HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

— 11’ê Gulanê di saet 12.25’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

— 17’ê Gulanê di saet 13.30’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM çalakiya koordîneyî hate lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi rengekî bi bandor li kepçeya dagirkeran xist û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Baskê duyem ê çalakiyê; derbe li 2 çeperên ayîdê dagirkeran xist.

— 17’ê Gulanê di saet 15.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

— 17’ê Gulanê di saet 16.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

— 17’ê Gulanê di saet 20.40’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin.

2. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 16, 17 û 18’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 18 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr, carekê bi dronên bombebarkirî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

— 16’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

— 16 û 17’ê Gulanê qada Sinînê ya herêma Xakurkê 2 caran, qada Girê Zengil û Deşta Kafya ya herêma Garê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

— 16’ê Gulanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Golka û Dergelê yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

18ê Gulana 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê