Ji bo Kurdistan û gelê Kurdistanê tiştên roj bi roj çêdibin. Di bin serokatiya PKK’êde siyaseta dimeşe, şerê dibe ne rizgarbûna welat tenêye, hetta ne serxwebûn û azadî tenêye; nuhçêbûna însanîyetêye, rizgariya însan bi xweye. Niha hinek dibên emê wiha welat rizgar bikin, wiha gel azad bikin, meseleya me ne ev tenêyê. Meseleya me, însanê mirî, însanê bê namûs, însanê di her alîde îflas kiriyê em rizgar bikin. Wiha ez li we dinêrim, ev xortên Kurd hêviya we, armanca wan û musteqbela wan tenequzateke mezin di navêde heye. Musteqbel reşe hatiye girtin, di hêviyêde armancêde heta dawiyê jiyaneke bi şeref dixwaze. Nikare. Tabî hûn xortin, hûnê çi bikin? Ne ziman heye, ne nivîsandin heye, ne usûl hedef heye. Tiştek li ber we nexistine. Însanê Kurd di dunyêde yê li paşde mayê, bê ziman, bê çareye, bê her tişte. Dê û bav nikarin xwe bimeşînin, wê çi bidin we. Aaxeyên me, reîsên me xayînên tewra mezinin, wê çi bidin we. Mirov dinere tev direvin, xwe difroşin û wihane, wehane. Ez ji we bê çaretirim lê li ser qedera xwe min mezin lîst. Min got wiha nabe, nikarim wiha li ser lingê xwe mirî dihesibînim. Tê ji bo jiyanê xwe biezibîne, tê ji bo jiyanê xwe biçirîne, qebûl neke. Bîlakîs yek însan ji bê çarebûniyê, ji tunebûniyê wê çawa xwe bi mal ke? Min serê xwe cihê lê xistiye nema. Niha hûn min quwet dihesibînin, serok dihesibînin, lê ji min zeyiftir kes tunebû. Xwe bi xwe min xwe çêkir. Bi tenê xwe. Yek însanî ez gohdar nedikirim. Niha millet tav ji min hez dike.
Bi mirinê û bi manêre bi min reye. Çito çêbû? Ji bo hûn niha tiştne îman bikin, xwe çê bikin, ez li ser vê dibêjim. We di tarîxa partiyêde dît, we xwend, nizanim hûn bi çi awahîne, lê seyifbûniya însanê Kurd didîte, tunebûn, ketin, min hamle dikirin. Berê bi şûr dikirin, min bi zimanê xwe kir, bi tanzîmê bike, bike, bike... Hûn dibînin bê çi dibe, çi nabe. Niha em bi ser dikevin, dunya alem jî me nas dike. Lê vaya bi çi awahî çêbû? Bi çi zahmetiyê çebû? Û hîn li ber çiye?
Meseleya welat çiye? Tê bi pozê derziyê vir bikole, avê derxe. Wekê tu çîyayê Agirî bi lingê felc bimeşe. Tu xwe negihîniyê, wê li stûyê texe. Wekî din çareya te tuneye. Û sûkê kes we nakire jî, dixwazin xwe erzan bidin, ketiye, nakirin. Zarokên ji me şûnde werin wê hîn xerabtir bibin, welat tuneye, tiştek tuneye, hûnê çi bikin? Ji xwe ji niha ve em bûne rezîlê alemê. Çare çiye? Çare vayê karê mine. Xwe bi serdin. Bilezîne. Millet bi çi awahî dixwaze, ji me wiha dixwaze. Hûn niha dibînin, rêka welat vebûye, rêka jiyanê vebûye, rêka şerefa însan, çêbûna insan vebûye. We ji dest me were tabî. A hûn hezar caran bêjin şukur eve. Wekî din ew tiştên din, jiyana din tuke ruyê wê, tu qiymeta xwe tuneye. Ez niha çel û pênc salîme, her roj wihame. Ne karekî mezine û berê digotin dêhne, niha hûn dizanin, bi xwe dîbinin wekê dêhna, lê karekî maqul eve.
Ji bo çi dibêjim, yanî şer, çûna welat, şer kirin zahmete, lê ya tewra xerab jiyana berêye. Hezar caran bêjin şukur rêka welat û hezar caran bêjin pîroz be ji mere em gihiştin şerê çîyan. Bi yek sîlah hûn gihiştin serê çiyê bêjin hezar caran şukur, em gihiştine cejna xwe, gihiştine qedera xwe bi xwe çêbikin, wekî din em tîştekî naxwazin. Niha rastî eve, ji vê bêhtir tu rastî tuneye. Dijmin ji vê bêhtir tu firsendê nade te, Ez bawerim we gelek kîtap xwendin di Dewreya Şehîdên Tolhildanêde, partî çiye, şer çiye we tev ditin. Hûn bi qirarin, dixwazin, di welatde parçek çih bigrin, bi eşq, bi heyf, ev hezar salin careke ev firsend bi dest mîrov dikeve. Yekî Kurd ji vê bêhtir nikare tiştekî bixwaze. Hezar caran rûnên dua bikin, bêjin me ev qiymet girt, ev şer bû şerê me. Tê bira min min digot wexta ez bimrîm bila bêjin ji bo welat miriye bese, ez tiştekî naxwazim. Mirina reş mirina ji tunebûnê ya tewra xerabe. Niha mirin heye tuneye tu giymeta xwe tuneye, em di şerê xwe yê manêdene. Tevlêbûna we ya şer, a partiyê eve.
Dîsa em bêjin pîrozbe, we dewre qedand, hûn nêzîkî welêt dibin. Di sala bîstande bi piranî bi soza xwerebin hûnê di welatde di demeke kinde cîh bigrin. Hûnê bi parastin bin, bi tedbirbin, pir bi dîqat bin, deqqe bi deqqe. Li ser nîzam û dîsîplîna partiyê û gerîlla hûnê bimeşin. Xwe biêşînin. Tî bûn, birçîbûn, tazîbûn ji were ne meseleye. Hûnê ji tûnebûnê tiştan çêbikin. Ku hûn wiha bikin, hûnê di welat de cih bigrin. Mirin ji were ne tişteke. Qirara we li ser vê ye. We gelek soz jî da. Ji bo careke din hûn sozê bidin, berya herin, ez hatim. Soza sala dehan, soza hamleya payizî, soza di vê sala dehande parçek welat bi dest xwexin, soza tam gerîlla bimeşînin, soz tam bi jiyana partiyêrebin. Ev soze, înşallah hûnê xwediyê soza xwebin. Kes çiqwas bi soza xwerebe, ew kes wiqas mezin dibe. Tu dixwazê însan kî nas bike, binêre bê çiqwasî bi soza xwere yeki peyayê soza xwebe, ew kes bi ser dikeve, dibe serokê heta dawiyê. Em sozên we jî wiha dixwazin hûn bidin. Bi mirinê mîrov bi soza xwerebe, bi karê xwe, bi karê serkeftinê bi soza xwerebe. Soza we em wiha qebûl dikin. Ku hûn dixwazin, sozê wiha bidin, ji vê bêhtir jî sozê nedin.
Niha yek bi yek dikarin sozên xwe bidin. Xwe naskirin bide heval. Soza çûna welate.
- Navê min Eşrefe, ji Kubanê me, imrê min 16’ye. Heta sefê 7’an min xwendiye, ji ‘86’an ve partiyê nasdikim. Tevlî dewreya bûm, min fêde jê dît, ez dikarim di welêtde şer bikim.
---.: Wekê ez dixwazim tu dikarê bi soza xwerebê?
- Dikarim Serokê min.
---.: Li ser heval kes dixwaze tiştekî bêje?
- Heval heyecan pêre heye, biçe faaliyetan heta demekê, piştre here şer çêtire.
---.: Na, şer dixwaze. Tu çi dibêje?
- Ezê herim şer Serokê min.
---.: Tu ji bo welate ne? Pekî soza xwe bide.
- Ez soz didim partiyê, Serokatiya Partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê, hevalên zindana, yên serê çiyan, hevalên hazir ku li ser vê rêkê bimeşim heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê soz didim, soz didim, soz didum.
---.: Serkeftin.
- Navê min ê herekî Dîroke, ji mintiqeya Dêrikê me. Ji ‘82’anve mala me welatparêze. Naskirina min ji partiyêre bi temametî di ‘90’îde çêbû. Di ‘93’ande min qirara xwe da. Ji dewreyê ji min gelekî fêde dît. Niha qirara min a dawiyê, welate.
---.: Yanî tu hazirê, pir dixwazê herê welat?
- Hazirim, dixwazim Serokê min.
---.: Heval dikare bike?
- Ez pê bawerim, heta dawiyê Serokê min.
---.: Tu. poşman nabê?
- Na.
---.: Jiyana bi zahmeti tu radikê?
- Belê Serokê min.
---.: Tu xwe navêjê erdê?
- Na Serokê min.
---.: İmrê te çibû, xwendina te çende?
- İmrê min ketiye bîstan, heta sefê I2’an.
---.: Aîle doste?
- Doste û zengîne jî heta dereceya dawiyê.
---.: Hûn çend birane?
- Heft bira.
---.: Kes tevli me heye?
- Birakî min ji min mezintir heye, niha li Cûdî’ye Serokê min.
---.: Tu jî dixwazê herê? Aîle razî dibe.
- Zahf kêfxweşe Serokê min.
---.: Yanî xwe idare dikin, tu dibêjê?
- Belê Serokê min.
---.: Tu dikarê heta dawiyê bi gerîllare bimeşe?
- Belê Serokê min.
---.: Wekî din tu çi dixwazê?
- Dixwazim soza xwe bidim ji bo çûna welat.
---.: Bide.
- Ez soz didim partiyê, Serokatiya Partiyê, berxwedanvanên zîndanan û yên serê çiyan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, heta Kurdistaneke serbixwe û azad çêdibe, heta dilopa xwina min ya dawiyê ez li dijminê hundur û derveyi partiyê şer bikim û girêdayîbim bi hevalên xwe û çeka xwe ve, girêdayî bim bi xeta partiyê ve. Ez soz didim, soz dim, soz didim.
---.: Pekî, serkeftin.
Temam, me sozên we girtin. Yanî ji bo çiye? Rojekê hûnê me bînin bira xwe ku di huzûra Serokiyê’de me sozek dabû, sozeke bi işq ji bo welat şerkirin, bêjin. An welat en mirin, an serxwebûn, an serkeftin, an neman. Soza ve li ser vêye. An vê welatek çêbibe cihê me têde hebe, an em vê jiyanê qebûl nakin. Serokî ji bo vêye. Bu sebep ji çûna we ya welatre. Ez jî panzdeh salin bi soza xwereme. Bi soza welat re, bi soza şerre me. Min soza xwe îspat kir. Hûn jî xurt bin, daimî bi soza xwerebin, di salên 20’ande,’25’ande, ‘18’ande, hûn ji min bêhtir dikarin -hûn di welatdene- tiştên mezin bikin. Ez tim dibêjim ku xwediya soza xwe bin. Mîrov bi her tiştî bileyize, bi soza xwe neleyize. Hûn sozê bi dil didin, bi baweriyê didin, li ser soza xwe bisekinin. Li ser van rastiyan, di sala dehande ya 15’ê Tebaxêde, li ser çûna welat em ji were jî serkeftinê dixwazin, çûna we ya li ser van rastiyan pîroz dikin.
Serokatiya Partiyê
30 Tebax 1993
- Ayrıntılar
Di zilam û jinên Kurd de ketibûna di têkîliyên zayendî de di asteke herî pêş de ye. Di felsefeya gundî de têkîliya zayendî ya kor bi şev û roj heye. Di dîtinê de gelekî binamûs e, nimêja xwe dike, bi xwedayê xwe re ye. Lê belê li gor min jiyana wan hemû têkîliya zayendî ya kor e. Ev têkîliya zayendî ji asta malbata pêvajoya hovîtiyê jî şûndetir e. Tiştê tê jiyîn ev e. Çi qasî bi êş e ku ji bo vê hovîtiyê qilifê binamûsiyê lê dikin. Dema ku mirov tîne asta malbatê di wir de rastiya Kurd ji hemû aliyan ve di têkîliya zayendî de hatiye fetisandin. Di rastiyê de bi hemû aliyan ve nasnameya netewî û welat çûye, her tişt di vir de hatiye wendakirin. Vê gavê tengasiya herî mezin hîna jî ev e. Ne zilam û ne jî jin dikarin bêhna xwe bistînin. Ev tenê bi nirxandinên wêjeyî yên dirêj û siyasî ve tê vegotin.
Ji gundîtiyê, ji bo çi zilamekî baş dernakeve? Rexmî hemû hewldanan ji bo çi berpirsyarekî siyasî û leşkerî yê xwedî hêz dernakeve? Ji bo çi pêşmergeyan ji ber malbata xwe çil caran xwe firotin? Zilamê Kurd, ji bo çi ev qasî xwe firote Ewrûpayê? Ji bo malbata xwe û ji bo kar rojê çil caran parsekiyê ji dagirkeriyê re dike. Ji bo qaşo malbata ku xwedî namûs e, heta tenê ji bo jiyana xwe ya ji rêzê rizgar bike, li hemberî mûçeyekê (maaş) tiştekî ku nefroşin nîne. Ma rûmet û namûs maye? Exlaq li ku dera vî tiştî ye? Lê belê tenê vê xilas bike li hemberî îşkenceya dinyayê berxwe dide dikare ji çolên Erebistanê biçe wî milî dinyayê Swêdê. Ev di heman demê de dramek e.
Şoreşger ji bo pirsgirêkan bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afirandêr û bikaribe ber bi rizgariyê ve bibe nêzîk bibin. Wê demê hun dê çawa nêzikî van pirsgirêkan bibin? Ji ber ku hem min weke takekes jiyan kiriye, hem jî hêza min a çavdêriyê ya giştî heye dibêjim, li gor min ji beriya her tiştî pêwîst e azadiya zayendan were pêkanîn. Pêwîste têkîliya zayendî ji xapandinê, ji xistinê, ji bûyîna amurê avakirina mal û milk û malbatê derbikeve. Heta pewîste mirov têkîliya zayendî ji amurbûna ketinê derbixe. Ji ber ku têkîliya zayendî her dem weke bûyereke gelekî şerm tê nirxandin. Têkîliya di navbera zayendan de, têkîliya zayendî weke tiştekî gelekî şerm tê bidestgirtin. Gelo ma ev nêzîkbûn rast in? Ger em li gor zanistî, li gor zanista azadiyê lê temaşe bikin girêdaniya têkîliya zayendî bi paşverûtiyeke mezin ve, bi girtîbûnê ve, bi pêşketina civaka çînî û bi pergala mal û milk ve heye û heta ev yek weke nîşaneke vê ya herî ji rêzê û hêsan e. Di vir de tawana herî mezin ku li hemberî mirovahiyê hatiye pêkanîn, bingehê bêexlaqiyê di bin navê exlaq de derdikeve holê ye. Bi namûsbûna di vir de navê rûyê wê yê din bênamûsî ye û rûyê din ê girêdaniya zêde bi mêrê xwe ve jî fahişetî ye. Her du jî bi hev ve gelekî girêdayî ne. Van hemûyan di Kurdistan’ê de civaka me fetisandine û dinya me ya hizirandinê tune kiriye. Ango derfet nedaye ji bo pêşketinên ku jê re tê gotin, taybetmendiyên netewî û rastiyên siyasî. Hun dikarin vê hizirandinê bêhtir bi pêş bixînin. A herî girîng jî hun dikarin li ser pêk bînin.
Ez weke zayendekî xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê ve çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinê dikişînim gel xwe? Ger hun balê lê bikişînin, di we rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilat a Navîn de cara yekem ev qas jin bêtirs li serê çiyan çekê digrin destên xwe. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Çepê Tirkan jî heye, bila gavan bidin avêtin. Misoger e ku girêdana vê bi sererastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hunê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçe? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hunê hindekî dakevine çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîste ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkîliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çav e ku min bi hêzeke kişandinê ya mezin ve jin kişandiye azadiyê. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hun girêdanê baş çêbikin, hunê bikaribin mifteya avsûnî ku digihê asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî nirx e. Ev yek ji bo nîqaşê jî vekiriye.
Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye, “jina me ye, di sifra me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswîran diçe. Ango ku gelekî wêjeya wê hatiye kirin. Di encam de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jinê di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtiye. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê weke mirov tune hesab e. Ew qasî kêm e. Di mijarên leşkerî de jixwe cihê wê tuneye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin, “piştî gayê zer” tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin. Li dijderketina min her cureyê têkîlî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye.
Ger hun lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi tebat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civakî a mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bêziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tune bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hun dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa Tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî jiyan bi xwe ye. Pêwîste mirov rêgezê wê jiyanê bizanibe.
Di rastiyê de min bala xwe da rizgariya we, pergala têkîliya her zilamekî bigrin dest. Zilam xwe nade karên bi vî rengî, heta van tiştan bêwate dibînin. Hevalên me demeke dirêj e dibêjin, ew dixwaze bi van jinan ve çawa Partiyê bimeşîne û me vedibînin. Ev feraset demeke dirêje li ser pişta min weke barekî bû. Ew têkîliya taybet a ku min pêş xistiye, hemû têkîliyên ku piştre her kesekî ji bo weke ezmûnekî xwekuştinê dihizirî û weke ku min karekî herî xeter kiriye dinirxandin.
Ji ber jinê tiştê zilam û hun rêhevalên me yên jin qebûl dikin, bûyîna mal û milkê yê nêzîkbûna hestyarî ya ku destpêkê nîşan daye ye. Zilam dibêje ji sedî sed jin malê min e, hun jin jî dibêjin “ez wisa bûm” ma hêsan qebûlnekirina min xerabiyek e. Bêyî ku jin û zilam werin dahurandin hindek rastî çi hatin, hindek li gor rêpîvanên malbatê, hindek li gor rêpîvanên mal û milk, hindek li gor erk û hêzên xwe dikevine nava nêzîkbûnan. Tiştê ku piştî vê bi pêş dikeve jî girêdana jinê ya bi malê û zarokan ve ye. Pêwîste mirov bi rengê ev çi qasî exlaqî ye, yan jî çi qasî xizmeta azadiyê dike binirxîne. Rexneyên di vê mijarê de gelekî berfireh in û dahurandin jî gelekî pêş de çûne. Gelo em bi kirina vî tiştî ve, gelekî we tengav dikin an jî gelo em pergala we serûbin dikin? Dibe ku ev hemû jî çêbibin, ez li rewşên ku derdikevine holê temaşe dikim ez tê digêhim ku dinya we ya hestan hilweşiyaye û ev ji bo bertekan rê vedike. Min hin dîtin nirxandin, li gor wan ez zilamekî bixof im. Nirxanên weke ma balkêş e mirov nikare bihizire yan jî ev gel Rêbertiya xwe nas dike, ma gelo dizanin Rêber bi vî rengî ye? Heye. Ez van hevokan him bi tirs dibînim, him jî bi xwe îftîhar dikim. Ji ber ku ez wiha me, ez ji bo xwe dibêjim bravo. Min ji dîrokê û rastiya koletiyê toleke baş wergirt. Ez xwe bi hêsanî naecibînim. Lê belê di hindek xalan de min hindek encamên bingehîn girtin. Di mijarên kê û kîjan hest em hilweşandin de hunê hindekî hişmend û ji dil bin. Hindekî baweriyê bi xwe bînin û xwe nas bikin.
Ew nêzîkbûnên ku we jiyane çi bûn? Hun jin û civaka Kurd gelo dizanin? Zarokên deh diwanzdeh salî girtine dane zilamê temen mezin, gelo wan tu caran hezkirin û rêz dîtine. Serê wan ew qasî dixebite? Gelo ma tu tercîhên wan û raweyên wan ên hezkirinê çêbûne? Gelo ma ew layiqê tu hurmetê bûne? Hun baş dizanin ku pêwîst e, ji bo vê bersiva, naxêr were dayîn. Destên wan û dilên wan vala ye. Zimanê wan hatiye girtin, çavên wan hatine korkirin. Bi rengekî girêdayî li cihekî hatine rûniştandin. Şerê min li hemberî vê yekê ye. Dibe ku dibêjin, “mafê her kesî ji bo dinya hestên erzan û têkîliyeke erzan a bi destxistinê heye.” Heta hun baş dizanin ku tê pirskirin, “tu çawa PKK di vê rewşê de dihêlî? Ev qas jin û zilam bêyî ku bizewicin çawa têne girtin? Hevalekî digot, “jin û zilam weke agir û barûtê ne, tu çawa di nava hev de digrî?” wê provakatorê jî digot, “emê di nava 48 demjimêran de pirsgirêkê çareser bikin. Kê dê bi kê re bizewice biryar bigrin, pirsgirêkê ji binî ve çareser bikin.” Di vê mijarê de provakatoran soz dabûn hev û digotin, “ger em Partiyê bikin destên xwe, emê we malên ku hun dixwazin, têkîliyên ku hun dixwazin de bigrin.” Bi sedan heta bi hezaran xebatkar bi vê riyê bêbandor hatin hiştin.
Ger mirov baş lê temaşe bike, çîrok heman çîrok e. Ha zilamê li gund têkîlî bi vî rengî bi dest girtiye, malbat avakiriye, ji xwe re pîrek aniye, bûye mêr, ha di nava refên me de hatiye kirin, ji hev ne cihê ne. Gelo me jin û zilam serbest bihişta ma dê çawa çêbûya? Weke wan bi xwe digotin, yek kes nediçû Botanê, dê biçûna li Ewrûpayê bijiyana. Gelo ma hun dikarin mirovê li Ewrûpa dijî bikujîn jî, serê wî jî jê bikin, bibêjin, “were tu bûyî dewlet, te serxwebûn bi dest xistiye” û bînin welatê wî? Gelo ma hun dikarin kesekî bikîşinin şerekî wiha bi zehmet? Ger em li ser bihizirin, emê bibînin ku ev yek ne gengaz e. Wê rûberûyê her şêweyê heqaretê, her biçe ber bi komkujiyan ve biçe, lê dîsa ew ji xwe re weke çarenûs diyar kirine. Kê çi ferzî kê dike? Ferzkirinên min çibûn? Di serî de rastiya xwe binasin, ji bo vê yekê PKK’ê û ji wê wêdetir sosyalîzma di nava PKK’ê de nas bikin. Herî dawiyê de jî xwe weke zayend nas bikin. Pêwîste em vê platformê vekirî bihêlin. Nûbûna herî girîng a ku em nîşanî we bidin, ew e. Hun platformeke vekirî bihêlin ku bikaribin xwe azad binirxînin. Destpêkê em derfeta hizirandineke ku xwe ji kaprîsan û ji azweriyan xelas kiriye pêşkeş dikin. Hun bi vê re bi rê bikevin, bi hev re nîqaşê pêşbixin, ji bo hev tiştên rast ferz bikin, çarenûsa xwe nîqaş bikin. Ji ber wê yekê jî pêwîst e kes ji bo tu kesekî nebe asteng. Bi taybetî ferzkirinên hemberî hev bila sînoran zêde tengav nekin. Tengavkirina sînoran nayê wateya “tu bûyî yê min û ez bûme yê te, hev kor nekin. Bi hezkirin û rêzdariyê ve dagirtî bin, lê belê kesek xwe nêzikî rewşên ku em dikarin jê re bibêjin, tengavkirinên fîzîkî ango tacîzê nebe. Ev yek hîn zêdetir ji bo we pêwîst bû. Ji ber ku pêwîstiya we bi hindekî hizirandinê û xwe komî serhevkirinê hebû. Ev yek ne ji bo komekê dihate kirin, ji bo dîrokê dihate kirin. Ji bo pêvajoyeke dîrokê gaveke azadiyê bidine avêtin, dihate kirin.
Azweriyên we û şêweyê we yê hatina tekoşînê, hiştiye ku hun heta qirika xwe bikevine nava hêrsê, min li hember vê yekê li ber xwe da. Ji bo vê jî min hindek nêzîkbûn bi pêş xistin. Min pirs kir ev çi azwerî ye? Min ev azwerî guherande welatparêziyê, têgihiştina gel, naskirinê û girêdaniyê. Me ev mijar him berfireh nîqaş kir û him jî me xwest em wê ferz bikin. Ev ferzkirineke rast e. Ji ber ku ez ji bo berjewendiyên we bi qasî nêvenga nîqaşê ya wekhev û azad bidim ew qasî jî maf û berpirsyariya tercîhkirinê didim we. Lê belê gelo ma tiştê girîng ev bû? Gelo ma ya girîng xwe tunekirin bû? Tişta girîng fêmkirina vê rastiya dîrokî ye. Gihîştina rêgeza rizgariya giştî ye û bi vê re jî rizgariya kes pêşxistine. Hate xwestin bi we re têkîlî di vê çerçoveyê de were sererastkirin.
Piştî van diyarkirinên giştî di pratîkê de ji bo çi hîn jî hindek pirsgirêk tên jiyîn. An jî rewşên ku mirov dikare jê re bibêje sîxuriya objektîf derdikeve holê. Sedema jiyîna vê tênegihiştina rêgeza azadiyê ye. Sînor neanîna ajoyan e. Yan jî hêza avakirina girêdana siyasî nîşan nedan e. Siyaset xetek e, ev xet her ku diçe dibe rêxistin û çalakî. Ji ber ku bi wê re girêdanî nayê avakirin tê xwestin azweriyên bêrêgez were bilêvkirin. Di vê mijarê de em hindekî astengiyan çêdikin. Tişta rast ferz dikin, ev jî bi helwestên tund ve tê pêşiwazîkirin. Di encam de ev entrîka û paşbêjiyan derdixê holê. Ev jî dihêle ku pêşiya pêşketinên ku çêbibin were girtin.
Di vir de em Yalçin Kuçuk bi bîr tînin, di nivîseke xwe de dibêje, “Ocalan bi bûldozeran mêjiyan –ez dikarim li ser vê dilan jî zêde bikim- cot dike û gulan diçîne, mêjiyan vediguherîne baxçeyên gulan.” Di rastiyê de ew me lêkolîn dike û digihê hindek encaman. Bi rastî jî zewiya Kurd encax bi bûldozerê were cotkirin û ger hindek tov werin reşandin dibe ku gul an jî gihayên cuda şîn werin. Di bexçeyê Kurd a niha heyî de ne gul ne jî giha heye. Baxçe hatiye şewitandin, xirabe ye. Lîtav e. Mirov nikare ji bêhnê û ji nefretê jê derbas bibe. Ew kesên ku hindekî hêzên wan ên nêzîkbûnê hene dikarin vê yekê bibînin.
Dibe ku hindek ji we hez bikin, di vê mijarê de ez hindekî jinan û keçikan şermezar dikim. Ez zêde tolhildêr nînim. Lê belê rewşên ku nayên efûkirin tên jiyîn. Dîsa jî em wan efû bikin. Hindekî digihîne astekî ku devê wan dikare axaftinê bike, hindekî digihên hêza hizirandinê lê belê ji ber ku nikarin xwe ji hemû aliyan ve bi pêş bixin dikevin nava rewşên gelekî xeter. Ma gelo wan çi kirin ku çi dixwazin? Kîjan şer meşandin û dixwazin çi bistînin? Gelo hewldanên me heta ku derê fêm kirin? Ez bawer nakim derdê van ê Kurd fêmkirinê û di Kurdistan’ê de jiyînê zêde hebe. Tê xwestin ku xaleke girîng were derbaskirin. Lê belê di hemû provakatoran û oportunîstan de hewldanên ku di pêvajoyên bi vî rengî de ji cihê herî jiyanî derbeyê lê bidin heye. Tenê di vê mijarê de na, di gelek mijarên cihêreng de min bi sedan mînakên vê yekê dîtin. Mînak, şer di dema krîtîk de ye û ger rast nêzîkbûn çêbibe, dê gavê gelekî mezin werin avêtin, lê belê mirovek derdikeve holê û oportunîzmeke wisa ferz dike ku derfetên xwedî nirxekî zêrîn tê wendakirin. Bingehê van ê çînî heye. Wisa ye ku mirov dikarin bi min re gelekî balkêş bimeşin.
Hun baş dizanin ku ez bi astengiyan re şer dikim û dixwazim xwe nexapînim. Astê civakî û pîvana edaletê ya ku ez dibêjim xwe nexapînin gelekî girîng e. Em sosyalîzmê temsîl dikin. Ji bo têkîliyan ên diperçiqînin û tenê perçiqandin bi qasî ku raberkirina hêza teorî ji bo pratîkê jî gelekî girîng e. Tu kesek vê jî nahesibîne, naxwaze hîn bibe. Ji ber ku bêdil in. Tiştê ku min kiriye, neqebûlkirina vê bû. Li hemberî girtîbûneke mezin me bi serê xwe şer kir. Hun jî dikarin bibêjin, em ji bo azadiyê şer dikin û dijîn. Lê belê gelo ev yek bi hewldanê me ve çi qasî digihên hev, hun çi qasî girêdayî me ne. Tengasiyeke we ya hundirîn çêdibe. Hun vê dizîvirînine bertekê û nerihetiyê. Bi vî rengî di dilê we de ji bo me cih namîne. Heta hîn wêrekbûna min, hîn zêdetir hatina min a hezkirinê xerab tê dîtin.
Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û haremê bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Gelo ma we dikarî ji mêrê xwe, ji evîndarê xwe pêwendiyeke wiha bidîta? Gelo evîndarekî we hebe ku bi vî rengî were derdê we guhdar bike, ev qasî xitabî dinya we ya hundirîn bike û pêwendî nîşanî pirsgirêkên we bike hebû? Hembêz dikir, bi we şadibû û du rojên din rûhê we derdixist. Ev gelekî vekirî ye. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hun di nava lewaziyan de ne. Wê ew bi kar bianiya heta dawiya temenê xwe we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hun dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkîliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çi qasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çi qasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cure çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî tê digihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzan e û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye.
Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkeşkirina min a ji bo we, ne encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ew mirovê hun ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di mijara jinê de pêwîste bi we re weke evîndarekî mijûl bibe ew qasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ew qasî vekirî çêbike ku hun xwe nexelitînin. Pêwîste hun bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hunê bibêjin ku Rêberek ev qasî serdest e û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tuyê ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîste mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihê asta tekoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hun dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Ez nabêjim artîstiyê dikim, lê belê gelo yê ku min di vê de dihelê kî ye? Gelo em wiha nekin, ma em dikarin bi qasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hun bibêjin, “di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.” Wê demê ezê ji we bipirsim, we ji bo çi şoreşgeriya xwe bihêz nekir, ji bo çi hun hatine vê derê? Ji bo çi hun binketî ne? Ji bo çi hun nikarin hêz bidin karekî rast? Li jiyana xwe temaşe bikin, hun dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hun kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye.
Hun dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çi qasî pêwîst e, diyare ku hunê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt eşkere derdikeve holê. We ji bo çi xwe xiste vê rewşê? Min ji bo çi xwe xiste bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min tu caran nekire pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tune bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çi qasî paşde be jî –jina ji bo Botanê Kurdê bêriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hun bipirsin “em kesên bêhnpêketî û tunebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” Welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşiwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çi qasî hun layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di kû dera vê de ye?
Di rastiyê de rûmeta jina Kurd piştî gayê zer tê. Te çawa bi dest girtibe dê wiha be. Ma aliyê vê yê mirovî heye gelo? Jinê ev qasî ji dîrokê welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkîlî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkîliya zayendî, ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadiye yan ev namus e?
Ez ji karkirinê eciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîna jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan riya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev gelekî zehmet e. Li gel me riya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Ez dahûrandinan kurt dikim, lêkolînekirina vê guneh e. Devê wan hindekî axaftin dike, wê jî gelekî xirab bi kar tînin. Ez ditirsim, gelek dê bikevin rewşeke wisa ku ew hewldanên ku hatine kirin, dê înkarbikin û hewldan vala biçin. Dê vê fêm nekin û biçin. Encamê vê baş nabe, yê ku dîroka xwe û hewldanên ku hatine pêşxistin înkar bike, ne dibe sosyalîst ne jî di riya rizgariyê de dibe xwedî ezmûneke qayîm. Dê rewşa wan weke li welatên Rêel Sosyalîst de bibe.
Hun di têkîliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîste mirov wêrek be. Di vî alî de ger hun bixwazin, ez dikarim xebatên jinê bi sînor bikim. Lê belê ez ditirsim hun xwe wenda bikin, ji ber ku ez bawer nakim zêde piştgiriya we hebe. Ez bawer dikim ku min hindekî tekoşîna jinê di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê mijarê de hun bi xwe dikevine nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigrim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangewazî ye. Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin, him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hun bikevine nava hewldanên weke “em bibezine şer, çekê hilgirin, bibezine çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim” jî. Pêwîst nake hun xwe bi qasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hun xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we tu sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hun dikarin hetanî dawiyê azad nêz bibin. Pêwîste ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hun bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hun wê bikin malê xwe.
Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir, di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî.
Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tîne. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayin derketin, lê belê beşeke mezin ketine rewşa qehremanan. Pêwîste ez Bêrîvan a ku li Cizîrê cara yekê şêhîd ket bi bîr bînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewrûpayê. Di nava me de jî bû perçeyeke azadiyê û derket. Ev di nava pêvajoya ku bi min re kete têkîliyan derkete holê. Berê koleyeke reben bû, axaftin û ken nedizanî, piştre dît ku çi qasî qîmet tê dayîn, bi vî rengî bi sedan jinên azadîxwaz hene. Ma gelo rûmetdayîna me anîna asteke şervantiyê xirab bû? Dibe ku azweriyên xwe nejiyan, lê belê di dîroka gelê me de cihê xwe yê pîroz girtin. Tê xwestin ku ev tişt hemû şaş werin nirxandin. Di rastiyê de ev pêşketinên ku hebûna netewekî ne û rûmeta jinê ne.
Hun li ser vê bingehê bi pêş dikevin, pêwîste em xwe bi vê yekê ve têr nebînin, hîna zêdetir pêşveçûn hebin. Xizmeta min tenê têr nake, ji bo hewldanên we him pêwîstî heye, him jî hun hêza bingehîn a vî karî ne. Di bûyera Kurd de misoger girtina we ya vî cihî gelekî girîng e. Lê belê hîna jî hun newêrek nêzîk dibin, hun zêde ji xwe ne ewle ne. Girêdaniya rêgezê tê derbaskirin, zêde biedeb nînin. Hun tengav dibin û carna digihên asta teqandinê. Ew jî diyar dike ku hun di gihiştinê de lewaz in. İsrara di mayîna jineke lewaz de û ji bo yekî qûl û kolebûnê ne ji bo suda we ye. Berfirehkirina jêhatiyên xwe yên hilbijartinê û nirxandinê yên ku têkîliyan baş e. Lê belê bi rêgezbûnê, bi terbiyebûnê û bûyîna berendamê azadbûnê hunê bizanibin. Nirxandina me ya ku em we weke rêhevalên dilsoz dibînin bila xirab neyê dîtin. Ev rewş pêwîste we ber bi xwe mezindîtinê û delalîbûnê ve nebe. Di heman demê de neyê gotin ku gelo niyet xirab in. Ne hun ew qasî pêşketî ne, ne jî nêzîkbûn bi niyetên xirab in.
SEROKATİYA PARTİYÊ
1992
- Ayrıntılar
Mirov dikare çend pirsan ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê bibêje. Heval Xeyrî, Kemal û hevalên din jî wexta biryar dan ji bo birçîbûna mirine, çi dikirin armanc? Dijmin bi rastî yanî dihat ku di tengahiyêde vana bifetisîne, xwe înkar bikine, Kurdayetiyê înkar bikine, baweriya partiyê înkar bikine, partiyê înkar bikine. Digot, heta hûn înkar nekin ji were jiyan tune. Wexta dijmin bi her awahî, bi her îşkenceyê xwest ku van tiştan li ser wana bimeşîne wana jî got, mirin ji mere jiyane, wiha ne jiyana însanan, ne jiyana ku em ji bo gelê xwe qebûl bikin, em înkarbûna partiyê qebûl nakin. Înkarbûn mirina tewra xerabe û ji bo vê jî ji me can tê xwestin emê bidin. Wiha qirar dan birçîbûna mirinê û dest pê kirin. 14'ê Tîrmehê bi rastî gaveke mezinbû. Gaveke di cihdebû. Vaya çi gav bu? Di cihekî de ku mirin ji me tê xwestin, mirov xwe bide, mirov vê qirarê bide, çiqas bi zehmetîbe jî mirov bide û dan.
Ew qirara wana bû qirara partiyê, bû qirara gel. Dema me gava 15'ê Tebaxê avête jî bêhtir me got mîrov vê qirarê bimeşine, ne qirareke biçûke, qirareke rê dide însanîyetê, dide jiyanê, Tarîx, însaniyet, jiyan nuh çêbûye. Tabî mirov ji bo vê qirarê her tiştî dike. Wexta ev qirara hevalan gihaşte me, me livir karê xwe şidand, me Kongreya duduyan çêkir, me qirara xwe ya vegerandina welat da, di wan rojên bi zahmetide me xwe gihande welat, li ser bîranîna wan hevalan. Û li ser wê 15'ê Tebaxê, û li ser vê qirarê jî sal bi sal şehîdên me daye bûne qirar, bêhtir şer bilind bû. Wexta hevalê Egîd 28'ê Adarê (sala 86'an) şehîd bû, me dîsa qirar da, me got sala tê, saleke din emê refên gerîlla di pir aliyên welatde bimeşînin. Di '77'ande me bêhtir xwe di Kurdistanê'de meşand. Pir şehîd çêbûn, me pir qirar dan, her şehîdek bû qirar û '88, '89, '90, '91 me bêhtir kirin sala şer. Destpêka vê jî heye; wexta heval Haqî şehid bû, me dîsa ev kir qirara şer. Yek heval şehîd bû me got ev qirar, li ser vê emê xwe bi partîkin, partiyê bi partiyeke şerkin. Sala çû heval Xelîl Çawgûn şehîd ket me got emê vana jî bi qirarkin, di Hilvanê'de emê bi serhildankin. Meşiya. Sala din me partî îlan kir, li ser bîranîna wan şehîdan, mesûliyet giran bû, me wiha li dor xwe nêrî rê li kuye, cih likuye me xwe avête ser, bi nefes bi nefes me xwe gihande derve. Di dudyê vê mehêde wexta me xwe bi vê hêlê xistiye, dîsa me qirareke mezin da. Ku ne ew qirar bûya, dîsa her tişt disekinî, di çend mehande wê bisekiniya. Ew qirara me daye, di cihde bû, ji bo mirinê mirov bi jiyanke, qirareke wiha bû. Qirardayîn tenê ne bese. Qirardayîn şûnde deqqe bi deqqe li ser kar, nefes bi nefes ji bo karê partiyê, ji bo ev şer nesekine divê mirov xwe bide ser. Wexta em bahsa van tiştan dikin, ji bo hûn netîceyan jê derxin. Em tenêbûn, tiştek tûnebû, bes tiştên biçûk jî me dikir em pir pêre bûn, em pê bawerbûn. Netîce hûn dizanin li Başûr yek dostê me tunebû, niha bi milyonan dost bi merene. Ne wekê we xwe tev li şerkin nîv saetekê guh nedinan ser me, ew partiyên sexte ewqasî hebûn û niha sedî not tev bûne bi şerre, bi partiyêre bi merene. Malekê em bi mêvandarî qebûl nedikirin, niha hemû mal malên mene. Va bi çi awahî çêbû? Bi qirara me, bi jiyana ne çêbû.
Wekî din ji me pir qirar dan. Her qirara me daye em bêhtir pêre man, me mureqebe kir dimeşe nameşe, pir kesan bi navê hevaltiyê jî lîst, bawer nedikirin wana winda kirin tev ketin. Lê yê xwe pir şidandiye karê me bi xwe mezin bû. Ku hed û hudûdên xwe nas bikin, li ser qirara xwe durust bin, bipîvin û bimeşin, roj û şev li ser bin netice eve ku ne mumkune mirov tiştên şaş bike, li gori îmkanên xwe mirov her gavekê di cihde çêbike, va jî dibe serkeftin, bûye serkeftin. Fikra rast, qirara rastkarê rast, însanên xwe heta dawiyê bibîne, netice insanên bi ser dikeve çêdibe. Ji tevanre jiyan hebû, ji minre tunebû, ji her tiştîre bawerî hebû, ji vê gavêre tunebû, niha ji tevanre jiyan nîne, ji me re heye, ji tu gavanre meş tune, ji vê gavêre meş heye. Ez bawerim ku em çend salên din wiha bimeşin ne munkune yek li pêşiya me bêje ez heme. Wekê lehiyê wê herkes xwe tevlî bike. Çima? Heqiqeta însanîyetê di vê gavêdêye, rastiya mezin têdeye. Kî wê li pêşiyê bisekine? Her tişt ji bo welat, her tişt ji bo gel, her tişt ji bo jiyaneke bi namûse. Ku tu bi xwe neleyize, bê namûsiyê nekê her tişt wê bi ya tebe û ya gelê tebe. A gelbe, dibe ya te, ya te be dibe ya gel. Niha jî ya îspat bûye vaye. Yanî ku imkan hebe jivê şûnde jî em karê xwe wiha bidomînin ew tiştên maye ji, ew tiştên kêmasi têde ji wê tev rabe. Ew însanê dibêje em tunebûne, ew însanê dibêje ji me her tişt çûye, çênabe, niha dinêrin a mirov digihêne tişta eve, ji mirov tiştên bi xêr çedibe, tiştên baş çêdibin. Mirov dikare xwe çebike, bi însanke. Mirov hîn li ser xwe bisekine dikare bêhtir xwe bi însanê başke. Gelê Kurd gelê di alemêde windabûyî ku tunebûn dihate hesibandin, niha alem her roj dibêje Kurd û Kurd. Ku em şere gel hîn bişîdînin, alem wê bêje ev gel çi gele? Tu di welatê xwede xwe bi serxîne wê bêje ev gel ê tewra mezine. Bi deste xweye, bi destê gel bixweye. Tu şerê xwe xurt bike, xwe xurt bimeşînin hûnê wiha bikin. Heta niha tiştê îspat bûye îmkanan tê de dibine, va tiştina wihaye, wiha dibin, wiha bi serdikevin. Tecrûbeya di van salande min dîtiye eve, ya şere 15'ê Tebaxê, ya girara berxwedana 14'ê Tirmehê û derketina der û di vê sehayêde û heta îroj a îspat bûye ev tiştin û ne hindikin. Alîkariya em ji were, ji însanên xwe tevre bikin ev xebate. Ne mumkine mirov bi pereyan, bi rehetiyê, bi destê xwe û ji mere jî qet ne başe.
A mirov rehet bike, têr bike ev kare. A reva mezin bisekinîne, berê te bi welêtgihîne ev kare. A te ji hemû xelkêre ji dijminre bi peyake, bi leşkerke li pêşyê bisekine, te ji bo xwe peyake, bi leşkerke ev kare. Ên welatê xelkê ji xwere cennet dihesibandin, ji bo vê her tişt difirotin û direviyan, li hember bisekinin; welatê xwe bi cennetkin, xwe bi rûmmetkin dîsa ev kare. Û yên weke we betal bêkar xwe bi karkin, bi karekî zêrînkin, ev kare. Tev dibêjin em betalin em bê karin, karê zêrîn, karê mirov digihîne her tiştî eve. De xwe bi serdin, îlla girî, îlla xerabî ne ji bo însanên binamûse, însanên xerab wiha dikin, însanên ketî wiha dikin. Di serê van salande mirov xwe ji van tiştên xerab dûrxe. Niha hûn jiyaneke, tarîxeke bi lanet ji mere wiha çêbû, me îmkan dît em xwe ji vê dûr dixin, tarîxa bi lanet, jiyana bi lanet dikin bin erdê, ya bişeref, bi rûmet radikin. Bi vî karî wiha çêdibe. Ez bawerim ku di vê nîvê salêde hîn tiştên mezintir emê çêbikin, heta niha ev panzde salin û di van panzdeh salande tiştên hezar sali me nikarîbû çêbikraya bi şer di vê salêde çêbikin. Karê me yê mezin niha çêdibe, hemû gel têdeye. Bi rastî min ji tunebûnê xwe gihand vir, ji bo gel cejna mezin eve, ji bo yên wekê we xort jî îmkanên mezin eve. Wekîdin jiyan qute. Hebe jî tu qîmeta xwe tuneye. Hûn hemû xwe tev lî bikin. Ji bo vê em dibejin, karê artêşa gel, karekî mezine. Karê gerîlla şerê gerîlla dimeşîne, karekî mezine. Hûn di artêşa gelde, artêşa gel di şerê gelde jiyanê bi destê xwe ji bo xwe bj kêfa xwe çêdike. Tişta tewra mezin mirov bide we eve. Gelê me, dijmin çiqas wî bikuje, qirkirinê çêbike, bêjin ji mere cejne, wiqas bêhtir xwe dikiyê, cesaretê mezin dike divî şerîde. Dibê ji bo me ye, jîyan di virdeye dijmin be çareye. Gelekî wiha rabûye, partiyeke wiha serokiyê dike, şervanekî wiha şer dike wê dijmin li hember çibike nikare. Dîsa bixwaze wekê berê xwînxwarîyê bike, lakîn her roj li paş dikeve. Tu çiqas xwe bi yekke, bişidîne bi serde here tu wiqas wî li paş dixe û di demeke kinde jî mirov ji vî welatî vî dijminî derxe. Wê çaxê tê bêje ev jîyana raste, serxwebûn û azadî heqîqeta însane, însanê bi şerefe. Ev ji bo weye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jîyana xwe. Karê partiyê, karê serokiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe xwe digihîninê, em xwe winda nekin, ne xwe giran dikin, ne pir acele dikin. Di cihîde bi çi awahî divê, em gava wiha çe dikin, usûl çiye em wiha bi serde dimeşin. Di cihê de mirin tê xwestin, dimirin; di cihêde lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biserdixin. Vaye usûla PKK'ê, jiyana PKK'ê.
Emê salê wiha tam bi ya xwekin, ne tenê salê, jîyana ji vê şûnde dimeşe emê bi ya xwe kin. Û emê bi karê xwe bi ya xwe kin, hûnê ji bo jiyaneke wiha xwe rakin xwe tevlê bikin, xwe çêbikin. Ku we çiqasî xwe çêkir hûn partiyê çêdikkin, we çiqwas parti çêkir arteşa gel xwe çêdike artêşa gel, şerê gel çiqas çêdibe gel bixwe çêdibe, gelê wiha çêdibe, wiqas serxwebûn û azadiyê çêdike, welat çêdike. Armanca me, kerê me eve û serkeftin ji bo vî karî, serkeftin ji bo we tevan bi vî karî.
Li ser vê dîsa vê dewreya we ya Şehîdên Tolhildanê em pîrozdikin. Bi rastî şehîdên Tolhildan şehîdên mezinin mirov bi navê van şehîdan jî vê dewreyê xurt bike, di demeke bêhtir di aliyê şerde nuhbûniyê çêbike, kêmasiyên insanên me rake, ew însanên di hemû zor û zahmetiyêde li her xwe didin, va însana çêdike. Bi kevinperestiyê, bi lîskên dijmin ê mirov hiltînin, mirov li ser wan bisekine, wana rake û nekeve lîska, li derveyî parti, hundurê partiyêde nekeve lîska, li ser bîranînên şehîdên wiha çêbuyî mîrov wana temsil bike xwe wiha bi quwetke ji bo partiyê, ji bo şer, sozên me daye şehîdan mirov pêkbîne.
Li ser van rastiyan em ji bo we serkeftinê dixwazin, dîsa em ji bo hemû, gelê xwe jî di vî şerîde û di nîvê vê salê şûnde serkeftinê mezin dixwazin. Ku em wiha rast kar bikin, şerê xwe wiha rast xwe bidin ser ku dunya bi yekbe, nikare me ji serkeftinê dûrxe. Dîsa em her car pir dibêjin, em ji serkeftinê dûr tiştekî qebûl nakin û ji bo me jî mecbûriyete, dîsa ev dewreya we bi serkeve û ji bo we tevan pîrozbe.
hevalên bi tecrube hene. Hevalên zindanê hene, ji çiyê hatine hene, yên 15, yên 20 salî tev hene, dersan didine we, guhê xwe hebeki vekin, mejiyê xwe vekin bigrin. Ji xwe hûn genî bûne, hûn kufukî bûne, hûn tev mahf bûne, bigrin ji hevalan û paşyê di welatde xwe biçînin, hişîn bibin. Ji bo we firsendeke mezine, jê îstîfade bikin. Hevalên me zû dikevin, zû winda dibin. Xwe wiha çêbikin ku hun çûn cihê xwe mîrov bi we bawer bike. Mirov bêje, van hevalan zû nakevin, nav hevalan tişt ji dest tên der. Di virde mirov îkna bikin, dema mirov we rêdike welat mirov bêje vana di şerde di çiyêde dikarin jiyanê bimeşînin, dikarin mesûliyetê bigrin, bi dijmin dikarin, ji usûla şer re çi tê xwestin, dikarin pêre bimeşin, dijminê xwe bixînin. Me wiha îkna bikin, rojekê pêşde mîrov dikare we bişîne. Diherin zû dikevin, heyfe, pir bi qirarên şaş dikevin, pir li dijî usûlê şer dikevin. Ji bo vê heta dawiyê livir bielimin. A eyb, ne elimandine. Ji alî şerde xwe
çêbikin, çi ji were lazime, bixwînin pirtûk hene. Heval jî pir tiştan didin we, wexta hûn çûn welat, mirov bawer bike ku ji destên we hinek tişt tên der.
Bi salan li hember dijmin di welatde hûn dikarin şer bikin. Em ve ji we dixwazin. Sozên hûn didin em wiha qebul dikin. Bi rastî angu sozên we dane em wiha pêrene. Wekîdin sozên hûn bidin, tu qimeta xwe nîne. Sozên mirov bide ku li hember dijmin xwe bihêle li hember dijmin şerzaniyê bike, biser bibe. Ji bo partiyê nebe muşkule, bîlakîs pir tiştan hilîne. Bibe însanekî baş, ji hevalên xwere, çû ku mirov başiyê temsîl bike. Ji bo vê ez dibêjim xwe çêbikin. Başe, hûn alîkarîya van hevalan jî digrin, bi rastî jî li ser xwe bisekinin. Viqas sale ez her roj li ser xwe disekinim, her roj xwe çêdikim, her roj me wiqas bar rakiriye, rojekê min negotiye ez westiyame, nikarim bikim. Çi hate ber çavê me, em li ser sekinîn. Çi ji me hate xwestin, me jî li gor quweta xwe da ser. Hûn dibînin ku tiştên mezin çêdibin, hûn jî çêbikin. Ji we ên werin xwestin evin. Heta ku hûn wiha çênekin, xwe efû nekin. Hûn zanibîn ku partî jî we efû nake. Partî, însanê bisernekeve, însanê di her cihîde nemeşe, nikare pêre bimeşe. Mirov di nava partiyêde li ser hevalan xwe neke bar. Mirov xwe bihêle ji bo bar rake, ne bike bar. Barê gel sivik bikin, ne xwe li ser gel bi barkin. Bawerim hûn wiha partiyê fêhm dikin, wiha li ser disekinin. Em dîsa ji we tevanre serkeftinê dixwazin.
Serokatiya Partiyê
15 Tîrmeh 1993
- Ayrıntılar
Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo lehceyên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek lehce têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare di zemîna me afirandî de biaxive, heta dikare zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be.
Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare çawaniya pêşvehatina ziman a hetanî roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî bilind a kurdî ava bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî ava bike. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Hetanî ev yek pêk were jî divê her lehçe di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman bistrê, axaftinan bike û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor... Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye.
Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdewariyê hindek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min ti caran li pêşiya xwe nekirin asteng. Hindek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hindek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdeyetiyê hindek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek lehceyên cewaz pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tuyê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku di Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng bi dest digrin, ger wisa bidomînin dê bidin wendakirin.
Di nava me de ticaran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanên tirkî û yên erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirinê. Ev hetanî demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran hetanî demekê serdest be, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare ti tiştî jî bi dest bixe.
Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe raweste. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir hetanî dawiyê jî ezê wisa bidomînim” her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîne. Esas her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengê bi dest bixe. Ez dibêjim ku lehce jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî hetanî bi zanîngehê rêxistin bike. Eger bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku dê tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hindek plan û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.
Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî temsîliya paşverûtiyê dike. Tu nirxekî çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e, dijmin te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de texrîbateke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkariya min a kurditiyê ne asteng in. Berovajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, hûmanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e.
Ji aliyê din xwe nedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm fermanberekî (memur) mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezilê jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratiyê û yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye.
Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hindek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ê dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê li ber kirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîne. Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me hetanî niha ji biratiyê re raber kiriye hetanî niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşe û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna netewî ya ku min bi dirustî wergirtiye difermîne ku, Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.
Hindek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev waneyeke (ders) mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare hetanî bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexe yan jî bi cilan ve nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hindek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Naxêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ser ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi gel re be? Van her du xalan ez baş ji he
Zimanê Kurdî Tevkujiyekê Dijî
Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.
Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.
Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.
Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi İngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çerçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.
Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çerçoveyê de bin.
Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.
Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewneq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye. Nasdikim û pêk tînim.
SEROKATİYA PARTİYÊ
- Ayrıntılar
Yê ku hêsan wenda dikin, rêza wan ji jiyanê re nîne. Yê ku di carekê de nirxan bi hêsanî serûbin dikin, li hemberî jiyanê herî kêm bi qasî dijmin xeter in. Ez vê gelekî zelal diyar dikim, divê hun jî vê yekê fêm bikin. Em jiyanê weke hêviyekê dinirxînin. Em dixwazin bi gelê xwe, jiyana azad bidin qezenckirin. Em derfetên jiyana wekhev û azad ku jin û zilam gelekî pê muhtacin ava dikin. Ger ev rast be û hun jî bi vê ve girêdayî bin, gelo hun ji bo ji di erkên hêsan de, di çalakiyan de, di rêxistinbûnê de, di propagandayê de çima ne serkeftî bin? Derdikeve holê ku di rastiyê de girêdaniya we ji bo van nirxên bingehîn zêde pêş neketiye. Mînak ger hun weke min ji cewher bi van nirxan ve girêdayîbûna, we dê bizanibiya ka ez ji bo welat çi qasî sebir dikim, ji bo ku ez çekekê bigihînim Kurdistanê çi qasî li ber xwe didim û ji bo şervanekî bigîhînim, çi qasî hewl didim. Ji ber ku ez bi jiyana azad ve girêdayî me, ji wê gelekî hez dikim û min ev bi keda xwe ve peyitand. Di rastiyê de gelo hun nirxên amade, welatê amade çawa bin pê dikin? Hun li hemberî rêhevalên xwe weke dijminekî ne û tavilê hun dilan perçe perçe dikin. Peyvên rêz û hezkirinê, nêzîkbûn û helwestên wê ji kesayeta we gelekî kêm dipijiqe. Yan jî hemû weke diriyan tê re diçe. Ji ber vê yekê hun nayên rewşeke ku bibin welatparêzek, rêhevalekî û partiyiyekî ku bi hezkirin û rêzê ve dagirtiye.
Ger hun van kêmasiyên xwe derbas nekin û neyên rewşa milîtanekî xwedî hêz, hun nikarin bibin fermandarekî baş jî. Fermandarî kesayeteke ku hemû nirxên jiyanê tê de herî berfireh dijî ye. Bêguman ger ji we re bimîne, fermandarî çewisandine, xapandine, fêlbaziya gundîtî ye, demagogî ye. Ez dikarim we bi vê rewşa we îdare bikim, lê belê nêzîkbûnên we yên wiha dê bibe valaderxistina tekoşîna me. Hun jî dibêjin qaşo “ez ji bo şer heme.” Yê ku ji bo jiyanê wiha bêrêz e, nikarê mafê jiyanê bidê, pirsgirêkeke xwe ya şer nabe. Yekî wiha dê bi şer bilêyîze û bide wendakirin. Berê hun di riya hindek ajoyên xwe de xwînî dibûn. Vê jî we bi navê “namûsa min e” dikir. Jin namûs e, mirov ji bo jinê şer dike. Lê belê divê jin weke malekê neyê bidestgirtin. Ger hun jinê weke malekê bi dest bigrin, hunê wê bînin rewşekê ku nayê naskirin. Ev şerekî şaş e. Nêzîkbûneke ku li gorî kevneşopan û ajoyan e. Diviyabû jin wiha nebûya, yan jî têkîliya jin û zilam ev qasî neketiba. Ev wendakirina jiyanê ye, înkara jiyanê ye, bersiva herî xirab a ji bo pirsa “çawa bijîn” e.
Gelo em hetanî vî temenê xwe, ji bo çi hîn jî ji bo ku jinên welatê xwe biguherînin mijûl dibin? Ji ber ku dema em ji bo pirsa “çawa bijîn” li bersivan digerin, em dizanin ku ev yek bê jin çênabe. Jiyan bi jinê çêdibe. Lê belê bi jineke çawa re? Dema ku hun destên xwe dirêjî jinê bikin, belaya seriyan e, kirêt e û bi girîn e. Dikare di du rojan de we mehf bike. Bi vê jinê re jiyan nabe. Divê zilam jî vê yekalî bi dest negre. Kîjan zilam bi jinê re bikeve nava têkîliyan ew jin jî, ew zilam jî tune dibe. Tiştekî jinê ji zayendîtiya xwe ya çors wêdetir pêşkeş bike nîne. Jîriya wê, rêxistin, hizir û bîrdoziya wê nîne. Şêwazeke têkîliyan a li gor ajoyan tunebûn e. Rewşeke ku di asta civakên klanan de, heta hîn di şûn wan de ye heye. Wisa ye ku ev di me de bûyereke civakî û siyasî, ya cidî ye.
Ji aliyê dijmin ve têkîlî bi temamî weke xefika civakî, siyasî û netewî hatiye pêşxistin. Ger em vê xefikê perçe nekin, emê her dem bikevin nava wê û tune bibin. Teqez divê em xefika jin an jî zilam bişikînin û vê berovajî veguherînin. Divê mirov weke ku bi fedakariyên mezin welat qezenc dike, jin û zilam jî qezenc bike. Weke ku partî û rêxistina wê qezenc dike, divê têkîliyê jî qezenc bike. Dîsa dema ku jin tê qezenckirin, divê şer were qezenckirin. Ev hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ye. Ez naxwazim van mijaran zêde vebikim. Lê belê misogere ku hunê balê li vê bikişînin. Şagirtên baş, şagirtên ku di van mijaran de yê ku cidiyetê raber dikin in. Vê qet weke berê bi dest negrin. Ger hun bi dest bigrin, hunê mehf bibin.
Divê em jiyanê di vir de bibersivînin. Ne em bi erzanî û hêsanî ku hetanî niha li gor kevneşopan û pergalê nêzîk bibin, ne jî divê nêzîkbûneke înkarkar çêbibe. Mirov dikare çareseriya serkeftî peyda bike. Min weke kesayet xebatên jinê ber bi pêş ve birin û min diyalogên xwe yên bi jinê re pêş xistin. Jin ji me gelekî baş fêm dikin û pêl bi pêl têne nava refan. Berê ji bo ku jinê bistînin digeriyan. Dihate gotin em ji ku bibînin, ji ku bistînin. An yeke bêziman didîtin an jî nedidîtin. Min ev yek bi tirsnakî pêşwazî kir. Hun dizanin ku ji bo bi destxistina qelend we dê li Çukurovayê yan jî li cihekî din deh salên ciwaniya xwe tune bikira. Rexmî vê we dê pereyên qelend bidîta yan jî nedîta. Piştî ku hun ew qasî xebitîn û we jin stend jî diviya ku hun çil carên din bixebitin ku ew jî tunebûna her tiştekî bû.
Şêwazên me yên derxistina holê ya jinê cuda ye. Ger em bixwazin em dikarin bi mîlyonan jinan bînin rewşeke gelekî pêşketî, gelekî bivîn û gelekî dikare biryara jiyanê bide. Ev ne weke ku li Edenê deh salan kar bike û pereyên qelend bibîne ye. Ger hun pêwendî bi xebatên jinê bikin, birêz bin hun dikarin jina herî bihêz derbixin holê. Li şûna ku keçik bibêjin “ezê çawa mêrekî bibînim, ez di malê de mam” bila bibin milîtanekî saxlem û mirovê ku rêzê dide wan biafirînin. Şêwazê rast ev e. Lê belê hetanî niha digotin “dê kî li min xwedî derbikeve û ezê kê bixapînim?” Bi rêbazên herî çors û hov ve nêzîkbûnek nîşan didan. Ev yek nabe riyeke rast. Riya rast jina ku bihêz dibe, xwekirina xwedî vîn ji ber vê jî jina ku bedew dike di kesayeta xwe de pêkanîn e. Piştî ku ev hate pêkanîn, tu pirsgirêkên we nabin. Divê hun di malê de mayînê na, bibin milîtanên ku rêz û hezkirina her kesekî qezenc dike. Vaye çareserî ev e û divê hun çav berdin vî tiştî. Derveyî vê pêwendî û rêz nabe, ji bo pirsa “çawa bijîn” jî bersiv bi pêş nakeve.
Zilam jî neçare riya rast a xebatên jinê bibîne. Zilamên ku xebatên jinê ji hemû aliyan ve rast nagre dest, rêza xwe ya di derbarê wê de bi hewldanên xwe ve nîşan nade re, jin nîne. Di PKK ê de bi xwe spartina hêza rêxistinê û bi zorê stendina jinê ne gengaz e. Jixwe veşartî jî bike dê bibe bela serê wî. Ji bo şerê jinê, ji bo şerê wê ya partî û welat bûyîna milîtanekî rast riya herî rast e. Divê hun destpêkê ji bo welat şer bikin, hêza xwe ya rêxistinî û mêrxasiya xwe ya rast di vir de nîşan bidin. Ev ji bo jinê jî, ji bo zilam jî derbasdar e. Ev yek nêzîkbûna rast me nêzîkî hev dike, bi rêz û hezkirinê ve dagre ye. Ev jî ne gotinan bi hewldanên pratîkî, bi raveya wê ya bivîn û pêşketî ve divê wateyê bibîne. Wê demê hunê di têkîliyê de bigihên raveya jin û zilam a çawa bîjin. Di van mijaran de hîn jî durûtî, erkên ku bicih nehatine, nêzîkbûnên gelekî kesî û dogmatîk û ajoyî hene. Dema ku derfetê bibînin vê yekê bi giranî bi partiyê didin jiyîn. Lê belê ezê derfetê nedim vî tiştî. Divê hun hemû bizanibin ku ez di vê mijarê de şervanekî balkêş im.
Gelek şehîdên me yên jin hene. Ez neçarim wan bînim ber çavên xwe. Wisa ye ku milîtanên me yên zilam ên ciwan xwedî nirx hene. Em dizanin ku ka ew şervanên çi ne. Em ji van hemû tiştan ji bo pirsa “çawa bijîn” re bersivê pêş dixin. Divê hun vê yekê gelekî cidî bigrin. Dema ku we bersiveke bihêz da pirsa “çawa bijîn” dê şer rast were bidestgirtin, hêsan nayê wendakirin, dilopeke xwînê jî vala nayê rijandin. Di bûyera rêxistinê de gotineke ne di cih de jî nayê gotin. Revandina ev qasî mirovî li aliyekî dê di têkîliyan de şêrînî çêbibe û her dem were qezenckirin. Riya ku diçe “çawa bijîn” wiha ye. Ez wisa bawer dikim ku hun jî hindekî vê yekê ferq dikin. hun di ferqa pêşketinên di vî alî de ne.
Me riya tişta xweşik vekir, derfetên tiştên layiqê jiyanê ne, me derxistin holê. Wisa bawer nekin ku ev xwe bi xwe, bi hêsanî tên qezenckirin. Hun bi şerekî Rêbertiyê ya piralî û berfireh ve derketine holê. Ev jin bi şerekî mezin ve derketine holê. Bila ew bi xwe jî xelet nêzîkî rastiya xwe nebin. Me bi şerekî mezin ve xwe anî vê rewşê, bi vî rengî hindek derfetên rêxistinê derketine holê. Bi feraseta mêrxasiyê ya rast ku me li ser zilam jî pêk aniye ve me hindekî kesayeta bi welat û rêxistina xwe ve girêdayî û bi wê re zewiciye, derxiste holê û encam jî xebateke baş e. Ev xebat, xebatekî ku rûyê gelê me spî dike, me bi şan û şeref tevlî malbata mirovahiyê dike ye. Di vê de jî kesekî wenda nekiriye, berovajî her kesî qezenc kiriye. Em vê kûr bikin, li ser kesayeta xwe pêk bînin, bi vê jî em bi kesekî nelêyîzin. Wê demê hunê bibînin ku dê xeyal û plana me ya jiyanê gelekî bi pêş bikeve û hestên me gelekî bilind bibin. Ji bo ku ev werin serxistin jî, em şer gelekî baş fêm dikin û gelekî baş şer dikin. Em di şer de bi hêsanî wenda nakin. Ji ber ku ev hemû ji bo pirsa “çawa bijîn” e. Ev jî ji bo welatê me û civaka me ya azad e. Gelek kesên ku em jê hez dikin, bi hezaran girêdaniyên me yên hezkirinê hene. Ev ji bo şensê jiyîna wan e. Dema ku milîtanekî ev tişt hemû wiha fêm kir û kete şer, dê hemû tevdîrên hêsan wendakirinê bigre, hemû hostetiya serketinê nîşan bide. Dibe ku rojekê mirin were serê mirovan, lê belê piştî ku her tiştê ji dest tê hate kirin, her hal mirov dikare wate bide wê şehadetê.
Em dikarin bi kurtayî ji bo pirsa “çawa bijîn” van bersivan bidin. Ez di dahûrînan de bi giranî li ser van mijaran rawestiyam, ev misoger divê di kesayeta we de wate bibîne. Ez bawerim ku bersiva hun bidin vê dê nêzîkbûnên we yên şer jî, pirsgirêkên we yên gelekî cihê re di asta pêş de pêşketinê ava bike. Min xwest ez van mijaran bi cureyeke çîrok, heta bikim roman û vebêjim. Heta ku ji destên me tê jî emê wiha bikin. Lê belê tiştê ku em ji we dixwazin jî êdî bi biryarî ye, kûrbûn e û watedayîna vê ye. Ne bi zorê, divê em ji vê fêm bikin, têbigihên û vê di pratîka xwe de û di şêwazên xwe yên têkîliyan de nîşan bidin.
Mêrxasiya rast ew cidiyeta ku we di derbarê çawa bijîn de bi rêgez û bi şêwazê pratîkî nîşan didin e. Yê ku di vê mijarê de bi biryariyê û kûrbûnê bi dest dixin û vê jî bi jiyana xwe ve dipeyitînin, misoger dê bi dijwarî nêzîkî şer jî bibin. Dê asteke bi şêwazê rast û di pêş de ku dikare xeletiyên di nêzîkbûnên hetanî hatine kirin de sererastkirinekê pêk bîne, bi dest bixin. Weke encamekê vê jî dê wendahî kêm bibin û pirsgirêkên di artêşbûnê de baştir werin çareserkirin.
Mijarên xwedî naveroka civakî ji ber vê yekê gelekî girîng in û ev şêwazeke şoreşgerî ye. Dibe ku ji bo hindekan weke ne pêwîst were, lê belê pêşxistina giyanê ji bo sererastkirina rewşa giyanî ku gelekî tevlîhev û lihevketî ye, divê ev mijar bi serkeftî werin pejirandin. Ger ev nebin hunê bi destgirtina rastiyeke tevlîhev a weke şer de zehmetiyê bikişînin. Encamên vê nêzîkbûnê weke ku hetanî niha çêbûye, dê rê li ber rewşên gelek xeter û ketiye rewşeke ku nayê naskirin re vebike. Ji bo vê jî ez bicihanîna pêwîstiyên vê mijarê girîng dibînim.
Mijar bi kûranî û wergir bi dest hatiye girtin. Me berê nedikarî em ev qasî berfireh binirxînin. We jî asteke diyar bi dest xistiye. Ger ev kêmasî werin çareserkirin ez bawerim dê ji jinê de jî, di zilam de jî pêvajoya milîtaniya rast dest pê bike. Ez li ser vê, weke hunermendekê disekinim. Ev yek ji bo min tenê siyasî û bîrdozî nîne, erkeke netewî ye. Ez dixwazim bi qasî hêza xwe bi nêzîkbûneke wêjeyî dema pêwîst bike gelek taybetmendiyên huner jî xistina tevgerê ve, di vê pirsgirêkê de pêşveçûyînê pêk bînim. Ji vê re rêzdar bin, di vê mijarê de dahurandina nêzîkbûnên xwe yên heta niha bikin. Evê bi we pêşketinên girîng bide pêkanîn. Dibe ku di vî alî de kêmasiyên we yên cidî hebin. Ger ew jî werin çareserkirin, ew taybetmendiyên we yên kesayetê ku em ji serî hetanî niha rexne dikin dê veguherin gavavêtineke mezin.
Hindek aliyên we yên girîng û erenî hene. Em dixwazin van serdest bikin. Em dixwazin bi qasî van bi jiyana rastiyê ve girê bidin, giredaniya wê û şer bikin, di vê mijarê de bi biryariyê ve misoger bikin. Naxwe dê ji van hewldanên me re heyf be. Ji ber ku hun jî gelek hewl didin li hemberî tengasiyan li ber xwe didin, wêrekiyê nîşan didin. Ji bo ku wateyekê rave bikin jî divê hun van nêzîkbûnên ku em dixwazin bikin malê we, bipejirînin. Ger ev çêbibe dê pêwistiyên van rexneyan werin bicihanîn.
Heta dawiyê bi îdîa û xwedî feraset bin. Girêdaniya xwe bi şêwazê Rêbertiyê jî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Ger wiha be, emê bi we re gelekî rihet kar bikin, ji karkirinê jî kêfxweş bibin. Emê ji jiyîna bi jinan re û ji karkirina bi wan re jî kêfxweş bibin. Li gor min a herî rast jî ev e. Ger meşeke bi vî şêwazî ve weke ku berê we kiriye, xwe bi xwe ve mijûl nekin û em jî derfetê nedin vî tiştî, bi ziravî em vê biparêzin, hun dikarin bi ser bixin. Jixwe we ji bo şer jî fedakariya herî mezin û wêrekî nîşan daye. Bi temamkirina vê ve dê ev kar ber bi pêş ve biçe.
Di vê mijarê de em ji bo çi ev qasî lihevketîbûnê, ji bo çi evasî ketîbûnê, kêmbûnê û lewaziyê bijîn an jî ji bo çi em li ser a rast serdest nebin? Ji bo çi di têkîliyan de, di jiyanê de evqasî fetisîn, tevlîhevî, bêrêzî, bêhezkirinî? Gelo ev ji dijmin zêdetir dê sûdê bide kê? Hun dibêjin “kevneşop, şêwazê mezinbûnê, bandorên dijmin.” Divê milîtanek êdî van neyne ser ziman. Em vî şerî di riya jiyana bedew de dimeşînin. Ji bo ew cîhana me ya rêz û hezkirinê ku hatiye wendakirin bibînin, ji bo bedewiyên me yên hatine wendakirin derbixin holê, em vî şerî dimeşînin. Şer ji bo şikandin û hilweşandinê nîne. Ji bo mirinê qet nîne. Şer ji bo nirxên jiyanê ne. Ji bo pirsa “çawa bijîn” misoger bersiva rast û di cih de dayînê ye.
7 Pûşber 1996
- Ayrıntılar
Kesayetiya Zîlan kesayetiya xwesteka jiyana mezin, şer, rêxistinî, azadî û evînê ye. Şêwaza Zîlan, bi wêrekî (cesaret), hezkirin, nêziktêdayina jiyan û kesayetiya şer, ji bo me fermande (komuta) ye û serokatiyeke rastqîn e. Her wiha ji ber ku bi destê jinê pêk hatiye bi nirx e û herkes divê layiqê vê nirxê be.
Çalakî wekî ku tê hesibandin, ne çalakiyeke întîharî ye. Bi temamî li gorî demê ye û dîrokî ye. Her wiha çalakiyeke bi plan, bi rêxistin, bi cesaret û fedekarane ye. Karê tabûrekî bir tena serê xwe li dar xist. Divê mirov wekî çalakiyeke payebilind binirxîne. Di xeta şer a PKK’ê de, cihê vê çalakiyê pir eşkere ye. Heta mirov dikare bêje, di dîroka PKK’ê de, çalakiya herî pêşketî ye û şayesteyê (layiqê) xeta PKK’e ye. Di nav şertên newekhev de, çalakiyeke bi vî rengî li dar xistin di xeta PKK’ê de gaveke nû ye. Ji me re dibêje ku; “Ku hûn dimirin bi awayekî rast bimirin, ku hûn êrîş dikin, rast êrîş bikin”. Di vir de xeta PKK’e ya îdelojîk û polîtîk pir mukemel fêm kiriye. Ev jî, fêmkirineke cewherî ye. Ev çala-kiya han, rastiya mefhûma çalakiya PKK’ê hîn zêtedir da nîşan û derxist holê. Hevala Zîlan, piştî ku xwe dighîne biryareke rast, bi kurtasî rastiya PKK’ê dinirxîne û dide nîşan ku, wê bi awayekî çiqas xurt PKK’ê fêm kiriye. Tu kes divê, bêyî fêmkirina PKK’ê, li ser navê PKK’ê çalakî li dar nexe û vê mafê ji bo xwe nebîne.
Ravekirina (îzahkirina) wê ya partiyê, di rengê manîfestoyekê de ye û ji me gelek pirsan dipirse; tu PKK’ê bi vî rengî nas dikî? Eger tu nas nakî tu çima bombe û çeka PKK’ê hildigrî? Eger tu ji rastiya dîroka vî gelî bê xeberî, tu li nav refê şer çi digerî? Heval Zîlan, bersiva van pirsan yek bi yek bi awayekî zelal dide. Zanebûna wê ya dîrokî şayanê pesnê (övgüye değer) ye û dîrokî bi kurtasî û pir baş analîz dike. Ev hevala mezin, misoger bingeha dîrokî dîtiye û gihiştiye wê baweriyê ku, divê mirov kokê xwe berde nav kûraniya dîrokê. Haya wê ji rastiya dîrokê heye, bi zanebûna wê, berpirsyaritiyê hildide ser milê xwe. Vê rastiyê mukemel pêk aniye û azadiyê fêm kiriye.
Ev heval, hevaleke nû ye û şervana salekî ye. Min nas nake, lê, bi awayekî pir baş lê kolîn kiriye. Ez bawer im dûr be jî, bi vê hevalê re hîç nexafîme. Lê belê digel vê, li ser bingeha fêmkirin, şîrovekirin û têgihiştineke evqas mezin kesaya-setiyeke mîlîtan der xist holê. Li gorî min divê mirov vê kesayetiyê, wekî mîlîtinake resen (hakiki) a PKK’ê binirxîne.
Di nav partiyê de wiha xwe zelalkirin, bi zimandirêjî û demogo-jiyê xwe mijûl nekirin û firsend nedayina her cure helwestên dûrê rastiyên îdeolojîk û rêxistinî, li gel van gava ku dibêje “Berxwedanî taybetmendiyê herî bingehîn a PKK’ê ye”, di vir de misoger xwedî li taybetmendiyê resen ên mîlîtan-tiyê derdikeve. Operasyonên 96’an yên dijmin baş dest nîşan dike û li hember vê, ji bo şêwaza pêwist a mîlîtanê/a PKK’ê wiha dibêje; “Çalakiyeke bi vî awayî pêwist bû”. Di vê wateyê de ev çalakî, yekcar (tamamen) li gorî taktîka demê ye. Wekî ku min got ne întîhar e, çalakiyeke cîddî ya êrîşê ye. Ev, fermanek e, remzek (sembol) e û şêwazek e. Erkê pêkanina vê dikeve ser milê me hemûyan.
Çalakiya Heval Zîlan banga-waziyek e! Ev bangawazî divê çawa bê fêm kirin? Hêza te çi dibe bila bibe (manga, taxim, bilûk hwd.) misoger divê tu xwe li gorî xeta rêxistinî wekî bombeyekê lê bînî û di hêza bombeyekê de di rûyê dijmin de biteqî.
Bêrî ku çalakiyê li dar bixe, bi rojan li Dêrsimê disekine, der û dora xwe dimeyzîne, gav gav dijmin dişopîne û heta ku dikeve hundirê dijmin. Gelo çalakiyeke evqas bi rêk û pêk di nav me de hatiye dîtin? Çalakiya xwe bi lez, nîv û nîvçe li dar naxe. Cihê ku li çalakî li dar dixe, pir baş tê parastin û di bin kontroleke mezin de ye. Lê belê, digel vê yekê ev çalakî, li Tirkiyeyê deng veda û kire nav tengaviyeke mezin. Bes, her çiqas li van çiyan evqas derfet di destê we de heye, hûn nikarin çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin. Lê, çalakiya heval Zîlan di her aliyê de têkûz û bêkêmasî ye.
Heval Zîlan hemû partiyê, hemû gel û heta sabotaja li hemberê min, pir baş fêm kiriye û di encama planeke pir xurt de vê çalakiya dîrokî pêk anî. Mirov dikare bêje, di dîroka PKK’ê de, heta di şerê rizgariya netewî de çalakiya herî pîroz û encamgirtî ye. Eger hemû yekîneyên (birlik) me, hemû mîlî-tanên me, heman (aynı) fedakarîyê, wêrekiyê, plansaziyê (planlama), xwînsariyê û helwestê bidin nîşan; quwetên xwe perwerde bikin û bidin mevzîkirin, her wiha bi xwestek, îrade û moreleke mezin nêzikê her çalakiyê bibin, navê vê serkeftin e. Li gorî wê demê, mutleqa ev rengê çalakiyê, divêya-bû bihata lidarxistin, Heval Zîlan jî vê yekê kir.
Ev çalakî, ji bo gel, netew û heta bo jin çavkaniya hêzê ye. Ji ber vê yekê, hêjayê pesnê ye. Bi awayekî dîrokî ku mirov hilde dest, vejina gel e. Hevala Zîlan li ser navê mirovahiyê, li hemberî dijminê faşîst, emperyalîzm, kêritbûn (yozlaşma) û ketina jinê ev çalakî pêk anî. Dibêje ku; “Li dijî polîtîkayên emperyalizmê yên kolekirina jinê, bi teqandina bombeyê li ser xwe re, ez dixwazim hêrs û kîna xwe, ji bo vejina jina Kurdistanê bi kar bînim”. Di vir de li hember rizîbûna emperyalîzmê û Tirkiyeyê -ku nûnertiya vê rizîbûn û kirêtbûnê dike- hêrs û kîneke wê yî mezin heye. Di heman demê de, riya afirandina jina xweşik jî dide nîşan û dibe remza (sembol) wê. Vê çalakiyê, zilamek jî dikariya bikra, lê yê ku kir jin e. Ji hêla jin ve li darxistina vê çalakiyê him xwezayî ye, him mecburiyet e û him jî bi rastiya jinê ve girêdayî ye. Di rengê çalakiyê de, bi jinê ve têkildar (eleqeder) taybetmendiyê wê yê cihereng (özgün) hene.
Çalakdarên herî mezin, di rastî de, ji bo nîrxên ku pê bawer in, çalakî li dar dixin. Ev kesayetiyên han, van nirxan di xwe de sembolîze dikin, kom dikin, ji xwe re esas digrin û xwedî berpiryariyeke mezin in. Tiştî ku ez dixwazim bêjim, ev kesayetiyên han, xwe bela sebep (cihê vala de) navêjine hundirê agirê. Eger, bi nirxeke mezin bawerî neyne, bi remz û serokatiyekê ve girêdayî nebe, tu kes cesaretê çalakiyekê bi vî rengî nake. Ji ber ku dibêje; “Hezkirina min a jiyanê pir mezin e”. Dizane ku xwe azadkirin û afirandin bi şer mimkûn e û dema ku vî şerî jî dike, bawer e ku wê jiyan bike.
Jina azad dixwaze xwe wiha biafîrine.
Heval Zîlan bi çalakiya xwe ji şervantî, serkeftin, hezkirin û hurmeta ku dihat xwestin re bû bersiv.
Artêşa me, di milê taktik de ew xitimandina ku jiyan dikir, her wiha di milê plan, veşartîbûn, êrîş, parastin û di hemû noqteyan de kêmasiyên ku jiyan dikir, bi vê çalakiyê ve, xwe sererast kir û di riya serkeftinê de şêwaz (terz) û hêzek mezin bi dest xist. Êdî gelê me, ji bo bidestxistina pêwistiyên netewî-civakî, bû xwedî hêz û hebûneke mezin ku bi sedan sal bikaribe xwe bispêrê, jê re îman bike û bawerê pê bîne. Mirovahî dît ku, şoreşeke payebilind (eşsiz) a azadiyê tê lidarxistin û ji vê kesayetî û çalakiyê hezeke mezin wergirt. Çalakî çi ye? Di nav rêxistinê de, rêxistinê rast jiyîn, polîtîk şarezebûn (yetkinleşme), bûyi-na xwedî ûslûp, şêwaz û tempo ye. Di milê leşkerî de jî, li gorî demê, taktîkê bicîhanîn e. Çalakiya mezin ev e.
Li hember lehengtiyeke evqas mezin, yê ku nelirize, wate nedê û heta bi hemû aliyên ve fêm neke, ji PKK’tiya wê heta ji mirovtiya wê, ez guman dikim. Emê destûr nedin ku, tu kes bi nirxên pîroz yên gelan bilîze û ez soza vê didim. Kesa-yetiya şerker û çalakdar li ku der be, emê jî li wir bin. Fermandar ew e, em jî şervanên wê ne.
Rêber APO
- Ayrıntılar
