HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêm Metînayê;

— 20'ê Tebaxê saet di 12:50 û 13:15'an li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 20'ê Tebaxê saet di 21:30 û 23:40'î de li Qadên berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Bi destwerdana hêzên me liv û tevgera helîkopteran a li qadê hate rawestandin.

— 21'ê Tebaxê saet di 16.10'an de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 20'ê Tebaxê saet di 04:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

— 20'ê Tebaxê saet di 20:54'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

— 21'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

— 22'ê Tebaxê saet di 07:09 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 20'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ay Girê Baharê bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 20 û 21'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 7 caran bi teqemeniyên qdexekirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 20, 22 û 23'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Berbizinê, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hêmin 9 caran, li herêma Garê qadên Doşta Kafya, Avtehlê, Sêdarê, Zêvkê, Sîser, Dola Mêranê, Heftebax, Çemrobotkî, Ergenê, Zengilê 17 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 2 caran; bi giştî 29 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 20, 21 û 22'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf û Girê Şekîf, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

23’ê Tebaxa 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê