HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 28’ê Tîrmehê di saet 16.50’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin.

— 29’ê Tîrmehê di saet 17.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li çeperekê hate xistin.

— 28’ê Tîrmehê di saet 09.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate îmhakirin.

— 28’ê Tîrmehê di saet 22.05’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin.

— 29’ê Tîrmehê di saet 9.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate îmhakirin.

— 29’ê Tîrmehê di saet 20.10’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate îmhakirin.

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 27, 28, 29 û 30’ê Tîrmehê Qada Newrozê ya herêma Qendîlê carekê, qadên Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf û Sinînê yên herêma Xakurkê 12 caran, qadên Şehîd Aslan, Zêvkê, Zengil, Yekmalê, Spîndarê û Kanî Sarkê yên herêma Garê 6 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî yên herêma Metînayê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.

— 27 û 29’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Xakurkê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

30ê Tîrmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê