HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêyên me Demhat Feraşîn, Cesur Spîndarok, Kendal Aras û Jîrwan Mahabad 17’ê Kanûna 2018’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan dikin ku em ê bibin şopdarê xeta şehîdan.

Partiya me PKK’ê xaka mirî ya li ser gelê Kurd hatî rijandin, rakir û li dijî polîtîkayên îmha û înkarê têkoşîneke bêhempa meşand. Hevrêyên me Demhat, Cesur, Kendal û Jîrwan ji vê têkoşînê bandor bûn û her kêliya xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Bi hevrêtiyên xwe yên dilnizm, fedakar, kedkar û dirûst li her qadê bandorên kûr hiştin. Ji bo pêdiviyên jiyana şoreşgerî bêteredut bi cih bînin, hewldanek bêhempa raber kirin. Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin. Bîranînên pir bi qîmet ku ji me re çavkaniya hêz û moralê ne û wezîfeyên şoreşgerî yên ku divê teqez bên serxistin, ji me re hiştin. Em ê timî bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bidin jiyîn.

Li ser vê esasê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyên me Demhat, Cesur, Kendal û Jîrwan dewrî me kirine, bi serketinê bilind bikin. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


           

Nasnav: Demhat Feraşîn

Nav paşnav: Ûgûr Daniş

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Fatma – Hacî

Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Demhat Feraşîn – Ûgûr Daniş


           

Nasnav: Cesur Spîndarok

Nav paşnav: Vedat Acar

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Emîne – Silêman

Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Cesur Spîndarok – Vedat Acar


           

Nasnav: Kendal Aras

Nav paşnav: Cenap Hopîkoglû

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Dayik-Bav: Bedriye – Hacî

Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Kendal Aras – Cenap Hopîkoglû


           

Nasnav: Jîrwan Mahabad

Nav paşnav: Muawiye Kaka

Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

Dayik-Bav: Ronak – Kaka

Dem û cihê şehadetê: 17’ê Kanûna 2018’an / Garê

Jîrwan Mahabad – Muawiye Kawa

Demhat Feraşîn – Ûgûr Daniş - Hevrêyê me Demhat li Cizîra Botan a ku bi welatparêzî û berxwedana xwe ya li dijî zilmê ji hemû gelê Kurdistanê re bûye mînak, hate dinê. Ji ber ku ji malbateke endamê eşîra Kiçî ya qedîm û welatparêz e, bi çand û kevneşopiyên ku gelê me yê Botanê bi fedakariyên mezin heya roja me ya îro anîne mezin bû. Lewma kesayeteke cewherî û girêdayî nirxên xwe, qezenc kir. Hevrêyê me Demhat mîna her zarokê ku li Botanê ji dayik bûye û mezin bûye, têkoşîna me ya azadiyê hîna ji temenê biçûkatiyê ve nas kir. Ji bo gerîla hezkirineke wî ya mezin çêbû. Hevrêyê me pir zû fêm kir ku gerîla gelê me li dijî hêzên qirker diparêze û lewma ji temenê biçûkatiyê ve xeyal kir ku bibe gerîla. Bi xwe re ev xeyala xwe jî mezin kir û li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Demhat mîna her zarokek Kurd rastiya dijmin a qirker nas kir û li dijî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Fêm kir ku divê weke ciwanekî Kurd teqez li dijî vê rastiya dijmin têbikoşe û tola komkujiyên ku li hemberî gelê me hatine kirin, hilîne. Sala 2008’an xizmê wî yê nêz Yahya Menekşe ji aliyê dijmin ve bi hovane hate şehîdxistin, piştî vê yekê hêrsa wî ya li dijmin hîn zêdetir bû. Lêgerînên hevrêyê me Demhat ên ji bo têkoşînê hîn zêdetir bûn û piştî demekê tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Hevrêyê me bi xebatan re rastiya têkoşîna me hîn ji nêztir nas kir û fikirî ku divê ji bo azadiya gelê me bibe xwedî tevlîbûneke hîn aktîftir. Hevrêyê me di ferqê de bû ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe. Fikirî ku êdî dem hatiye xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Li ser vî bingehî hevrêyê me Demhat sala 2011’an berê xwe da Cûdî, tevlî nava refên gerîla bû û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

Hevrêyê me Demhat perwerdeya xwe ya destpêkê ji hevrêyên xwe yên li Cûdiyê wergirt, agahiyên xwe yên destpêkê yên derbarê gerîlatiyê bi dest xist. Bi saya çêkera xwe ya bi xwestek û bi mereq, demek kurt hemû hûrgûliyên jiyana çiyê û gerîla fêr bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi kelecan, coş û aktîf bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me bû milîtanekî ku hêviya siberojê dida. Lewma jê re hate pêşniyarkirin ku li Cûdî bimîne û li vir tecrube bi dest bixe. Hevrêyê me ev daxwaza hevrêyên xwe bi kêfxweşî pêşwazî kir û bi coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me Demhat sala 2011’an di operasyoneke dijmin a li Cûdî de bi du hevalên xwe re dîl kete destê dijmin, nêzî 2 salan li zindanê ma. Di vê pêvajoyê de li dijî hemû zext û êşkenceyên dijmin bi îradeya Apoyî li ber xwe da. Hevrêyê me Demhat ku li çiyayên Kurdistanê azadî tam kir, li zindanê jî ev lêgerîna xwe ya ji bo azadiyê domand. Hevrêyê me ferq kir ku dijmin dixwaze bi zindanê wî ji têkoşîna azadiyê dûr bike, dil û mejiyê xwe saxlem girt û di her kêliyê de bîranînên xwe yên li çiyê bi bîr xist. Bi vî rengî di her êrîşa dijmin de ev bîranîn ji bo xwe kir çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Demhat ti carî navber neda lêgerîna xwe ya azadiyê. Sala 2013’an bi planeke jêhatî ji zindanên mêtingeriyê fîrar kir û car din berê xwe da Cûdî. Hevrêyê me ku cara duyem bi gerîla re hat ba hev, coş û kelecaneke bêhempa jiyan kir. Hevrêyê me di warê îdeolojîk de xwe kir pispor, di mijarên leşkerî de jî bi alîkariya hevrêyên xwe tecrubeyeke girîng qezenc kir. Hevrêyê me Demhat ji şehadeta heval Serbest Harûnî – Xelîl Guler ku berê bi hev re têkoşîn meşandine, pir bandor bû. Di şexsê şehîd Serbest de ji bo dilsoziya bi bîranîna hemû şehîdan re, bû xwedî tevlîbûneke fedayiyane. Li ser vî bingehî tevlî gelek xebatên stratejîk bû û baweriya hevrêyên xwe vale dernexist. Hevrêyê me Demhat di serî de xebatên xweparastinê, bi coşeke mezin tevlî her xebata pêwîst bû. Li Qada Botanê bi ked û fedakariya xwe derket pêş. Di payîza 2015’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî Cizîra Botan kir û li dijî vê êrîşê 11 rojan berxwedan hate raberkirin û êrîş hate pûçkirin. Hevrêyê me di vê berxwedana 11 rojî de cih girt. Hevrêyê me Demhat di salên 2016 û 2017’an de ku şerê li dijî dagirkeriyê dijwar bû, li Qada Botanê tevlî gelek xebatan bû û ked da. Bi tevlîbûna xwe ya bi cesaret û bê teredut, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Du salan li cem Fermandariya Qada Botanê ma, bi gerîlatiya xwe ya afirêner û hêza xwe ya fikrî tevkarî li xebatan kir. Hevrêyê me Demhat piştî pratîka xwe ya serketî ya li Botanê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi pêşniyara hevrêyên xwe li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz perwerdeya leşkerî û îdeolojîk dît. Hevrêyê me ji kadroyên pêşeng ên tevgera me perwerde dît, xwest vê derfeta bi nirx bi rengekî herî baş binirxîne. Hevrêyê me armanca xwe ya di perwerdeyê de weke mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û zindî hiştina xeyal û bîranînên şehîdên me, diyar kir. Li ser vê bingehê ket nava lêhêrbûnên kûr. Hevrêyê me Demhat bi perwerdeyan ruhê şoreşger û fedayî yê demê di xwe de afirand û îdîa kir ku bi rola xwe ya pêşengiyê rabe. Bi jiyan û pratîka xwe ev yek îspat kir. Di heman demê de hevrêyê me bi perwerdeyên dîtî, derfet dît ku xwe hîn baştir nas bike. Di kesayeta xwe de derketineke girîng bi dest xist û wezîfeyên xwe yên demê pêk anî.

Hevrêyê me Demhat piştî perwerdeya xwe bi rengekî serketî temam kir, derbasî xebatên şervanên nû bû. Bi perwerdeya hevrêyên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bûne re, eleqeder bû. Hevrêyê me bi vê xebatê re tecrubeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk a bi salan, bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji bo pêşketina milîtanên Apoyî bû xwedî ked û rol. Hevrêyê me Demhat ji bo hevrêyên nû yên tevlî refên gerîla bûne fêrî şert û mercên çiyê bibin û fêrî taktîkên gerîla yên dema nû bibin, bi hemû hûrgûliyên pêşketinan re bi wan re eleqeder bû. Hem ji hevrêyên xwe re bû mînak hem jî hurmeta wan qezenc kir. Diyalektîka ku sîstema perwerdeyê ya Apoyî fêr dike, bi rengekî serketî bi cih anî û ew bi xwe jî gelek tiştan ji hevrêyên xwe fêr bû. Hevrêyê me Demhat di van xebatan de bi aliyê xwe yê kedkar, fedakar, bi sebir û afirêner derket pêş. Xwest biçe Bakurê Kurdistanê û bibe xwedî têkoşîneke hîn aktîftir. Hevrêyê me daxwaz û armanca xwe ya ji bo vê yekê, her tim parast. Ji bo vê yekê pêk bîne, bû xwedî israrek zêde.

Hevrêyê me Demhat bi sekna xwe ya di jiyanê de û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. 17’ê Kanûna 2018’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Demhat de armanc û xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.

Cesur Spîndarok – Vedat Acar - Hevrêyê me Cesur ji malbateke ku eslê xwe ji gundê Spîndarok ê li zinarên bilind ê Çiyayê Cûdî cih digire, li Edeneyê hate dinê. Ji ber ku malbata wî nirxên xwe yên welatparêziyê û Kurdîtiyê diparêze, hevrêyê me Cesur jî bi çanda cewherî ya Botanê mezin bû. Lewma tevî hemû êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk, nirxên ku ew ava kirine parast. Hevrêyê me mîna her zarokê Kurd ê li Botanê mezin bûye, têkoşîna me ya azadiyê di biçûkahiya xwe de nas kir. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz û xizmên wî tevlîbûna nava refên gerîla heye, li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin. Hevrêyê me gerîla kir lehengê zarokatiya xwe. Timî xeyal kir ku gerîla bibîne. Di heman demê de hevrêyê me ne biyaniyê rastiya dijmin e, dijmin bi komkujî, zext û êşkenceyên li hemberî gelê me nas kir. Lewma ji zarokatiya xwe ve li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me ji dema ciwantiya xwe û şûnde hêrsa xwe ya li dijî dijmin êdî veguherand hestê tolhildanê. Fikirî ku divê teqez berpirsyariyên xwe li hemberî gelê me bi cih bîne. Li ser vî bingehî tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû û dest bi têkoşînê kir. Bi van xebatan re rastiya me ya têkoşînê hîn baştir fêm kir û her roja borî bû xwedî tevlîbûneke hîn aktîftir. Lewma hevrêyê me carekê dîl kete destê dijmin, li vir sekneke bi îrade raber kir û li dijî hemû zext û êşkenceyên dijmin li ber xwe da. Hevrêyê me fêm kir ku divê li dijî van hewldanên dijmin têkoşîna xwe mezin bike û bi vî rengî bersiv bide. Di vî alî de ket nava lêgerînan. Ji derdora wî ya nêz di nava refên azadiyê de şehadet çêbûn. Hevrêyê me Cesur ji van şehadetan pir bandor bû, di ferqê de bû ku divê bibe layiqê rastiya şehîdan. Hevrêyê me ferq kir ku her roja borî berpirsyariyên wî yên li hemberî gelê me zêde bûne, weke ciwanekî Kurd dizanî ku divê ji bendewariyên gelê me re bibe bersiv. Hevrêyê me fikirî ku encex bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare vê yekê pêk bîne. Biryara xwe ya dawî, piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengal û Kobanê da. Hevrêyê me Cesur ji berxwedana fedayiyane ya gelê me û hevrêyên me bandor bû, sala 2014’an berê xwe da Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cesur bi gerîla re hat ba hev ku ji zarokatiya xwe ve xeyal dikir. Di ferqê de bû ku deriyê jiyaneke nû vebûye. Hevrêyê me dizanî ku divê bi temamî tevlî vê jiyanê bibe, ji kêliya destpêkê û şûnde bû xwedî hewldanekî mezin. Bi perwerdeyên ku ji hevrêyên xwe yên li Cûdî wergirtî, demek kurt fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Hevrêyê me li vir ji tecrubeya hevrêyên xwe sûd wergirt û di warê jiyanî, îdeolojîk û leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke girîng. Hevrêyê me li herêma Cûdî nêzî 2 salan fealiyetên pratîkî meşand û bû gerîlayekî HPG’ê yê pispor. Hevrêyê me Cesur esas girt ku bibe serwerê hemû hûrgûliyên gerîlatiyê. Nirxê manewî yê Botanê yê ji bo gerîla di her kêliya jiyanê de hîs kir. Ji bo bibe layiqê şehîdên me yên ku li vir li dijî dagirkeran şer kirine û bûne leheng, bû xwedî kedekî bêhempa. Piştre bi pêşniyara hevrêyên xwe ji bo perwerdeyeke hîn baştir bibîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me tempoya têkoşînê ya heman li vir jî domand. Hevrêyê me li vir di warê akademîk de perwerdeya xwe ya ewilî dît, bi tecrubeyên bi dest xistî derketineke xurt pêk anî. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, demekê li Garê têkoşîna xwe domand. Li vir di hemû xebatan de bi fedakariya xwe derket pêş. Di vê pêvajoyê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me zêde bûn, hevrêyê me Cesur xwest bi gelê me re di eniyên berxwedanê de cih bigire. Bi israr xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Li ser vî bingehî pêşniyara hevrêyê me hate qebûlkirin. Tevlî berxwedana ku li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê raberkirin, bû. Di pêngav û çalakiyan de mîna navê xwe bi cesareta xwe bi roleke girîng rabû û baweriya hevrêyên xwe vale dernexist. Li Başûrê Kurdistanê ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê bên têkbirin û ji bo ji gelê me re nebe gef, bi roleke mezin rabû.

Piştî ku erkê xwe li Başûrê Kurdistanê bi rengekî serketî bi cih anî, hevrê Cesûr vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Her çend dixwest biçe deverên ku dewleta Tirk a dagirker lê êrîşên dijwar pêk tîne jî, li ser pêşniyara hevrêyên xwe di taktîkên gerîla yên dema nû de perwerde dît. Armanc dikir ku ezmûna xwe ya şer bi van taktîkan re bike yek. Li aliyek ji hevrêyên xwe hînê taktîkên gerîla yên demê dibe û li aliyê din bi parvekirina tecrûbeyên xwe yên şer, dihêle ku perwerde hê xurtir derbas bibe. Ji ber helwesta xwe ya fedakar û kedkar a di pêvajoya perwerdeyê de hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Helwesta wî ya bi dîsîplîn û eleqeya wî ya ji bo xwendinê ew kir milîtanek Apoyî yê mînak. Piştî ku bi rengekî serketî perwerde qedand, dixwest biçe deverên ku şer lê dijwar bû, lê ji ber pêdiviyên rêxistinî ew derbasî xebatên cuda bû. Hevrê Cesûr ev erk bi têgihiştineke gihiştî qebûl kir. Bi hişmendiya ku milîtanek Apoyî divê her erk bi baldariyeke mezin pêk bîne tevdigere û li ser vê bingehê serketina xwe îspat kir.

Hevrêyê me Cesûr ê ku di 17’ê Kanûna 2018’an de dema li ser erkê xwe bû di êrîşeke dijmin de şehîd bû, dê bi wêrekî, dilnizmî û hevrêtiya xwe ya dilsoz di têkoşîna me de her tim bijî. Em soza xwe ya pêkanîna xeyala wî ya Kurdistana azad dubare dikin.

Kendal Aras – Cenap Hopîkoglû - Hevrê Kendal li navçeya Tekman a Erziromê, ku yek ji bajarên Serhedê yên bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsiye di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi bandora malbat û derdora xwe, di çand û kevneşopiyên ku di nav gel de kok girtine de mezin bû. Hevrêyê me di jiyaneke gundewarî ya xwezayî de mezin bû û kesayetiyek sade û xurt pêş xist. Tevî ku di dibistanên dagirkirî de xwend jî, xwezaya xwe ya rastîn parast. Di van dibistanan de, rastiya dijmin nas kir û li dijî ferzkirina ziman û çandeke biyanî ya bi zorê hêrsa wî kûrtir kir. Her tim xwe ji sîstema dewleta Tirk dûr xist û hebûna dewletê ya li Kurdistanê rewa nedît. Heta ciwaniya xwe, li gund jiya û ji bo debara malbata xwe, xebitî. Hevrêyê me Kendal ê ku dikeve nava lêhûrbûnên xurt her ku rewşa mêtingerî û dagirkirî ya ku gelê me pê re rû bi rû maye fêm kir, bêtir hişyar bû. Lê di heman demê de ji ber nekarî tiştek bike, hesta xwe kêm dîtinê jiya. Bi vê hestê ve, hevrêyê me li ser xwepêşxistinê lêhûrbûnek kûr jiya û di vê mijarê de kedek girîng raber kir. Bi demê re, têgihîştinek kûrtir a gerîla û têkoşîna azadiyê bi dest xist, hezkirin û rêzgirtina wî ji bo Rêber Apo û gerîla mezin bû. Hevrê Kendal, ku ji bo debara malbata xwe çû Stenbolê û li wir dest bi xebatê kir, rastiya dijmin kûrtir fêm kir. Wî dît ku dewleta Tirk civakê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me gur dike û hewl dide ku berê komên faşîst bide gelê me. Vê rewşê hêrsa wî ya li hember dijmin hîn zêdetir kir. Wekî ciwanekî Kurd, xwe mecbûr hîs kir ku di derbarê vê rewşê de tiştek bike û ji bo bersivdayînê ket nava lêgerînan. Têkoşîna me ji nêz ve nas kir û berpirsiyariya xwe ya li hember gelê me fêm kir; lê belê ji ber hin sedeman, ew demekê nekarî vê xwesteka xwe pêk bîne. Lê berfirehbûna êrîşên qirkirinê yên dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên din ên Kurdistanê, ji bo wî bû xala dawî. Bi biryardarî û coşek mezin, ew berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Kendal, her çend dereng tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla weke dezavantajek dît jî, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û çalak zû adepteyê jiyana çiyayî bû. Ezmûnên wî yên jiyanê alîkariya hevrêyên wî yên ciwan kir ku adepteyî jiyana çiyayî bibin. Hevrêyê me ji ber kesayetiya xwe ya dilnizim û kedkar hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me bi perwerdehiya ku dîtî re biryardariya wî ya ku bibe milîtanek pêşeng ê tevgera Apoyî pêş ket û bi vê pêvajoyê re derfet dît ku xwe fêm bike û jêhatiyên xwe xurt bike. Hevrê Kendal bi berdewamî girêdanbûna xwe ya bi têkoşînê re zêde kir, bi zanebûna ku ew deyndarê kedê Rêber Apo û şehîdên me ye tevlî bû. Ji ber vê yekê, ji bo ku berpirsiyariyên xwe bi tevahî bicîh bîne, bi coş beşdarî perwerdehiya leşkerî û taktîkî bû. Hevrê Kendal, hewl da ku hemû taktîk û çekên ku di refên gerîla de fêr bûye, bixe pratîkê. Ji ber vê yekê li ser şêwazên êrîşa dijmin lêhûrbû û li ser vê bingehê di şerê gerîla ya dema nû de gihîşt asteke xurt a pisporiyê. Bi van hewldanan, hevrê Kendal pêşveçûna xwe domand û ji bo hevalên xwe bû mînak. Dilsoziya wî ya ji bo têkoşînê û xebata wî ya bi dîsîplîn hişt ku ew di kesayetiya xwe de guhertin û veguherînên girîng biafirîne. Hevrê Kendal di tevahiya perwerdehiyê de, bi kesayetiya xwe ya fedakar, kedkar, dirûst û dilnizm, milîtanekî mînak bû. Her çend dixwest biçe deverên ku şer lê giran in jî, li gorî hewcedariyê tevlî xebatên cuda bû. Hevrêyê me ku di pratîka xwe ya ewil de serketin hedef kir, bi hewildanên xwe yên fedakar hurmeta hevalên xwe qezenc kir. Hevrê Kendal, her tim berpirsiyariya peywirên ku fedakarî, hesasiyet û dîsîplînê hewce dikin hîs dikir, helwest û tevlîbûnek ku li gorî vê berpirsiyariyê ye nîşan da. Heval Kendal, ku bi saya kesayetiya xwe ya bi cewher û kûr, hevalan dixwestin pê re bixebitin. Her tim hewl dida ku ji hêla îdeolojîk û jiyanê ve xwe pêş bixe û bi awayekî hevgirtî tevlî hevalên xwe bibe.

Hevrê Kendal, ku di 17’ê Kanûna 2018’an de di êrîşa dijmin de bi hevalên xwe re tevlî kerwana şehîdan bû, tevlîbûnek xurt di têkoşîna gerîla de kir, ku wî wekî serdema herî watedar a jiyana xwe dihesiband. Wekî hevrêyên wî, em soz didin ku em ê her gav bîranîna hevrê Kendal biparêzin û xeyalên wî pêk bînin.

Jîrwan Mahabad – Muawiye Kawa - Hevrê Jîrwan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bi saya malbata xwe, ku ji eşîra Şêxan bû, ew di nav çand û kevneşopiyên Kurdî de li gorî cewhera xwe mezin bû. Deh sal perwerde dît û ji bo debara malbata xwe gelek karan kir. Di ciwaniya xwe de, ew ji pirsgirêkên civakî yên wekî nakokiya ked-sermayeyê haydar bû. Wî dît ku gel bi kedê dijîn lê hin beş jî bêyî ku ked bidin dijîn. Hevrêyê me yê ku li ser van nakokiyan lêhûrbû, di vê pêvajoyê de rastiya welatê me Kurdistan, îstîsmar û PDK’ê nas kir. Hevkariya PDK’ê bi hêzên dagirker re, hevrê Jîrwan ber bi lêhûrbûnên kûrtir ve bir. Di vê pêvajoyê de, ew Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir û bi têkoşîna fedaî ya Tevgera Apo ji bo parastina gel û berxwedana li hember êrîşan bandor bû. Têkoşîna fedaî ya milîtanên Apo li dijî dagirkirina herêmên Başûr û Rojava ji Kobanê heta Şengal û ji Kerkûkê heta Hewlêrê ji hêla DAÎŞ’ê ve, hişt ku hevrê Jîrwan rastiya Tevgerê bibîne. Weke ciwanekî welatparêz ê Kurd, wî xwe ji bo azadiya gel berpirsiyar hîs kir û biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Ew tevlî refên gerîla bû, bû şervanekî azadiyê yê gelê me û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê domand.

Hevrê Jîrwan bi coş û moralek mezin tevlî jiyana gerîla bû û bi perwerdehiya ku wergirtiye re zû adepteyê jiyana çiya û gerîla bû. Perwerdehiya wî ya ewil bû wesîle ku ber bi pêvajoyek xwenaskirinê ve bibe. Hevalê me, yê ku diyar dike pergala kapîtalîst a heyî mirovan ji cewhera wan dûr dixe, li ser vê bingehê got ku ew bi perwerdehiya gerîla re kariye carek din vegere cewhera xwe. Derfeta fêrbûna çand, dîrok û têkoşîna azadiyê ya gel dît û ji vê hêz girt û jiyanê bi rengekî xurt hembêz kir. Hevrêyê me, ku ji her hewldanekê re dilsoz bû û bi awayekî çalak beşdar bû, her wiha hewl da ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo di kesayetiya xwe de bi cih bîne. Analîzên Rêberê me yên li ser jiyana azad, kesên azad û azadiya jinan kesayetiya wî veguherand. Hevrê Jîrwan, ku têgihîştinek baştir a welatparêziya li Kurdistanê bi dest xist, her wiha berovajîkirina vê mijarê ji hêla hêzên siyasî yên ku berê dizanî, nas kir.  Xebat û hewldanên hevrê Jîrwan ên ji bo di felsefeya Apoyî de kûr bibe, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Jîrwan ji xetereya li ser gelê me haydar bû û ji bo ku erk û berpirsiyariyên xwe weke milîtanekî Apoyî bicîh bîne, bi dîsîplîn tevlî perwerdehiya leşkerî bû. Piştî ku gelek taktîkên gerîla fêr bû, hevrêyê me bi kelecan li benda roja ku bikaribe zanîna xwe bixe pratîkê bû.

Hevrê Jîrwan piştî ku bi rengekî serketî perwerdehiya xwe qedand, derbasî herêma Garê bû û derfeta ku bikaribe tecrûbeyên xwe bixe pratîkê bi dest xist. Di demek kurt de bû gerîlayekî HPG’ê yê jêhatî û bi tevlîbûna xwe ya rast û samîmî hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker pir hêrs bû û xwest biçe herêmên ku şer lê giran in. Lê ji ber serketin û tevlîbûna wî di xebatan de pêşniyara wî nehate pejrandin. Bi têgihiştin û dîsîplînek rêxistinî tevlî hemû xebatên têkoşînê bû û hemû erkên xwe yên demê bi cih anî.

Hevrê Jîrwan ê ku di 17’ê Kanûna 2018’an de di êrîşa dijmin de tevî hevrêyên xwe tevlî kerwana şehîdan bû, mîrateyek têkoşînê ya bi serketinê dagirtî û bîranînên hêja li pey xwe hişt. Wek hevrêyên wî, em soz didin ku em bîranîna wî di Kurdistaneke azad de bidin jiyîn.

 

5’ê Cotmeha 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG