HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 20'ê Hezîranê saet 10:15'an dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê FM dema hewl didan ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de kamerayek mobese û projektorek hatin îmhakirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

— 20'ê Hezîranê saet 16:00 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

— 20'ê Hezîranê saet 17:30'î dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdiyê dema hewl didan ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

— 20'ê Hezîranê saet 16:00 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otamatîk hedef hatin girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

— 21'ê Hezîranê saet 03.00'an li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef hat girtin û îmhakirin.

— 20'ê Hezîranê saet 10:46'an dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatik hedef hatine girtin û lêxistin. Di vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

— 20'ê Hezîranê saet 14.00'an li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayek mobese ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef hatiye girtin û îmhakirin.

— 20'ê Hezîranê saet 17:30 û 21'ê Hezîranê saet 01:30’an dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk hedef hatine girtin.

2. Herêma Heftanînê;

— 19'ê Hezîranê saet 15:00 dagirkerên li herêma Girê Dûpişkê bûn hedef û bi çekên giran derb li wan hate xistin

3. Herêma Metîna;

— 19'ê Hezîranê saet 18:00 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Serê Metîna bi çekên nîv otomatîk hedef hatine girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

— 20'ê Hezîranê saet 18:30 dagirkerên li Herêma Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran hatin hedef girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 20'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 19, 20 û 21'ê Hezîranê, Herêmên Şehîd Cihan, Sîlê yên herêma Qendîlê 4 caran, Herêma Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carek, qadên Girê Zengil, Gûzê, Sêser, Zêvkê yên herêma Garê 5 caran, Serê Metîna, Bêşîlî, Qada Berxwedanê ya Dergelê ya herêma Metînayê 3 caran, herêma Lolan, Berbizina, Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 3 caran, bi giştî 16 caran ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin.

— 20'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya Herêma Metîna bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

22ê Hezîranê 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê