Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
12’ê Sibata 2025’an artêşa Tirk a dagirker li herêma Heftanîn êrîş pêk anî û di encamê de hevrêyên me Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûn.
Ewladên bi wêrek ên gelê me yê Rojava hevrêyên me Amed û Şiyar bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin. Li qadên cuda yên têkoşîna me û herî dawî li Heftanînê bi keda xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin. Ji bo pêkanîna taktîkên demê, her cure zehmetî berçav girtin û weke milîtanên pêşeng derketin pêş. Hevrêyên me Amed û Şiyar ji bo azadiya gelê me bêhesab têkoşiyan û navên xwe di dilê gelê me û dîroka têkoşînê de nivîsandin.
Em ji malbatên hêja yên hevrêyên me Amed û Şiyar û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn û armancên wan bi ser bixînin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Amed Zap Nav paşnav: Muhammed Mahmud Ehmed Cihê jidayikbûnê: Hesekê Dayik-Bav: Menîfa – Mahmud Dem û cihê şehadetê: 12’ê Sibata 2025’an / Heftanîn |
Amed Zap – Muhammed Mahmud Ehmed
|
Nasnav: Şiyar Qeremox Nav paşnav: Mahmud Bekar Cihê jidayikbûnê: Kobanê Dayik-Bav: Sena – Muhammed Dem û cihê şehadetê: 12’ê Sibata 2025’an / Heftanîn |
Şiyar Qeremox – Mahmud Bekar
Amed Zap – Muhammed Mahmud Ehmed - Hevrêyê me Amed li Hesekê di nava malbateke girêdayî nirxên neteweyî û nirxên xwe de hate dinê û mezin bû. Hevrêyê me guhdarî çîrokên têkoşîna destanî ya gerîla dikir, di salên zarokatiya xwe de xeyal kir ku bibe gerîla. Hevrêyê me bû heyranê gerîla û bi vî rengî mezin bû. Jiyana kesên ji derdora wî ya nêz beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me 7 salan li dibistanên rejîma Baas xwend, tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê nirxên xwe parast. Hevrêyê me hingî ku mezin bû jiyan lêpirsîn kir û têkoşîna me ya bi pêşengiya gerîla mereq kir. Ket nava lêgerînê. Hingî ku milîtanên Apoyî yên di nava xebatên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de nas kir, eleqeya wî ya ji bo têkoşînê zêde bû. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, fikirî ku divê di vê têkoşîna pîroz de cih bigire. Bi taybetî bû şahidê dema berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser destkeftiyên gelê me û dema ku bingehên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatî danîn, bi vî rengî hevrêyê me ji milîtanên Apoyî pir bandor bû. Li Rojava paradîgmaya Rêbertî kete meriyetê û ji bo hemû gelên bindest cîhaneke alternatîf pêşkêş kir, ev yek ji bo lêgerînên hevrêyê me di gelek mijaran de bû bersiv. Hevrêyê me ferq kir ku wê bi şoreşgeriyê bersiva jiyana ku lêdigere bibîne û biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe.
Hevrêyê me Amed sala 2016’an tevlî têkoşînê bû, berê xwe da warê pîroz ê gerîlayan. Hevrêyê demek kurt adapteyî şert û mercên zehmet ên çiyê û jiyana komunal a gerîla bû. Bi eşqek mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me di perwerdeya şervanên nû de lêpirsîn dikir û xwest ya herî bêhempa bi dest bixe. Bi tevlîbûna xwe bû şervanekî mînak. Hevrêyê me di dersên îdeolojîk û leşkerî yên dîtî de, ket nava lêhêrbûnên kûr û bersivên ku lêdigere dît. Bi rengekî serketî perwerdeyên xwe qedand. Derbasî qadên pratîk bû û derfet dît ku tiştên fêr bûye bixe pratîkê. Xwest têkildarî jiyana gerîla di her mijarê de bibe pispor û bi rengekî aktîf di pêvajoya şer de cih bigire. Ji bo vê yekê li akademiya leşkerî tevlî perwerdeyên pisporbûnê bû. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku weke gerîlayek profesyonel bersiv bide, li ser taktîkên demê lêhêrbûn kir. Parêznameyên Rêbertî xwend û di warê îdeolojîk de xwe perwerde kir. Weke gerîlayekî pispor ê di aliyê îdelojîk de tejî, perwerdeya xwe temam kir. Bi xwestek û pêşniyara xwe derbasî Heftanînê bû ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me Amed ji bo taktîkên demê pêk bîne israr kir û têkildarî vê yekê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo bibe xwedî pratîkek serketî ked da. Hevrêyê me di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Di şer û jiyanê de bi sekna milîtanî ya Apoyî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî tevkarî kir û xwest ji bendewariyên demê re bibe bersiv. Bi hevrêtiya xwe ya kedkar, fedakar, dilnizm û kûr mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hişt. Bû mînaka herî vekirî ku milîtanek Apoyî divê çawa bijî û çawa şer bike, nîşan da. Hevrêyê me dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û hêrsa xwe ya kûr a li hemberî dijmin, kir sedemê mezinkirina têkoşîna xwe. Bi sekin û keda xwe hate naskirin.
Hevrêyê me Amed 12’ê Sibata 2025’an li Heftanînê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi mîrateya têkoşînê ya li pey xwe hiştî, wê timî di dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijî. Di şexsê hevrê Amed de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bidin jiyîn.
Şiyar Qeremox – Mahmud Bekar - Hevrêyê me Şiyar li bajarê qedîm Kobanê ku bi berxwedana xwe û sekna xwe ya serhildêr navê xwe li hemû cîhanê da bihîstin, hate dinê. Hevrêyê me di nava malbateke welatparêz a xwedî zanebûna kûr a Kurdîtiyê de mezin bû. Di temenekî zû de derfet dît ku PKK’ê nas bike. Hevrêyê me qet neçû dibistanên sîstemê, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me zehmetiya bi kedê qezenckirinê zanî û karakterekî gihiştî qezenc kir. Li derdora malbatê bû kesekî ku gotina wî were guhdarkirin. Hevrêyê me ji milîtanên Apoyî yên dîtî pir bandor bû, îlhama destpêkê wergirt ku rojekî bibe şoreşger û ji bo gelê xwe têbikoşe. Gerîla di şert û mercên herî zehmet de destkeftiyên gelê me parast û bi berdêlên mezin, ji bo Kurdistaneke azad şer kir. Ev yek bû sedem ku di hevrêyê me Şiyar de lêpirsînên kûr û lêgerînên bi kok destpê bikin. Bandora azadiyê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku 19’ê Tîrmeha 2012’an pêk hat, hîs kir. Zanî ku şerê li Kurdistanê rûmeta mirovahiyê temsîl dike û ji hemû gelên bindest re bûye îlham. Dît ku yekane cihê ji lêgerînên wî re bibe bersiv tevlîbûna refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye.
Hevrêyê me Şiyar sala 2013’an tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî perwerdeyan bû. Demek kurt perwerdeya xwe qedand û di xebatên şoreşê de cih girt. Tevî ku şervanekî nû bû, gihişt asteke ku berpirsyariyê bigire. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan, xebatên xwe bi eşq bi cih anî. Hevrêyê me di pêvajoya têkoşînê ya li Kobanê û Minbicê de birîndar bû, demek kurt tedawiya xwe temam kir û li cihê mayî têkoşîna xwe domand. Di pêngavên paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê de bi cesaret, sekin û fedakariya xwe ya di xebatên pratîk de tecrubeyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me bi rengekî aktîf di pêvajoya Berxwedana Kobanê ya Destanî de cih girt. Ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û ji bo feraseta netewa demokratîk bixe pratîkê, kedek mezin da.
Hevrêyê me Şiyar dema dît ku berpirsê rast ê êrîşên li ser Rojava dewleta Tirk a dagirker e û her cure piştgiriyê dide komên çeteyan û êrîşî gelê me dike, biryar da ku derbasî çiyayên Kurdistanê bibe û tevlî nava refên PKK’ê bibe. Hevrêyê me di dilê xwe de her tim xerîbiya çiyayên Kurdistanê kir û bi rengekî bêsebir li benda wê rojê ma ku derbasî warê gerîla bibe. Hevrêyê me Şiyar di demek dîrokî de derbasî çiyayan bû û tevlî gerîla bû. Demek kurt motîveyî jiyana çiyê bû. Hevrêyê me tevlî xebatên pratîk ên li Heftanînê bû, bi tecrubeya xwe ya di taktîkên dema nû de û tecrubeya xwe ya şer, ji bo pêşketina hevrêyên xwe tevkarî kir. Bi sekna xwe ya bi biryar a di jiyanê de û ya tawîz nade, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Şiyar bi saya hevrêtiya xwe ya samîmî û xurt û bi saya pratîka xwe ya serketî, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Navê xwe bi rengekî ku ti carî neyê jêbirin, li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêyê me Şiyar di gelek kar û xebatên li Heftanînê de ked da û bû xwediyê jiyaneke fedayî. 12’ê Sibata 2025’an tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Şiyar weke şervanekî xwedî tecrûbe, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi serketî bi cih anî. Em soz didin ku ala têkoşînê ya dewrî me kirî, bi serketinê bilind bikin.
1’ê Cotmeha 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG