HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re! 

Xaka qedîm û berxwedêr a Rojhilatê Kurdistanê, di tevahiya dîrokê de li dijî mêtingerî, zext û polîtîkayên înkarê serî netewandiye. Yek ji navendên herî bi kok û berxwedêr a vê erdnîgariyê, Makû ye.

Bi sekna xwe ya bê hempa navê xwe li rûpelên herî bi rûmet a têkoşîna azadiyê ya Kurd nivîsand. Zarokên hêja yên ku ji çiya, gelî û kolanên Makû hatin, li hemberî zilma li ser gelê me bêdeng neman û ala azadiyê bilind kirin. Bi parçekirina sînorên mêtingeriyê û sîstema zilmê, li çiyayên Kurdistanê destanên qehremaniyê yên mezin afirandin. Zarokên biwêrek ên Makû bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevlî nava refên gerîla bûn. Wan ruhê welatparêzî, zanebûna netewî ya bi kok û kesayetiya berxwedêr a Rojhilat li lûtkeyên çiyayan veguherandin çalakiyê. Wan doza azadiyê ya gelê Kurd di kesayeta xwe de dîtin; di demên herî zehmet de jî bê dudilî tevlîbûneke fedayiyane raber kirin.

Hevrêyên me Bêrîvan Amed, Çavreş Gabar, Marya Amanos, Ronya Ronahî, Dîcle Makû, Êrîş Welat, Tamara Gever, Evîn Fîraz, Kanî Urmiye, Berxwedan Gilîdax, Şervan Şoreş, Bawer Gilîdax, Şervan Makû, Egîd Zerdeşt û Rûken Azad di nava pêvajoya têkoşînê de di demên cuda de şehîd bûn. Her yek ji wan bi têkoşîna xwe bû endamê nemir ê vê meşê. Ev zarokên bijarte yên Makûyê, li çiyayên Kurdistanê li dijî mêtingeriyê dîwarê berxwedanê ava kirin. Fedekariya wan di têkoşîna azadiyê ya gelê me de ti carî nayê jibîrkirin. Gelê me yê Rojhilat û hemû gelê Kurd wê her tim bi van lehengên xwe yên fedayî serbilind be û di hiş û dilê xwe de bidin jiyîn.

Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê Makû yê berxwedêr, gelê Rojhilatê Kurdistanê yê welatparêz û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em 15 lehengên xwe yên nemir bi rêzdarî, minet û dilsoziya herî kûr bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku her dilopa xwîna li ser vê xakê rijiyaye û her keda hatiye dayîn, bişopînin û teqez têkoşîna wan bigihînin serketinê. Em soz didin ku li pey şopa şehîdên xwe bimeşin, meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê û timî bîranînên wan bidin jiyîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:


Nasnav: Bêrîvan Amed
Nav û Paşnav: Çîçek Omerî Brukî
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Xezal – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Hezîrana 2024’an / Xakurkê

Bêrîvan Amed – Çîçek Omerî Brukî


Nasnav: Çavreş Gabar

Nav û Paşnav: Reşîd Ezneb

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Fatma – Seîd

Cih û Dîroka Şehadetê: 2011 / Heftanîn

Çavreş Gabar – Reşîd Ezneb


Nasnav: Marya Amanos

Nav û Paşnav: Gulîzar Rasiq

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Nure – Mehemed

Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Îlon 2012 / Şemzînan

Marya Amanos – Gulîzar Rasiq


Nasnav: Ronya Ronahî

Nav û Paşnav: Zehra Ziraatî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Fatimê – Adıl

Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Îlon 2012 / Şemzînan

Ronya Ronahî – Zehra Ziraatî


Nasnav: Dîcle Makû

Nav û Paşnav: Neîme Ahen Xuş

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Xezel – Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: 11 Tîrmeh 2017 / Cîlo

Dîcle Makû – Neîme Ahen Xuş


Nasnav: Êrîş Welat

Nav û Paşnav: Ehmed Mihemedzade

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Zeynep – Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Sibat 2007 / Qendîl

Êrîş Welat – Ehmed Mihemedzade


Nasnav: Tamara Gever

Nav û Paşnav: Kamîle Elvîn

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Fatimê – Yasîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 2020 / Botan

Tamara Gever – Kamîle Elvîn


Nasnav: Evîn Fîraz

Nav û Paşnav: Sekîne Reşîdî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Kewê – Nebih

Cih û Dîroka Şehadetê: 2012 / Xakurkê

Evîn Fîraz – Sekîne Reşîdî


Nasnav: Kanî Urmiye

Nav û Paşnav: Rehîm Ispatî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Dilşad – Ebdilezim

Cih û Dîroka Şehadetê: 17 Îlon 2017 / Cîlo

Kanî Urmiye – Rehîm Ispatî


Nasnav: Berxwedan Gilîdax

Nav û Paşnav: Sîpan Abkar

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Xanê – Ferxeldîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Gulan 2016 / Qendîl

Berxwedan Gilîdax – Sîpan Abkar


Nasnav: Şervan Şoreş
Nav û Paşnav: Elî Hacîlo
Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Rabiê – Bekir

Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Sibat 2018 / Xakurkê

Şervan Şoreş – Elî Hacîlo


Nasnav: Bawer Gilîdax

Nav û Paşnav: Bêhnam Efendîpûr

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Guzel – Cefer

Cih û Dîroka Şehadetê: 5 Îlon 2022 / Zap

Bawer Gilîdax – Bêhnam Efendîpûr


Nasnav: Şervan Makû

Nav û Paşnav: Mihemed Mustefevî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Sebile – Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: 22 Adar 2018 / Xakurkê

Şervan Makû – Mihemed Mustefevî


Nasnav: Egîd Zerdeşt

Nav û Paşnav: Resûl Firdusî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Cewahir Ehmedî – Hesen Firdusî

Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Nîsan 2019 / Qendîl

Egîd Zerdeşt – Resûl Firdusî


Nasnav: Rûken Azad

Nav û Paşnav: Şeyda Xalidî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Fatimê – Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Nîsan 2019 / Xakurkê

Rûken Azad – Şeyda Xalidî

BÊRÎVAN AMED

Hevrêya me Bêrîvan li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên xwe yên neteweyî de hate dinê. Hevrêya me Bêrîvan bi saya zanebûna kûr a welatparêziya malbata xwe û dilsoziya malbatê ya ji bo çanda Kurd, bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêya me ya xwedî kesayetiyeke gihîştî, bi terbiye û zanebûna ji malbata xwe wergirtî li her derê dihate hezkirin û gotina wê dihat guhdarkirin. Hevrêya me Bêrîvan di temenekî zû de gerîla dît û her tim bû heyranê wan. Xeyala wê rojê kir ku bibe gerîla û ji bo azadiya gelê me şer bike. Ji her liv û tevgera gerîlayên ku ku ji nêz ve dîtî, bandor bû û sempatiya xwe ya ji bo Tevgera me mezin kir. Mereq kir ku Rêbertiya me çawa ji jinên di civakê de hepsî qalibên diyar hatine kirin, artêşeke jinên azad ava kir û heqîqeta gerîlayên jin ên pêşengên şer jî mereq kir û kete nava lêpirsînên kûr. Fikirî ku ji bo parastina nirxên bi berdêlên mezin hatine afirandin û destkeftiyên gelê me, di têkoşîna gerîla de cih bigire. Hevrêya me Bêrîvan kete nav lêgerîneke xurt û li ser vê bingehê hewldan kir. Hevrêya me xwest ku ji bo debara malbata xwe tevkariyê bike, beşdarî karê xalîçeyan bû ku sebir û baldariyeke mezin divê. Hevrêya me Bêrîvan di temenê zû de ked nas kir û kesayetiyeke kedkar û fedakar bi dest xist. Hevrêya me ya ku bi aliyê xwe yê kedkar tê naskirin, li derdora xwe weke jineke Kurd a mînak hate naskirin. Hingî ku tevlîbûn li derdora wê çêdibûn, nirx û mîsyona ku Rêbertiya me dide jinan fêr bû, xwe nêzî azadiyê hîs kir. Wê jinên di civakê de û jinên ku di nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şer dikin anî beramberî hev û ji bo îdîaya azadiyê zelal bû. Dema zanî ku azadiya jinê û azadiya civakê heman e, hîn zêdetir bi ramanên Rêber Apo ve girêdayî bû. Hevrêya me Bêrîvan rola ku sîstemê daye jinan qebûl nekir û biryar da ku tevlî refên gerîla bibe.

Di sala 2006’an de hevrêya me ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya şervanên nû li qada Qendîlê dît. Pir ji jiyana kolektîf a gerîla û têkiliyên hevrêtiyê bandor bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi moral, di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla bû. Tevî ku şervaneke nû bû jî di nava demeke kurt de tecrûbe bi dest xist. Bû milîtaneke ku bi sebreke mezin hemû zehmetiyan derbas kir. Hevrêya me hingî ku di perwerdeyan de xwend bi zane bû, bi dil û can tevlî têkoşînê bû. Xwest ku di hemleyên şoreşgerî yên tevgera me de cih bigire. Hevrêya me Bêrîvan du salan li Qendîlê xebat meşand, di nava demek kurt de tecrûbeya jiyanê bi dest xist û bû gerîlayekî hêja ya YJA Starê. Hevrêya me her kêliya xwe tejî jiyan kir û di gelek mijaran de alîkarî da hevrêyên xwe. Derbasî herêma Heftanînê bû. Hevrêya me Bêrîvan li herêma Heftanîn jî di warê leşkerî de tecrûbe bi dest xist û bû heyranê xwezaya Heftanînê ya mîna buhiştê. Di xebatên pratik de bi fedekarî û tevlîbûna xwe ya bi moral, bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak.

Hevrêya me Bêrîvan piştî xebatên pratîkî li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde wergirt û derbarê dahûrandin û parêznameyên Rêbertî yên têkildarî artêşbûna jinê lêhêrbûn kir. Hevrêya me armanc kir ku di warê îdelojîk de jî tecrûbe bi dest bixe û ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Hewl da ku pêdiviyên nasnameya YJA Starê bi layiqî bi cih bîne. Bi xwesteka fêrbûnê ya di perwerdeyan de, teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir. Aliyên neyînî yên ku zihniyeta desthilatdariya mêr di civakê de û li hemberî jinê afirandiye, analîz kir û xwest bi temamî ji sîstemê qut bibe.

Hevrêya me Bêrîvan perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand û li herêma Zap û Garê tevlî xebatan bû. Hevrêya me xwest di branşên leşkerî de bibe pispor û sala 2012’an li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît. Hevrêya me hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de tecrûbe bi dest xist û bû xwedî sekneke li gorî ruhê demê. Xwest di Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi roleke aktîf rabe. Sala 2014’an li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser destkeftiyên gelê me, di hemleyên Tevgera me de cih girt û li qada Mexmûrê weke milîtaneke YJA Starê ya serketî wezîfeyên xwe bi cih anî. Di têkoşînê de alîkarî da hevrêyên xwe. Hevrêya me Bêrîvan di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû. Di nava demek kurt de xwe komî serhev kir û tevlî xebatan bû. Li gorî mîsyona dîrokî ya jinên Kurd tevgeriya.

Hevrê Bêrîvan piştî pratîkeke dijwar li Akademiya Hakî Karer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeyê bû. Kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêya me Bêrîvan bi kesayeta xwe ya sade, fedekar û azadîxwaz her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî û bû milîtaneke Apoyî û fermandareke pêşeng a YJA Starê.

Têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku ji Rojhilatê Kurdistanê dayî destpêkirin, li qadên Qendîl, Heftanîn, Garê, Zap, Mexmûr û Xakurkê bêteredut 18 salan domand. Hevrê Bêrîvan 17’ê Hezîrana 2024’an li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevalên wê yên têkoşînê, em soz didin ku mîrateya wê bigihînin serketinê. Em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hevrê Bêrîvan, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

ÇAVREŞ GABAR

Hevrêyê me Çavreş Gabar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Di nava malbateke girêdayî nirxên xwe yên cewherî de mezin bû. Hevrêyê me Çavreş di nava vê malbatê de çanda berxwedanê û nirxên civakî yên dewlemendiya civaka Kurd fêr bû. Hevrêyê me yê ji eşîra Celalî ya qedîm, ji ber tevlîbûnên li derdora xwe ya nêz li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê sempatî hîs kir. Bi bandora malbat û derdora xwe re sempatiya wî ya ji bo lêgerîna azadiyê, bi demê re veguherî baweriyeke bi kok. Hevrêyê me di demek kurt de li dibistanên rejîmê xwend, di vê pêvajoyê de derfet dît ku polîtîkayên sîstemê yên li hemberî fêm bike. Piştî dest ji dibistanê berda, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karên cur be cur de xebitî. Hevrêyê me bi saya kesayeta xwe ya kedkar, li derdora xwe hate hezkirin. Hevrêyê me yê xwedî kesayeteke kedkar û fedakar, li derdora xwe gotina xwe dida guhdarkirin. Hevrêyê me sala 2008’an derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike, heman salê biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Çavreş hemû derfetên sîstemê red kir û biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Ji bo azadiya gelê xwe, ket ferqa pêdiviya têkoşîneke watedar. Sala 2008’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Çavreş perwerdeya xwe ya ewilî li qada Xakurkê dît. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral, bû şervaneke mînak. Bi saya xwesteka xwe ya fêrbûnê ya di perwerdeyan de, di nava demek kurt de pêş ket. Hevrêyê me ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana komînan bandor bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî re di kesayeta xwe de veguherîneke girîng afirand û ket nava hewldanê ku felsefeya Apoyî fêm bike. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya esas bi rengekî serketî temam kir, hewl da ku her cure tecrûbeya xwe ya têkoşînê qezenc bike.

Hevrêyê me Çavreş piştî perwerdeyê, derbasî qada Heftanînê bû. Li vê qadê di gelek xebatan de ked da. Hewl da ku di felsefeya Rêbertî de kûr bibe û ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrê Çavreş li ser dahûrandin û parêznameyên Rêbertî lêhêrbûn kir û kûrahiya xwe ya îdeolojîk zêde kir. Bi kesayeta xwe ya sakîn û dilnizm, her wezîfe bi layiqî bi cih anî. Bi sekna xwe ya di jiyanê de, îdîaya xwe ya têkoşînê û hevrêtiya xwe ya xurt dilê hevrêyên xwe qezenc kir. Li qada Heftanînê di çalakiyên li dijî hêzên dijmin ên dagirker de bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me bi cesaret û fedekariya xwe derket pêş. Bi kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û kedkar bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me li eniyên zehmet ên têkoşînê, bû xwedî berxwedaneke mînak. Li her qada ku lê ye, bû çavkaniya moralê. Hevrê Çavreş sebra xwe ya ku berê di karê xalîçeyan de bi dest xistibû, veguhezt nava refên têkoşînê û her wezîfe bi hesasiyeteke mezin bi cih anî. Hevrêyê me bi kesayetiyeke aram û dilnizm dilê hevrêyên xwe qezenc kir. Di felsefeya Rêbertî de kûr bû û di warê îdeolojîk û leşkerî de bê navber pêşketin esas girt. Sekna wî ya sade û bi pîvan xeteke mînak a milîtaniyê ava kir ku wê di refên têkoşînê de mînak were girtin.

Hevrêyê me Çavreş Gabar 18’ê Hezîrana 2011’an gihişte şehadetê û bû nemir. Hevrêyê me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û meşa xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Di şexsê hevrê Çavreş de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo biserxistina armancên wan, dubare dikin. Li ser vî bingehî di serî de malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

MARYA AMANOS

Hevrêya me Marya Amanos li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Malbata wê malbateke welatparêz girêdayî nirxên neteweyî û civakî yên gelê Kurd e. Ji ber ku malbata wê û derdora wê welatparêz e, girêdayî cewherê xwe mezin bû. Di nava vê malbatê de nirxên civakî û çanda berxwedanê ya gelê Kurd ji xwe re esas girt. Hevrêya me Marya ya ji eşîra Silecan, çanda berxwedanê ya eşîra xwe ji xwe re esas girt. Hevrêya me neçû dibistanên rejîmê û bi derfetên xwe bû nivîskar û xwîner. Bi vê hêza cewherî û hewldana fêrbûnê, kesayeteke bi zane û berxwedêr qezenc kir. Hevrêya me li hemberî berxwedana bi heybet a gerîla her tim xeyala rojên ku bibe gerîla kir. Gerîla weke rizgarkerê gelê me dît û li hemberî gerîla bû xwedî hurmet û hezkirineke mezin. Ji şehadeta hevrêyên me yên li cihên herî zehmet şer kirine û tevlî karwanê nemiran bûne, bandor bû. Hevrê Marya lêgerînên xwe kûr kir û weke jineke Kurd a bi rûmet xwest di şer de cih bigire. Birayê wê sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bû, ev yek ji bo hevrêya me Marya bû xala werçerxê. Hevrêya me Marya bi hêz û heyrantiya vê yekê lêgerînên xwe yên ji bo têkoşînê kûr kir û rolên ku sîstemê daye jinan, ti carî qebûl nekir. Ji pêşengtiya gerîlayên YJA Starê û çalakiyên Tevgera me hêzeke mezin wergirt. Hevrêya me ya ku felsefeya Rêbertiya me ya têkildarî azadiya jinê fêr bû, îfadeya şênber a nasnameya jinên azad di nava refên gerîla de dît. Sala 2010’an ji Makûyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêya me Marya li Qendîlê perwerdeya ewilî ya gerîlatiyê dît û di nava demek kurt de adabteyî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi saya dersen di perwerdeyê de dîtî, kete nava lêhêrbûnan. Hevrêya me bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêya me Marya li ser felsefeya Rêbertî ya têkildarî azadiya jinê û kevneşopiya têkoşîna PKK’ê lêhêrbûn kir û kûrahiya xwe ya îdelojîk her roja borî zêde kir. Aliyên neyînî yên ku zihniyeta desthilatdariya mêr di civakê de û li hemberî jinê afirandiye, analîz kir û xwest bi temamî ji sîstemê qut bibe.

Hevrêya me Marya xwest bi tiştên ku di pêvajoya perwerdeyê de fêr bûye, tevlîbûneke aktîf ji bo şerê diqewime raber bike û çû herêma Xakurkê. Li Xakurkê di gelek xebatên cuda de cih girt û hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar bal kişand. Bi sekna xwe ya li ser azadiya jinê û kesayetiya xwe karî di dilê hemû hevalên xwe de cih bigire. Bi kesayetiya xwe ya dûrist, samîmî û gihîştî bû gerîlayeke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Marya li qada Şemzînan a ku Şerê Gel ê Şoreşgerî lê dijwar e, beşdarî gelek çalakiyan bû. Li vê qada ku gerîla lê însiyatîf bi dest xistiye û dewleta Tirk bêçare bûye, bi hewldaneke mezin berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî. Hevrêya me bi layiqî pêdiviyên nasnameya YJA Starê bi cih anî, her tim bû dilsozê Rêbertiya me û şehîdên me û bû milîtaneke serketî ya Apoyî.

Hevrêya me Marya Amanos 15’ê Îlona 2012’an li qada Şemzînanê di êrîşa hewayî de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêya me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û meşa xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Em soz didin ku bîranîna hevrê Marya bidin jiyîn û armancên wê bi ser bixin. Li ser vî bingehî di serî de malbata wê ya hêja, em ji hemû gelê Makû û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

RONYA RONAHÎ

Hevrêya me Ronya Ronahî li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Hevrêya me bi exlaqê qedîm û zanebûna welatparêziyê ya Kurdan, mezin bû. Endama malbateke ji eşîra Celalî bû ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî qedîm e. Hevrêya me Ronya bi berpirsiyariya ku xwişka herî mezin a di malê de bû, mezin bû. Ji temenê xwe yê biçûk ve qîmeta piştevanî û fedakariyê fêr bû. Hevrêya me Ronya di salên xwe yên xwendina dibistanê de, polîtîkayên sîstemê qebûl nekir û li ser van nakokiyan kete nava lêpirsînên kûr. Her ku mezin bû, polîtîkayên zext û zilmê yên dewletê baştir fêm kir û tevî polîtîkayên rejîmê jî xwedî li nirxên xwe yên cewherî derket. Rejîma zextkar qada jiyanê li hemberî jinê teng dike û sîstema kapîtalîst jî jinê dike meta, li hemberî vê yekê hevrêya me Ronya bû xwedî helwest û kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêya me ji milîtanên YJA Starê yên pêşengên berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bandor bû û ket wê ferqê ku jiyaneke alternatîf pêkan e û di vê jiyanê de jin mîmar e. Hevrê Ronya ji şehadetên di dema hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bandor bû û ji bo di şer de cih bigire biryara tevlîbûnê da. Sala 2010’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên têkoşînê bû.

Hevrêya me Ronya perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, ji heybeta çiyayên Kurdistanê û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla pir bandor bû. Hevrêya me di pêvajoya perwerdeyê de di dersen Dîroka Jinê û Dîroka Partiyê de hîn baştir fêm kir ku Tevgera me di pêvajoyên derbasbûnê de zehmetiyên çawa jiyan kirine. Xwesteka wê ya ji bo têkoşînê zêdetir bû. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe bi serketî temam kir, li qada Qendîlê tevlî xebatên pratik bû. Tecrûbeyên xwe yên destpêkê li vê qadê bi dest xist. Hevrêya me Ronya di warê leşkerî de xwest xwe pêş bixe û sala 2012’an li dibistana operasyonê tevlî dewreya perwerdeyê bû. Hevrêya me di perwerdeyê de lêhêrbûneke baş kir û xwest ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Bi serketî perwerdeya xwe qedand. Pîvanên azadiyê yên jinê di kesayeta xwe de temsil kir û xwest tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengtiyê ya YJA Starê raber bike. Hevrê Ronya derbasî qada Şemzînan bû.

Hevrêya me Ronya li Şemzînanê di gelek çalakiyan de bi rola xwe rabû. Weke gerîlayeke serketî di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Di çalakiyên li dijî hêzên dijmin ên dagirker de bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêya me bi cesaret û fedakariya xwe derket pêş. Bi kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û fedakar bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me li eniyên zehmet ên têkoşînê bû xwedî berxwedaneke pêşeng. Li her qadê bû çavkaniya moralê.

Hevrê Ronya têkoşîneke li gorî ruhê hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî meşand. Berpirsyariya ji malbata xwe wergirtî, veguhest refên têkoşînê jî. Tecrûbeya leşkerî ya li dibistana operasyonê bi dest xist, di pratîkê de jî bi serketî raber kir. Hevrêya me bû xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengtiyê ya YJA Starê. Sekna wê ya sade û bi pîvan, li refên têkoşînê portreya milîtaniyê ya jineke ku mînak were girtin, xêz kir.

Hevrêya me Ronya Ronahî 15’ê Îlona 2012’an li herêma Senela ya qada Şemzînanê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û meşa xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Şehadeta wê, li cem hevrêyên wê hesteke tolhildanê ya kûr û xwesteka mezinkirina têkoşînê afirand. Têkoşîna wê dê di dilê hemû gerîlayên li çiyayan li ber xwe didin de bijî. Hevrêya me Ronya wê timî di dilê gelê me de bijî. Em soz didin ku têkoşîna wê bigihînin serketinê. Li ser vî bingehî di serî de malbata wê ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û xelkê Makûyê re sersaxiyê dixwazin.

DÎCLE MAKÛ

Pêşengtiya jinên Kurd a di qada leşkerî de, yek ji rastiyên herî balkêş a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye. Gerîlayên jin ên ji bajarê Makû tevlî nava refên têkoşînê bûne, di berxwedana li dijî êrîşên li ser gelê me de li eniyên herî pêş cih girtine û hêza jinan îspat kirine. Ev xeta jinên pêşeng bi her hevrêyeke jin re yên di rêya Zîlan û Bêrîtan de dimeşin mezin bûye û berxwedan ber bi serketinê ve biriye. Xwe di dilê gelê Rojhilatê Kurdistanê de bi cih kiriye û ji bo keçên ciwan bûye çavkaniya îlhamê.

Hevrê Dîcle Makû jî weke yek ji van ciwanan, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hate dine. Malbata wê girêdayî nirxên civakî û neteweyî yên gelê Kurd bû. Hevrêya me ya ji eşîra Celalî ya qedîm, di nava malbata xwe de nirxên civakî û çanda berxwedanê qezenc kir. Ji ber ku malbata wê û derdora wê welatparêz bû, sempatiya wê ya ji bo lêgerîna azadiya gel veguherî baweriyeke bi kok. Hevrêya me Dîcle 7 salan li dibistanên rejîma Îranê xwend, di vê pêvajoyê de polîtîkayên sîstemê fêm kir. Hevrêya me ji biçûkahiyê ve dest bi fêmkirina têkoşîna me ya azadiyê kir û ji pêşengtiya hevrêyên me yên jin a ji bo xebatên leşkerî jî pir bandor bû. Cesaret û tecrûbeya gerîlayên jin a di şer de, xwesteka tevlîbûna têkoşînê ya hevrêya me xurt kir. Hevrêya me Dîcle sala 2009’an derfet dît ku Tevgera me nas bike û têkoşîn ji nêz ve şopand. Piştî zêdebûna êrîşên li ser gelê me, hevrê Dîcle xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vî bingehî sala 2013’an ji Makûyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî têkoşînê bû.

Hevrêya me Dîcle perwerdeya xwe ya destpêkê li Xakurkê dît. Di warê leşkerî û îdeolojîk de derfet dît ku xwe pêş bixe. Xwe di felsefeya azadiyê ya jinan de kûr kir. Yek ji wan milîtanên ku gihiştine hewara gelê me yê Êzidî yê yê di bin qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê de ye. Hevrê Dîcle li Şengalê di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me nehişt ku çeteyên DAÎŞ’ê bigihijin armanca xwe ya qirêj. Ji bo astengkirina êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, xwe ji fedakarinê neda paş. Hevrêya me di nava pratîka şerê dijwar a li Şengalê de tecrûbeyeke girîng a leşkerî bi dest xist û ji bo têkbirina çeteyan bû yek ji milîtanên kedkar.

Hevrê Dîcle sala 2016’an vegerî warê pîroz ê gerîla û li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me di vê pêvajoyê de kete nava lêhêrbûneke girîng û bû milîtaneke jin a xwedî tecrube. Li ser artêşbûna jinê lêhêrbûn kir.

Hevrêya me Dîcle piştî perwerdeyê derbasî Bakur bû û li eyaleta Cîlo cih girt. Bû heyranê heybeta Zagrosan. Bi sekna xwe ya zelal û tecrûbeya xwe ya leşkerî teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi kesayeta xwe ya wêrek û bi disiplin bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Li eniyên zehmet ên têkoşînê bû xwedî berxwedaneke pêşeng. Hevrêya me li her qadê bû çavkaniya moralê. Bi tecrûbeya leşkerî ya li Şengalê bi dest xistî û felsefeya azadiyê ya li Akademiya Şehîd Bêrîtan fêr bûyî, têkoşîna xwe meşand. Hevrê Dîcle bû milîtaneke xurt a xeta Zîlan û Bêrîtanê. Di wezîfeyên herî zehmet de jî cih girt. Sekna wê ya zelal û tevlîbûna wê ya fedakar, di nava refên têkoşînê de bû mînak.

Hevrêya me Dîcle Makû 11’ê Tîrmeha 2017’an li eyaleta Cîlo di êrîşên dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêya me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û meşa xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn û armancên wan bi ser bixin. Di serî de malbata wê ya hêja, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

ÊRÎŞ WELAT

Hevrêyê me Êrîş Welat li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hate dine. Malbata wî malbateke welatparêz û ji eşîra Celalî ye. Ji ber welatparêziya malbatê û derdora wî, girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Hevrêyê me êrîş qet neçû dibistanên sîstemê û girêdayî nirxên xwe yên cewherî di nava malbatê de mezin bû û rastiya gelê xwe zû nas kir. Hevrêyê me ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di hin karan de xebitî û bû xwediyê kesayeteke kedkar û fedakar. Hevrê Êrîş ji hevrêyên xwe yên ji bo parastina azadiya gelê me bi fedayiyane şer kirine û şehîd bûne, bandor bû û kete nava lêgerîna têkoşînê. Piştî Tevgera me nas kir, di xebatên xwendina kovarê û alîkarîdayîna hevrêyên me de cih girt. Hevrê Êrîş di vê pêvajoyê de derfet dît ku têkoşînê ji nêz ve nas bike. Hingî ku asta zanebûna hevrêyê me zêde bû, biryardariya wî jî zêde bû. Pismamê wî li Makûyê di berxwedaneke li dijî êrîşa hêzên rejîmê de şehîd bû, pir ji vê şehadetê bandor bû. Hevrêyê me Êrîş hêrsa vê windahiya bi êş, veguherand xwesteka tevlîbûna têkoşînê. Hem ji bo bibe layiqê şehîdan, hem jî di pêvajoya şer de bi rengekî aktîf cih bigire biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Êrîş dizanî ku yekane rêya azadiyê tevlîbûna refên têkoşînê ye û berê xwe da warê gerîla. Sala 2007’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me armanc kir ku di perwerdeyan de Rêbertiya me û rastiya PKK’ê hîn baştir fêm bike. Di pêvajoya perwerdeyê de kete nava lêpirsînên kûr û di her warî de guhertinek jiyan kir. Hevrêyê me di nava demek kurt de adabteyî jiyana Apoyî bû. Ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana komîn bandor bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî re di kesayeta xwe de veguherîneke girîng afirand. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek a di pêvajoya perwerdeyê de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me her cure fedakarî û cesareta pêwîst, di kesayeta xwe de temsil kir. Bi sekna xwe ya dirûst û samîmî ji derdora xwe re bû çavkaniya moralê. Hevrê Êrîş ji bo pêşketina hevrêyên xwe ked da, têkiliyên xurt ên hevrêtiyê ava kir û hewl da bi jiyana pîroz a PKK’ê re bibe yek. Bi hêza ku ji şehadeta pismamê xwe wergirtî tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Êrîş biryardariya xwe ya meşa li ser rêya şehîdan, di her kêliyê de raber kir. Hevrêyê me di nava demek kurt de bû milîtanekî hêja.

Hevrêyê me Êrîş Welat 15’ê Sibata 2007’an li Qendîlê gihişte şehadetê û bû nemir. Hevrêyê me yê ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir, tevî têkoşîna xwe ya demkurt jî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Êrîş, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdan bigihînin serketinê.

TAMARA GEVER

Dewleta Tirk a dagirker bûye sedem ku gelek malbatên Kurd dev ji cih û warên xwe berdin û neçar mane koçî deverên cuda bikin. Ev sirgûn bi armanca çavtirsandina malbatan tên kirin lê belê di heman demê de dibin wesîle ku hişmendiya têkoşînê xurttir bibe û ewladên wan malbatan xwedî li lêgerîna azadiyê derkevin. Malbatên ku neçar mane ji Serhedê koçî Makûyê bikin, li deverên nû jî çanda berxwedanê zindî girtine û ewladên xwe şandine nava refên têkoşînê. Her malbateke ku hatiye sirgûnkirin, êşa bûna ji cih û warên xwe veguherandine xwesteka tevlîbûna têkoşîna azadiyê û vê rewşê demeke dirêj xeta berxwedanê xurt kiriye.

Hevrêya me Tamara Gever, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Malbata wê ya ku bi eslê xwe ji Serhedê ye, ji ber zexta dewleta Tirk derbasî Makûyê bûye. Ev koça neçarî, bû wesîle ku di nava malbatê de hişmendiya têkoşînê xurttir bibe û hevrêya me hê di temenekî zû de rastiya gelê xwe nas bike. Hevrêya me ya ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, bi saya terbiye û exlaqê ji malbata xwe distîne, girêdayî nirxên xwe mezin dibe. Hevrêya me Tamara ya ku di nava vê malbata ji eşîra Celalî ya qedîm de mezin dibe, li gel nirxên civakî yên dewlemend ên civaka Kurd û çanda berxwedanê mezin dibe. Mîrateya berxwedanê ya ku malbata wê ji Serhedê tîne, li Makûyê ji nû ve reh belav dike û di kesayeta hevrêya me de bi awayekî şênber hate temsîlkirin. Çîrokên hatine vegotin û êşên hatine kişandin, di bîra hevrêya me Tamarayê de bi cih dibin û bingeha xeta milîtaniya bibiryar a ku hevrêya me di demên pêş de di nava refên têkoşînê de nîşan bide, ava kirin.

Hevrêya me Tamara yaku weke her zarokên Kurd ên li Kurdistanê dijîn hê zarokatiya xwe de derfeta naskirina têkoşîna me ya azadiyê bi dest dixe, dema ku li gund mezin dibe gerîlayan nas dike. Hevrêya me ya ku pênc salan diçe dibistanên rejîmê, di vê pêvajoyê de polîtîkayên pergalê yên li ser gelê Kurd nas dike. Tevî polîtîkayên zextê yên rejîmê jî xwedî li nirxên xwe derdikeve. Hevrêya me ya ku xeyala roja ku bibe gerîla dike, bi taybetî ji hevrêyên me yên jin bandor dibe û gelekî ji Tevgera me hez dike. Sekna wêrek û pêşeng a gerîlayên jin ên di nava refên têkoşînê de li ber xwe didin, xwesteka hevrêya me ya tevlîbûna nava têkoşînê xurt dike. Pêşengtiya ku gerîlayên jin li dijî zîhniyeta serwer a mêran dan destpêkirin, ji lêgerînên hevrêya me Tamaray re dibin bersiv û pê dihese ku tekane rê refên têkoşînê ye. Şehadeta birayê wê yê mezin hevrêyê me Gever Fîraz a di sala 2011’an de, ji bo hevrêya me Tamarayê dibe xaleke girîng. Ev şehadet dibe wesîle ku li ba hevrêya me lêpirsîneke kûr dest pê bike û hişmendiya tolhilanînê pêş bikeve. Hevrêya me ya ku dizane ku divê çawa li nêzî rastiya şehîdan bibe, ji bo pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan diza ne ku divê têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêya me ya ku li ser rêya birayê xwe yê mezin dimeşe, pê dihese ku layiqbûna ji şehîdan re bes bi tevlîbûna nava refên têkoşînê pêkan e. Girêdayî vê yekê di sala 2012’an de ji Makûyê tevlî nava refên têkoşînê dibe û çeka birayê xwe yê mezin radike.

Ev tevlîbûn, hem ji layiqbûna birayê xwe re hem jî ji bo soza têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe dibe îfadeya şênber. Di nava heman malbatê de cirgirtina du ewladan ya di nava refên têkoşînê de, nîşan dide ku xeta berxwedanê ya malbatê çi qasî xurt e. Rakirina çeka birayê xwe bes ne dewreke fîzîkî ye di heman demê de dihat wateya berpirsiyariya rakirina ala têkoşînê. Hevrêya me Tamara ya ku li qada Xakûrkê yekem perwedeya gerîlayan distîne, pêvajoya perwerdeyê baş bi kar anî. Hevrêya me ya ku li gel dersên dibîne li ser kesayeta xwe guherînan pêk tîne, bi baldarî guhdariya analîzên Rêbertiya me dike û li dijî kêmasiyên li ser kesayeta xwe şer dike. Hewl dide fêm bike ku divê jineke azad çawa be û xwe li ser xeta azadiya jinan kûr dike. Hevrêya me ya ku aliyên neyînî yên zîhniyeta serweriya mêran a di nava civakê de û li ser jinan analîz dike, xwest xwe ji hemû aliyên nebaş yên pergalê rizgar bike. Hevrêya me Tamara ya ku bingehên Îdeolojiya Azadiya Jinan fêr dibe û nasnameya xwe ji nû ve peyda dike, lêpirsîna rolên ku pergal li ser jinan ferz dikin, dike û qebûlkirina wan red dike. Hevrêya me ya ku xwe li ser parêzname û analîzên Rêbertî kûr dike, hewl dide ku felsefeya Apoyî fêm bike. Hevrêya me, bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike, dibe gerîlayeke YJA Starê ya bihêz û hewl da ku hemû mukemeliyetên têkoşîn hewce dike, bi dest bixe.

Hevrêya me Tamara ya ku piştî perwerdeya xwe temam dike, li qada Xakûrkê daxilî xebatên pratîkê dibe, tevahiya şeş salan bi awayekî çalak li vê qadê têdikoşe. Hevrêya me ya ku tevahiya şeş salan hemû erkên xwe bi hesasiyeteke mezin bi cih tîne, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekar di dilê hemû hevalên xwe de cih digire. Di vê pêvajoya dirêj de hevrêya me Tamara hem di warê leşkerî de hem jî di warê îdeolojîk de xwe tin pêş dixe û dibe şopdara hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêya me ya ku piştre derbasî qada Zapê dibe, li vir jî erk û berpirsiyariyên xwe bi layiqî bi cih tîne. Hevrêya me ya ku bi serbilindî gerîlatiya li çiyayên biheybet ên Zapê dike, xwe di taktîkên gerîlatiya serdema nû de gelekî pêş dixe û tekûziya xwe ya leşkerî zêde dike. Hevrêya me Tamata ya ku salekê li Zapê dimîne, ji bo derbasbûna Bakurê Kurdistanê xwe pêşniyar dike. Ev pêşniyar, îfadeyeke xwesteka domandina têkoşîna xwe ya li nêzî gelê xwe û biryardariya derlêxistina dijmin ya bi awayekî rasterast bû.

Hevrêya me Tamara ya ku prensîbên azadiya jinan di kesayeta xwe temsîl dike û dixweze bibe xwediyê tevlîbûneke beramberî mîsyona pêşengtiya YJA Starê, di demeke ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkeriyê zêde bûn de bi israr dixwaze Bakûr bibe û derbeyan li dijmin bixe. Ev israr hevrêya me, ji ber baweriya ku divê gerîla li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker înîsiyatîfê bigire dest bû. Girêdayî vê yekê di bihara sala 2020’an de derbasî Botanê dibe û li vir têkoşîna xwe didomîne. Bi taybetmendiyên xweyên weke kedkar, fedekar û milîtaniya jinan a pêşeng ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêya me ya ku heya li eniyên têkoşînê yên dijwar jî dibe xwediyê berxwedaneke pêşeng, li hemû qadan dibe çavkaniya moralê. Hevrêya me ya ku li Botanê bi awayekî çalak tevlî çalakiyên li dijî hêzên dagirker ên dijmin tên pêşxistin, dibe, bi cesaret û fedekariya xwe derdikeve pêş.

Hevrêya Tamara ya weke ewladeke malbata ku neçar dimîne ji Serhedê koçî Makûyê bike û tevlî têkoşînê dibe, di rêya birayê xwe yê mezin Gever Fîraz de dimeşe û xwedî li xeta şehîdan derdikeve. Hevrêya me ya ku lêgerîna xwe ya azadiyê ya heşt salan a bênavber li ser xeta Bêrîtan û Zîlan kûrdike, bû îfadeya şênber a artêşbûna jinan. Hevrêya me ya ku sekna xwe ya di xeta azadiya jinan de û bi îdîaya xwe ya têkoşînê portreya mînak a YJA Starê xêz kir, di erkên herî dijwar de jî bêyî teredut cihê xwe girt.

Hevrêya me Tamara Gever, di sala 2020’an de di encama êrîşeke dijmin a li ser qada Botanê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêya me ya ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda dike, karî meşa xwe ya azadiyê di astên herî jor de temam bike. Kesayeta wê ya pêşeng û fedekar, di nava refên têkoşînê de şopên ku tu caran neyên jêbirin, hiştin. Weke hevalên wê yên têkoşînê em soz didin ku em ê mîrateya ku ji me re hiştiye bigihînin serkeftinê. Girêdayî vê yekê di serî de malbata hêja ya hevrêya me em ji hemû gelê Makû û Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

EVÎN FÎRAZ

Hevrêya me Evîn Fîraz, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Hevrêya me ji eşîra Celalî, di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên xwe de mezin dibe. Hevrêya me ya ku di nava malbateke bi vî rengî de mezin dibe, li gel nirxên civakî yên dewlemend ên civaka Kurd û çanda berxwedanê mezin dibe. Ji ber ku li derdora wê ya nêz ji refên têkoşînê re tevlîbûn hebûn, lêgerînên hevrêya me jî kûr dibin. Hevrêya me Evîn, pênc salan diçe dibistanên rejîmê. Hevrêya me ya ku bi kûrahî rolên ku pergal li jinan ferz dike, lêpirsîn dike, fêm dike ku jiyana pergala heyî jinan weke objeyekê dibîne. Hevrêya me ya ku zextên rejîma Îranê û jiyana li gelê me rewa dibîne tu caran qebûl nake, dikeve nava lêgerînan. Hevrêya me ya ku ji ber ku alîkariya şoreşgeran kir ji aliyê rejîmê hate binçavkirin, di vê pêvajoyê de derfeta ku rûyê rastîn ê rejîma Îranê bibîne, bi dest dixe.

Hevrêya me Evîn a ku 4’ê Nîsana roja rojbûna Rêbertiya me biryara tevlîbûnê distîne, di 4’ê Nîsana 2008’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe. Hevrêya me tevî ku dergistî jî bû jiyana pergalê red kir, bêyî dudilî felsefeya jiyana azad a Rêber Apo hilbijart. Ev biryar, bû nîşaneya pêngaveke dîrokî ya dilsoziya hevrêya me Evîn a ji Rêbertî re û meşa azadiyê. Hevrêya me ya ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe li dû xwe hişt, di nava refên têkoşînê de destpêka jiyaneke nû îlan kir. Hevrêya me Evîn a ku yekem perwerdeya gerîlayan li qada Xakûrkê dibîne, dibe heyrana heybeta çiyayan. Hevrêya me ya ku li gel perwerdeyên destpêkê xwe di warê îdeolojîk de pêş dixe, li gel guherînên li ser kesayeta xwe kir armanca xwe ku alîkariya hevrêyên xwe bike. Hevrêya me Evîn a ku li gel dersên dibîne derfeta baştir naskirina Tevgera me bi dest dixe, hewl da ku felsefeya Apoyî fêm bike. Hevrêya me ya ku gelekî ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayan û jiyana komîn bandor dibe, di nava demeke kurt de adapteyî jiyana li çiyayan dibe. Hevrêya me Evîn a ku xwe li ser felsefeya azadiya jinan a Rêbertiya me kûr dike, dubare lêpirsa rolên ku pergal li ser jinan ferz dike, dike û xwe li ser vê xetê kûr dike. Aliyên neyînî yên zîhniyeta serweriya mêran ên di nava civakê de û li ser jinan analîz dike û xwest xwe ji hemû qirêjiyên pergalê rizgar bike. Hevrêya me ya ku hewl dide hemû egerên nasnameya YJA Starê bi layiqî bi cih bîne, kir armanca xwe ku bibe îfadeya şênber a artêşbûna jinan.

Hevrêya me Evîn a ku piştî bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam kir û derbasî qada Xakûrkê bû, li gel kesayeta xwe ya jêhatî di dilê hemû hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî mezin. Hevrêya me yaku her cure fedekarî û cesareta têkoşîn hewce dike di kesayeta xwe de temsîl dike, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi hesasiyeteke mezin bi cih anîn. Bi kesayeta xwe ya durist, jidil û fedekar bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Li gel sekna xwe di jiyanê de û hevrêtiya xwe ya xurt ji derdora xwe re bû çavkaniya moralê.

Hevrêya me Evîn a ku di sala 2012’yan de li herêma Şehîdan a Xakûrkê tevlî karwanê şehîdan bû, ji bo azadiya gelê me fedekariyên mezin kirin û karî meşa xwe ya azadiyê di astên herî jor de temam bike. Em hevrêya xwe Evîn Fîraz bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û di serî de malbata wê ya hêja ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

KANÎ URMIYE

Gundên çiyayî yên girêdayî Makûyê, ew qadên jiyanê ne ku çanda berxwedanê ya civaka Kurd û nirxên wê bi awayê herî dêrîn li ser piyan digirin.  Zarokên ku li van gundan mezin dibin, fêrî şert û mercên dijwar ên xwezayê dibin û di deman demê de lêgerîna azadiyê ya gelê xwe di dilê xwe de hildigirin û wisa dijîn.  Çanda piştevaniyê ya gund û hişmendiya kedê, dibin wesîle ku dema tevlî nava refên têkoşînê dibin, bibin xwedî binesaziyeke xurt. Hevrêyê me Kanî Ûrmiye jî li gundê Golê yê girêdayî Makû ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe, bi exlaqê Kurdewarî yê dêrîn mezin dibe. Ji ber ku malbata wî welatparêz û girêdayî nirxên neteweyî û civakî yên gelê Kurd bû, bû xwediyê kesayeteke girêdayî cewhera xwe. Hevrêyê me yê ku di nava malbata ji eşîra Celalî de mezin dibe, girêdayî nirxên dewlemend ên civaka Kurd mezin dibe. Hevrêyê me Kanî yê ku şeş salan diçe dibistanên rejîma Îranê yên bişaftinê, di vê pêvajoyê de fêm kir ku pergal dixwaze gelê Kurd ji çerxa înkar û bişaftinê derbas bike. Hevrêyê me yê ku ji bo têkariya malbata xwe di karê temîrkirina wesayîtan de cih digire, dibe xwediyê kesayeteke kedkar û fedekar. Bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê malbat û derdora xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me Kanî yê ku di sala 2009’an de derfeta naskirina Tevgera me bi dest xist, li gel fêmkirina terzê jiyana komînal a Tevgera me û bedêlên ku ji bo gelê me dane heyraniya wî ya ji gerîlayan re zêdetir bû. Hevrêyê me Kanî yê ku xeyala rojên ku li ba gerîlayan be dikir ku ew ji çîrokan bihîstibûn, ji bo azadiya gelê xwe ji kûrahî hîs kir ku divê tevlî têkoşînê bibe. Di sala 2014’an de li ser Ûrmiyeyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan bû.

Hevrêyê me Kanî yê ku yekem perwerdeya xwe li Xakûrkê stand, bi gel tevlîbûna xwe ya bimoral karî bibe şervanek mînak. Hevrêyê me yê ku gelekî ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayan û jiyana komîn bandor dibe, di nava demeke kurt de adapteyî jiyana li çiyayan dibe. Hevrêyê me piştî ku bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û li eyaleta Cîloyê gerîlatiyê dike.

Hevrêyê me Kanî, di nava demek kurt de motîveyî şert û mercên zehmet ên Zagrosê bû. Hevrê Kanî rastiya çiyayan a li hemberî gerîla di dilê xwe de hîs kir. Bi serbilindî li van mekanên pîroz gerîlatî kir. Hevrêyê me li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît, pêvajoya perwerdeyê baş nirxand û di kesayeta xwe de guhertin afirandin. Di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş xist û bû şervanekî xwedî tecrube. Hevrê Kanî ji bo pêdiviyên milîtaniya Apoyî bi cih bîne, pir ked da. Hevrêyê me taktîkên gerîla yên dema nû û hunera şer ji xwe re esas girt û ket nava hewldanê ku her cure tecrûbeyê bi dest bixe. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi disiplin a di pêvajoya perwerdeyê de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrê Kanî li qada Cîlo di çalakiyên li dijî dagirkeran de bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Bi cesaret û fedakariya xwe derket pêş. Bi kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û kedkar bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di eniyên zehmet ên têkoşînê de, bû xwedî berxwedaneke pêşeng. Li her qadê bû çavkaniya moralê. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û hevrêtiya xurt, bawerî da derdora xwe.

Hevrê Kanî Urmiye 17’ê Îlona 2017’an li geliyê Nergê ya qada Oremar a eyaleta Cîlo di şer de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir. Meşa xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir. Em soz didin ku bîranîna timî zindî bihêlin. Em ê meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bigihînin serketinê û ruhê wan şad bikin. Li ser vî bingehî, em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe yê şehîd û tevahî gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

BERXWEDAN GILÎDAX

Eşîra Celalî yek ji eşîrên herî bi kok û berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê ye, di tevahiya dîrokê de li dijî mêtingeran serî netewandie. Dilsoziya vê eşîrê tenê aîdiyeteke etnîk nîne, di heman demê de îfadeya dilsoziyeke kûr a lêgerîna azadiyê û nirxên Kurdistanî ye. Eşîra Celalî ya li Makûyê, her tim çanda xwe ya berxwedanê zihndî hiştiye û ewladên xwe şandiye nava refên têkoşînê. Hevrêyê me Berxwedan Gilîdax, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Li derdoreke welatparêz a girêdayî nirxên civakî û neteweyî yên gelê Kurd, mezin bû. Hevrêyê me yê di nava malbateke ji eşîra qedîm a Celalî de mezin bû, çanda berxwedanê ji xwe re esas girt. Hevrêyê me bi berpirsyariya ferdekî malbateke qelebalix, mezin bû û ji biçûkahiyê ve nirxê piştevanî û fedakariyê fêr bû. Hevrêyê me 7 salan li dibistanên asîmîlasyonê yên rejîma Îranê xwend, di vê pêvajoyê de xwe pêş xist. Kurdî, Azerî, Tirkî û Farisî jî di nav de, 4 zimanan dizane. Hevrêyê me bi vê tecrûbeyê xwe di nava gelên cuda de mîna pirekê bû. Hevrêyê me Berxwedan, tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê jî, xwedî li zimanê xwe yê dayikê û nirxên xwe yê cewherî derket. Bi vê sekna xwe ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin û rêz girtin. Hevrêyê me ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike, şivantî kir. Li nava çiya û xwezaya dijwar mezin bû û bû xwedî kesayeteke kedkar û fedakar. Sebir û berxwedana ku ji şivantiyê hîn bû, di demên pişt re de ji bo jiyana gerîla bû bingeheke xurt. Ji zaroktiya xwe ve di nava xwezayê de mezin bû û zû fêm kir ku çiya hembêza xwe ji gerîla re vedikin. Ji ber ku ji nava malbat û xizmên wî jî tevlîbûna nava refên têkoşînê çêbibûn, hevrêyê me her tim meraqa gerîlatiyê dikir. Hevrêyê me Berxwedan wekî ciwanekî Kurd ê xwedî rûmet, li rêyên tevlîbûna gerîla geriya. Gava dît milîtanên fedaî yên Apoyî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berdêlên giran didin, di aliyê wijdanî de lêhûrbûnên kûr jiyan. Li ser vê bingehê hevrêyê me bi dil ve hîs kir ku divê ew jî ji bo azadiya gelê xwe tevlî têkoşîneke watedar bibe. Ji ber vê yekê di sala 2015’an de li herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya ewil li herêma Qendîlê dît. Bi rengekî çalak tevlî perwerdeyê bû û gelekî xebitî ku bibe milîtanekî Apoyî yê jêhatî. Ji têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal a gerîla pir bandor bû û di demeke kurt de hînê jiyana çiyê bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî ku dît re, di kesayeta xwe de veguhertineke mezin çêkir û hewl da ku felsefeya Apoyî bi jiyanî bike. Perwerdeya xwe bi serkeftî qedand û dest bi xebatên pratîkî kir. Hevrêyê me di demeke kurt de pêş ket û bi kedkarî û fedakariya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya dirust, jidil û gihîştî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me di kesayeta xwe de nûnertiya her fedakarî û wêrekiya ku têkoşînê dixwest kir û her erka ku girt ser milên xwe bi baldarî û hesasiyeke mezin anî cih. Bi sekna xwe ya di nava jiyanê de û hevrêtiya xwe ya xurt, bû çavkaniya moralê ji bo derdora xwe.

Hevrêyê me Berxwedan sebir û berxwedana ku di dema şivantiyê de bi dest xistibû, derbasî nava jiyana gerîla kir û di nava şert û mercên zehmet ên çiyê de jî her kêliya xwe bi wate derbas kir. Hevrêyê me dixwest felsefeya Apoyî baş fêm bike û pîvanên azadiyê di jiyana xwe de bîne cih. Li ser vê bingehê bi hewldan û tevlîbûna xwe ya bi biryardar di demeke kurt de bû pêşeng. Kesayeta wî ya sade û xwedî pîvan, di nava refên têkoşînê de bû xetek a milîtaniyê ku her kes dikare mînak bigire.

Hevrêyê me Berxwedan Gilîdax di 25’ê Gulana 2016’an de li herêma Qendîlê tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt. Şehadeta wî di nava hevrêyên wî de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û xwesteka mezinkirina têkoşînê çêkir. Têkoşîn û bîranîna wî ya bi qîmet wê her dem di dilê gelê me û hevrêyên me de bijî. Li ser vê bingehî, em di serî de ji malbata wî ya hêja û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

ŞERVAN ŞOREŞ

Hevrêyê me Şervan Şoreş, li bajarê kevnar ê Rojhilatê Kurdistanê Makûyê, di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, hevrêyê me di zarokatiya xwe de Tevgera me nas kir. Malbata wî ji eşîra Celalî bû; ev eşîr gelek zarokên xwe fedaî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiribû. Hevrêyê me bi van nirx û çanda berxwedanê mezin bû û li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me Şervan, pênc salan li dibistanên dewleta Îranê xwend. Rejîmê tim zext li ser malbata wî dikir, lê ev zext malbatê ranewestand, berevajî vê yekê hestê têkoşînê li cem wan xurtir kir. Ji ber ku hevrêyê me Şervan zehmetiyên malbata xwe dîtibû, hêzeke mezin ji helwesta wan a li hemberî zilma rejîmê girt. Ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike, şivantî kir û di zarokatiya xwe de ked nas kir. Li nava çiyayan û xwezaya zehmet mezin bû; bi şivantiyê re hînê sebir û berxwedanê bû û kesayeteke xurt pê re çêbû. Van salan bingeheke xurt da wî ku di siberojê de di nava jiyana gerîla û çiyayan de zehmetî nejî.

Li hemberî şerê dijwar ê ku Tevgera me di nav wê de derbas dibû, meraqa wî ya ji bo gerîlatiyê zêde bû. Li hemberî fedakarî û şehadeta gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi derfetên kêm şer dikirin, lêhûr bû. Li hemberî gerîlayên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî êrîşên dewleta Tirk şer dikirin, xwe deyndar hîs kir. Helwesta hevrêyên me yên ku canê xwe fedaî azadiya gel kiribûn, biryardariya hevrêyê me Şervan a tevlîbûnê xurtir kir. Di sala 2017’an de, di dema ku dagirkeran bi hemû awayî êrîşî destkeftiyên gelê me dikir, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ji Makûyê tevlî bû û piştî demekê derbasî herêma Xakurkê bû. Perwerdeya xwe ya ewil li wir dît; bi tevlîbûna xwe ya bi moral û xwestek zû hînê jiyana çiyê û gerîla bû. Ji têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal a gerîla pir bandor bû. Ji ber ku şivantî kiribû, di jiyana çiyê de biyanîbûn nejiya û ji ber kesayeta xwe ya kedkar û fedekar, zû pêş ket.

Perwerdeya ku standiye û materyalên Partiyê bandoreke mezin li ser wî kirin û bû sedema lêhûrbûnên kûr.  Li ser parêzname û nirxandinên Rêber Apo lêhûr bû û xwest felsefeya Apoyî bi jiyanî bike û nûnertiya rêgezên azadiyê bike. Piştî perwerde bi rengekî serketî bi dawî kir, li Xakurkê ma û tevlî xebatan bû. Di pratîkê de gelek tişt li ser jiyana gerîla hîn bû. Hevrêyê me Şervan ku bû şopdarê şehîdan, xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Her kêliya jiyana xwe li Xakurkê bi ked û hevrêtiyeke kûr derbas kir. Her erk bi baldarî anî cih û bû şopdarê bi hezaran hevrêyên ku xwe fedayê jiyaneke nû kirin. Bi kesayeta xwe ya dirust, jidil û fedakar bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Şoreş di şert û mercên zehmet de bû çavkaniya moralê ji bo hevrêyên xwe. Bi helwest û hevrêtiya xwe ya xurt bawerî da derdora xwe. Jiyana xwe ya kedkariyê ku ji şivantiyê dest pê kir û gihîşt gerîlatiyê, veguherand milîtanek fedakar. Hevrêyê me Şervan bi sekna xwe ya sade û xurt di nava hevrêyên xwe de şopek mezin hişt.

Hevrêyê me Şervan Şoreş di 3’yê Sibata 2018’an de li herêma Xinêre ya eyaleta Xakurkê, li Girê Şehîdan tevlî nava karwanê şehîdan bû. Em hevrêyê xwe Şervan bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku armancên wî pêk bînin. Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

BAWER GILÎDAX

Hevrêyê me Bawer Gilîdax, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke çar birayî de hat dinê. Hevrêyê me ku di nava malbateke wiha de mezin bû, çanda hevpar û û nirxên civaka Kurd a dewlemend di kesayetiya xwe de da rûnişkandin. Bi berpirsiyariya malbateke çar birayî mezin bû û ji biçûkaniyê ve girîngiya ked û fedakariyê hîn bû. Çar salan li dibistanên rejîma Îranê xwend û di vê pêvajoyê de karakterê sîstemê baştir fêm kir. Piştî ku dibistan berda, ji bo alîkariya malbata xwe di çêkirina avahiyan de xebitî. Hevrêyê me Bawer di temenek ciwan de ked nas kir û bû kesayeteke kedkar. Di şert û mercên zehmet ên çêkirina avahiyan de mezin bû, qîmeta ked nas kir û bû kesayetek xurt. Hevrêyê me xwedî kesayeteke jêhatî û gihîştî bû û li derdora xwe dihate hezkirin. Di pêvajoya lêgerîna têkoşînê de, sê mehan di zindanên rejîmê de ma. Li hemberî dewleta Îranê serê xwe netewand û di vê demê de rastiya rejîmê baştir dît û biryara xwe ya têkoşînê xurtir kir. Tecrûbeya zindanê biryardariya wî neşikand, berevajî wê daxwaza wî ya tevlîbûna nava gerîla mezintir kir. Li ser vî bingehî, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me piştî ku demekê li herêma Rojhilat ma, di sala 2016’an de derbasî herêma Garê bû û perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dît. Piştî perwerdeyê derbasî xeta Mexmûr û Kerkûkê bû ku êrîşên DAÎŞ’ê lê zêde bûn û li wir ji bo parastina gelê xwe amade bû ku canê xwe feda bike. Hevrêyê me bi berpirsiyariya dîrokî tevgeriya û di gelek çalakiyên serketî de cih girt. Hevrêyê me Bawer bû yek ji milîtanên fedaî yên Apoyî ku di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de keda wan hebû.

Piştî biryara vekişînê ya Tevgera me ji Mexmûr û Kerkûkê, hevrêyê me careke din zivirî çiyayan û biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayan bidomîne. Di sala 2018’an de li Akademiya Şehîd Mahîr tevlî perwerdeya pisporiyê bû û xwe di taktîkên nû yên gerîla û hunera şer de kûr kir. Hevrêyê me Bawer bi pêşniyara xwe xwest ku bi awayekî çalak di nava şer de cih bigire. Li ser vî bingehî piştî perwerdeyê derbasî herêma Zapê bû û bi tevlîbûna xwe ya fedakar, hevrêtiya xwe ya xurt û pisporiya xwe ya leşkerî serketinek mezin bi dest xist. Di operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk dabû destpêkirin de, bi ruhê fedaî şer kir û li hemberî teknîka dijmin gavekê jî paşve neavêt. Weke milîtanekî xurt ê xeta fedaîtî yê Apoyî, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Zanîna xwe ya ji perwerdeya wergirtiye bi rengekî serketî di pratîkê de anî cih û baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Tevî teknîka dijmin jî, li herêma Zapê ku di însîyatîfa gerîlayan de bû, bi sekna xwe ya wêrek û bi biryardar, bû mînak. Hevrêyê me Bawer ku ji bo pêşketina hevrêyên xwe xwedî ked bû û tecrûbeyên xwe parve dikir, bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê re di nava refên têkoşînê de şopeke mezin hişt.

Herêma Berxwedanê ya Şikefta Bîndara ku li kûrahiya Zapê ye, yek ji cihên herî girîng ê berxwedana li dijî dagirkeran e. Milîtanên fedaî yên Apoyî bi îradeya xwe ya polayî bûn mîna keleheyên mirovahiyê û nîşan dan ku rûmeta mirovahiyê nayê teslîm girtin. Gerîlayên qehreman li dijî teknolojiya nû û çekên kîmyewî Zap kirin dîwarek ji pola.

Hevrêyê me Bawer Gilîdax di 5’ê Îlona 2022’yan de di encama êrîşên bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên dewleta Tirk a dagirker de, li Qada Berxwedanê ya Şikefta Bîndaran tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Bawer navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka berxwedanê nivîsand. Bi tevlîbûn û wêrekiya xwe ruhê berxwedanê di kesayeta xwe de anî ziman. Mîrateya şoreşgerî ya ku li pey xwe hiştin, wê me bibe serkeftinê. Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û ji hemû gelê welatparêz ê Makû û Kurdistanê re dixwazin.

ŞERVAN MAKÛ

Hevrêyê me Şervan Makû, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Bi saya terbiye û exlaqa malbata xwe li gorî cewhera xwe mezin bû. Malbata wan ji eşîra Elemhulî bû ku bi nirx û çanda berxwedanê ya civaka Kurd mezin bû. Ji ber ku malbata wî û derdora wî welatparêz bûn, zû rastiya gelê xwe nas kir. Hevrêyê me Şervan ji ber di nava malbateke ku bi çandiniyê re mijûl dibûn de mezin bû, zû ked nas kir. Hevrêyê me ji bo debara malbata xwe kolberî û şivantî kir. Di şert û mercên dijwar ên çiyê de mezin bû û qîmeta kedê zanî. Sebir û berxwedana şivantiyê ji bo siberoja wî ya di nava gerîla de, bû bingeheke xurt. Hevrêyê me her ku zextên aborî û polîtîkayên xizankirinê yên rejîmê dît, hêrsa wî mezintir bû. Hevrêyê me Şervan li dibistanên sîstemê qet nexwend, lê bi derfetên xwe rastiya jiyanê nas kir û zû zilma sîstemê fêm kir. Bi hewldana xwe bû xwedî kesayeteke berxwedêr.

Hevrêyê me Şervan di sala 2009’an de derfet dît ku Tevgera me nas bike û eleqeya wî bi jiyana gerîla re çêbû. Ji hevrêyên ku ji bo parastina hebûna gelê xwe canê xwe feda kirin û şehîd bûn, bandor bû. Hevrêyê me ji bo tevlî nava jiyana Apoyî bibe lêhûrbû û fêm kir ku cihê çareseriya nakokiyên wî nava refên têkoşînê ye. Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû û gav avêt nav têkoşînê.

Hevrêyê me Şervan ku ji têkiliyên germ ên gerîla û jiyana komunal bandor bûbû, perwerdeya xwe ya ewil li herêma Xakurkê dît. Bi vê perwerdeyê re xwe di warê îdeolojîk de pêş xist û rastiya Rêber Apo û PKK’ê baştir fêm kir. Hevrêyê me tiştên di perwerdeyê de hîn bû bi rengekî serketî bi jiyanî kir û hewl da ku felsefeya Apoyî bîne cih û di jiyana xwe de bijî.

Hevrêyê me Şervan piştî ku perwerdeya xwe qedand, li herêma Xakurkê ma, ked da û ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Di nava sê salên li herêma Xakurkê de bi helwesta xwe ya di nava jiyanê de, tevlîbûna milîtanî, dirust û jidil derket pêş û bû mînak ji hevalên xwe re. Hevrêyê me ku bi fedekarî û wêrekî tevlî têkoşînê bû, her erka ku girt ser milên xwe bi baldarî anî cih. Li herêma Xakurkê di çalakiyên li dijî hêzên dagirker de bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bû û bi fedekarî û wêrekiya xwe derket pêş. Hevrêyê me Şervan bû şopdarê hevrêyên xwe yên şehîd û xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Di nava şert û mercên dijwar de bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Şervan, ku ji malbateke cotkar hatiye û rêwîtiya xwe ya kedkarî ber bi refên gerîla ve biriye, wê hêrsê ku ji zilm û zordariya rejîmê girtiye veguherand biryardariya tekoşînê. Hevrêyê me, bi cewhera xwe ya paqij, di demeke kurt de xwe bi jiyana pîroz a PKK’ê re kir yek û her dem xwesteka xwe ya hînbûnê û hewldana xwe domand. Helwesta wî ya sade û bi pîvan, di refên têkoşînê de bû mînakek ji xeta milîtaniya Apoyî.

Hevrêyê me Şervan Makû di 22’yê Adara 2018’an de di êrîşa dijmin a li herêma Geliyê Reş a Xakurkê de tevlî nava karwanê şehîdan bû. Em hevrêyê xwe bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna wî bidomînin. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

EGÎD ZERDEŞT

Hevrêyê me Egîd li bajarê Makû yê ku li dijî mêtingerî û zilmê serê xwe netewîne û her tim di nava berxwedanê de ye, hat dinê. Hevrêyê me Egîd ji eşîra Celalî ya berxwedêre û di nava malbateke ku bi nirxên Kurdistanî girêdayî ye de, mezin bû. Ji roja ku çû dibistanê, wekî her zarokekî Kurd nakokiyên destpêkê jiyan û li ser van nakokiyan lêhûrbû. Li hemberî polîtîkayên dewletê, ji bo parastina ziman û nasnameya xwe, israr kir. Hevrêyê me tevî hemû bêedaletiyan jî xwendekarekî pir serketî bû, bi xebata xwe derket pêş û Beşa Mîmariya Elektrîkê ya Zanîngeha Tebrîzê qezenc kir. Di vê demê de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê baştir nas kir. Bi ciwanên Kurd re tevgeriya û Parêznameyên Rêber Apo xwendin. Hevrêyê me di vê demê de rastiya civaka xwe dît û biryar da ku têkoşînê bike. Hevrêyê me, ku ji şerê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yê li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me û ji berxwedana wan a fedaî ya li dijî dagirkeran hêzeke mezin girt, wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet, zanî ku cihê wî di nava refên têkoşînê de ye.

Hevrêyê me Egîd piştî ku ji zanîngehê mezûn bû, li şûna derfetên sîstemê, felsefeya jiyana azad a Rêber Apo hilbijart û di sala 2018’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Navê Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) li xwe kir û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ji roja ewil ve biryardariya xwe nîşan da û xwedî bingeheke xurt bû. Ji ber vê di perwerdeyê de lêhûr bû û di warê leşkerî û îdeolojîk de kûr bû.

Hevrêyê me Egîd piştî perwerde bi rengekî serketî qedand, derbasî herêma Xakurkê bû û tevlî xebatên pratîkî bû. Bi kesayeta xwe ya kelecan û kedkar bal kişand û zû têkiliyên hevrêtiyê ava kir. Hevrêyê me bi jiyana pîroz a PKK’ê re bû yek. Hevrêyê me Egîd ku armanca wî rast fêmkirina Rêber Apo bû, parêzname û nirxandinên Rêber Apo timî bi xwe re hildigirt û di pêşketina hevalên xwe de jî ked da.

Hevrêyê me di hemû qonaxên berxwedana li Xakurkê de cih girt û li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger tevlî gelek çalakiyan bû. Bi taybetmendiyên fedaî yên Apoyî hate naskirin û her erk bi serfketî anî cih. Zanibû ku her nirxek li nav PKK’ê bi xwîna şehîdan hatiye afirandin, lewra parastina van nirxan esas girt. Hevrêyê me di şopa Fermandar Egîd de bi rengekî xurt û biryardar meşiya.

Her çend hevrêyê me Egîd demeke kurt di nava refên têkoşînê de mabe jî, bi şopên ku li dû xwe hiştin di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi zanîna rewşenbîrî ku li zanîngehê bi dest xist û kûrahiyên îdeolojîk ê nava tevgerê, di pêşketina hevrêyên nû tevlîbûyî de roleke girîng lîst. Hevrêyê me, ku di jiyanê de çawa be di şer de jî helwesteke mînak nîşan da, her kêliya jiyana xwe bi awayekî tijî derbas kir û xeta milîtaniya Apoyî xurtir kir. Kesayetiya wî ya sade û kedkar, di nava refên têkoşînê de bû potreyek milîtaniyê ku dikare mînak bê girtin.

Hevrêyê me Egîd di 24’ê Nîsana 2019’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm, di dilê hemû hevalên xwe de şopên kûr hiştin. Em soz didin ku em ê bi awayê herî xurt xwedî li mîrateya wî ya têkoşînê derkevin û wê bigihînin serkeftinê. Têkoşîna wî dê di dilê hemû gerîlayên li çiyayên me li ber xwe didin û gelê Kurd ê welatparêz de, her tim bijî. Li ser vê bingehê, em bi taybetî ji malbata wî ya hêja û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

RÛKEN AZAD

Çaldiran, li Rojhilatê Kurdistanê beldeyeke kevnar e ku di bîra berxwedana gelê me de cihekî girîng girtiye. Zarokên li vir mezin bûne, bi çanda berxwedanê û bi dilsoziya bi nirxên Kurdistanî mezin bûne. Gelê Çaldiranê nirxên xwe yên bingehîn di gelek serdeman de zindî hiştine û ji fedakirina zarokên xwe ji bo têkoşîna azadiyê ti carî dudilî nebûne. Ciwanên ku li vir mezin bûne, bûn milîtanên pêşeng ên têkoşîna me.

Hevrêya me Rûken, li Çaldiranê di nava malbateke xwedî çanda berxwedanê de hat dinê. Di nava çanda kevnar a Kurd de li Makû mezin bû û ev yek bû sedem ku li gorî çand û cewhera xwe mezin bibe. Ji ber ku hem wekî jinekê û hem jî wekî Kurdekê di bin zextê de bû, ev yek bû sedem ku hevrêya me Rûken bikeve nava lêgerînan. Hevrêya me ji derdora xwe rastiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bihîst. Dema ku dît jin li wir pêşengiyê dikin, xwest tevgera me ji nêz ve nas bike. Hevrêya me Rûken dît ku gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê bi vîna xwe dijîn, ev yek hişt ku ew zûtir bi Rêber Apo ve bê girêdan. Hevrêya me dema ku dît çeteyên hov li Rojava, Şengal û Mexmûrê dixwazin gelê me qir bikin, fêm kir ku divê ew jî wekî jineke Kurd a bi rûmet ji bo azadiya gelê xwe bixebite. Hevrêya me di sala 2017’an de tevlî nava refên têkoşînê bû û rêya têkoşînê nîşanî hemû ciwanên Kurd da.

Hevrêya me Rûken derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û dest bi perwerdeya şervanên nû kir. Hevrêya me bi kelecaneke mezin xwest ku her tiştî hîn bibe û bi pratîk bike. Ji ber ku ew ji çiyayên Kurdistanê ne biyanî bû, bi hemû hêza xwe xebitî da ku bi şert û mercên dijwar ên çiyê re bibe yek. Hevrêya me Rûken neçûbû dibistanên sîstemê û ji bandora sîstema kapîtalîst dûr bû. Ev yek ji bo wê bû destpêkekî pir baş. Bi dilpakî û cewhera xwe yê xurt, di jiyana PKK’ê de ti zehmetî nekşand. Hevrêya me Rûken bingehên Îdeolojiya Azadiya Jinê hîn bû, nasnameya xwe ya rast dît û bersiva pirsên xwe yên ku di sîstemê de nedikarî bibîne, li cem Rêber Apo dît. Hevrêya me dît ku dîroka artêşbûna jinê bi keda hezaran kesan hatiye avakirin û ji bo ku van niraxan bigihîne serkeftinê biryardariyeke xurt raber kir. Hevrêya me Rûken hêviya jiyana nû li cem Rêber Apo dît û bê navber ji bo bibe milîtaneke rast a vê xetê ked da.

Hevrêya me Rûken ji perwerdeya ku bi serkeftî qedandibû hêzeke mezin girt û derbasî herêma Xakurkê bû û li wir dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîlatiyê kir. Di pêvajoya şerê dijwar de, her dem hay ji berpirsiyariya xwe ya dîrokî hebû. Ji bo ku di taktîkên gerîlatiyê de pêş bikeve, lêhûrbû û tiştên ku hînbibû bi serkeftinê derbasî pratîkê dikir. Armanca hevrêya me ew bû ku bibe gerîlayeke jêhatî ya YJA Star û di xeta serkeftinê de bimeşe. Ji bo vê yekê, bi rengekî xurt beşdarî têkoşînê bû. Hevrêya me wekî milîtaneke pêşeng a YJA Star, li her cihê ku diçû û di her xebata ku tê de cih digirt, serkeftinê esas digirt. Hevrê Rûken îdiaya xwe ya domandina rêya Zîlan û Bêrîtan bi awayekî xurt xist pratîkê. Di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger de jî cihê xwe girt û erkên xwe yên di şer de bi serkeftî pêk anî. Hevrêya me Rûken bi jîrbûna xwe ya pratîkê û bi hêza xwe ya hevrêtî, her dem di karên herî zehmet de cih digirt. Ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd, her dem li rêya lêdanên mezin li dijmin, digeriya. Hevrêya me Rûken ji çanda berxwedanê ya Çaldiranê hêz digirt û bi têkoşîna xwe bû mînakek şênber a artêşbûna jinê. Kesayetiya wê ya sade û fedakar, di nava refên têkoşînê de bû mînakek ji milîtaniya YJA Star.

Hevrêya me Rûken di encama êrîşeke dewleta Tirk a mêtinger de, di 23’yê Nîsana 2019’an de tevlî nava karwana nemiran bû. Em wekî şopdarên hevrêya xwe Rûken soz didin ku em ê bîranîna wê her dem di têkoşîna xwe de bijîn. Li ser vê bingehê, em bi taybetî ji malbata wê ya hêja, gelê Çaldiranê û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

 

9'ê Mijdara 2026'an

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê