Rêber APO
Em rêhevala Zîlan di salvegera çalakiya wê de bi rêz bibîrtînin û careke din minetdariya xwe diyar dikin. Bêgûman em ne weke çalakiya întîharê, wek çalekiya berxwedaniya gelek mezin dinirxînin. Her ku di rastiya mirovahiyê de û di rastiya hemû gelan de weke vê mînak jî hebin bi vê re girêdayî, kesayeta Zeyneb Kinaci di rastiya gelê me de, di rastiya PKK’ê de weke ku gelek tên xuyakirin îfada semboleke gelek mezin e. Di nameye xwe ya ku ji me re nivîsandibû de wesiyeta xwe diyarkiriye. Bi vê wesilê tiştê ku li ser min tên ferzkirin ez di xebitandina pêkanîna wê de me. Gotiye: “pêwîstiyên wesiyeta me herî zêde hûn dikarin fêm bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin”. Ji xwe ev yek em hem bi bandor kiriye hem jî pêwîstiya xwedî derketina berpirsiyartiya me derxistiye holê. Bi gelek fikrandinê û ger mûmkûn be ji bo veguhartina jiyanê em bi awayekî awerte nêzîk bûn. Bê gûman hin pêşketin hene. Ev pêşketin hîn zêdetir di derbarê fêmkirina vê kesayetê de ye. Di heman demê de bîzat ew xistina jiyanê û piratîk kirinê deye.
Gerek di nav partiyê de gerek jî di rastiya gelê me de ya rastî ev şerê ku em bikar tînin, di hundir wê de taybetmendiye ke wê bi vî awahî karaterîze kirin û ji bo vê şoreşê, ji bo vî gelî ji bo ku em bikin taybetmendiyeke jiyanî me gelek ked xerc kir. Berî her tiştî pêwîste were zanîn ku, çalekiya Zîlan li hember êrîşên dijmin ku sînor nasnake û ew polîtîqayên bi ti rêgezan ve nayên girêdan bersiveke. Di cîhanê de yên ku herî zêde hatiye înkarkirin, di derbarê wande bi pêşbîniya“xelas bûne, mirine”xwe gihandine encamekê, kêm eleqe dîtine, dema ku eleqe jî dîtine ne xwestine wek gelekî ku di xwazin jiyan bikin bên nirxandin, her çiqas ji bo wê me gelek berxwedaniyên mezin derxistibin holê jî, raya giştî ya navnetewî ku ji vê yekê bawer ne dikir û heta gelê Kurdîstan’ê ev kirinên li hemberî xwe wek çarenûsa mirinê pejirandin. Li pêşberî me fêmkirine ke wisa mijara gotinê bû. Di sala 95’an de dijmin bi pêşxistinê operasyonên gelek berfireh şerê topyekûn û bi bihaya çi dibe bila bibe ev sal di aliyê xwe de wek sala qedandina me bi dest girtin. Bi navê azadiyê çi hebû xwestin di vê salê de bin erd bikin û bi hatineke ewqas bi tehlûke bi hemû hêza xwe bi ser me de hatin. Bi ser tevgera me de, jiyana me de, nirxê me de hatin. Ev di heman demê de di hat wateye bi navê namûs, şeref, rûmet, hêviyê jiyanê çi hebû xelas kirina wan bû. Di van rojên ku derveyî van nirxan bêşerefî, bênamûsî, bêrûmetî tiştek namîne de û tiştek nayê hêvîkirinde, bi gurkirina şovenîzmê heta dawî, gelê Tirk ku heta dawiyê xwe bi hewayêre dayê berdan de, di bin vanê yekitiya neteweyî de talebên gel herî kêm jî ku nayên berbiçav kirinde qehra ku heyiye gelek mezin dibe.
Ji bo ew bi xwe kêmekî azad jiyan bike, ji serî de hin xusûsên ku bal daye ser, şiyariya wê, kesayeta wê û fêmkirina wateya azadiyê, bi vê re girêdayî hemû aliyên niyetên dijmin nirxandina wê, cardin alikariya cîhana emperyalîst li pey dijmin ku çi sînora nasnake, ji bo wê xusûsên ku heta radeya dawiyê dihatin fêmkirin bû. Hatina xwe ya bi çi awahî, hatina xwe ya bi çi armancê, encama ku di xwest xwe bighîniyê heta dawî berbiçav kiribû. Di aliyê din de her çiqas demeke kin tevlî PKK jî bibû gelek baş fêm kiribû ku PKK di hat çi wateyê. Bi hêzbûneke gelek mezin ya li ser bingeha danasîna PKK’ê digre û jiyan dike. Bi vê yekê re girêdayî kesayeta me gelek baş di nirxîne. Em çi watê didin îfade kirin, bi asta çanda xwe ya ku xwe gîhandiyê gerek ji bo mirovahiyê û gerek jî di dîroka me de em dixwazin rêbertiyeke çawa bidin pêşxistin ev yek lêkolîn kiriye, heta di nav partiya me de, danasîna herî xweşik, ya herî rastî pêşxistiye.
Vê hevalê em ne dîtine û di têkoşînê de jî serpêhatiyê wê yên gelek kevn nînin. Li hember vê yekê em bi awayekî bi hêz nirxandina wê heta radeya dawiyê min bi wate dît. Ez dikarim nêzîkatiya hevala Şehîd Ronahî li ser vê mînakê zêde bikim. Ev rêhevalên me yên Şehîd, cardin ez dikarim bibêjim heval Bermal di heman kûrbûna weke wê debû. Ji xwe kûrbûna gelek şehîdên me van şehadetan pêk tînin. Lê belê di Zîlan de ev yek gelek bi zanebûne û heta dawiyê nêzî asta biryarbûna heta dawiyêye.
Niha dema em li ser vê çalekiyê difikirin, xwedî nêzîkatiyeke çawaye bi zanebûna vê têgihînê ew nirxandin bi xwere girîngiyekî radigre. Hindek hene gelek bi hestewarî ne, di nav êşande xwe di teqînin, di şewitînin. Lê belê hindek jî hene vê yekê bi zanebûneke gelek mezin bi kûrbûna fikir ya herî dawî pêk tînin. Ev ferq li gor min gelek baldare.
Heta radeya dawiyê xwedî fikrandineke zelale û xwe gihandiye vê rastiyê. Di vê xalê de ji bo hin rewşenbîran heyf û mixabiniyê tînim. Ev Kesayet ne jêgira (kopya) me ye. Şagirteke li zanîngehê mezûnbûye. Bi kesayeta xwe lêkolîn û lêhûrbûn kiriye, xwedî kesayetek rewşenbîriye. Hemû gel dema dest bi şoreşa dikin li pey wan dîrokek qedîm heye. Bingehe ke civakî, çandî û çînî heye. Înkara neteweyî ewqas tineye. Pirsgirêkên kesayetî bi qasî yên me tinene. Lê belê ji bo me, ji bo dîroka me ev yek hemû çep veguherîye. Derveyî vê yekê zayenda jin bi serê xwe ji xwe di asta ajantiya bi tehlûke tê jiyan kirin, ya rastî hatiye wî warî. Jin tam veguheriye kapanekê. Ketiye nav astekê ku her tiştê derdora xwe dadiqurtîne, hemû nirxên heyî yê derdora xwe çep dide veguhartin. Ketiye vî warî.
Li beramberî vê yekê terzê jiyana rêbertî gelek bi baldarî di nirxîne. Ya rastî ger hindek kesên di vê derheqê de têkildar hebin, di serî de têkoşervanê me ger hindekî behsa girêdana bi nirxan re dikin, ger dostê me û gelê me hindek dixwazin fêm bikin baldariya van rêzegotina bila fêm bikin û ger mûmkûn be di vê asta daguherînê de bersiva ku ji wan tê xwestin bila bidin. Hevala me Zîlan ev gelek baş fêm kiriyê. Ne tenê fêm kiriye gelek bi durustî, gelek bi fêhmî û bi wêrekî bersivdana rêbertî ji bo xwe erkekê dibîne. Bilindahiya herî zêde ku min dît jî eve. Bi vî şêweyî gotina herkes dikarê bibêje, lê belê bi qasî wê fêmkirin, bi baldarî xistina jiyanê, berbiçavkirin, hevaleke bi vî awayî dîtin ji bo min gelek zore. Di van lêhûrbûnê xwe yên dawî de mijara herî zêde ku ez li ser sekinîm mijara di navbera asta fêmkirinê û xistina jiyanê de çima ewqas cûdatî derdiket de bû. Çima di navbera herdûyan de ewqas dûrbûn, qutbûn û çewtî derdiket ez li ser vê yekê disekinîm. Mirov bi gotinên ku rast dibînin, bi wan hevokan diaxifin. Lê belê çima pratîkên wan ewqasî terse? Ez bawerim ev rastiyeke serdema me ye. Mirovahî derewa jiyan dike. Hela di rastiya gelê me de her tişt ji cîhana derew û xapandina îbarete. Her kes soz dide, herkes sond dixwe, herkes rojane bi rewşa ku têdene sedî sed hin gotinên bi nakok dibêje, lê belê yên ku van gotina derbasî jiyan û pratîkê dikin gelek kêmin.
Dibêje: “ewqas bi erzanî xwe rexne neke”. Bîzat di hevokê wê de ev hene. “ez bawer dikim xwerexnekirina herî baş a ku di pratîkek rastî re derbas dibe”. Ev çalakiya wê di heman demê de çalakiya xwerexnekirina herî mezin e. Li hember kêmasiyan van gotinan derbeya herî mezin in. Bi taybet ê rêxistinkirî ger dibêjin em girêdayîne û bi rastî jî ger rêza wan heye, ji şûna bikevin dûbarekirina ewqas gotinan, bi vê çalakiya mezin bi kesayetên xwe bila bibin bersiv, herî kêm di jiyana xwe de bila bibin bersiva vê yekê. Di vir de kes nabêje herin çalakiya întîharê pêk bînin. Ji ber ku ev sembol e, ya herî mezin e. Ya pêwîst e: ev taybetmendî di jiyan û şerê xwe de, her dem û wextê di hemû qada jiyan û şerê xwe de, li hemberî her pirsgirêkê bi awayekî serkeftî pêkanîne. Ji xwe em weke sembol û weke emr bi vî awahî dinirxînin. Em rêvebiriya rastî û ya xwedavendî bi vî awahî dinirxînin. Derveyî vê yekê kes nikare xwe ji dirûtiyê xelas bike. Mûtlaka rast fêmkirina vê yekê, encax pratîkê derkeve holê eve jî wek hişyariyekê ez bidim diyarkrin ê di cih de be.
Zîlan qanûna hezkirinêye, fêhmdara herî cîdiye, nirxê jiyanê ye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ev bi dehan sal in ku Tevgera Azadiyê ji bona ku pêvajoya demokratîk bi pêş bikeve û aştî pêk bê her cure ked û fedekarî dike. Lê her cara ku me hewl daye ev pêvajo mayinde bibe û her cara ku me gavên yekalî avêtiye, derdorên ku ji vî şerî rantxurî dikin, pêvajoyên bi vî rengî vala derxistine.
- Ayrıntılar
Ji gele me û rayagiştî re!
Di 22’yê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Kursê Keça û Şikêrê Kera ku girêdayî Çiyayê Cudî ku bi ser Şirnexê ve girêdayî ne operasyonek hatiye li dar xistin. Digel hemû nêzîkatî û pejinkariya gerîlayên me, danê êvarî saet di 20:00’an de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa TC’ê de şer qewimiye. Di encama şer de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û di vî şerî de gerîlayekî me yî bi navê Diyar (Îlhan Tûnç) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 24’ê pûşperê de ji danê sibehî saet heta 09:00’an hetanî danê êvarî saet 19:00’an artêşa TC’ê hawan û obûsan avêtiye Çiya Reşê ku girêdayî herêma Zapê ye.
2. Di 23’yê pûşperê de danê sibehî saet di derdora 04:30’an de artêşa TC’ê li hember qadên Apê Mûsa û Şehîd Remzî êrîşeke bi firokeyên kobrayan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 21’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve hetanî 23’yê pûşperê danê êvarî artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li Qadên Parastina Medya li hember qada Avaşîn ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 23’yê pûşperê de danê sibehî saet di navbera 08:30-09:00’an de artêşa TC’ê qada Çiyareşa Zapê ku li Qadên Parastina Medyayê ye daye ber hawan û obûsan.
23 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 15’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Çemçê ku girêdayî navçeya Kaxizmana Qersê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî di 20’ê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.
22 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ger hikumet di warê siyasî de rola xwe nelîze dê biqede. Hikumeta Ecewît dixwest hindek tiştan bike, lê MHP’ê astengiyan jê re derxist, loma rola xwe nelîst. Wan axaftinên min ên wê demê vekin û lê binerin, min gotibû “eger hukumet pêngavên siyasî navêje, wê belav bibe û biçe”. Hukumeta Ecewît nekarî pêngavên siyasî bavêje, lewre belav bû û dawî lê hat. Ez niha jî heman tiştî dibêjim, eger hikumet pêngavên demokratîk navêje, Tirkiyê neke demokratîk û van pirsigirêkan çareser neke, wê di demeke kin de belav bibe û biqede.
Li holê belgeyek heye. Ji ber vê belgê bi hev ketine. Serfermandarî jî şaş bûye û nikare ji nava vê derbikeve. Ta ku çareser nekin ka ev belge ji ku derê derketiye, wê nikaribin vê pirsgirêkê jî çareser bikin. Her wisa ta ku van tiştan çareser nekin, wê nikaribin bizanin ka ev belge ji ku derê derketiye. Gelo DTP dikare viya çareser bike? Nexêr, nikare! Gelo serokwezîr û hikumet dikarin viya çareser bikin? Nexêr, nikarin! Gelo serfermandarî dikare viya çareser bike? Nexêr, nikare! Ev belge li ser serê wan digere û ez nizanim ka wê encam bigîhîje ku derê.
Pêwîst e mirov bûyera Gundê Zangirtê baş têbigihije. Misoger divê romana wî were nivîsandin. Di îdîanameyê de, ku di çapemeniyê de derket, weke du hevok derbas dibe; yek ji cerdevanê ku li wê derê di nava bûyerê de ye, li du kesên ji rêxistinê digere, ango pêwendîdar e li gel wan; her tişt hatiye eyarkirin. Piştî ku bûyer çêbibe, wê sûc bavêjin ser rêxistinê, ji rêxistinê jî du kes hatine eyarkirin û amade ne.
Belê, her tişt amade kirine, wê sûc bavêjin ser rêxistinê, ango wê bûyerê bavêjin ser rêxistinê. Ez ji serokwezîr re dibêjim, “Birêz serokwezîr, ger hûn dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn bûyerê bi her aliyê wê ve ronî bikin”. Gelo van du kesên ji rêxistinê kî ne? Min berî niha dîsa qala bûyera ku li Gundê Peçeneka Mêrdînê hatibû jiyîn kiribû. Ne gengaz bû ku wê bûyera hovane ji aliyê feraseta PKK’ê ve hatiba kirin. Min di xewna xwe de bidîta, dîsa min bawer nedikir ku PKK’ê kiriye. Min lêkolîn kir, Hogir ku ciwanekî mûşî bû û yên din vê bûyerê kiribûn. Bêyî ferq û cewaziya kal û zarokan bikin, hemiyan kuştibûn. Ez di nava dehşetê de mam.
Roja ku serfermandar axivî, di 14’ê avrêlê de operasyona li hemberî DTP’ê çêbû, ev manîdar e. Operasyoneke wisa ye ku ji bo sabotekirina axaftina serfermandar û bêbandorkirina wî hatiye kirin. Min di destpêkê de wer dizanî ku bi agahiya wan hatiye kirin, lê paşê min fêm kir ku bûyera cuda ye. Ez nikarim bêjim ku serfermandar û serokwezîr ji operasyonê berpirsyar in. Ev karê qadroyên îtîhatgeran e ku li Tirkiyê hîn jî bibandor in. Dibe ku haya serfermandar jî jê nebe, haya serokwezîr jî ji vê operasyonê nîn e. Ez bawer nakim ku operasyoneke wisa be ku bi îmzeya serokwezîr hatibe kirin.
Gelo hûn dizanin, hûn jiyaneke çawa dixwazin? Ma hûn dizanin pêwîst e hûn ê çi bikin? Ji bo ku hûn ji vê jiyana heyî ya riziyayî rizgar bibin? Gelo hûn dizanin komkujiya çandî di dîrokê de tê çi wateyê? Ma hûn dizanin ku komkujiya çandî ji komkujiya fizîkî xetertir e? Gelo hûn dizanin mirov çawa dikare li hember komkojiya çandî têkoşînê bike? Gelo hûn dizanin dostên we kî ne û dijminên we kî ne; ma hûn wan nas dikin? Ma hûn dizanin ka destûra bingehîn û zagonên demokratîk ên pêwîst, ji bo civaka we û gelê we, çawa bin? Gelo hûn dikarin di van mijaran de xebat bikin? Gelo hûn dizanin ka destûra bingehîn a demokratîk bi kîjan rêbazan wê were amadekirin? Gelo hûn dizanin mafên we yên civakî ka bi kîjan rêbazan têne qezenckirin? Ma hûn dikarin yek zarokekî welatparêz ê dirist pêş bixin? Ma hûn dikarin yek zarokek xwe jî bi zimanê zikmakî pêş bixin? Eger hûn van hemû tiştan nizanibin û nikaribin çareseriyê biafirînin, wê demê ez ê jî bêjim ku vana nizanin û nikarin bikin û ez ê ser wan xêz bikim û wan negirim dîqatê jî.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 19’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya qadên Şehîd Bêrîtan û Karker ku girêdayî Xakurkê ne êrişeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Êrîşa ku bê navber berdewam kiriye, 20’ê pûşperê hetanî danê sibehî saet 6:00’an berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Cigîrê Serokê Desteya Rêveber a KCK Cemîl Bayik
Tirkiyeyê hemû hêza xwe daye tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û niha jî dixwazin hêzên Başûr bixin nav plana xwe. Tevgera Azadiyê di encama têkoşîneke mezin de pirsgirêka kurd xist rojeva Tirkiyeyê. Neçar dimînin hinek tiştan qebûl dikin. A rast jî, ne ji bo ku îradeya gelê kurd û nasnameya gelê kurd qebûl dikin, ji bo ku gelê kurd û cîhanê bixapînin û karibin înkar û îmhayê çêbikin qebûl dikin. Ji bo vê dibêjin; ‘em pirsgirêka kurd qebûl dikin, em dixwazin çareseriyê çêbikin, pirsgirêk pirsgirêka şexsî ye, çandî ye û em dixwazin di vê çarçoveyê de çareser bikin. Ji bo çareseriyê jî, jixwe me gelek gav avêtin û me çareser kiriye zêde tişt nemaye û em dixwazin hinek gavên din jî bavêjin lê PKK astengiyan çêdike.’ Vê propagandayê pêş dixin. Ji bo kurdan û cîhanê bixapînin pêdiviyek wiha dibînin.
Pirsgirêka kurd pirsgirêka nasnameyê ye. Kurd ku karibin bi nasnameya xwe, xwe îfade bikin, bijîn û xwe birêxistin bikin. Bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, bi çanda xwe bijî û bi awayekî azad û bi nasmameya xwe, xwe îfade bikê. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke wiha ye. Pirsgirêka kurd ku te di vê çarçoveyê de girte dest û di destûra bingehîn de cih dayê wê çareser bibe. Bi riya Xweseriya Demokratîk û bi pêşxistina Komareke Demokratîk çareser dibe. Wekî din çareser nabe. Bi wan gavên ku davêjin nikarin kurdan bixapînin. Hinek gavên sexte davêjin dihesibînin ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Kurd vê baş fêm dikin. Kurd bi van naxapin û van qebûl nakin. Çawa ku kurdan têkoşîn meşand, ji bo nasname û azadiya xwe gelek bedel dan, ji vir û pêde jî wê bidin.
Dewleta Tirkiyeyê li dijî kurdan ji berê ve heta niha şerekî psîkolojîk dimeşîne, bi vî şerî nahêle ku kesek pirsgirêkê fêm bike û pirsgirêk bê çareserkirin. Siyaseta xwe ya îmha û înkarê jî bi vî awayî vedişêre û nahêle tu kes fêm bike. Li dijî kurdan komkujiyên mezin pêş dixe, sûcên mezin dike û sûcên mirovahiyê dike. Dixwaze bi vî awayî van hemûyan veşêre. Dê çawa karibin kurdan neheq derxînin, îmha bikin û ji her kesê alîkariyê bigirin. Li cîhanê tu kesî siyaseteke wiha qirêj nemeşandiye. Tiştekî aşkera heye dixwazin îradeya kurdan bişkînin û teslîm bigrin. Ji bo vê hemû qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê dikin. Çapemeniya Tirkiyeyê jî bê sînor bi kar tînin û dikin bin xizmeta xwe û dibêjin; ‘PKK şer dike û leşkerên me dikuje’. Lê yê ku operasyonan dikin ew bi xwe ne. Eger artêşa Tirkiyeyê operosyonan neke, di cihê xwe de bimîne tu kuştin û şer çênabe. Lê li hember vê gerîla tu êrîşê nake û naçe ser qereqolan çalakiyan pêk nayînin û tevî vê yekê jî rewş berovawî tê nîşandan. Gerîla di parastina xwe de ye û di rewşeke bê çalakbûnê de ye. Serfermandarê tirk û hemû artêşa tirk, hêzên meşrû û ne meşrû hemû xistiye nav tevgerê, tang, top, helîkopter, balafir, hêzên xwe yê îstîxbaratê, hêzên xwe yên teybet, cahş, çete, hemû xistine nav tevgerê da ku çawa gerîla îmha bikin. Ji xwe serfermandar aşkera got; ‘heya kesek bimîne em ê şer dewam bikin.’ Dîsa got ‘em ê bigerin, bibînin û tine bikin’. Dîsa wiha dibêjin; ‘em bi kesekî re rûnanin, di nav saziyên dewletê de jî kesek nikare bi PKK’ê re rûnê ev xiyanet e’. Li pişt hemû operasyonan serfermandar heye. Hemû sûcên xwe davêjin ser PKK’ê. PKK çi bike sûcdar e, lê Tirkiye çi bike mafdar e. Mafê her zindiyekî yê parastina rewa heye. Ev maf ji bo kurdan jî heye.
Li Tirkiyeyê her kesî got fersendek çêbûye, lê divê ‘fersendên ku ew dibêjin? Diyar bikin. Ne ku PKK û gelê kurd fedekariyeke yekalî dike ji bo ku pirsgirêk çareser bibe, ji bo wê bedelan jî dide û ku ew jî, ji vê feydê bibînin pirsgirêkê çareser bikin; lê fersendên ku ew dibêjin ev e, ‘pêdiviya Amerîka û Ewropayê di mijara Pakistan, Afganistan, Qafqasya û Rojhilata Navîn de bi me heye. Amerîka bê me nikare li van deran encamê bigire. Wê demê em dikarin tasfiyekirina PKK’ê deynin pêş wan û li ser vê bazartiyê bikin. Em ê bêjin hûn dazwazên me pêk bînin, em ê jî daxwazên we pêk bînin. Wê demê Amerîka û Ewropa neçar in ku daxwazên me qebûl bikin û em jî bi hêsanî dikarin PKK’ê tasfiye bikin.’ Niha dewleta tirkî li ser vê bingehê xebatê dimeşîne. Tiştê ku dibêjin fersend jî ev e. Di aliyekî de bi Îran û Sûriyeyê re hevgirtinan pêk tînin ji bo darbeyê li tevgera kurd bidin û bi hev re siyaseta tinekirin û înkarê bimeşînin. Ev her sê dewlet bi hev re kar dikin ji bo dewleta navendî ya Iraqê jî bikşînin vê siyasetê.
Haşimî diçe Tirkiyeyê hevdîtinan pêk tîne û serfermandarê Iraqê diçe hevdîtinan pêk tîne û dîsa di alîyekî de petrola Iraqê bi xeta Kerkûkê ve girêdidin û ew petrol diçe Skenderûnê û li ser wê peymanan çêdikin; ev hemû ji bo planekê tên pêşxistin. Plan û hedef ew e ka wê Başûr li dijî PKK’ê çawa têxin nava tevgerê. Di siyaseta înkar û tinekirinê de bikaribin encamê bigirin. Îlker Başbûg li Amerîkayê got; ‘Pêwîst e Başûr bikeve nava tevgerê.’ Li Başûr hilbijartin heye lê PÇDK li derveyî hilbijartinan dihêlin. Haşimî li Enqereyê dibêje; ‘Pêwîst e PKK, an çekan deyne bê dadkirin, an jî welatê me biterikîne.’ Başûr li dijî vê tu helwestekê nîşan nade. Tê wê wateyê ku Başûr jî dikeve nav vê planê. Lewma eger Başûr di vê planê de cih negire, pêwîst e li dijî wan bisekine. Nirxên xwe û nirxên gelê kurd divê biparêze û li dijî van bisekine. Lê bê deng in. Ev bê dengî jî tê wateya ku di vê siyasetê de cih digire. Yanî her çiqas bi fermî cih negirin jî, lê maneya bêdengiyê ev e. Hêvî û baweriyê didin wan. Ji bo vê sekna Başûr a niha ne sekneke rast e. Hem ji bo Başûr ne rast e û hem jî ji bo hemû hereketên kurd ne rast e. Dewleta tirk di israra xwe ya siyaseta înkar û îmhayê de hinekî jî, ji vir cesaretê digire. Eger Başûr baweriyê nedê nikarin di vê siyaseta xwe ya înkarê de israr bikin. Lewma tiştên pêwîst dikir bi şer çareser bibe çareser bûye. Êdî pêwîst e pirsgirêk, li vir jî derketiye holê, bi riyên siyasî û diyalogê çareser bibe.
- Ayrıntılar