewma xwedî kesayetiyeke cewherî bû. Hevrêyê me ji çûkaniya xwe ve li gel malbata xwe tevlî jiyana li gund bû, bi kedê mezin bû. Hevrêyê me Argeş ku demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend, di vê pêvajoyê de rastiya dijmin bêhtir fêhm kir. Hevrêyê me têgihişt ku zimanê li dibistanê dihate hînkirin û çanda lê dihate ferzkirin ne ya wî ye, ji ber vê jî ti carî dilê xwe li dibistanê germ nebû. Ji bo karibe xwe ji vê zexta qirkirin û asîmîlasyonê rizgar bike timî hewl da, kete nava lêgerînê. Hevrêyê me Argeş piştî demekê dest ji dibistanê berda û ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike destpêkê li gund, piştre jî li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de xebitî. Bi saya kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar hem li nava malbata xwe hem jî li nava derdora xwe hate hezkirin û bû yekî mînak. Bi taybetî piştî ku li metropolên Tirkiyeyê xebitî nakokiyên hevrêyên me yên li ser jiyanê diyar bûn û hewl da bersivekê ji van re peyda bike. Weke ciwanekî Kurd hevrêyê me Argeş zextên li ser gelê me dît, bi xwe jiya û zû fêhm mkir ku ev yek ji ber polîtîkayên dijmin e. Hevrêyê me dît ku dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê me bi rêk û pêk polîtîkaya tepisandinê û dijminkirinê dimeşîne û nerazîbûneke mezin nîşanî vê da. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku ji bo parastina hebûna xwe divê têbikoşe û ev yek jî herî baş bi Tevgera Apoyî dibe. Ji ber ku didît têkoşîna li her bihosta Kurdistanê bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê bi rengê herî bi bandor tê meşandin û gelê me gav bi gav nêzî azadiyê dike Tevgera Apoyî ye. Hevrêyê me Argeş li ser vê bingehê sala 2019'an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, destpêkê tevlî nava karên ciwanên welatparêz, şoreşger bû. Hevrêyê me di nava vî karî de ji aliyê îdeolojîk ve xwe gihand astekê û çand û exlaqa Apoyî pejirand. Hevrêyê me di her karî de bi durustiya xwe dihate naskirin û ji bo karê xwe bi ser bixîne çi ji dest dihat dikir. Hevrêyê me Argeş piştre derbasî nava karên cuda bû, tempoya xwe ya têkoşînê hîn mezin kir. Li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me û komkujiyên ku li ser vê bingehê dihatin kirin, hevrêyê me Argeş baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê têkoşîna xwe hîn mezin bike û zanîbû ku ev yek jî herî baş li çiyayên Kurdistanê dibe. Li ser vê bingehê di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, beşdarî nava refên gerîla bû û têkoşîna xwe mezin kir.
Hevrêyê me Argeş ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava refên gerîla li herêma Xakurkê dît, ji bo karibe bi daxwaz û têgihiştî tevlî bibe di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek. Hevrêyê me ku têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla yên xwe dispêrin azadiyê, parvekirin û wekheviyê berê zanî bû, dema ku di pratîkê de ev dît, hêz û moraleke mezin jê wergirt. Dixwest bibe hevrêyê hevrêyên bi vî rengî, lewma jî bi kelecaneke mezin tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me dixwest her detayên têkildarî jiyanê hîn bûye yekser bixe pratîkê, di vê mijarê de hewl da û bi vî rengî bû milîtanekî mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Bi kesayetiya xwe ya durust û ji dil bandor li her hevrêyekî xwe kir û her tim ji bo hêjayî hevrêyên xwe be, ji bo bi wan re têkoşînê bimeşîne kete nava lêgerînan. Hevrêyê me bi perwerdeya wergirtî felsefeya azadiyê ya Rêber Ap baştir fêhm kir û di nava jiyanê û kesayetiya xwe de guherînên girîng kir, bi vî rengî weke ku jinûve ji dayik bûye xwe hîs kir. Hevrêyê me felsefeya Rêber Apo û jiyana gerîla weke ku xwe di eynikê de bibîne, pênase dikir û hewl da ku li pêşiya vê eynikê rûbirûyê xwe bibe û xwe bigihîne cewhera xwe. Her wiha ji ber ku dema tevlî nava refên gerîla bû dewleta Tirk bi rengekî giran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla dikir, bi cidiyet û baldariyeke mezin tevlî nava dersên leşkerî bû. Hevrêyê me Argeş ku dixwest her detayek li ser hunera şerê gerîla hîn bibe, bi ked û hewldana xwe ya bi vî rengî bû xwedî danheviyeke girîng a leşkerî. Her wiha bi baldarî li bîranînên şer ên hevrêyên xwe yên bi tecrûbe guhdarî dikir, ders ji wan werdigirt û her tim hewl dida xwe bi pêş ve bibe.
Hevrêyê me Argeş piştî ku perwerde qedand careke din li herêma Xakurkê tevlî kar bû, bi kelecan û daxwazeke mezin beşdarî karên pratîkî bû. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya kedkar bala hevrêyên xwe hemûyan kişand û xwest, tiştên di perwerdeyê de hîn bûye tavilê bixe meriyetê. Li gel ku li nava refên grîla nû bû bi sekn û tevlîbûna xwe weke ku gerîlayekî salan dihate dîtin û bi şarezebûna xwe ya li ser jiyanê û gerîlatiyê li pêş bû. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk ên li ser qadên gerîla ku her roj zêde dibû û hewldanên dagirkeriyê hevrêyê me Argeş di wê baweriyê de bû ku divê her tim di nava çalakiyan de bin û bi pêşniyarên xwe yên bi vî rengî hêz û moral da hevrêyên xwe. Di gelek çalakiyan de yên li hemberî artêşa Tirk hatin kirin her tim li refên herî pêş bû û bi wêrekî, enerjî û israra xwe ya lêxistina li dijmin pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Argeş bi şarezabûna xwe ya di gerîlatiyê de, bi serweriya xwe ya li qadê û kesayetiya xwe ya hesas milîtanekî Apoyî bû ku timî çav lê dihate gerîn, li herêma Xakurkê li gelek qadan têkoşiya. Ji ber vê yekê jî gelek qadên Xakurkê nas dikir, qad bi hemû detayên xwe zanîbû, ev taybetmendiyên xwe ji bo serketina her çalakiyê bi kar anî. Di salên 2016 û 2017'an de hevrêyê me Argeş beşdarî berxwedana gerîla ya destanî ya li ser xeta fedaîtiyê bû û di vê demê de ji bo artêşa Tirk negihêje armanca xwe ked û hewldaneke mezin da.
Hevrêyê me Argeş di 20'ê Adara 2018'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe ya li ser xeta fedaîtiyê di asta herî bilind de temam kir. Hevrêyê me Argeş wê di têkoşîna me ya azadiyê de her tim bê bîranînê û bîranîna wî bibe meşale ku rêya me ronî dike.
Hevrêyê me Awyer li yek ji navendên girîng ên Rojhilatê Kurdistanê li Sineyê, li gundê Jawaro yê welatparêz ji dayik bû. Li vê herêmê ku çand û kevneşopiya Kurd lê xera nebûye û bi rengê herî resen dewam dike, ji dayik bû û mezin bû. Lewma hevrêyê me Awyer bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Piştî ku demekê li dibistanên sîstemê xwend, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî û ked zû nas kir. Hevrêyê me ku di gelek karî de xebitî ji ber kesayetiya xwe ya jîr û piralî, bala derdora xwe kişand. Hevrêyê me Awyer hîn biçûkanî rastiya dagirkeriya li welatê me fêhm kir, têgihişt û bi çîrokên lehengiyê û têkoşîna berxwedanê ya li hemberî vê rewşê mezin bû. Ji ber vê yekê hem rastiya dijmin hem jî kevneşopiya berxwedanê baş zanî bû û bi ciwantiya xwe re kete nava lêgerîna li têkoşînê. Hevrêyê me dît ku li Rojhilatê Kurdistanê gelek partî û rêxistin hene ku xwedî îdîaya têkoşînê ne, xwest van tevgeran ji nêz ve nas bike. Hestên wî yên welatparêziyê û hêrsa wî ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, kir ku hevrêyê me bixwaze wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bi cih bîne. Lê belê dît ku rêxistin û partiyên heyî xwedî felsefe û potansiyela pêkanîna azadiya gelê me nîne, lewma lêgerînên xwe kûrtir kir. Hevrêyê me di sala 2005'an de têkoşîna me û rastiya Rêber Apo nas kir, hîn ji kêliya destpêkê ve kete bin bandora têkiliyên mirovî û rêbaza jiyanê ya Apoyiyan. Hevrêyê me li ser vê yekê xwest têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike û fêhm bike, lêgerîn û kûrbûnên xwe xurt kir. Hevrêyê me Awyer piştî demekê bi biryardarî ji hevrêyên xwe re ragihand ku dixwaze bi têkoşîna me re bimeşe û piştî vê demê beşdarî karên cuda bû, wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî. Hevrêyê me dixwest her karê ku dike bi rengekî hêja bi cih bîne, ji bo vê jî kete nava hewldaneke bêhempa û demeke dirêj ev kar kemşand, bi vî rengî li Rojhilatê Kurdistanê pêşketinên mezin hatin afirandin. Ji ber ku ji bajarê Sine û gundê Jawaro yê ku lê ji dayik bû û mezin bû gelek tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû û gelek şehîd bûn, ev yek ji bo hevrêyê me Awyer bû hincet ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me zû fêhm kir ku hêjabûna ji şehîdan re bi bilindkirina ala wan dibe, li ser vê bingehê kûr bû. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li Rojava û Şengalê êrîşên qirkirinê birin ser gelê me, hevrêyê me Awyer xeta xwe ya têkoşînê hîn tûj kir û di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Awyer li nava refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît û ji kêliya destpêkê ve bû xwedî xeteke têkoşînê ya mîna bahozekê. Hevrêyê me zû bi ruhê serdemê hesiya, bû xwedî rastiyeke têkoşînê ya li gorî vê yekê û bi cidiyeteke mezin nêzî perwerdeyê bû. Hevrêyê me zanîbû ku her tiştên hîn bûye wê têkoşînê xurt bike û ji bo vê jî bi baldariyeke mezin li dersên leşkerî û îdeolojîk guhdarî kir. Lewma bi rengekî çalak beşdarî her qadên jiyanê bû. Tecrûbeya bi salan di nava çend mehan de wergirt û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Awyer ku ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû, di pêvajoya perwerdeyê de ji bo rastiya hevrêtiyê di kesayetiya xwe de biafirîne kete nava hewldaneke bêhempa. Bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê û bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ku di heman demê de kete bin bandora bedewiya çiyayên Kurdistanê, ji her kêliya jiyanê tehm wergirt û ev yek jî kir hinceta têkoşîneke mezin.
Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, piştre jî ji bo li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer bike derbasî qadên ji şerê giran bû. Hevrêyê me ku dixwest berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bi cih bîne û di vê mijarê de xwedî sekneke bi israr bû, li qada ku lê dima bi çalak û bi bandor tevlî bû. Hevrêyê me Awyer li vê derê ji aliyê leşkerî ve tecrûbe û danheviyeke girîng bi dest xist û kete nava lêgerîneke welê ku li gorî meşa şroeşgerî têkoşîna xwe hîn mezin bike. Li ser vê bingehê berê xwe da Bakurê Kurdistanê, dilê gerîlatiyê Botanê. Li Botanê jî pratîkeke serketîmeşand û dema ku li vê derê bû bi kedkarî, fekarî û israra xwe ya li ser lêxistina derbê li dijmin li pêş bû. Hevrêyê me Awyer nêzî salekê li Botanê wezîfe kir û piştre ji ber hin pêwîstiyan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Hevrêyê me ji ber ku ji Bakurê Kurdistanê vegeriya bû xengîn bû lê belê bi hezkirineke mezin wezîfeyên şoreşgerî bi cih anî. Bi vê sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Awyer ku 5'ê Adara 2018'an şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû, bi dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê, bi israra xwe ya li ser parastina taybetmendiyên neteweyî û bi kesayetiya xwe ya ji dil, durust û kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Awyer bû yek ji milîtanên pêşeng ku bi qasî jiyana xwe bi şehadeta xwe jî her tim nirxan biafirîne. Di şexsê hevrêyê xwe Awyer de em şehîdên azadiyê hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Hevrêyê me Brûsk li navçeya Erdîş a Wanê li nava malbateke ji eşîra Bekiran a Serhedê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji kevneşopiyeke berxwedanê ya kûr bû, her wiha kevneşopî û çanda Kurdîtiyê li gel polîtîkayên asîmîlasyon û zextê bi israr dewam dikir, bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Ji ber ku derdora lê dima welatparêz bû, hevrêyê me Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir, bi taybetî jî gelekî hez ji gerîla kir. Ji têkoşîna bi fedakarî ya gerîla û dayina berdêlê ji bo azadiya gelê me gelekî bi bandor bû. Hevrêyê me Brûsk ku demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend, weke zarokên Kurd rastiya dijmin destpêkê li vê derê nas kir. Li van dibistanên ku bi her awayî ji xwe nedît, xwe weke biyaniyekî hîs kir. Ji ber vê jî piştî ku dibistana seretayî qedand, xwendina li dibistanê dewam nekir. Hevrêyê me ku zêde neket bin bandora asîmîlasyoNê ku dijmin bi rêya dibistanan dixwaze pêk bîne, piştî ku dest ji dibistanê berda li nava jiyana gund a xwezayî bi rengekî ku li cewhera Kurdîtiyê tê, jiya. Hevrêyê me li vê derê di karên gund de alîkarî da malbata xwe. Di ciwatiya xwe de jî ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê û lê bixebite. Li wan bajaran rastiya dijmin baştir fêhm kir û bi şênberî dît ku cihêkarî li gelê Kurd tê kirin. Hevrêyê me her wiha dît ku ked bêqîmet tê dîtin û ji ber Kurdbûnê li cihêkariyê rast tê, lewma li hemberî dewleta Tirk ku mîmarê van kiryaran e, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me li cihê ku lê bû bi rêya hin ciwanên welatparêz têkoşîna rêxistinî nas kir; di civînên beşdarî wan bû, bi nîqaşên ku bi hevalên xwe re kir hem rastiya dijmin bêhtir nas kir hem jî têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve fêhm kir. Hevrêyê me piştî demeke kurt beşdarî nava karên ciwanên welatparêz şoreşger bû û bi rengekî hîn çalak tevlî bû. Hevrêyê me Brûsk gihîşt wê baweriyê ku li hemberî zext, tund, êşkence û komkujiyên ku dewleta Tirk li gelê me dike divê têkoşînê teqez mezin bike û lêgerînên xwe yên di vê çarçoveyê de kûr kir. Hevrêyê me bi taybetî li hemberî êşkence û tundiya polîsên Tirk a li hemberî dayikên Kurd gelekî bi hêrs bû û gihîşt wê baweriyê ku welatekî azad herî zêde mafê dayikên me ne, lewma biryar da ku têkoşîna xwe li nava refên gerîla dewam bike. Li ser vê bingehê di sala 2015'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, beşdarî nava refên gerîla bû û xwe gihand gerîla ku bi zarokatî heyranê wan bû.
Hevrêyê me Brûsk ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya destpêkê ji hevrêyên li vê derê wergirt. Wergirtina perwerdeyê ji hevrêyên bi vî rengî yên di nava şert û mercên şer de xwedî tecrûbe ji bo xwe weke firsendekê dît û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Piştî ku demekê li Bakur ma ji bo karibe tevlî perwerdeya bi rêk û pêk bibe hate pêşniyarkirin ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Hevrêyê me Brûsk ku ev pêşniyara têkildarî wî hate qebûlkirin piştre derbasî herêma Xakurkê bû û tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me Brûsk ku dersên jiyanî û îdeolojîk gelekî girîng didît, ev yek ji xwe re kir zemîn ku li ser bingeha pîvanên Apoyî kesayetiya xwe biguherîne. Bi kûrbûnên li pêvajoya perwerdeyê hewl da xisarên ku sîstemê li kesayetiya wî kiriye yek bi yek ji holê rake û bi vî rengî xwe hîn azad hîs kir. Ji ber ku dema tevlî nava refên gerîla bû dewleta Tirk êrîşên berfireh dibir ser qadên gerîla û tevahiya gelê me û tevgera me, hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku divê xwe di hunera şerê gerîla de bi pêş ve bibe, lewma bi girîngiyeke mezin nêzî dersên leşkerî bû. Hemû detayên li ser gerîlatiyê meraq kir û ji bo hîn bibe hewl da. Hevrêyê me Brûsk perwerdeyên xwe bi serketî qedand.
Hevrêyê me li herêma Xakurkê beşdarî nava karên pratîkî bû û tiştên di perwerdeyê de hîn bû bi serketî derbasî pratîkê kir. Hevrêyê me Brûsk ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me xwedî hêrseke mezin bû, xwest bi lez xwe bigihîne eniyên ji şerê giran û tola komkujiyên ku dewleta Tirk kiriye hilîne. Ji bo xwe bigihîne vê armanca xwe israr kir û bi sekna xwe ya milîtaniyê ya li nava jiyanê û kûrbûnên xwe yên li ser şer ev yek nîşan da. Bi vî rengî li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê û derbasî qadên ji şerê giran ê li hemberî dijmin bû. Li vê derê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû û pratîkeke serketî nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya durust, wêrek û bi huner li nava hevrêyên xwe yên têkoşînê bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Brûsk ku li her qada jiyanê bi moral û timî bi tevger bû, bi van taybetmendiyên xwe hemû hevrêyên xwe tevlî ahenga jiyanê kir. Ji ber vê yekê jî bû milîtanekî Apoyî ku hevrêyên wî dixwestin pê re bin û têkoşînê bimeşînin. Hevrêyê me Birûsk ku 20'ê Adara 2018'an di êrîşa dijmin de li gel hevrêyên xwe şehîd bû, mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend û bîranînên hêja li pey xwe hişt ku neyên jibîrkirin. Weke hevrêyên wî em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Brûsk bi cih bînin.
20’ê Cotmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG