.
Ev şerekî jiyanî yê wisa ye ku; kesên pênaseya wê rast nekin, li gorî pêdiviyên wê xwe amade nekin, tenê ne ji bo neteweyekê, bi giştî ne ji bo partî û artêşê jî, ji bo kesayetê bixwe jî jiyankirin bê derfet dibe, ji bilî vê ti hilbijardeyek din nîn e. Divê ez yekser bêjim ku; kesên dixwazin ji rêzê destpê bikin, kesên ku dixwazin bibin bersiva pirsgirêkên herî hêsan, heya yên dixwazin ji her aliyan ve wate bidin tevahî pirsgirêkên şer, ger wate nedin rastiya vî şerê, bi rastî jî encamên pêwîst dernaxin, qet dest bi jiyanê nekin wê baştir bibe. Dîsa ev şer şerekî wisa ye ku di nav de bi qasê bersivbûna dîrokek xilasbûyî, destpêkirina hêviyek di derbarê pêşerojek pir zor jî heye.
Di vir de pêwîst e kes xwe nexapîne. Bila kes bi tirhêwên mîna, “vaye me jiyan dikir, em mirovbûn û me dikarî em pir weke mirovan jî bijîn” xwe nexapîne. Ger kêmek rêza we li hember rastiya we hebe, dîsa yekser divê ez destnîşan bikim ku dikarim hewildanên xwe jî ji vê re weke mînaka herî baş raber bikim. Ger bi qasê serê derziyê jî rêya jiyanek din heba, me bikarêya bi rêbazekê din ê tekoşînê serkeftîbin, ne wiha jiyankirina van salan, hilgirtina nefesê jî, hilgirtina henaseya yek rojê jî gengaz ne dibû. Niha cîhan tev de dipirse; çima û çawa? Ev şer çima bi vî awayî hat heya vir? Û pêşketinek ji mûcize yê weke mûcîzeyekê nîşanda. Hîna jî gelek ji we ji têgehiştina vî dûr in, misoger hin babatên vê şerê hene. Bêguman sedemê vî yê herî bingehîn, dîroka ji zûve qedyayî an jî bê dîrokiya gelekê ye. Pêşeroj an jî bê pêşeroj mayina wê ye. Di derbarê rojane de jiyana herî bi biryar bixwe ye. Mîna ku pir caran dibêjin bila ti kes me weke mirovek maceraperest, bêyî bifikire gavan diavêje, an jî weke şansê wî pir baş diçe, ne nirxîne.
Ger di vê cîhanê de, heta di dîroka mirovahiyê de bi qasê zorêya pêngavekî, ger hûn bêjin têgehiştina divêtiya wî, bûyerek heye ku di rêza yekem de an jî herî giring bê nîşandan? Ez dikarim jêre bêjim ew “Pêngava 15 ê Tebaxê” ye. Ez xeyalên we, nîyetên we, zanebûna we, asta azadiya we nizanim, lê ez bi girêdayî xwe dibêjim. Ev yek ji bo min deynek e jî. Ger birastî jî hûn naxwazin dev ji wesfên mirovahiyê berdin, her wekî ez gelek caran rexne dikim; ger hûn naxwazin di sînorê qirdikiyê de xwe bidin jiyankirin, divîyabû ku we pêngavek biavêta. Ez vê yekê ji bo bibe gotin nabêjim. Ez gelekî li ser jiyanê hizirîm û ponijîm, bi qasê xwendina xwe, min xwest bi taybetmendiyên xwe yê xwezayî riyekî bibînim. Bêguman niha wekî ku ez dixwazim ne şer pêşdikeve, ne jî partî pêşdikeve. Lê belê bi roxmê vê hûn niha baştir dizanin ku pêşketinekî herî bi sînor jî ez ji hemû aliyan ve dinirxînim û bi vî awayî di pêşxistina vî pêngavî de bê eman dibim şopanderê wî.
Di nava vî şerê de yek jê kesayeta fermandar a ku em di ecibînin Egîd e, cihê wî wexta mirov qala vê şerê dike divê misoger were bi bîranîn. Lê ez cardin diyar dikim ku hûn gelek ji nûneriya egîdiya wî dûr in. Ya rastî bi hewldanek mezin em dixwazin we bînin ser vî halî, we bînin veguhertinê, lê mîna ku hûn dibînin, dest ji astengiyên dijmin berdin, astengiyên we bixwe di astek pir bilind de ye.
Divê ez yekser bêjim ku birastî jî we dev ji xwe berdaye û hûn pir kirêt mane. Ez qet ji vê yekê hes nakim. Erê! Ger mirov xwe bixe vê rewşê, hezkirin û rêzgirtin bê îmkan dibe. Ew ji bo kesên din hacetek pir hêsan e û jixwe tevahî gel di rewşekî pir xerap de maye. Niha êdî ya li hemberî me ev e, dibêje “tu çi dibêjî bêje, çi qas hewl didî bide, em ê dîsa ya xwe bikin”. Tu nikarî biguherî û veguherî. Niha ez pir baş dibînim, dibe ku di polîtîkaya dijmin de di radeyek diyar de guhertin çêbibe, lê belê guhertina kesayetên rikdar ê di nava we de ji min re hindek din jî zor tê. Lê belê di vir de rikdariyek jî nîn e, em bi xelasbûneke pir balkêş re rûbirû ne. Dibêje; “ger ez bijîm, ez ê berbat bijîm.” Şerm e. Tu demek ji ya din zûtir biçî, ti wateyekî vê nîn e, pir kirêt e, fedî bike. Dibêje “na.” Êdî ev çawa avabûye, çawa bûye rewiştek (karakter), birastî jî weke min diyarkir ji çareserkirina pirsiyareke herî zor ê fîzîkê jî zortir e. Hûn çawa diwêrin wiha bijîn? Wexta ev qas bi xeletî nêzîk dibin ma ji we re dibêjin hûn dikarin bijîn? Ma ferîşteyên sirûşê (îlham perisi) hene ango hêzên cîgir di dewrê de ne. Na! Bala xwe bidin, ango ger bi rêbazên pir taybet em we negrin, divê hûn fêm bikin ku ji bo seatekî, ji bo rojekî nikarin xwe ragirin ku bibin xwedî jiyan.
Niha ger pêwîst be ez dikarim ji bo gel bibim pir, dikarim xwe ragirim jî, lê belê ger hûn di wê rewşê de bin ku nekarin di pirê re jî derbasbibin, wê wextê divê mirov çi bike? Girîn ne rêbazek e. Xwe bi hêsanî dayina kuştin jî ne riyek e. Xwe hêsan kirin, ji bo van karên hêsan ê hûn pir jê hezdikin nîqaşên beredayî kirin, roja xwe vala derbaskirin, pir ji rêzê derbaskirin, evana ne rê ne. Ez ji ber van nêzikatiyan fedî dikim û ezap dikêşim. Wê kengî bibin xwedî bask, kengî bifirin, wê kengî bibin raveya jiyanek dewlemend û rewnaq, lê belê wexta ez li rastiyên holê dinêrim her wekî dixwazin vê yekê îspat bikin. Dijmin çi qas xwestibe em ew qas in. Ji vê dijminê re dibêjin di dîroka mirovahiyê de yê herî barbar, ê herî faşîst, ji vê jî xeraptir, di rewşekê de be, hûn dibêjin em li gor wî ne.
Vaye bi qehremanî bi Pêngava 15 ê Tebaxê re sêzdeh salin şer kir, em bi başî dikevin sala 14. Hûnê bêjin çi pêwendiya vê yekê bi van gotinan re heye. Pêwendiya wê heye, ji ber ku ez berdevkê yekem ê vî şerê me. Berdevk mecbûr e ku gotina xwe pir bi balkêşî û rastî bêje. Berovajî wê bibe demogokek. Ji bo gelekî giringiya vî şerê li holê ye, ji lewra ger nirxandêrek kêm bibe wê ev yek bibe felaketa wî. Jixwe ev mecbûriyet dike ku di xalên ez jî tesewur nekim de gotinê bikim û kar bi min dide kirin. Ez napeyivim, min nadin peyivandin, min didin karkirin. Têkarêya min tenê hindek hişyarbûn û hindek jî dest ji wîcdanê bernedan e. Ev yek e ku van tevan bi min dide kirin. ji aliyek cûda ve Pêngava 15 ê Tebaxê pêngava înadekî ye, baweriyekî ye. Bila tu kes nebêje ku “min ev qas hewldan kir, ez jî di nava vî karî de bûm. Rast e ez van qet înkar jî nakim. Li dîroka şerê xwe binêrin, dîroka şehadetan binêrin, dîroka gel û ya îsyanan binêrin, hûn ê li wir tiştekî bibînin; înyat pir zûve şkestiye, pir ji zûve dest ji teorêya şer berdan, pêdiviyên herî kêm ên şer jî dûrketin heye. Ez yeqîn dikim wexta hûn bi wîcdan û bi şiyarî, bi awayek zanebûn dîroka şer binirxînin, hûn ê van xalan tespît bikin. Bi tevê ku me keda tu kesî/ê bi qasê mîlîmekê jî înkar nekir, di dîrokê de cara yekem me wateya şehadetên herî mezin da, pêwîstiyên wî me bi cîh anî. Ji bo hûn jî jiyan bikin, dibe ku hezar qatê ku hûn difikirin zêdetir me derfetên jiyanî ji we re pêşkeşkir.
Ez pir xemgînim ku nikarim vê yekê ji we re rave bikim, ji ber ku ev şer, şerê fikirandina mezin û şerê dilê mezin e. Ji we re pir jixweber tê, hûn dibêjin qey pir rehet tê şerkirin, lê di rastiyê de ne wisa ye û ez ti caran nabêjim ku ev yek wiha ye, ez ê berovajiyê wî bêjim. Mîna ku hûn difikirin û dibihîsin nîn e, teqez divê em dilsoz bin.
Ger mumkin be wîcdanên xwe cardin di muhasebê re derbas bikin, dilekî we hebe bi rastiyan re girêbidin. Wê li wir derkeve holê ku rastî cûda ne. Hûn netirsin wê pir baş be, xwe hindekî ji rastiyan re baldarî vekin wê baştir be û teqez hûn ê tiştên cûda fêr bibin. Hindekî mîna ku ez dibînim hûn jî bibînin wê baş be. Hişê min ranake, çiye ev qasî zorî dîtin, ev qasî bêhalî, ev qas wendahî? Gelek destkeftiyên dîrokî hene û hûn tine dihesibînin û bi hêsanî dest jê berdidin. Hêrsa min dualî ye. Çima ev qas hêsan wendadikin, dikare bi rehetî qezenc bike lê çima ev qasî hêsanî wendadike? Zilamê ku ji bo şorbeyekê, nizanim ji bo cixareyekê çil qulozan diavêje, derfetên jiyanekî mîna buhûştê çima naxwaze fêm bike, çima? Destê xwe dirêj bike wê bigire, lê naxwaze bigire. Vaye li vir nezanekî jiyanê, bermahiyekî tinebûyî heye. Min rêzdariya herî mezin da rastiyê bixwe. Lê belê yên xwedî li wî derdikevin pir kêm in.
Ji bo karê we hêsan bikim min gelek tişt kirin. Ez bawerim ku min kir û min pir jî biser xist. Binêrin ez dubare dibêjim; li welatê me ji sedî heştê yê gelê me bê kar e, kesên xwedî kar jî nikarin nanê xwe rizgar bikin, yên bêkar tenê ji bo bikarin bi nanê rojane debara xwe bikin, çar destan xwe li jiyanê dipêçin, direvin ber bi jiyanê, mirin her tim heye. Hestiyê wan derbasê nava hev bûye, çavê wan derketiye, bêhn ji devê wan tê, lê dîsa jî bi çar destan xwe li jiyanê pêçane. Hûnê heyret bikin. Li kolanên Amedê binêrin, ji bo nanekî pîr û kal, jin û ciwan, zilam çawa qiyametê radikin. Tu kes ji we nikare vê yekê înkar bike. Piraniya gel li dûv doran de ye. Baş e ez ji we dipirsim, ma qey ti pirsgirêka we ya birçîbûnê heye? Ez qet nan nakim pirsgirêk, lê ya rastî ev yek pir giring e. Ma birçîbûnek we yê îdeolojîk heye, birçîbûnekî polîtîk heye? Heta ji bo serkeftinan jî ma birçîbûnek we heye? Ji bo em van tevan têr bikin me hewildanek awarte xerçkir. Bi roxmê ku we ev tevde bi pişta destê xwe dehf da jî ma me dîsa piraniya wan bexşê we nekir? Lê belê bi roxmê vî jî ma ev bertek ji çire ye? Çima ev qas bê hişyarî û ev nêzikatiyên ji afirîneriyê dûr derdikevin?
Me ev qas xwe daye we. Ger jiyana we hebe ew jî tiştek din e, ew jî her tiştê wî me daye we. Eşkere bêjim peydakirina gidayekê jî bi ked dibe. Ger rêvebiriyek û serokatiyek taybet nebe tu kes pariyek nan nade tu kesê din, ji ber ku gelê me pir xizan e û cîhan jî dijminê wî ye. Ma wê kî bide we? Çima em rastîxwaz nebin? Hûn dizanin ku malbatên we jî rast û durust tiştekî nadin. Evana rastiyên balkêş in û mirov nikare ji van bireve. Bi reva ji rastiyan mirov nikare bigehe ti deverê.
Naxwe, pêwendiya “Şerê 15 ê Tebaxê” bi vîn, bawerî, zanebûn û hewldanek wiha yê pir giring re heye. Him jî ew qas bi pisporî hatiye meşandin ku ti mirovek nikare wiha pîlan bike û birêxistin bike. Ez tika dikim, ger ji vê şûnde hûn ê sala 14. bikin malê xwe, êdî tiştekî ji van gotinên min fêm bikin. Hindek jî ji ber we soz daye ez naxwazim we bişkînim. Jixwe rewşek min ê wisa nîn e ku ez tu kesî jî biqewitînim, lê ez vê şervantiya we jî pesend nakim. Min ev yek gelek caran bilêv kir, ne li gor soza we û asta biryardarêya we ye. Her ku diçe hûn xwe bixwe vala derdixin.
Bifikirin, birastî jî li hember tevahî cîhanê min berpirsiyarêya vî şerî girt ser xwe. Ne wer bi zanebûnek kêm an jî wêrekiyek kêm. Şev û roj serê cîhanê li ser min bû, henase bi henase min zexta wan di pêsîra xwe de hîskir û di cîhanê de nûnerî kir. Yekî bi aqil nekir, yekî bi berpirsiyar nekir. Ez naxwazim yek û yek vekim ka min berpirsiyariyên li hember we jî çawa bi cîh anî. Lê belê min tev jî bi zanebûn û berpirsiyariyek pir bilind bi cîh anî û ez serkeftîme jî. Lê hûn li xwe binêrin, di mijara karekî herî hêsan de jî bi qasî pêwîst be hûn xwedî lê dernakevin, li hember sozê xwe berpirsiyar nabînin û wê hêzê nîşan nadin. Vaye xeta şer di vir de ye. Derfetên wî çi qas bi hêz dibin bila bibin nikare pêş bikeve. Divê em qet xwe nexapînin.
Çima ez van sihem tînim ziman? Rastiyek din ê 15 ê Tebaxê ya divê em bînin ber çav jî rastiya “şehîdan” e. Ez nabêjim di vî şerê de wendahî nabin, lê belê bi ti awayî ez tevahî salên şerê 15 ê Tebaxê de gelek şehadetên ku hatine jiyankirin nikarim hezim bikim. Li gor min divê şehadet wiha nebin. Şehadetên ji ber gavên ne di cîh de tên jiyankirin me pir xemgîn dike. Sedemê wî dikare hindek din jî bê berferehkirin. Ji ber ku tekane nirxê vî gelê şervanên wê ne ku di xeta şehadetê de dimeşin. Ger em wendabikin ev dibe xerabiya herî mezin. Hûn wan dikin. Ger hûn hindek bala xwe bidin xwe û yê kêlekê xwe, ne ev şehadet wiha dibûn ne jî dijmin ev qas bi hêvî dibû. Naxwe we dikarî hûn cûde bimînin. Di bin de rastiyek din heye, tûj e lê helbet ez hewl didim bibînim. Kesayetên bi zorê xwe dabeşê deh hezaran, sed hezaran dikin û pêşkêş dikin ancax ev qas dibin. Ji we yê herî xwedî niyetê baş ev e. Canek we heye, hûn dikarin wî jî ev qas erzan û rehet bidin. Helbet hûn ê bêjin “ma tu ji vî zêdetir çi ji me dixwazî?” rast e, tiştek din naxwazim. Piştî ku we canê xwe jî da, ma ez dikarim êdî çi bixwazim? Lê belê ev yek têrê nake û tiştekî jî xilas nake. Ya rastî ne diyar e ka ev can çi qas canê we ye. Ev can canek din e. Herhal canê hindekî din e. Ji ber ku ger hûn xwediyê vî canî bûbana we ev wiha nedibir.
Ev yek pir vekiriye, vaye ez ji vê re heyf dikim û hûn ê bêjin “dijmin em xistine vî halî, çima tu ev qas bi israr li ser disekînî”. Lê belê dehayek jiyana me jî heye. Me di pîvanên giştî yê mirovan de hindek din jî xwe naskir, mîna mirovan em dixwazin bi we bifikirin. Ji vî re jî firsend bidin. Niha sepandinên we firsend jî nade. Mîna mirovan dixwazim bifikirim û ger mumkun be jiyan bikim. Ji ber vê yekî min tevahî hewildanên xwe yê jiyanê, tevahî liv û tevger û çûn hatinên xwe ji wî re û vî re bi dirêjkirina rê û pirekî pêkanî. Bi awayek din mirov nikarin bibin xwediyê îdîayan.
Ma ez dibêjim “bila îdîaya we piçûk be, qerarê we lewaz be”. Na! Berovajî ji bo mezinbûna vê yekê ez di nava hewldanek pir mezin de me. Helbet şerê vî jî tê meşandin. Pir cûda jî be ez ê teqez vî wateyî bidim “rastiya şehîdan” û ger encamek jî derbikeve wê ev şehadet bandora lewaziyên we, çewtiyên we, bê caniya we bihûrîne. Ji bo hêsan nemrin, li gorî wateya mezin a şehadetê mirin, her wekî heya bibin şervanên bê mirinê, ev yek wê bidome. Em ê jiyana erzan bi erdê re bikin yek û her wiha em ê êdî şehadetên erzan jî qebûl nekin. Em hatin ser vî xalî. Çawa ku Heqî, Egît, Mazlum şehîdên mezin in, ger em jî weke pêdiviyek tekuz ê maneyê heya dawîn li hember jiyanê rêzdar nebin, heya dawîn bi hebûna xwe wate nedin rêxistinê, xeta şer û rastiya serkeftinê, wê wextê şehadetên me jî di rêya şehîdên mezin de nabe şehadetek. Divê ez vî eşkere bêjim. Ji bo jiyanê jî heman awayî min bixwe jî jiyankir.
Helwestê min ê li hember jiyanê di serî de înkarekî mezin e, jiyana ku disepînin gelê me ez înkar dikim. Gelek tiştên ku hûn jê re dibêjin jiyan em înkar dikin. Di serî de ji xwe re pêk tînim. Ger jiyan bibe em ê vê yekî heya dawîn bi azadî nîqaş bikin, bikin biryar, ji erêkirina gel re derbas bikin, ji erêkirina dîrokê re derbas bikin, ji erêkirina mirovahiyê re derbas bikin dûvre qebûl bikin. Berovajî em ê hesap nekin ku em dijîn û em ê nexapin. Pêngava 15 ê Tebaxê di vî wateyî de jiyanê pênase dike. Heya negehin vî pênaseyî jiyan nabe. Çawa ku em mirinê qebûl nakin, êdî bi pîvanên girovel em ê jiyanê jî qebûl nekin.
Bifikirin, asta azadiya jinê ya ku em dixwazin pêş bixin, ji asta civakên herî pêşketî jî bilindtir e û azadiyek bi îdîa ye. Ev tenê tiştekî îspat dike, em çi qasî bi mirov ve girêdayîne, girêdayî mirovê azad in. Qet gotinên netewpariziyek teng ji devê min derneket. Ez gotinên weke netewek wiha mezin, wiha berjewendiyên millî, nakim. Erê ji bo gelan xakên dayik giring in. Ji ber ku jiyan li ser wê pêktê. Rêzgirtina gelan a li hemberî xaka dayik heya dawîn pêwîst e. Rastiya netewî taybetmendiyek civakî yê dest jê nayê berdan e. Lê belê em ne şovenîstekî welêne ku bibêjin “em bi bostek axê, nizanim bi ti tiştî neguherin”. Ne jî li ser berjewendiyên millî gotinên wiha nakim. Vaye mirovheziya me, nirxên me yên mezin ên enternasyonalîst.
Me welatparêziya welatekê kir ku kesê nediwêrî navê wê bêje. Me rastiya gelekî derxiste holê ku kesî nedixwest nasnameya wî hilde devê xwe jî. Me rastiya taybetmendiyên netewî destnîşankir ku her kes adeta jê şerm dikir û jê direviya. Rastiya şerê taybet ê Tirk di dîrokê de xwedî rêbazek pir barbar e, ji serî heya binî xwe weke gelê bi artêşê pênase dike. Ez bawer dikim ku wê ev rastiya şerê taybet ê Tirkan jî rojekê îtîraf bike. Wê bêje “mirovahî ev e. Em pir xeletbûn, me pir xerab şerkir û xerab wendakir”. Ne ji ber kêm şer kirine, ji ber rast şer nekirin bû, ji bo wê nekaribûn li gel mirovahiyê şer bikin wê bên vî rewşî û me ew anîne vî rewşî.
Ger hêza we hebe, di serî de her tişt dibe û diqewime ji hemû aliyan ve fêm bikin. Şerm nîn e, ya şerm israra ne fêmkirinê de ye. Ya şerm israra di hêsaniyê, qediyanê, ezeziyê û hemû awayê seranseriyê de ye. Ev pir şerm e û di vî şerî de jî cihê vî nabe. Naha ez êdî naxwazim di dîroka rizgariya netewa Kurdistan de cîh û giringiya 15 ê Tebaxê binirxînim. Êdî her kes dikare vî nirxandinê bike.
Êdî hûn dibînin ka vejînek çawa ye, pêngavekî çawa yê rizgariyê ye, ji hezaran salan vir ve dîroka gelekê ku serjêr diçû çawa berbi bilindbûnê ve hate guhetin, ya herî giring jî rêbazek çawa yê bê mirin û yê bin nakeve ye. Hûn dikarin bi rehetî van tevan binirxînin. Pêwendiya vî şerê ya bi siyasetê re, çarçoveya wî ya navnetewî ya dîplomatîk çî ye? Divê bi giringî hûn li ser rawestin. Divê ez eşkere bêjim ku ger tenê rojekî jî min hevsengiyên siyasî yên navnetewî û pêwîstyên dîplomasiyê piştçav bikirana, ne ev qas sal we nedikarî hûn rojekî jî şer bikin. Di vir de nebesiyek we yê pir mezin ê zanebûnê heye. Ji ber ku me hevsengiya navnetewî û pêdiviyên dîplomatîk henase bi henase şopand, lewra ev gav hate avêtin. Ya duyem jî pêwendiya vî şerê bi rastiya Kurdistanê re heye. Kes bila nebêje “vaye çêbû û şans li rûyê wî Keniya û alîkarîkir”. Li gel nirxandina derfetekî bi qasî ya serî derziyê, bi dehan salan me amadekariyên wî kirin. Li şûnê herî zêde pêwîst me pêngav avêt û wiha nêzîkbûn. Ango di vir de hostatiya taktîkî heye.
Di nava vî şerî de pêngavên bi navê pêşengiya PKK ê hatine avêtin hene. Peyv û peyv avakirina îdeolojiya PKK ê, bi hewildana salan afirandina PKK ê tê çi wateyê. Em bihêlin 15 ê Tebaxê, hîn li berêya wî de avêtina pêngavek herî ji rêzê dibû malê çi. Me ji Enqerê gavek avêt. Ji wî cihî ku ji her aliyê ve hatiye dorpêçkirin, dilê mirovan qet nikare jê derbikeve em derketin, di tariya bê hêvîtî û axên qelîşî yên Kurdistanê de, di rastiya wî ya tu çi biçînî wê di cîh de zuhabe de şînkirina PKK ê û derxistina hin mirovên xwedî vîn gelek salên me birin.
Tu kes hesabê vî napirse. Ew fedaî pir tên. Lê tu ji min bipirse ka ji bo afirandina dilê mirovekî jî me çi çawakir. Niha van fêm nekin hûn nikarin Pêngava 15 ê Tebaxê fêm bikin. Dersa herî giring a divê mirov ji 15 ê Tebaxê derbixe nirxandina pêwendiya wî ya bi pêşengiya wî re û di xeta şer de meşandina pêşengiya wî ye. Bêyî vî hûn nikarin vî şerî bimeşînin. Ya ku heya niha we meşandiye beşekî mezin hêvî dide dijmin, bi vî awayî hûn nikarin xelas bikin ku nebin xwedî pratîkekî kuontrayî. Ji ber vî yekî ez pêşengiya Partiyê weke şertekî ku nebe nabe, weke şertê yekem dinirxînim. Divê heya dawîn jî wiha bibe. kî wer zendike ku ew ê bikare ji derveyî vî yekê şer bike ew xafîl e, nizane çi dike û îflah nabe. Nîyet çi dibe bila bibe kesê pêşengiyê pişt çav dike rastiya wî ev e.
Rêbazek rast a fermandariya vî şerî Pêngava 15 ê Tebaxê heye. Hûn ê wî rêbazî bigirin. Wiha bi çavreşî xwe sepandinê hûn nikarin min bixapînin. Bifikirin, hûn ji qadên şer tên. Hîna jî hûn hewl didin hest û ramanên min ê sazûmana min a şer de fêm bikin. Ku hûn nikarin vî yekî jî bikin, ev jî nebesiya we dide nîşandn. Ev yek dide nîşandan ku hûn dûrî xetê ne û dûrî raveya serokatiya taktkî ne. Birastî jî ger hûn dixwazin bêjin “di serokatiya taktîkî de ez heme” tenê nebêjin siyaseta wiha ya rizgariya netewî û xeta wiha ya şer, vî ji xwe re bes nebînin. Ev yek jî pêwîst e. Zêdetir jî ger hûn dixwazin bighîjin helwesta pratîkî û îfedeya wî ya tetkîkî ya ku ji aliyê Serokatiyê ve tê meşandin, divê hûn rêbazê wî û afirînerêya wî esas bigirin, ji vî bêhtir ti çareyek din nîn e. Rê û rêbazek din, sepandina rêbazek din ê kesayetê binketinek bi xemgîn e. Ji lewra başiya ku hûn li xwe bikin ew e ku di îfadeya stratejîk û ya serokatiyê de cihê saxlem, yê afirîner û yê bin nakeve bigirin. Yên vî yekî negirin bila gevekî jî neavêjin nava şer. Eşkere dibêjim ger we ev yek pêkanî erk û berpirsiyariyê bixwazin.
Em vala nabêjin şerê azadiyê û vala me gotina van çiyan ji devê xwe dernexist. Me tevahî statuyên dagirkeriyê yên bê fedî, tevahî zîncîrên kevneperestiyê parçe parçekir û ev yek di dilê xwe de bihîst. Me girê û girê azadî raçand û hûn rakêşane nava vî şerî de. Ez wer nabêjim ku min di nêvengek çors de çek da we, xwarin û vexwarinê didin we û didin şerkirin. Ez bi yek rastiyê we didim şerkirin. Ji ber ku azadî tişta herî bi nirxe, me ev yek di rastiya xwe de bi hewildanên xwe yên xweser îspatkir, ji lewra em vê gelê ku bûye mîna kevir, van dil û mejiyan ber bi şerê azadiyê ve dehf didin.
Dersa herî giring a divê em jê derbixin jî ew e ku “azadî pir bi nirx e, jiyana azad pir pîroz e, ji bo wî pêwîst be em ê şerê herî zor jî bidin.” Vaye me ev yek îspatkir. Naxwe fermandarek bi nirx ê bixwaze şer bimeşîne û biserkeve divê di kesayeta xwe de vî yekî biteyisîne û bêje; “ez tîmsala azadiyê me, ez fedaiyê azadiyê me, ez bengiyê azadiyê me û her tiştê xwe ji bo wî didim”. Gava ev got ew dibe fermandar, ew dibe serokê gel, ew ê bikare bimeşîne û serkeftîbe. Eşkere bêjim, êdî ji vir şûn de mirin jî kar nake. Ti wendahiyek nikare pêşiya pêşketina bi serkeftî ya vî şerî bigire. Me bi girtina tedbîrên xwe salên pêşiya xwe jî wiha rizgar kirine.
Ji ber vê sedemê ez pir rehetim. Ji ber ez baş dizanim ku min sal rizgar kirine, mirin û nemirina min jî ne tiştek e. Ji ber baş dizanim ku êdî dîrok dîrok e, mirov nikare bûyeran vegerîne dewsa wî, azadî jî azadiye û kes nikare bi hêsanî wî ji dest bistîne. Ev gel an jî mirovekî me yê ji rêzê jî ger bi çalaktiyek hêsan xwedî lê derbikeve wê ev şer bimeşe û biserkeve. Ji ber vî yekî ez dibêjm “ev şerê ku hûn disepînin valaye. Ya rastî jî ger hûn naxwazin zêdetir wendabikin werin em vê pirsgirikê bi rêyên şareza û siyasî çareser bikin û mafê her kesî bidin”. Ya din jî di şer de aliyekî me yê serdest heye. Ne ji ber ku me pir şer kiriye, em dibêjin ji ber pir pêwîst bû me şerkir.
Em ne alîgirê şerekî ku ji siyasetê qut û wehşiyetê ne. Ji ber bi teqezî ji bo jiyanê pêwîst dikir min ev şer qebûlkir û berpirsiyariya wî heya vir anî. Şer ji bo mirovahiyê bû, ji bo azadiyê bû û ji bo bi teqezî jiyanê bû û min karî heya vir bînim. Tiştekî din ne dikariya rebenek mîna min bide şerkirin û ne jî dikariya heya vir bîne.
Wekî din hûn rewşa gelê me dibînin, ev qas tamah hatiye hiştin, xizan maye. Me çawa bi pisporî ew kêşa nava vî şerî de, helbet ji vir şûn de jî ew ê serbikeve, ti çareyek din nîn e. Bi roxmê ku em ew qas rexne jî dikin, ji ber me tiştên layiq daniye pêşberê gelê xwe êdî ne gengaze ku ev gel bê sekinandin. Ez ti daxwazan ji gel nakim. Ji ber ku gelê me li gor pîvanên şer her tiştî dide. Hûn baş dibînin ku rexneyên min ji bo hêza pêşengiya partiyê û fermandarên artêşa wî ne.
Dema em van tevan cardin bînin ber çav, dikarin diyar bikin ku li gel van rexneyan, van salên bê eman ê salvegera 15. a Pêngava 15 ê Tebaxê me bi awayekî ku layiqê dîrokê be, dîroka dihate înkarkirin ji xwe re kir dîroka azadiyê. Bê bextiya mezin me kir bextekî mezin, pêşeroja hatibû tarîkirin, me ji xwe re kir pêşerojekî geş û ronahî û gavekî mezin avêt. Ya rastî ger em rastî û bi gehiştî ser bimeşin serkeftin pir ne dûr e.
Li ser vê hîmê ez tevahî şehîdên 15 ê Tebaxê bi rêzdariyek mezin bibîr tînim. Bi giringî diyar dikim ku gelê me yê ku beşdarê tevahî zehmetiyên tekoşînê bûye, divê bi hewldanek mezin xwe pêkbîne, li hember tevahî zoriyan jî tevahî destek û piştgirêya xwe bide şerê xwe. Tevahî şervanên bi nirx ê PKK ê; em hewldanên we piçûk nabînin, li gel vî em dibêjin ku şerê esil ê partiyê divê ji vir şûn de bi giringî bê pêşxistin. Heya ku serkeftin misoger be divê bi tevê îdîa û înyadê, pêwîstiyên tempoyê jî bê bi cîh anîn. Li ser vê hîmê ji we tevan re serkeftinê dixwazim, dîsa tevahî gelê me û dostên me re silav û rêzên xwe pêşkeş dikim.
15.08.1997
Rêber Apo
- Ayrıntılar
Kemal Pîr yek ji hevalên mezin bû. Wek wî kesayeteke bi hişyar dîtin pir zehmet e. Çiqas bê bilind kirin û dengevadana wî ji jiyanê re bê kirin jî pir kêm e. Ez bawer nakim hatibe fêm kirin û hatibe jiyanî kirin. Kemal wek murîdeke ji min re nêzîk nedibû, lewre bi hûrmet û têgîneke mezin ve girêdayî bû. Ji xeta min a bîrdozî, şêweyê min ê meşandina rêxistinê pir bawer dikir û bi hûrmet nêzîk dibû. Asta wî bilind bû, pêşniyazê wî dem kûrt hebûn. Vîna wî pir bi hêz bû. Di hindur û derve de vê xeta berxwedaniyê meşandin û mîrasa Kemal Pîr re xwedî derketin, pir pêwîst e.
Dema hevalên Kemal û Xeyrî biryara berxwedaniyê da, careke din mezinbûna partiyê derxistin holê. Çi radestî, çi ketîbûn, heta dawî berxwedan e, rih û biryara 14’ê tirmeh ê. Bi vê ve di dîroka tevgera me de pêngavên mezin derketin holê. Yên ku dixwazin ji vê bîranînê re bi dirûst nêzî bibin û xwe bigîhînin vê rastiyê, dikarin ji vê çalakiya pîroz encam derbixin. Ji derveyê vê girêdana şehîdan nabe. Heta ez dikarim bibêjim ku, dûrbûna we ji vê rastiyê heye. Berî her tiştî dema em vê demê bidin seknandin, li hem ber pirsa Partî çî ye? Em neçarin ku xwe li ber çav derbas bikin. Niha asta ku hun jê dûrketine û hun dixwazin pê bilîzin, rastiya partiyê ye.
Di zîndanê de dema radestî mezin bû, şahîn û kesên din xwestin di vir de ketineke pêk bînin. Digotin “Divê bi navê PKK’ê tu kes nemîn e.” Heta digotin “Bila hemû heval li dijî derbikevin.” Bi vê ve digotin “ Divê PKK welat, gel û têkoşînê înkar bike.” Li dijî vê heval gotin “ Emê canê xwe bidin û ji bo têkoşînê em dikarin her tiştên xwe feda bikin.” Ev jî biryara 14’ê tirmehê bû.
Ev biryar ji bo navê partiyê, navê gel û Kurdistanê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe hate dayîn. Ev biryara partiyê, li dijî xiyanetê bû, li dijî zilma mezin bû û li dijî jiyana ketî bû. Di wê pêvajoyê de ev hevalên leheng gotin “Roj roja berxwedaniyê ye.” bi vê helwestê ve pêşî hemû lewaziyan girtin.
Kemal Pîr bi rastî jî hevaleke ku dikari bû bibe milên rast bû. Ez her dem dibêjim; xwezî ew heba, tevahî xebatên kiryarî yê têkoşeriyê me ji wê hevalî re bihêştana. Yek ji hevalên ku hûndahiya xwe da diyar kirin bû. Ewqas hevaleke bedew û jîr bû, dema hênasa xwe ya dawî dide di xalên herî kirîtîk de, di derbarê Kesîre û Can Yüce de hişyarî dike û wasiyeta xwe bi lêv dike. Tevlîbûna Kemal Pîr, tenê nîv demjimêr min gohdar dike û wiha tevlî dibe. Wê demê di destê min de belgeyên ku derketî nîn bû. Tenê min çend gotinên giştî anî ziman. Wiha beşdar bû û heta dawî têkoşîna xwe domande. Yanê yê girîng ne serwerî û zanebûne, yê girîng, cîdîbûn û dildarî ye. Yê girîng ne berî wê nasîn an jî ne nasîn e. Tenê min nîv demjimêr dît, ewqas.
Şêweyê PKK ev e, şêweyê Serokatî û rêvebiriyê jî ev e. Yê ku bi dil ve bi me re girêdayî hemû helwesteke diyar kirin, helwesta Heqî jî ev bû. Berde kemahî hebe, ji hev dû re bi dil ve girêdaybûn. Ji xwe piştî berxwedaniya Mazlûm, berxwedaniya Kemal û Xeyrî jî ji bo sekinandina vê lanetê bû. Kemal ji xwe bi lêv dike. Dîsa şehît Ferhad hey e. Dibêjin ji bo sekinandina vê lanetê “Ji derveyê xwe şewitandinê tu rêka derketinê nîn e.” Ên din jî dibêjin “Ji derveyê rojiya mirinê rêka derketinê nîn e.” Zîndan di wê pêvajoyê de vê rewşê jiyan dike.
Di vê mijarê de pêwîst e em şehîdên xwe bibîr bînin. Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî hemû pir bi xiroş bûn, pir bi kêyfxweş bûn, ji jiyan û şer re bi awayeke rûmetî nêzîk dibûn. Ez jî vê didomîn im.
Ez çalekiya Kemal, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akîf, Alî, Mazlûm Doğan, Ferhad Kurtay weke çalekiyeke întîxarî nanirxîn im. Wek ew jî bilêvdikin, “Ger derfeteke jiyanê herî biçûk di destê me de heba, me heta dawî vê hîm bigirtan a.” Ev nirxandin pîvanên pêwîst ên jiyanê dest nîşan dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo rûmeta mirovahî yek tiştên ku bihata kirin hebû. Ji xwe wan vê çalekiya berxwedaniyê derxistin holê. Ezê careke din mînaka Kemal bidim. Heval zêde fêrî kemal nebûne û ji Kemal pir tişt negirtin e. Pêwîst e li ser helwesta Kemal bê sekinandin û bi kûrahî bê fêm kirin. Sekna Kemal Pîr pir girîng bû. Kemal Pîr piştî çalekiya Ferhadan dibêje “pêwîst bû ku me pêşengiya vê çalekiyê pêkbianiya”. Di destpêk de çalekiya Ferhadan a Kemal Pîr bû. Pêşengê vê Kemal bû. Berî wê şahadeta Mazlûman hey e. Kemal helwesteke mînak raber kir.
Lewre ez dikarim vê yekê jî bilêvbikim, heger hevalên rast û bedew niha di hewirdorê min de jî heba, dê şêwaz û rêbazeke wisa nêzîkê me û rêxistinê nedibûn. Weke tê zanîn wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ez çalekiyên ku întîharwariye napejrînim û şaş dibînim. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalekî û jiyanê derdixwe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tişteke tenê ma bû. Ew jî çalekiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Dûrmûş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “Me serxist” dirûşmeya wan jî “Wê rûmeta mirovahî qezenc bike.” Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîst e ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn.
Ev berxwedanî çi bû? Dema ku îxanet belavî zîndanê bû, Şahîn xwest hê bêtir ketina mezin pêkbîn e. Digot “Divê bi navê PKK tu kes nemîne û her kes pêwîst e dijî PKK’ê derbikev e.” Bi vê ve “PKK jî bila welat û gel inkar bike” Dijî vê helwestê, heval gotin “Emê canê xwe feda bikin û biryara me ya jiyanê ev e” Biryara 14’ê tirmahê ji bo navê gel, navê partiyê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ra nebe, hate dayîn. Ev biryara partiyê bû. Ev biryar dijî xiyanet, ketîbûn û dijî êrîşan bû. Min her dem ji şehîdan re soz da. Min ji Heqî re soz da, Partî hat îlan kirin. Me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemal re soz da, vegera mezin a welat hate pêkanîn. Me Mehmed Karasûngûr re soz da, şoreşa başûrê mezin pêk hat. Tu kes bawer nedikir, lê me pêk anî. Me ji Egîd re soz da, di Kurdistanê de gerîlla belavî her derê bû. Me ji Zîlan re soz da, têkoşîna azadiya jinê bilind bû. Ew hemû şehîdên mezin bûn. Xwe bi tevahî kirin berxwedaniyeke mezin û heta dawî bûn şopvanên xeta serkeftin ê.
Weke heval Mazlûm, Hayri, Kemal Pir, Ferhad Kurtay kadroyên pêşeng ên partiyê, bi rojiya mirinê û çalekiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin liyîstin. Weke komployeke hûndorîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlihev bû ku, di dîrokê de wek “Berxwedaniya zîndana Amed’ê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin komployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevayî girtîyên siyasî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “Berxwedaniya zîndana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo gûhartina polîtîkaya zîndanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û seknandinê, cîhê xwe girt.
Ber bi pêngava 15’ê tabaxê ve çûyînê de, çalekiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, belkû divê şêwazê de pêngaz pêknehatana. Weke ku bîranîna Heqî Qerer ve girêdan, me bir îlana PKK’ê, girêdana bîranîna berxwedanê zîndana Amed’ê jî me ber bi pêngava 15’ê tabaxê ve bir e.
Bi awayeke bêbextewarî girtina Kemal Pîr encamê vê yekê bû. Bi rastî jî Kemal Pîr dikaribû biba milê rastê. Pêvajoya 12’dê êlûnê nû destpê kiribû. Li hember vê êrîş û daxtê û pêwîstiya girêdana xeta wî, pêngava 15’ê tabaxê hate rewa dîtin. Pêvajoya nû bi awayeke kiryarî destpê dikirin. Ger şehîdên rojiya mirinê nebana, belkû em şêwazeke cûda de bimana. Dijwartî bangawaziya dijwartiyê dikir. Êdî dîrok rêka dijwariyê de pêşve diçû. Pêvajoya panzdê tebaxê di heman demê de ji wasiyeta Mazlûm Dogan ya ku dibêje “Pêwîst e dengê me ji cîhanê re bê belav kirin” re bersiveke bû.
Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlûm Doğan, Kemal Pîr, Heqî Qerer, Xeyrî Dûrmûş, Mahsûm Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê herdû şêwazê ve beştariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya wan a bi cewher, van hevalana heta dawî biriye berbi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Heqî, Mazlûm, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhad, Mahsûm, Taylan Özgür, Berzan Öztürk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pîrtûkeke bi wate ku pêwîst e herdem bê xwendin in. Ji bo wê PKK’ê weke ku win fêmdikin nikarin bidin şixûlandin.
PKK,
Rêber APO
- Ayrıntılar
Em rêhevala Zîlan di salvegera çalekiya wê de bi rêz bi bîrtînin û carek din minetdariya xwe diyar dikin. Bê gûman em ne weke çalekiya întîharê, wek çalekiya berxwedaniya gelek mezin dinirxînin. Her ku di rastiya mirovahiyê de û di rastiya hemû gelan de weke vê mînak jî hebin bi vê re girêdayî, kesayeta Zeyneb Kinaci di rastiya gelê me de, di rastiya PKK’ê de weke ku gelek tên xuyakirin îfada semboleke gelek mezin e. Di nameye xwe ya ku ji me re nivîsandibû de wesiyeta xwe diyarkiriye. Bi vê wesilê tiştê ku li ser min tên ferzkirin ez di xebitandina pêkanîna wê de me. Gotiye :“pêwîstiyên wesiyeta me herî zêde hûn dikarin fêm bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin”. Ji xwe ev yek em hem bi bandor kiriye hem jî pêwîstiya xwedî derketina berpirsiyartiya me derxistiye holê. Bi gelek fikrandinê û ger mûmkûn be ji bo veguhartina jiyanê em bi awayekî awerte nêzîk bûn. Bê gûman hin pêşketin hene. Ev pêşketin hîn zêdetir di derbarê fêmkirina vê kesayetê de ye. Di heman demê de bîzat ew xistina jiyanê û piratîk kirinê deye.
Gerek di nav partiyê de gerek jî di rastiya gelê me de ya rastî ev şerê ku em bikar tînin, di hindir wê de taybetmendiye ke wê bi vî awahî karaterîze kirin û ji bo vê şoreşê, ji bo vî gelî ji bo ku em bikin taybetmendiyeke jiyanî me gelek ked xerc kir. Berî her tiştî pêwîste were zanîn ku, çalekiya Zîlan li hember êrîşên dijmin ku sînor nasnake û ew polîtîqayên bi ti rêgezan ve nayên girêdan bersiveke. Di cîhanê de yên ku herî zêde hatiye înkarkirin, di derbarê wande bi pêşbîniya“xelas bûne, mirine”xwe gihandine encamekê, kêm eleqe dîtine, dema ku eleqe jî dîtine ne xwestine wek gelekî ku di xwazin jiyan bikin bên nirxandin, her çiqas ji bo wê me gelek berxwedaniyên mezin derxistibin holê jî, raya giştî ya navnetewî ku ji vê yekê bawer ne dikir û heta gelê Kurdîstan’ê ev kirinên li hemberî xwe wek çarenûsa mirinê pejirandin. Li pêşberî me fêmkirine ke wisa mijara gotinê bû. Di sala 95’an de dijmin bi pêşxistinê operasyonên gelek berfireh şerê topyekûn û bi bihaya çi dibe bila bibe ev sal di aliyê xwe de wek sala qedandina me bi dest girtin. Bi navê azadiyê çi hebû xwestin di vê salê de bin erd bikin û bi hatineke ewqas bi tehlûke bi hemû hêza xwe bi ser me de hatin. Bi ser tevgera me de, jiyana me de, nirxê me de hatin. Ev di heman demê de di hat wateye bi navê namûs, şeref, rûmet, hêviyê jiyanê çi hebû xelas kirina wan bû. Di van rojên ku derveyî van nirxan bêşerefî, bênamûsî, bêrûmetî tiştek namîne de û tiştek nayê hêvîkirinde, bi gurkirina şovenîzmê heta dawî, gelê Tirk ku heta dawiyê xwe bi hewayêre dayê berdan de, di bin vanê yekitiya neteweyî de talebên gel herî kêm jî ku nayên berbiçav kirinde qehra ku heyiye gelek mezin dibe.
Ji bo ew bi xwe kêmekî azad jiyan bike, ji serî de hin xusûsên ku bal daye ser, şiyariya wê, kesayeta wê û fêmkirina wateya azadiyê, bi vê re girêdayî hemû aliyên niyetên dijmin nirxandina wê, cardin alikariya cîhana emperyalîst li pey dijmin ku çi sînora nasnake, ji bo wê xusûsên ku heta radeya dawiyê dihatin fêmkirin bû. Hatina xwe ya bi çi awahî, hatina xwe ya bi çi armancê, encama ku di xwest xwe bighîniyê heta dawî berbiçav kiribû. Di aliyê din de her çiqas demeke kin tevlî PKK jî bibû gelek baş fêm kiribû ku PKK di hat çi wateyê. Bi hêzbûneke gelek mezin ya li ser bingeha danasîna PKK’ê digre û jiyan dike. Bi vê yekê re girêdayî kesayeta me gelek baş di nirxîne. Em çi watê didin îfade kirin, bi asta çanda xwe ya ku xwe gîhandiyê gerek ji bo mirovahiyê û gerek jî di dîroka me de em dixwazin rêbertiyeke çawa bidin pêşxistin ev yek lêkolîn kiriye, heta di nav partiya me de, danasîna herî xweşik, ya herî rastî pêşxistiye.
Vê hevalê em ne dîtine û di têkoşînê de jî serpêhatiyê wê yên gelek kevn nînin. Li hember vê yekê em bi awayekî bi hêz nirxandina wê heta radeya dawiyê min bi wate dît. Ez dikarim nêzîkatiya hevala Şehîd Ronahî li ser vê mînakê zêde bikim. Ev rêhevalên me yên Şehîd, cardin ez dikarim bibêjim heval Bermal di heman kûrbûna weke wê debû. Ji xwe kûrbûna gelek şehîdên me van şehadetan pêk tînin. Lê belê di Zîlan de ev yek gelek bi zanebûne û heta dawiyê nêzî asta biryarbûna heta dawiyêye.
Niha dema em li ser vê çalekiyê difikirin, xwedî nêzîkatiyeke çawaye bi zanebûna vê têgihînê ew nirxandin bi xwere girîngiyekî radigre. Hindek hene gelek bi hestewarî ne, di nav êşande xwe di teqînin, di şewitînin. Lê belê hindek jî hene vê yekê bi zanebûneke gelek mezin bi kûrbûna fikir ya herî dawî pêk tînin. Ev ferq li gor min gelek baldare.
Heta radeya dawiyê xwedî fikrandineke zelale û xwe gihandiye vê rastiyê. Di vê xalê de ji bo hin rewşenbîran heyf û mixabiniyê tînim. Ev Kesayet ne jêgira (kopya) me ye. Şagirteke li zanîngehê mezûnbûye. Bi kesayeta xwe lêkolîn û lêhûrbûn kiriye, xwedî kesayetek rewşenbîriye. Hemû gel dema dest bi şoreşa dikin li pey wan dîrokek qedîm heye. Bingehe ke civakî, çandî û çînî heye. Înkara neteweyî ewqas tineye. Pirsgirêkên kesayetî bi qasî yên me tinene. Lê belê ji bo me, ji bo dîroka me ev yek hemû çep veguherîye. Derveyî vê yekê zayenda jin bi serê xwe ji xwe di asta ajantiya bi tehlûke tê jiyan kirin, ya rastî hatiye wî warî. Jin tam veguheriye kapanekê. Ketiye nav astekê ku her tiştê derdora xwe dadiqurtîne, hemû nirxên heyî yê derdora xwe çep dide veguhartin. Ketiye vî warî.
Li beramberî vê yekê terzê jiyana rêbertî gelek bi baldarî di nirxîne. Ya rastî ger hindek kesên di vê derheqê de têkildar hebin, di serî de têkoşervanê me ger hindekî behsa girêdana bi nirxan re dikin, ger dostê me û gelê me hindek dixwazin fêm bikin baldariya van rêzegotina bila fêm bikin û ger mûmkûn be di vê asta daguherînê de bersiva ku ji wan tê xwestin bila bidin. Hevala me Zîlan ev gelek baş fêm kiriyê. Ne tenê fêm kiriye gelek bi durustî, gelek bi fêhmî û bi wêrekî bersivdana rêbertî ji bo xwe erkekê dibîne. Bilindahiya herî zêde ku min dît jî eve. Bi vî şêweyî gotina herkes dikarê bibêje, lê belê bi qasî wê fêmkirin, bi baldarî xistina jiyanê, berbiçavkirin, hevaleke bi vî awayî dîtin ji bo min gelek zore. Di van lêhûrbûnê xwe yên dawî de mijara herî zêde ku ez li ser sekinîm mijara di navbera asta fêmkirinê û xistina jiyanê de çima ewqas cûdatî derdiket de bû. Çima di navbera herdûyan de ewqas dûrbûn, qutbûn û çewtî derdiket ez li ser vê yekê disekinîm. Mirov bi gotinên ku rast dibînin, bi wan hevokan diaxifin. Lê belê çima pratîkên wan ewqasî terse? Ez bawerim ev rastiyeke serdema me ye. Mirovahî derewa jiyan dike. Hela di rastiya gelê me de her tişt ji cîhana derew û xapandina îbarete. Her kes soz dide, herkes sond dixwe, herkes rojane bi rewşa ku têdene sedî sed hin gotinên bi nakok dibêje, lê belê yên ku van gotina derbasî jiyan û pratîkê dikin gelek kêmin.
Dibêje: “ewqas bi erzanî xwe rexne neke”. Bîzat di Hevokê wê de ev hene. “ez bawerdikim xwerexnekirina herî baş ya ku di pratîkek rastî re derbas dibe”. Ev çalekiya wê di heman demê de çalekiya xwerexnekirina herî mezine. Li hember kêmasiya van gotina derbeya herî mezine. Bi taybet, yê rêxistinkirî ger dibêjin em girêdayine û bi rastî jî ger rêza wan heye, ji şûna bikevin dûbarekirina ewqas gotinan, bi vê çalekiya mezin bi kesayetên xwe bila bibin bersiv, herî kêm di jiyana xwe de bila bibin bersiva vê yekê. Di virde kes nabêje herin çalekiya întîharê pêk bînin. Ji ber ku ev sembole, ya herî mezine. Ya pêwîste:ev taybetmendî di jiyan û şerê xwe de, her dem û wextê di hemû qada jiyan û şerê xwe de, li hemberî her pirsgirêkê bi awayekî serkeftî pêkanîne. Ji xwe em weke sembol û weke emr bi vî awahî dinirxînin. Em rêvebiriya rastî û ya xwedavendî bi vî awahî dinirxînin. Derveyî vê yekê kes nikare xwe ji dirûtiyê xelas bike. Mûtlaka rast fêmkirina vê yekê, encax pratîkê derkeve holê eve jî wek hişyariyekê ez bidim diyarkrin ê di cihdebe.
- Ayrıntılar
Hertim çavên min şil dibin, mîna ku îsot ketibê dişewite, sor dibe û xur heye. Ez nizanim çima ev qas dom kir. Berê her roj bijîşkî/ê venêrana dorvegerî çêdikir lê ev demeke ku pergal hatiye guhertin, êdî her roj nayê, yên tên jî ne pîsporên çavan in. Dibe ku alerjî be, lê ez nizanim. Bi awayekî cidî min nerehet dike. Dikarin ji bijîşkan bipirsin, tiştek girîng e, heke hewce bike dikarin heya CPT’yê jî bibin. Êşa berê ketî pişta min hinekê derbas bû. Ez piştbendê(korse) bikartînim.
- Ayrıntılar
Serokatiya Partiyê
Ku exlaq û polîtîkaya civakekê nîn be, ku ev di warê giştî de di wateya kolektîf de ji bona bandorên hebûnî karên hevbeş ên civakê birêve bibin û vehûnanan(doku) qezenc neke, wê civak nikaribin hebûna xwe ya cewherî bidomînin. Ku civakek, exlaqa cewherî û vehûnana wê ya polîtîk bi pêş neketibe û kotî bûbe, hatibe berevajîkirinê û felçkirinê, mûmkûn e ku mirov bêje ew civak di warê desthilatî û dewletî de, dagirkerî û mêtîngerîya tekelên cur bi cur jiyan dike
- Ayrıntılar
Rêber Apo
Ku hûn qada siyasî ya kurdan teng bikin, operasyon jî berdewam bikin, ewqas jî biçin ser gel de, jixwe we du sed kesî girtin, wê kurd jî ji bona ku xwe biparêzin biçin Parastina Giştî. Wê demê jî, wê her der di nava xwînê de bimîne. Erdogan dibê, me li herêmê du milyar razemenî kiriye. Birêz serokwezîr, heta ku pirsgirêka siyasî çareser nebe ya aborî jî çareser nabe, ji wî pereyî re heyf e. Pêwîst e ku destpêkê pirsgirêka siyasî çareser bibe. Li Tirkiyê du rê hene: Ya wê çareseriyeke demokratîk bi peş bikeve ya jî wê rewşa şer a heyî bidome.
- Ayrıntılar
