HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe Cûdî, Egîd, Rojîn, Armanc, Yucel û Tayhan ên ku di têkoşîna 2018’an de ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vîneke mezin meşandin, di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevalên me Cûdî, Egîd, Rojîn, Armanc, Yucel û Tayhan ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Apo bi fedakarî tevlî refên gerîla bûn. Di her qada ku lê bûn de, bi hesasiyet û cidîyeteke mezin nêzî erkên xwe yên têkoşînê bûn û hewl dan mîsyona xwe ya dîrokî bi temamî bi cih bînin. Bi helwesta xwe ya şoreşgerî di jiyan û şer de, mîrateyeke têkoşînê ya mezin hiştin. Hevalên me Cûdî, Egîd, Rojîn, Armanc, Yucel û Tayhan bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.

Em, weke mîlîtanên Apoyî, sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevalên me Cûdî, Egîd, Rojîn, Armanc, Yucel û Tayhan û ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe her tim di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û xeyalên wan bi cih bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


           

Nasnav: Cûdî Gever 

Nav paşnav: Barış Bor 

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Hanîfe – Cemîl 

Dem û cihê şehadetê: 13 Îlona 2018’an / Zap

Cûdî Gever – Barış Bor 


           

Nasnav: Egîd Malazgirt

Nav paşnav: Turan Atiş

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Hamîde – Aladdîn

Dem û cihê şehadetê: 13 Îlona 2018’an / Zap

Egîd Malazgirt – Turan Atiş


           

Nasnav: Rojîn Rojhat 

Nav paşnav: Zeyna Kaya 

Cihê jidayikbûnê: Şirnex 

Dayik-Bav: Vahîde – Mustafa 

Dem û cihê şehadetê: 10 Nîsana 2018’an / Xakurkê

Rojîn Rojhat  – Zeyna Kaya 


           

Nasnav: Armanc Mêrdîn 

Nav paşnav: Erkan Buluş 

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn 

Dayik-Bav: Elmas – Hasan

Dem û cihê şehadetê: 15 Kanûna 2018’an / Garê

Armanc Mêrdîn – Erkan Buluş 


           

Nasnav: Yucel Xerzan 

Nav paşnav: Onur Kaplan 

Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn   

Dayik-Bav: Naime – Ahmethan 

Dem û cihê şehadetê: 17 Cotmeha 2018’an / Zap

Yucel Xerzan – Onur Kaplan 


           

Nasnav: Tayhan Jêhat 

Nav paşnav: Baran Barîn 

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Zubeyde – Mahmut

Dem û cihê şehadetê: 17 Cotmeha 2018’an / Zap

Tayhan Jêhat  – Tayhan Jêhat 

Cûdî Gever – Barış Bor - Hevrêyê me Cûdî li Geverê, di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekir. Di nav hawîrdoreke ku hestên welatparêziyê di pêş de bû de mezin bû, bi terbiye û sincê ku ji malbata xwe wergirt bi awayekî girêdayî kokên xwe hate perwerdekirin. Ji ber ku tevlîbûnên ji eşîra wî Gewdan û ji derdora wî ya nêzîk li nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hebû, hevrêyê me ji temenê biçûk ve sempatiyeke mezin ji gerîla re hîs kir. Mezinbûna wî di nav hawîrdoreke ku êrîş û zextên dijmin lê zêde bûn de, hişt ku ew zû rastiya dijmin nas bike. Ji rojên ewil ên çûyîna dibistanên sîstemê, nekarîna axaftina zimanê dayikê bi rehetî, bû sedema çêbûna nakokiyan û lêpirsîna polîtîkayên înkarê yên sîstemê. Hevrêyê me heta lîseyê di dibistanên Tirk ên ku weke navendên asîmîlasyonê bûn xwend, lê ji ber nakokî û lêgerînên xwe ev dibistan terikand. Li hember dewleta Tirk a ku ziman û çanda wî qedexe kir bi hêrs bû û bawer kir ku divê bersivekê bide dagirkerên ku li hemberî destkeftiyên gelê me êrîş dikin. Di serdema ciwaniya xwe de lêgerînên xwe kûrtir kir û biryar da ku tevlî karên Ciwanên Demokratîk ên Welatparêz bibe. Di xebatên ku bi enerjiya ciwantiyê tevlî bû de, alîkariya hevalên xwe kir. Her ku çû sîstemê baştir analîz kir, hişê wî vekir û şansa naskirina têkoşîna me bi awayekî çêtir bi dest xist. Wî bi xwesteka lêdana li dijmin û tevlîbûna li her çalakiyên girseyî, hevalên xwe jî teşwîq kir ku bi hêztir tevlî bibin. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku Tevgera me dest pê kir de, ji şehadetên ku qewimîn bandor bû û biryar da têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me Cûdî, bi qutbûneke tund ji sîstemê, berê xwe da ber bi cîhên pîroz yên gerîla û tevlî refên têkoşînê bû.

Di sala 2013’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên azadiyê bû, ji bo perwerdeya gerîla ya ewil ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve çû. Ji têkiliyên germ ên hevalên gerîla bandor bû. Di perwerdeyên nû yên şervanan de cih girt, bi her awayî xwest xwe bi pêş bixe. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral, bi coş û xwesteka hînbûnê, di nav hevalên me de derkete pêş. Bi materyalên partiyê yên ku xwend û waneyên ku hilda, ji bo têgihiştina felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me hewldaneke xurt da. Her ku têgihîşt, bi têgihiştina erkên têkoşînê bi çar destan têkoşînê hembêz kir. Bi serkeftî perwerdeya xwe qedand û derbasî qadên pratîkê bû. Li qada xwe ya ewil Avaşînê tevlî xebatên partiyê bû, di demeke kurt de ceribandinên jiyana gerîla bi dest xist. Ji xwezayîbûn û kolektîfbûna jiyana gerîla re heyran ma û xwest di her xebatê de cih bigire. Li hemberî armanca çeteyên DAÎŞ’ê ya qirkirina gelê me û tasfiyekirina destkeftiyên tevgera me, ji bo bi cih anîna erkên xwe yên dîrokî pêşniyar kir. Li Şengalê, li hemberî qirkirina ku li ser gelê me yê Êzidî hate ferzkirin, erkên xwe yên dîrokî bi cih anî, di çalakiyên serkeftî de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê cihê xwe girt. Weke mîlîtanekî Apoyî, têkoşîneke ku hemû cîhanê bi heyranî temaşe kir nîşan da, di rizgarkirina gelê me yê Êzidî de ji qirkirinê rolek girîng lîst û dîsa vegeriya çiyayên azad. Weke şervanekî wêrek ku ceribandina leşkerî bi dest xist, ji bo li hemberî operasyona tasfiyekirina destkeftiyên gelê me û tevgera me ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, xwe di her warî de amade kir. Li ser taktîkên şer ên gerîla yên nû bi kûrahî sekinî, bi van kûrbûnan di lêgerîna lêdana li dijmin de bû ku li hemberî operasyonên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin destpêkirin. Di her erk û xebatê de li gorî prensîbên Partiyê û ruhê demê tevdigeriya, hevrêyê me Cûdî têkoşîna xwe mezintir kir û xwest tolhildana şehîdan bigire.

Hevrêyê me Cûdî; bi rêhevaliya xwe ya jidil, kûr û bi hêz, di her qada ku lê bû de bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Weke şervanekî wêrek, di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt, di 13’ê Îlona 2018’an de li herêma Zapê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadetê. Weke hevalên wî, em soz didin ku em ê xeyalên hevrêyê me Cûdî bişopînin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin.

Egîd Malazgirt – Turan Atiş - Hevrêyê me Egîd li navçeya Milazgîr a Mûşê, di nav malbateke welatparêz de hate dinê. Li hawîrdoreke ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi hezaran keç û kurên xwe daye û fermandarên mezin derxistiye, mezin bû û zû şansa naskirina Partiya me PKK’ê bi dest xist. Bi çanda kevnar a Serhedê û hişmendiya welatparêziyê hate perwerdekirin, her tim ji gerîla re heyraniyeke mezin hîs kir. Li hemberî sîstema perwerdeyê ya ku ji bo asîmîlekirina zarokên Kurd hatibû avakirin reaksiyonek wî hebû, li hemberî ferzkirina yekrengiyê nakokiyên kûr jiya. Deh salan di dibistanên sîstemê de xwend, lê her ku çû rastiya sîstemê baştir dît û fêm kir ku divê helwestekê bigire. Hem ji şerê li Kurdistanê û hem jî ji nakokiyên ku jiya, dibistanên sîstemê yên ku weke navendên asîmîlasyonê bûn terk kir. Ji bo debara malbata xwe di temenê xwe yê ciwan de xebitî, kesayetiyeke gihîştî bi dest xist û pîroziya kedê hîn bû. Di her hawîrdorê de bi kesayetiya xwe ya kedkar û gihîştî bû kesekî hezkirî. Li hemberî şerê giran ê li Kurdistanê lêgerînên kûr jiya, weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwest bersivekê bide êşên gelê me. Ji polîtîkayên dewleta Tirk ên dejenerekirin û dûrxistina ciwanan ji Kurdistanê û ji kokên wan haydar bû, û biryar da ku tevlî xebatên Ciwanên Demokratîk ên Welatparêz bibe. Ji bo baştir têgihiştina Partiya me û sepandina wê di jiyana xwe de, li hemberî zextên dijmin serî netewand. Di her xebatê de bi armanca serkeftinê tevlî bû, bi kesayetiya xwe ya destkeftî di gelek xebatan de serkeftin bidest xist. Materyalên Partiyê yên ku xwendin bûn sedema kûrbûnên kûr. Fêm kir ku hawîrdora ku lê bû bersiva lêgerînên wî nabersivîne, ji bo tevlîbûna refên gerîla lêgerînên xwe kûrtir kir. Bi zanabûna germahiya pêvajoyê û bi têgihiştina ku bersiva herî mezin a li hemberî dijmin tevlîbûna refên gerîla ye, berê xwe da ber bi çiyayên Kurdistanê.

Di sala 2013’an de weke gaveke ewil a ber bi azadiyê ve, tevlî refên gerîla bû, bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeyên şervanên nû bû, bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û aliyê xwe yê lêpirsîner di nav şertên çiyayên dijwar de derkete pêş. Ji meraqa xwe ya ji dersên leşkerî û ji bîranîna zilmên li ser gelê me, ji bo pisporbûna di warê leşkerî de kûr bû. Bi dersên ku wergirt, bandorên sîstemê yên li ser kesayetiya xwe baştir têgihîşt, tevlîbûna xwe ya gerîla weke ji nû ve jidayikbûnekê nirxand. Bi serkeftî perwerdeya xwe qedand û derbasî qadên pratîkê bû. Di qada ku lê bû de di demeke kurt de teqdîra hevalên xwe qezenc kir û bi helwesta xwe ya di jiyanê de bû mîlîtanekî mînak. Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me û armanca qirkirina wan de, ji bo şerê li dijî çeteyan berê xwe da ber bi qadên şer ên giran ve. Di çalakiyên serkeftî de cih girt, di tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê de kedek mezin da, di gelek pêngavên şoreşgerî de cih girt. Weke gerîlayekî bêhempa yê ku vîna Apoyî nîşan da û ji bo hemû gelên bindest bû çavkaniya hêviyê, piştî pratîka xwe ya serkeftî dîsa berê xwe da ber bi çiyayên Kurdistanê. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her tim zindî hişt, ji bo li hember zilmên li Bakurê Kurdistanê diqewimin bi awayekî çalak cihê xwe bigire û erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne, pêşniyar kir ku li qadên Bakurê têkoşîna xwe bidomîne. Ji ber hin sedeman neçar ma ku xeyala xwe ya têkoşîna li ser axa ku lê hatiye dinê bitaloqîne. Li herêma Zapê têkoşîna xwe bi hêrs û hewldanek mezintir kir, di gelek xebatan de cihê xwe girt. Her erka ku wergirt bi cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih anî, bi keda xwe her tim di rêzên pêş de bû.

Di 13’ê Îlona 2018’an de li herêma Zapê, di êrîşa dijmin de gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Egîd, bi helwesta xwe ya biryardar di têkoşînê de, bi rêhevaliya xwe ya dilnizm û jidil, navê xwe di dîroka me de bi awayekî nemir nivîsand. Weke şopînerên wî, em soz didin ku em ê têkoşîna wî ya ku ji me re hişt bigihînin serkeftinê û bîranîna wî her tim zindî bihêlin.

Rojîn Rojhat  – Zeyna Kaya - Hevrêya me Rojîn li navçeya Elkê ya Şirnexê, di nav malbateke ji eşîra Mamxuran de hate dinê. Ji ber hişmendiya kûr a malbata wê ya bi Kurdînî, bi girêdayîbûna xwe ya bi kokên xwe mezin bû. Bi taybetmendiyên çandî yên kevnar ên Botanê hate perwerdekirin, neçûyîna dibistanên dewleta Tirk ji bo xwe weke şanseke mezin û avantajek nirxand. Bi vî awayî ji amûrên asîmîlasyonê yên herî bi bandor ên dewleta Tirk nehat bandorkirin û bi nirxên ku wê afirandine mezin bû. Ji ber ku herêma wê yek ji qadên herî bi bandor ên Têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, ji temenê biçûk ve gerîla nas kir. Ji ber polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me û qirkirinên bêhejmar ên dewleta Tirk a ku xwest gelê me bitepisîne, bandor bû û tevlîbûna refên gerîla ji xwe re kir armanceke herî mezin.  Ji tevlîbûna gelek kesên ji derdora wê ya nêzîk jî bandor bû û bi awayekî gelekî bêsebir li benda roja tevlîbûna refên gerîla bû. Ji serdema ciwaniya xwe ve rastiya têkoşîna me nêzîktir nas kir, hewl da ku xwe li ser bingeha felsefeya jiyana Apoyî bi pêş bixe. Bi gerîlayên ku dît re nîqaşên vê kir, xwest jiyana gerîla ya ku li ser felsefeya Apoyî hatiye teşekirin bi hemû hûrguliyên wê têbigihîje. Ji aliyekî ve di vê lêgerîn û kûrbûnê de bû, ji aliyê din ve ji helwest, fedakarî û kesayetiya jidil ya gerîlayên ku bi wê re têkildar bûn bandor bû. Her wiha di pêvajoya şerê giran de, hesta tolhildana gerîlayên şehîd rakirin roj bi roj mezintir kir û xwedî wê têgihiştinê bû ku divê bi hişmendiyeke rast nêzîkî şehadetan bibe. Dizaniya ku ev jî bi domandina têkoşîna şehîdan a nîvcomayî û zindîkirina bîranîna wan a hêja re pêkan e. Li ser vê bingehê, fêm kir ku dem hatiye ku kûrbûnên xwe bigihîne encamekê, bi girêdayîbûna xwe ya bi xeyala xwe ya zarokatiyê, bi biryardariyeke mezin tevlî refên gerîla bû.

Di sala 2013’an de ji herêma Kato Jîrka tevlî refên gerîla bû, perwerdeyên xwe yên ewil li vir wergirt. Ji gerîlayên ku li vir nas kir gelek ceribandinên jiyanî û rêxistinî bi dest xist, bi jêhatîbûnê ev ceribandin di jiyanê de bi cih anî. Rastiya têkoşîna hevrêya me Şehîd Rojîn Gewda – Sureyya Aslan hîn bû, wê di her warî de ji xwe re kir mînak. Bi taybetî ji serkeftinên wê yên di hunera fermandariyê de bandor bû û li ser vê mijarê kûr bû. Bi vî awayî ji rojên ewil ên gerîlatiya xwe ve, bi helwest û biryardariyeke ku li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê ye gihîşt asteke bilind. Paşê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li herêma Xakurkê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi saya ceribandinên ku li Bakurê Kurdistanê bi dest xistibû, di pêvajoya perwerdeyê de zorî nekişand, bi xwestekek mezin tevlî hemû perwerdeyan bû. Her çendî berê neçûbû dibistanê jî, di nav hawîrdora PKK’ê de xwe bi pêş xist û ev pêşketin domiya. Bi dersên dîroka Kurdistanê, dîroka jinê û dîroka partiyê re kete pêvajoyeke kûrbûnê ya kûr, ji van dersan ceribandinên mezin derxist. Her tiştê ku hîn bû di kesayetiya xwe de hewand, û kete pêvajoyeke guherîn û veguhêrînê. Her wiha bi hesasiyet û baldariyeke mezin nêzî dersên leşkerî bû, gelek taktîkên gerîla hîn bû. Di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de bi fedakarî û kesayetiya xwe ya kedkar derkete pêş, bi van taybetmendiyan bû gerîlayeke YJA Starê ku ji aliyê hevalên xwe ve hate mînakgirtin. Piştî qedandina perwerdeya xwe, dîsa li herêma Xakurkê tevlî xebatan bû û wê tempoya têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Dilê wê her tim li gel gelê me yê li Rojava û Şengalê ku li dijî çeteyan ber xwe dida bû, xwest her tim li gel gelê xwe û di eniyên berxwedanê de cih bigire. Lê belê ji sala 2015’an û şûn de, li hemberî konsepta êrîşê ya topyekûn a dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe li qada xwe mezintir kir. Ji bo vê yekê, bi têgihiştina ku divê di taktîkên şer ên gerîla de pispor bibe, careke din tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Bi girêdayîbûna xwe ya bi armanca xwe, bi coş, heyecan û xwesteke mezin tevlî vê perwerdeyê bû, di gelek taktîkan de pispor bû. Her wiha bi dersên îdeolojîk ên ku wergirt, kêmasiyên xwe yên di xebatên pratîk de fêm kir, van yek bi yek derbas kir û encameke mûcîzeyî bi dest xist. Di pêvajoya şerê herî giran de, ji bo derbasbûna eniyên pêş bi israr bû, bi helwesta xwe û tevlîbûna xwe ya çalak, bawerî da hevalên xwe û gihîşt armanca xwe. Hevrêya me ku di têkoşîna me de keda wê ya mezin hebû, bi rêhevaliya xwe ya bi hêz vê yekê xurt kir, nîşan da ku ew mîlîtaneke bêwestan a xeta jina azad e. Hevrêya me Rojîn ku xwest prensîbên jina azad di kesayetiya xwe de temsîl bike û xwedî jiyaneke li gorî vê yekê be, bi pratîka xwe ya bi hêz ev armanca xwe bi temamî bi cih anî.

Di 10’ê Nîsana 2018’an de, di êrîşa dijmin de gihîşt şehadetê. Hevrêya me Rojîn; weke berendamekî fermandariyê, ku pêşerojeke wê ya serkeftî hebû, bi girêdayîbûna xwe ya bêhempa ya bi nirxên azadiyê, bi kesayetiya xwe ya dilsoz û rast, her tim di têkoşîna me de zindî dimîne. Weke hevalên wê, em careke din soza xwe ya Azadiya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad dubare dikin. 

Armanc Mêrdîn – Erkan Buluş - Hevrêyê me Armanc li Mêrdînê, ku bi welatparêziya xwe û serhildanên ku pêşengiya vejîna gelê me kiriye hate dinê. Ji ber ku malbata wî ji eşîra Badika ya kevnar bû, bi girêdayîbûna xwe ya bi nirxên xwe mezin bû. Deh salan di dibistanên sîstemê de xwend, paşê ji bo debara malbata xwe di karên cuda de xebitî. Di vê pêvajoyê de têgeha kedê nas kir. Ji serdema ciwaniya xwe ya destpêkê ve dest bi têgihiştina zêdetir a jiyanê kir, nakokiyên xwe yên ewil jî di vê demê de jiya. Ji ber vê yekê, lêpirsîn û îtîrazên wî yên li hemberî jiyanê di vê demê de geş bûn. Bi taybetî belavbûna jiyana sîstema kapîtalîst a ku li dijî xwezaya civakî ya gelê me bû, ji bo hevrêyê me Armanc bû pirsgirêka herî pêşîn. Ji bo têgihiştin û bilindkirina vê yekê di hişmendiyê de hewl da, fêm kir ku ji bo têkbirina vê sîstemê têkoşîneke cidî pêwîst e.  Weke her kesê ku li Kurdistanê dijî, ji temenê biçûk ve têkoşîna azadiyê nas kir, ji têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeran her tim hêz û moral wergirt. Ji ber ku bawer dikir ku hêza yekane ya ku wan ji ziman û çanda bi zorê tê ferzkirin diparêze gerîla ye, gerîla ji xwe re weke armanceke pîroz û bigihîje destnîşan kir. Fêm kir ku nakokiyên wî, rewşa bindestiyê ya gelê me û xetereya qirkirinê ji hev cuda nîn in, lêgerînên xwe bi awayekî birêkûpêk û xizmeta armanca xwe kir. Li ser vê bingehê, bawer kir ku tenê raman û felsefeya ku dikare gelê me ji qirêjiya qirkirinê rizgar bike û jiyana azad biafirîne, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye. 

Ji bo baştir têgihiştina rastiya Rêber Apo, kete nav lêgerînan, di vê pêvajoyê de têkoşîna me ya rêxistinî nas kir. Ji têkiliyên rêhevaliyê û jiyana dilnizmî ya mîlîtanên Apoyî yên ku dît bi kûrahî bandor bû. Her wiha dît ku bi pêşengiya mîlîtanên Apoyî, destkeftiyên gelê me yên li Rojava li hemberî êrîşên çeteyan têne parastin, fêm kir ku dem hatiye ku ew jî tevlî têkoşîna azadiya gelê me bibe. Li ser vê bingehê, di sala 2014’an de berê xwe da ber bi çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû û di jiyana xwe de rûpelek nû vekir. Bi têgihiştina ku di pêvajoyeke şerê giran de tevlî têkoşîna azadiyê bûye, ji ber vê yekê haydar bû ku divê erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Bi vê hişmendiyê nêzî perwerdeyên ku di gerîla de dît bû, di destpêkê de hewl da ku di warê jiyanî de bi çiya û gerîla re bibe yek. Di demeke kurt de xwe adapte kir, bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku wergirt, sîstema kapîtalîst û jiyana wê ya ku berê dest bi rexnekirina wê kiribû baştir têgihîşt. Bandorên ku sîstemê li ser kesayetiya wî çêkiribûn bilind kir, ji bo xwe ji sîstemê û taybetmendiyên wê rizgar bike, kete nava hewldaneke kûr. Şerê ku bi xwe re da destpêkirin, bala hevalên wî jî kişand û bû sedema kûrbûna wan jî. Di vê wateyê de, ji rojên ewil ve bû gerîlayekî Apoyî yê mînak. Her wiha bi tevlîbûna xwe ya kedkar û dilnizm di jiyanê de derkete pêş û teqdîra hemû hevalên xwe qezenc kir. Di pêvajoyeke ku gelê me di nav qirêjiya qirkirinê de bû, bi têgihiştina ku divê bersiva êrîşên li ser gelê me bide, bawer kir ku ev yek tenê bi kûrbûna di gerîlatiyê de pêkan e. Ji bo vê yekê, bi baldariyeke mezin nêzî dersên leşkerî bû. Hemû taktîkên gerîla û çekên ku jê re hatin hînkirin hîn bû, bi vê yekê baweriyeke mezin bi dest xist. Her wiha li ser ka çawa dikare van taktîk û çekan bi awayekî herî dewlemend bi kar bîne kûr bû, ji van kûrbûnan dersên girîng derxist.

Piştî qedandina perwerdeya xwe bi serkeftî, derbasî herêma Qendîlê bû, li vir tevlî xebatên cuda bû. Di van xebatan de şansa pratîzekirina tiştên ku di perwerdeyê de hîn bibû bi dest xist, bi sûdwergirtina ji ceribandinên hevalên xwe yên ji wî kevintir, bû gerîlayekî HPG’ê yê jêhatî. Bi kûrbûna xwe ya bingehîn a ji bo azadiya gelê me û xwesteka xwe ya rola di vê yekê de, bi israr pêşniyar kir. Bi helwesta xwe ya mîlîtanî di jiyanê de, bi biryardarî û israra di tevlîbûna şer de, hevalên xwe qanih kir û derbasî qadên ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê lê giran bûn, bû.  Di vê pêvajoyê de ku gelek dewlet ji şerê li dijî çeteyan revîbûn, hevrêyê me Armanc bi zirxa vîna Apoyî û baweriya di dilê xwe de, berê xwe da ber bi şerê li dijî çeteyan. Di demeke kurt de li qada şer, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih anî, careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û xebatên xwe li çiyayan dom kir. Xwest ceribandinên ku di pêvajoya şer de bi dest xistibûn bi taktîkên gerîla yên nû re bike yek, bi vî awayî bawer kir ku dikare li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke bi bandor bimeşîne. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeya pisporiyê bû, li vir hem gelek taktîkên nû hîn bû hem jî ceribandinên xwe bi hevalên xwe re parve kir, bi vî awayî alîkariya geşepêdana wan kir.

Ji roja ku tevlî refên gerîla bû, bi tevlîbûna xwe ya domdar, kesayetiya xwe ya dilsoz, kedkar û dilnizm, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Di 15’ê Kanûna 2018’an de, di êrîşa dijmin de gihîşt şehadetê û bû nemir. Weke hevalên wî, em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê me Armanc zindî bihêlin û xeyalên wî teqez bi cih bînin.

Yucel Xerzan – Onur Kaplan - Hevrêyê me Yucel, ji malbateke ji Bedlîs Hîzanê, li Mêrsinê hate dinê. Malbata hevrêyê me Yucel li dijî sîstema cerdewaniyê ya ku dewleta Tirk a dagirker xwest li Kurdistanê pêş bixe, bertek nîşan da û destnîşan kir ku ew ê vê bêrûmetiyê nepejirînin. Ji ber vê yekê, bi berdêla koçkirina ji Kurdistanê, helwesteke bi rûmet nîşan dan. Piştî ku koçî Mêrsinê kirin, girêdayîbûna xwe ya bi çand û kevneşopiyên kevnar ên Kurdî bi awayekî xurt domandin, hewldan ku zarokên wan jî bi girêdayîbûna bi kokên xwe mezin bibin. Weke endamekî vê malbata welatparêz, hevrêyê me Yucel ji temenê biçûk ve rastiya têkoşîna me nas kir. Li Mêrsinê, hem ji zextên dijmin hem jî ji êrîşên faşîstên nijadperest re rû bi rû ma, ji rastiya dijmin a ku wan ji welatê wan ê resen dûr xist, hêrseke mezin hîs kir.  Her wiha ji gerîla re ku hêza yekane ya azadiya gelê me bû, heyraniyeke mezin hîs kir. Ji ber vê yekê ji temenê biçûk ve xeyala gerîlabûnê kir. Demekê di dibistanên dewleta Tirk de xwend, lê gava fêm kir ku armanca li vir dûrxistina wî ji kokên wî ye, bêyî dudiliyekê dev jê berda. Weke ku ji malbata xwe hîn bibû, bawer kir ku jiyan tenê dema bi rûmet û azad be watedar e. Weke her ciwanekî Kurd ê welatparêz û ku xwe ji azadiya gelê me berpirsiyar dibîne, haydar bû ku li hemberî êrîş, zext û qirkirinên bêrawestan yên dijmin divê tiştekî bike. Bi vê armancê dest bi tevlîbûna xebatên ciwanên şoreşger, û welatparêz kir. Bi tevlîbûneke pir çalak, di demeke kurt de li herêma xwe bû pêşengê ciwanan. Ji ber vê helwesta xwe, bala dijmin jî kişand, gelek caran hate binçavkirin û carekê jî hate girtin. Di van pêvajoyan de helwesta xwe ya şoreşgerî parast, li hemberî hemû zext, şîdet û êşkenceyên dijmin, temsîla vîna Apoyî kir. Bi hişmendiya kevneşopiya berxwedana zindanan a dewlemend a tevgera me, ve girêdayî ma û vê kevneşopiyê va girêdayî ma. Piştî derketina ji zindanê jî xebatên xwe dom kir, ji çalakiyên gerîla bi kûrahî bandor bû. Fêm kir ku têkoşîna wî bersiva hewcedariya azadiya gelê me nade, ji ber zêdebûna zextên dijmin li ser xizmên wî û gelê me, biryar da ku tevlî refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê, di dawiya sala 2014’an de berê xwe da ber bi çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû û xeyala xwe ya zarokatiyê bi cih anî.

Perwerdeya şervanên nû li herêma Xakurkê wergirt, bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek di demeke kurt de bi jiyana çiya û gerîla re bû yek. Bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku hilda, xwe baştir nas kir, hest kir ku ji nû ve jidayik bû. Bi têgihiştina ku kapîtalîzm ciwanan xira dike, ji kokên wan dûr dixe û pasîf dike, di pêvajoya perwerdeyê de li ser vê mijarê kete nava kûrbûneke kûr. Her ku ji bandorên sîstemê xwe rizgar kir, hest kir ku azad dibe, jiyana pîroz a gerîla bi çar destan hembêz kir. Bi têgihiştina xetereya qirkirina li ser gelê me, xwest weke mîlîtanekî Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Dizanîbû ku ev yek tenê bi pisporbûna di şêwaza şerê gerîla de pêkan e, ji bo serkeftina vê yekê kete nava hewldaneke xurt. Bi dilsoziya xwe, jidilî û girêdayîbûna xwe ya kûr bi hevalên xwe yên şehîd re, teqdîra hemû hevalên xwe qezenc kir, ji bo layiqî hevalên xwe be zêdetir ked da. Piştî qedandina perwerdeya xwe ya bi serkeftî, weke mîlîtanekî Apoyî yê jêhatî tevlî xebatên pratîk bû, bi xwezaya xwe ya bi xwestek û meraqdar di demeke kurt de di hemû xebatên pratîk de ceribandinên girîng bi dest xist. Bi hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin, bi israreke mezin xwest derbasî qadên şerê giran bibe û hêrsa ku salan di dilê xwe de kom kiribû di pratîkê de bi cih bîne.  Bi vê helwesta xwe bawerî û moral da hemû hevalên xwe, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Di sala 2016’an de ku weke sala fedaîyan di dîroka têkoşîna me de hate tomarkirin, xwest kûrbûnên xwe bi pêvajoyeke perwerdeyê ya kûrtir bike bingeha encameke mezin, li ser vê bingehê xwest tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe. Ji ber helwesta xwe ya di jiyanê de û asta angaşta wî, bawerî da û hevalên wî bawer kir ku ew dikare pratîkên mezin bike, bi vî awayî tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Weke xwediyê meşeke domdar a di xeta fedayî de, vê meşê di xebatên Hêzên Taybet de gihande lûtkeyê. Her kêliya xwe bi kûrbûna li ser felsefeya Rêbertiyê û bi armanca zindîkirina bîranîna hêja ya hevalên xwe yên şehîd derbas kir, bi hêza manewî ya ku gihîşt têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Bi têgihiştina ku fedayîtî di her qada jiyanê de her dem xwe feda kirin e, û ev yek kir şêwazekî jiyanê. Bi dîsîplîna xwe, helwesta xwe ya zelal di pîvanên azadiyê yên Apoyî de, kesayetiya xwe ya dilsoz û sade, bû fedayiyekî ku hemû hevalên wî xwest bi wî re bijîn û têbikoşin, bi van taybetmendiyan bû mîlîtanekî mînak. Di 17’ê Cotmeha 2018’an de, di êrîşa dijmin de bi hevrêyê me Tayhan re gihîşt şehadetê, hevrêyê me Yucel her tim wê bibe meşaleya ku riya me ronî dike.

Tayhan Jêhat  – Tayhan Jêhat  - Hevrêyê me Tayhan li Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me li derdoreke ku kevneşopiya welatparêziya bi kok a gelê me yê Xerzanê lê serwere, girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me mîna hemû zarokên li Kurdistanê rastiya dijmin destpêkê li dibistanên ku navendên asîmîlasyonê ne, nas kir. Ji ber ku bi ziman û çandeke biyanî perwerde dît, ket nava nakokiyeke kûr. Tevî vê yekê ji ber nêrîna malbat û derdora xwe ku digotin encex bi xwendinê mirov dikare ji rastiya dijmin rizgar bibe, dibistana xwe domand. Li aliyê din dijmin li Kurdistanê her roj li her qada jiyanê zext û êşkenceyên xwe li hemberî gelê me domand û dema wextê wê hat ji pêkanîna komkujiyê jî xwe neda paş. Vê yekê hêrseke mezin bi hevrêyê me Tayhan re çêkir. Lewma fikar û lêpirsînên hevrêyê me yên li hemberî jiyanê hîn kûrtir bûn. Ji dema ciwantiyê û şûnde hewl da bersiva van fikaran bibîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hemû hewldanên dijmin li ser xeta fedayîtiyê têkoşiya û şer kir, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Tayhan kir û ji bo bersiva nakokiyên xwe jî bibîne jê re bû ronahiyek. Hevrêyê me ji ber vê rastiya têkoşînê sempatiya xwe ya ji bo gerîla bi demê re veguherand dilsozî, hezkirin û hurmeteke xurt. Fêm kir ku divê ew jî berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Pismamê wî hevrê Tayhan – Haydar Barîn sala 1999’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2007’an li Dersimê şehîd bû. Hevrêyê me ji vê şehadetê pir bandor bû. Hevrêyê me dilsoziya bi bîranîna hevrêyê me şehîd Tayhan re û pêkanîna armancên wî, kir sedemê esas ê jiyana xwe û dizanî ku ev yek jî encex bi têkoşînê pêkan e. Di pêvajoyeke welê de ku zext, êşkence û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me sînor derbas kir û derfetê nefes standinê ji gelê me re nahêle, hevrêyê me fikirî ku weke ciwanekî Kurd ê welatparêz divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Tayhan ji herêma Xerzanê tevlî têkoşîna azadiyê bû, ji kêliya destpêkê û şûnde navê hevrê şehîd Tayhan – Haydar Barîn li xwe kir û xeta xwe ya têkoşîna li ser esasê fedayîtiyê diyar kir. Hevrêyê me demekê li qada Xerzanê ma, tecrubeyên xwe yên têkildarî jiyana gerîla û çiyê destpêkê li vir bi dest xist. Hevrêyê me ji nêzîkatî û keda hevrêyên xwe yên li vir, bandor bû û hîn zêdetir bû dilsozê jiyana gerîla. Hevrêyê me Tayhan fikirî ku encex bi tevlîbûna têkoşînê dikare mafê van hevrêyên xwe bide û têkildarî vê yekê ti carî teredut jiyan nekir. Her tim bi coş, kelecan û xwestekek mezin tevlî her xebatê bû. Piştî ku demekê li herêma Xerzanê ma û tecrubeyeke girîng bi dest xist, bi pêşniyara hevrêyên xwe ji bo di pêvajoyeke perwerdeyê ya hîn baştir re derbas bibe çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me li herêma Heftanînê bi perwerdeya şervanên nû bû gerîlayekî pispor, li vir tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re jî parve kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriya xwezayî bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de bi dersên îdeolojîk hevrê Tayhan rastiya xwe hîn baştir fêm kir, bi lêhêrbûna xwe vegerî cewherê xwe yê bi kok. Hevrêyê me, gotibû ku bi saya felsefeya jiyanê ya Rêber Apo û analîzên wî yên dîrok û civakê, ew ji nû rastiya nasnameya xwe nas kiriye û vê yekê wekî ji nû ve zayînek bi nav kir. Ji ber vê yekê, wî her gav xwe deyndarê Rêber Apo û şehîdên me yên ku jiyana pîroz a gerîla afirandine didît. Ew bawer dikir ku ew tenê dikare bi berfirehkirina têkoşîna xwe û meşa li ser xeta fedaîbûnê dikare vê deynê bide. Hevrê Tayhan, ku bi perwerdehiya xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de gihîştiye asteke girîng, bi moral û coşa bilind hemû astengiyan derbas kir û tevlî xebatên pratîkî bû.Hevrêyê me Tayhan li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatan bû. Di van xebatan de bi sekn û şêwaza xwe ya encamgir bû yek ji hevrêyên mînak. Hevrêyê me, ku tevlî gelek xebatên girîng bû, bi taybetî ji ber keda wî yên di çêkirina tunelên şer de derket pêş. Hewldan û israra wî di çêkirin û pêşxistina van tunelên şer de, ku li dijî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk bûn kelehên berxwedanê, rê li ber bidestxistina destketiyên stratejîk vekir. Lê belê, tevî hemû xebatên xwe yên serketî, hevrê Tayhan, ku qet xwe têr nedidît, her tim ji bo têkoşînek xurtir lêgerîna xwe pêş xist. Bi baweriya ku ev yek bi tevlîbûna di xebatên Hêzên Taybet de dikare were bidestxistin, hevrêyê me li ser vê bingehê derbasî Hêzên Taybet bû.

Hevrêyê me bi saya perwerdeya ku wergirtî, têgihîştineke xurttir bi dest xist ku fedakarî şêwazek jiyanê ye û li ser vê mijarê sekinî. Dilsozî û biryardariya hevrê Tayhan ji bo jiyaneke azad di helwesta wî de yekser diyar bû û bawer dikir ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a ku her tim vê jiyanê tehdîd dike têkoşîneke bibandortir bide. Ji ber vê yekê, li ser taktîkên gerîla yên dema nû lêhûrbû û ezmûneke leşkerî ya girîng bi dest xist. Bi dilsozî, durustî û tevlîbûna xwe ya fedekar, hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir û hewl da ku layiqê vê be. Hevrê Tayhan, ku di 17’ê Cotmeha 2018’an de li kêleka hevrê Yucel di êrîşekê de şehîd bû, têkoşîna ku bi rengekî fedaî dabû destpêkirin, dîsa bi awayekî fedaî temam kir. Em dubare dikin ku em ê bîranîna wî zindî bihêlin û xeyalên wî pêk bînin.

 

3’ê Cotmeha 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG