HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Geverê;

— 17’ê Tîrmehê 3 kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Civyan, Şargulata û Gundê Sêgûza yên Geverê bi cih kirî, hatin tespîtkirin û îmhakirin.

2. Li Herêma Metînayê;

— 19’ê Tîrmehê di saet 20.00’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hate xistin. Derb li çeperên dagirkeran hate xistin û 2 çeper îmha bûn. Dagirkeran xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi rengekî hemwext derbe li 2 çeperên din jî hate xistin. Li vir 2 çeper hatin îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.

3. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 17’ê Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê mobesseya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate îmhakirin.

— 18’ê Tîrmehê di saet 05.40’an de dagirkeran xwestin kameraya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatî îmhakirin, biguherin. Lê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

— 19’ê Tîrmehê di saet 18.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 18’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 18 û 19’ê Tîrmehê qadên Lolan, Kolît û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 9 caran, qadên Avtehlê, Deşta Kafya, Spîndarê, Kanî Gûzê, Girgaşê û Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

— 20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

20ê Tîrmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê