Rêber APO
Di vê dema ku em dikevin 15’ê tebaxê, tê zanîn ku hewldana ku min nîşan da, heman tiştî ji bona aştiyê jî nîşan da. Aştî herî hindek bi qasî hevcivîna teorîk, hêza liberxwedayînê dixwaze. Teqez ne xebateke ku mirov bi sivikî bi dest bigire. Tadeyiyên aştiyê, ji şer zêdetir in. Her çiqas ez bi hevsengî nêzîkî tevgera me bûm, bi heman nêzîkahiyê nêzê dewletan bûm.
Ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû dike. Her kurd dizane ku, ev ji nû ve vejîna wî/ê ye. Ronesansa wî/ê ye. Edî kurdbûna berê nîn e. Jiyan kevn nîn e. Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev kurdê nû dikare ciyê xwe li Rojhilata Navîn bigire û dikare di vê dinê de ciyê xwe bigire. Lê ger tu di kurdbûna kevn de bi bergirî nêzîk bibî, tu miriyî. Yê mirî ne kurdbûna PKK’ê ye, ev kurdbûneke kevn e. Sedî sed miriye. Bes kurdbûna ku me afirandiye, bi tevahî kurdbûneke jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta dawîn jîndar bimînin em in. Di nava rêxistina me de, jiyana ku em di nava xwe pêktînin, ew qas mezin e.
Berxwedaniya Tebaxê; kûr bûye, fireh bûye û bilind bûye. Tiştê ku Kurdistanê ji nû ve afirand, jiyana nû pêkanî ev şerê me bû. Di çûyîna pêngava 15’ê Tebaxê de, bandora rojiya mirinan diyarker e. Ger rojiya mirinê nîn bûna, bi vî şêweyî wê pêngavek neketina rojevê. Çawa girêdana bîranîna Heqî Qarer me ber bi îlankirina PKK’ê ve bir, berxwedaniya Zîndana Amedê, 15’ê Tebaxê afirand û bû wateya bergirîbûna vîna azad. Inyadkirinên rêxistinên noker û hinek kesayetiyên hundir û derve, yekem car vala hatin derxistin, hemû dewletên biçûk an mezin ên têkildar, hewldanên wan ên eciqandin û çewsandinê vala hate derxistin û vîna azad a gel xwe li piya hişt û biserket. Ev vîna mezin ku bi gelek êşên mezin, bi windayî û bedelên mezin bidestketiye, di dîrokê de ciyê xwe girtiye. Girêdana bîranîna berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, bi pêngava 15’ê Tebaxê çêbûye.
Em pêngava 15’ê Tebaxê, gelekî ku henasa wî bi tevahî hatiye çikandin û rastiya xweparastina wî binav bikin, wê derbirîneke rast be. Ev her çiqas wekî êrîşek bê binavkirin, di cewherê xwe de, hişyariya; “Ez gel im, min ji holê raneke.” hat dayîn. Bi taybet berteka li hemberî hovîtiya li Zindana Amedê dayîn, bersiva qîrîna; “Em dev ji hebûna xwe bernadin” e. Bi qasî soza Mazlûm Doxan a; “Divê em dengê xwe bigihîjînin dinê.”, bersiva sozên Xeyrî Durmûş a ku dibêje; “Hûn nikarin hebûna me înkar bikin.” û destnîşankirina Kemal Pîr a ku dibêje; “Ez rizgariya gelê tirk, di rizgariya gelê kurd de dibînim.” şerê herî mezin e ku em wate bidinê ye. Ev pêngava şer, di serî de hêzên olîgarşîk ên kurd û tirk, li hemberî hêzên despotîk bersiva; “Dema mêtandin û çewsandinên we yên bêsînor derbas bû, dema jiyana azad hatiye” ye.
Taybetmendiyên herî mezin ê şerê 15’ê Tebaxê, di warê perwerdehiyê de seyr e. Û dibe ku bê gotin ku, di jiyana netewekê de, em dev ji rastiya neteweyî berdin girtina wê, nasname hew maye ji dîrokê bê paqijkirin, li hemberî vê yekê ji şerê netewî û çînî wêdetir, bi her awayî şerê nasnameya xwe qezenckirinê ye.
Ger roja îroyîn qonaxa ku 15’ê Tebaxê xwe gihandiye wateyeke wê hebe an şîroveyeke cuda bê kirin, di vê bingehê de Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina mirov a ku pêkhatiye ye. Êdî divê em we bigihînin ravekirina mirovê ku pêk bê û divê vê bixwe em bikin. Ev encameke rast û pir pêwîst e. Dijberî vê yekê, emê nikaribin hev û din erê bikin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, di bingeheke aştiyeke bi rûmet de, ez bawer im ewê bigihîje serkeftinê. Armanca bingehîn a pêngavê, gihîştina serkeftina aştiyê ye. Bi vê armancê ez banga xwe ya 15’ê Tebaxê nû dikin. Ev banga aştî, demokrasî û yekîtiyeke azad e. Di vê mijarê de, banga sekneke bi hêz e. Divê sekn bi hêz be. Ger vê nekin, wê nikaribin tiştek bikin. Ez banga 15’ê Tebaxê, ji bona xwe biparêzin û yekîtiyek saz bikin dikim. Divê ez rast bême fêmkirin û rast pêkbêm. Nexwe ez nabim berpirsê niqutek xwînê. Tu yê zexm bisekinî. Ger tu li ser navê min tevbigerî, divê tu zexm bî. Tu yê xwe biparêzî. Ji bona aştî û demokrasiyê tê baş bixebitî. Ev li gorî siyaset û hiquqa demokratîk e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Şehîd Xebat ku girêdayî navçeya Adakliya Çewlikê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku yekîneyên biçûk ên kontra xebatên kemînavêtinan li dar xistine, heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 11’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê li qada Şehîd Reşo ku di navbera qadên Badibê û Hababê de ye bi zanebûn şewat derdixîne. Di encamê de şewatên ku derketine hê jî didomin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel ku ji hêla serokatiya me ji bona çareseriyê kedeke mezin tê nîşandin û hêzên me yên parastina rewa ji bona ku ev biryar pêk bê di nava seferberiyek de ne, li hember vê êrîşên provakatîf artêşa TC’ê û rantxurên şer ên ku naxwazên ev pêvajo bi pêş nekeve didomin. Wê ev hêzên êrîşkar di bin hêrsa gelê me yê ku jiyaneke bi rûmet û aştiyane dixwazin de bimînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 10’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Geliyê Zorê, Şêx Hemze,Sînda, Dûmila û Vegenê ku girêdayî Sasona Batmanê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî hê jî didome.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve danê sibehî saet di navbera 04:00-05:00’an de li hember qada Basya ku girêdayî Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 7’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember bejahiya Xetayê operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 6’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Kato Ortê, Kato Marînos, Sirtê Marînos û Siwarê Xalê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê tebaxê de ji danê sibehî saet 08:00’an pê ve hetanî danê êvarî saet 17:00’an ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Karker, Gundê Cinetê û Girê Kordîne ku girêdayî Xakurkê ne êrîşeke bi obûs û hawanan li dar ketiye. Di encama van êrîşan de şewata ku destpêkiriye hê jî didome.
6 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Rêber APO
Efû? Ma pirsgirêk ne ev e. Pirsgirêk ne ew e ku ez werim efûkirin an na. Gelo vana wisa texmîn dikin ku qenciyê dikin? Vana nikarên ciddiyeta pirsgirêkê fêm bikin. Ji vana re nêrînên min baş ragihînin. Vêya çima wisa diaxive?
Pirsgirêk ne ew e ku ez werim efûkirin an na. Pirsgirêk zêdetir kûr e. Ev deh sal in ku ji bo pirsgirêk çareser bibe, çi ji deste min hat min kir.
Naha ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, wê li hevhatineke civakî yan jî muzakere destpê bike. Girîng e ku ev çêbibe. Pêwîst e baş bi dawî bibe. Ez berê cuda difikirîm. Em şoreşê difikirîn. Ez dizanim ka li Tirkiyê şoreş û dij-şoreş çawa tê kirin. Niha ez di rewşekî wisa de me ku ez van hemûyan fêm dikim. Min dîrokê û şoreşan pir baş lêkola. Min Hobsbawm û hemû yên din xwend. Me dikarîbû em şoreşê pir kûr bikin. Lê belê, wê pir bi êş bibûya. Me nexwest ku em bivin sedema van êşan. Loma me xwest ku em pirsgirêkê bi awayekî demokratîk çareser bikin. Mirov dikarê bi şêwaz (tarz) û rêbaz (yöntem) ên demokratîk mafên civakê, daxwaziyên demokrasi û îdealên azadiyê pêk bîne. Li Tirkiyê gelek pirsgirêk hene, pirsgirêka bekariyê heye. Tê gotin ku heta roja îro 300 milyar dolar ji şer re hat xerckirin. Neha qeyraneke (kriz) mezin heye. Kapîtalîzm hemû deveran girtiye, hemû beşan dadiqurtîne. Ta ku ev kapîtalîzm bi awayeke ewqas hovane were pêkanîn, ti pirsgirêk çareser nabe. Ez nabêjim ku em dikarin kapîtalîzmê ji holê rakin, li em dikarin kapîtalîzmê sinordar bikin. Ji bo vê, pêwîst e mirov bi rengekî pir rast û kûr nêzîkî pirsgirêkan bibe.
Ji bo çareseriya demokratîk a vê pirsgirêkê, pêdivî bi muzakereyek heye. Tu yê vê pirsgirêkê çawa muzakere bikî û çawa çareser bikî? Min li vê derê bi caran got: Ez dixwazim vê xwînê bidim sekinandin. Ez dixwazim van pevçûnan (çatışma) bidim sekinandin. Ê min, berpirsyariyeke min a dîrokî heye. Heta roja îro, min vê berpirsyariya dîrokî bi cih anî. Min pir dîqet kir ji bo ku pevçûn (çatışma) û mirin çênebin. Eger ez ji vê derê destê xwe vekşînim, wê tiştên bixof (korkunç) çêbin. Herkes dizane ku li herêmê çandeke mezin a siyasî çêbûye, pênc-deh hezar kesên çekdar li çiyan hene. Her wisa her cûre heza kurdan jî heye. Ti kes nikare wan bide sekinandin. Eger tê xwestin ku ez li vê derê van mirinan û pevçûnan bidim seknandin û rol bilîzim, wê deme pêwîst e şart û mercên min jî werin sererastkirin. Ez li vê derê ne di wê rewşê deme ku karibim tiştek bikim. Ez bixwazim jî, nikarim vê yekê bikim. Berî her tiştî pirsgirêkên min ên tenduristiyê ne guncav in ji bo vê yekê. Ne gengaz (mümkün) e ku bi van pirsgirêkên tenduristiyê û di van mercan de ez vê berpirsyariyê bidim meşandin.wekî din, tiştên din jî hene. Mînak, em bêjin ku erdhejek (zelzele) çêbû û em li vê derê mirin. Ango, gengaz nîne ku bi van mercan ez vê berpirsyariyê rakim û vê rolê bilîzim.
Piştî ku di 15’ê Tebaxê de nexşeya xwe ya rê pêşkêş bikim, ezê xwe vekşînim. Êdî wê Kurd bi xwe biryar bidin ka wê çareserî çawa be, wê PKK biryara xwe bide, wê DTP biryara xwe bide. Wê gelê Kurd biryara xwe bide. Eger hun bixwazin, yên li çiya biqedînin; eger hun bixwazin, DTPyiyan biqedînin; ez nizanim ka hunê karibin biqedînin an nikaribin biqedînin; hunê qezenc bikin an hunê hunda bikin. Wê herkes biryara xwe bi xwe bide. Ez li vê derê ne di wê rewşê de me ku derbarê mirovê li çiya de biryar bidim. Kesa/ê ku li wê derê her roj eziyet dikişîne, ew bi xwe ye. Kesa/ê ku di nava pirsgirêkê de ye, ew bi xwe ye. Ez li vê derê nikarim derbarê mirovê çiya de bidim. Heta navenda Qendîlê jî nikare biryar bide. Wê her grûb û her kes biryara xwe bi xwe bide. Ji ber ku eziyetê ew bi xwe dikşîne, ew bi xwe dimire û ew bi xwe tekoşînê dike. Wê rast nebe ku ez di van mercan de di van mijaran de tiştek diyar bikim. Ên Kurdan jî, 40 hezar şehîdên van hene. Nirxên van hene. Mexduriyetên wan ên pir mezin hene. Wê Kurd biryarên xwe bi xwe bidin.
Divê artêş jî vê yekê fêm bike. Divê artêş vêya fêm bike û pêş vê nebe asteng. Bila artêş wisa pir bi xwe bawer nebe. Bila xwe wisa pir bihêz hîs neke. Eger serdemeke pir aloz (kaotik) û pir bi pevçûn çêbibe, her wisa li pêş çareseriyê bibe asteng, wê artêş jî li holê nemine, wê belav bibe û biçe. Artêş jî yekpare (bütün) nîn e, bi parçe ye. Rewşa artêşa sor (kızıl ordu) li holê ye. Artêşeke pir xûrt bû, lê hilweşiya û çû. Li Frenseyê jê re digotin artêşa qral, pir xûrt bû, muhafizên wê yên tatbet jî hebû, lê dema ku gel rabû serhildanê, tê yek ji vana nekarî li hemberî gel bisekine, loma belav bûn û hilweşiyan.
- Ayrıntılar