Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûne ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Pêvajo hin jî zelal nîne. Lê belê, em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne.
Komplo hîn neqediyaye û wê berdewam bike!
Li ser vê bingehê ez komployê hinek vebikim; ev komplo bi durûtiya Ewrupayê ve dest pê kir. Di vê komployê de, jixwe hûn rola Yunanîstanê dizanin. Yunanî ji bo ku me û Tirkan berdin hev, di nav komployê de cih girtin. Rola Yunaniyan, bi zanebûn e. Yunanistan bi Elmanan re, di pêvajoya komployê de li ser bingeha tasfiyeya min hemle pêş xist. Yunanistan, di dema pêvajoya aştiyê ya bi Özal re, bi Îngiltere û Elmanyayê re, xwest ji kadroyên xwe, PKK’yek alternatif biafirîne. Hewl dan ku, ji xwe re zilamekî çêbikin, da ku bikaribin ji bo xwe bidin şixulandin.
Elmanya, li dijî me hîn jî hewl dide ku provakasyonan li dar bixe. Pêwist e, mirov vê yekê wiha binirxîne û bi wî rengî tev bigere. Armanca wan ew bû ku; bi kompoloya 9’ê Cotmehê re, me bi gelê Tirk bidin şerkirin. Ev lîstik, versiyona listika sala 1920’an bû. Elmanya di sala 1882’yan de, Îttihat Terakkiyê da ava kir û neteweperestiya Tirkan pêş xist. Mustafa Kemal li derveyî vê xetê bû. Lîstikên Elmanya yên li ser Mezopotamyayê, ji mêj ve hene. Di van 20 û 30 salên dawî de jî, dixwaze li ser van listikan bide meşandin. Armanca wan ew bû, ez bême tasfiyekirin an jî min bixin bin kontrola xwe.
Ewrûpa, bi taybetî jî Elman û Îngiliz, tevgereke pak a azadiyê naxwazin. Yunanistan jî bi wî rengî ye. Rusya, di ser min re Projeya Herka Şîn (Mavi Akım) derbas kir û ji IMF’ê kredî standin. Her wiha Îsraîl û Mossad pêvajoya komployê bi rê ve birin û hîn bi leztir kirin. Bi vî rengî hewl da ku Tikiyeyê bixe bin destê xwe. Tiştî ku Ewrûpa anî serê me, ez, wekî ji nû ve çarmîxkirina Îsa dinirxînim. Ewrûpa, li ser bingeha înkarkirina çanda xwe, di şexsê PKK’ê de polîtikaya Kurd dide meşandin. Di vî warî de çi ji destê wê hat kir.
Emerîka jî, min diyarî Tirkiyeyê kir ku, da Tirkiyeyê qezenç bike û her wiha Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Balkanan bi xwe ve girê bide.
Di komployê de Tirkiye bi tenê nine; zêdegaviyên hiqûqê yên navnetewî hene. Yunanistan ji derveyê hiqûqê tevgeriya. Li Rusyayê jî, heman tişt pêk hatin. Her wiha Elmanya jî bi wî rengî ye. Ev hemû jî, bi dozê ve têkildar in, ne tenê Tirkiye bi Ewrûpayê ve jî têkildar pêvajoyeke hate jiyankirin.
Di dewleta Tirkiyeyê de çetebûn pêk hatiye. Eger ez bême îmhakirin wê çêbibe? Wê Tirkiye bikeve nav tengaviyeke mezin û pêncî sal girêdayî derve jiyan bike. Li gorî hesabê li ser min; Yuna-nîstan hin mezin leyist. Encam; wê Tirkiye heta dawî û bi hemû rengan bihata girêdan. Tirkiye naxwaze rastiyan bibîne û fêm bike. Wê şîddet û zorê bisepînin. Ji bo vê, divê mirov berxwedaniyê bi aqilane bimeşîne. Bêguman emê di xeta parastina rewa de bin. Lê, ez dibêjim divê bi zanebûn mirin û kuştin çênebe. Pêwist e, li ser bingeha xeta parastina rewa berxwedan pêk were. Me heta dawî got; aştî û biratî, lê naxwazin fêm bikin. Ev yek jî tê vê wateyê; diyar e ku, li Tirkiyeyê hin kes hene xeterên mezin hildane berçav, ji ber vê yekê jî, wiha tev digerin.
Em dixwazin li Tirkiyeyê, xwedî li gelê xwe der bikevin. Pêwist e, em karê rêxistiniyê hîn bi lez û beztir bikin. Ji ber ku lîstika ku tê meşandin mezin e. Bila gelê me şaş nefikre, wê Tirkiye teqez (ke-sin) biguhere. Tirkiyeyeke demokratîk, tê wateya azadiya gelê me jî. Em azadî û çareseriyê, li deriyê Yekîtiya Ewrûpa û Emerikayê nagerin. Rizgariyê, di demokrasiyê de dibînin. Me du gav avêtin, du agirbest ragihandin û niha jî di xeta parastina rewa de ne.
Em niha dikevin pêvajoyeke awarte. Li gorî min, min Tevgera Kurd xiste riyeke aqilane. Divêyabû vê, coşeke mezin derxista holê. Afrînerî pêwist e. Heyama ku em tê de ne, kordînasyoneke awarte disepîne. Pêwist e, em demê pir baş bi kar bînin. Ji bo ku mirov têk neçe, divê mirov xwedî hêz be. Mirin her dem heye. Mirin ji ku derê tê bila were, ji bo min hîç ne xem e. Dema ku mirov karekî rast kir, wê demê mirin were jî watedar e. Herkes ji bo ku karekî şaş neke, mecbûr e bitirse. Ez bawer im ku hûnê min fêm bikin.
Dibe ku aştî hin baştir jî pêş bikeve. Lê dibe ku mirin jî pêş bikeve. Pêwist e, hûn ji herduyan re jî amade bin. Ez di derbarê nêrînên xwe yên aştiyê de samîmî me. Vê yekê fêm bikin. Eger tiştekî bi min were, wê lêkdan, mirin û kuştin pêş bikeve. Ev jî tê wateya ku, hûnê hemû ji holê bên rakirin. Ev yek eşkere ye. Eger şexsî bûya ezê bimrama. Ku ez bimrim we 50 hezar kes jî bimre. Ji bo ku ez, 50 hezar kes bidim jiyankirin, hewl didim ku xwe rojekê zêdetir bidim jiyankirin. Eger ku mirin hebe jî, ezê bi şiklekî rûmetdar bimrim. Ez di encama komployeyek cihanî de hatim qurban kirin. Ê min bi xwe, tu fikareke min î şexsî nîne. Pêwist e, em li hemberî komplogeran çemka biratiyê pêş bixin.
Ezê heta dawiya nefesa xwe, ji bo xatirê rastiyan jiyan bikim. Eger ez jiyan nekim jî, divê hûn bizanibin ku, ev mirin; çalakiya herî binirx e. Wê demê mirin, a herî binirx û pêwist e. Wê mirin ji bo min ne tenê bibe dema êşê, her wiha bibe dema êş û hezkirinê jî. Ez ji bilî vê, destûra jiyan û mirinê nadim. Azadiya min bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji wan re bibêjin; ku em azad bibin emê bi hev re azad bibin, emê bi hev re yekitiya azad bi dest bixin.
Bi ronîkirina vê komployê ve, ez meşa we ya demokratîk ya bêhempa silav dikim. Banga min ji dostan re jî, ew e ku; wekî pêwistiyên dostaniyê, erkên xwe li ser vê bingehê pêk bînin. Ji gelên Tirkiyeyê jî dixwazim ku, xwedî li biratî û demokrasiyê der bikevin. Her wiha ji bo dostên Ewrûpa jî heman tiştan didim diyarkirin.
- Ayrıntılar
Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’.
Dewlet-netew, weke bêberdewamiya sêyemîn û herî girîng a modernîteyê, şêwê (form) ya herî bingehîn a navgînî ya çalakî ya kapîtalîzm a fethkirin û mêtingehkirina civakê ye. Dema lîberalîzm xwe weke yekpareyıya armancan (civaka îdeayan) pêşkêş dike, dewlet-netew jî weke şêwe (form)ya bingehîn a desthilatî wateya xwe dibîne. Feth û mêtingekirina herî berfireh a civakê li hundir û derve, ku di dîrokê de rûbirû maye, eger forma dewlet-netew nebe, nikarin bêne pêkanîn. Dîsa, mijara ku zanistên civakî li ser wê herî zêde korkirin, ji rêderxistin û loda dogmayan pêş dixe, dewlet-netew e. Hîn jî zor e ku mirov bêje ku tehlîla berfireh a dewletê hatiye kirin. Marksîstekî tew mîna Lenîn jî; dema berê xwe da avakirina yek ji şoreşên herî mezin ên civakî yên dîrokê, nekarî biserketa ku tehlîlkirina ‘pirsgirêka desthilatî û dewletê’, ji linga dewlet-netewê rizgar bikira. Serketinê li milekî bihêlin, tevî hemû rexneyan, nikare xwe jê bide alî ku tew veguherandina Sovyetan, ku rêxistingeriya civaka demokratîk e, bo dewlet-netewê, weke saxlemkirina şoreşa nenirxîne. Dewlet-netewa Çînê, ku di roja îro de xizmeta herî mezin pêşkêşî kapîtalîzma cîhanê dike, nimûneya dêwane ya heman nêzîkatiyê ye.
Nêzîkatiya Anthony Gîddens a di derbarê tekanetiya dewlet-netew de, tevî ku para rastiyê di xwe de werdigire, di hêla girêdana wê ya zincîrane bi yekdestiyên desthilatî re yên lodane (kumulatîv) yên dîrokî de, vegotineke pirr nebes e. Ez ê li vir dubare nekim, ji ber min hewl dabû ku dewlet-netewê di bergên berî vê de bi berfirehî pênase bikim. Lê,bi rêya ronîkirina vê mijarê di hêlên cewaz de û bi diyarkirina encamên ku pêwîst e jê bêne derxistin, ez ê vegotinê bihez bikim.
Berî her tiştî divê netew-dewlet weke mezintirîn şêweya (forma azamî) desthilatiyê were hizirîn. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewlet-netew (wê rasttir be ku jê re bê gotin ‘netew-dewlet’), ne di kapasîteya desthilatî de ye. Sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku beşa jorîn a çîna navîn, di rêjeya zêdebûyî de, bi pêvajoya yekdestîbûnê ve tê girêdan. Pêwîst e mirov qet ji heşê xwe dernexe ku dewlet-netew bi xwe yekdestiyek tevdeyî (komple) ya herî pêşketî ye. Yekdestîperestiyên bazirganî, sanayî û malî (fînansî), di qonaxa dewlet-netewe de, bi yekdestîperestiya desthilatî re mezintirîn peymanê saz dikin. Yekîtiya herî pêşketî ya tevahiya yekdestiyan e. Pêwîst e mirov yekdestiya bîrdozî jî, weke perçeyekê jeveneqetî ya yekdestiya desthilatî, di vê wergiriyê de bihizire.
Yek ji qadên ku zanistên civakî têde herî zêde şaşwazî dikin, ewa di derbarê yekdestiyan de ye. Bayêxa mezin nîşan didin da ku emrazên desthilatiyê, weke ser-aborî, ji yekdestiyên bazirganî, sanayî û malî cûda bi cî bikin. Bi vî rengî, dixwazin ku desthilatiyê bi giştî û dewletê jî bi taybetî, mîna ku diyardeyên cewaz bin, pêşkêş bikin [nîşan bidin]. Yek ji xalên bingehîn ku zanistên civakî seqet dihêlin, ev e. Cewaziya di navbera yekdestiyên ser-aborî û yekdestiyên desthilatî de, dikare ancex di wateya karbeşî de were ravekirin. Ji bilî vê, yekparetiya di navbera wan de dîrokî ye û misoger e. Divê ez hevokekê Fernand Braudel bigirim vê derê, ku ez wê pirr bandorker dibînim. Braudel dibêje: “Desthilatî jî, weke sermaye, tê berhev kirin.” Wisa ye weke ku yekparetiya di navbera wan de qefaltibe. Bi ser de, kesekî pirzan e ku vê mijarê ji gelek hêlan ve zelal dike.
Desthilatî ne tenê weke sermaye tê berhevkirin, lê, awayê sermaye yê herî homojen, parzinandî û weke dîrokî berhevkirî ye. Eger ez bi tîpên mezin binivîsînim; DESTHILATÎ, AWAYÊ SERMAYE YÊ HERÎ HOMOJEN, PALANDÎ Û WEKE DÎROKÎ BERHEVKIRÎ YE.
Sermayeyên din ên ser-aborî, di şûngeheke wisa de ne ku, bi rêya berhevkirina cewaz, dest diguherînin û xwe birêxistin dikin. Sedema ku li hemûyên wan weke yekdestî tê nêrîn û wate tê dayîn, ew e ku ser-aborî ne û di wê karakterê de ne ku dest datînin (desteserkirin=yekdestî) ser nirxên civakî bi giştî û nirxên-zêdemayî yên civakî bi taybetî. Hemû çirpandinên ji civakê, dixwazî bi awayê bacê bin, dixwazî bi rengê kara dam û dezgeh bin û dixwazî bi şêweya talana dipdiyar bin, di karaktera yekdestî de ne. Ji ber vê, divê têgîna ‘yekdestî’ di cî de û baş were têgihîştin.
Ciyê dewlet- netewê di nava dîrokê de ew e ku tevahiya van yekdestiyan bi şêweyeke baş di wergiriya xwe de kiriye yek. Ew bi xwe dibe mezintirîn yekparetiya sermaye û hêza xwe jî ji vê şûngeha xwe digire. Her wisa, ji ber vê şûngeha wê ye ku navgîna herî bandorker a daneheva sermaye ye. Ji bo me hemûyan pirr şaşwazker bû ku dewlet-netewa Partiya Bolşevîk ew ava kir, piştî heftê salan weke yekparetiyeke sermaye ya biqelafeta dêwekî qelantor- derket pêşiya me. Lê di rastî de, dema em di hêla tehlîla dewlet-netew de li mijarê binêrin, ev rewş ta radeya dawî têgihîner e. Ji ber ku rêxistingeriya dewlet-netew, awayê herî kevneşop (tîpîk) û kurtebir ê xwe rêxistinkirina sermaye weke dewlet e. Bi dewlet-netewê, mirov dikare, ne sosyalîzmê, lê, kapîtalîzma herî xas birêxistin bike. Çiqas gengaz be ku hêstir /qantir were kirin hesp, ew qas jî gengaz e ku dewlet-netew were kirin, yan jî hesibandin, sosyalîst!
Tevî vê yekê, gengaz nîne ku tekanetiya dewlet-netew, bi rêya qutkirina wê ji şêweyên dîrokî, yên berê were ravekirin. Cewazîbûna wê ji çiqas pêşketibe bila bibe, ya destnîşankar daneheva dîrokî ya desthilatî ye. Em li Îngilistanê binêrin, ku yekemîn welat e ku dewlet-netewê birêxistin kiriye. Îngilistan di destpêkên sedsala 16. de di pencika desthilatî ya Îspanya, Frensa û Normanan de ye. Eşkere ye xeteriya ku tesfiye bibe, eger nikaribe xwe weke dewlet-netew birêxistin bike. Ew bi xwe qraltî ye. Xanedanî li pey hev tên û diçin. Aboriya wê, bi koçberiyên ku ji dema neolîtîkê û vir ve di rêya Ewrûpa re diçin, tê avakirin. Cewaziya wê ji welatên din ên Ewrûpî, di bingeh de şûngeha wê ya giravî e. Dewlet-netewa xwe, bi rêya xwespartina van mercên dîrokî û şênber, ava kir. Dîrok vê pêvajoyê di nava temamiya şênberiya wê de vedibêje ka zêdebûna hêza Sterlîn (yekeya pere ya Îngilîs) çawa meşiyaye dest bi dest (mil bi mil) li gel deyndarbûn û yekdestîbûna mezintirîn a li ser aboriyê. Her wisa, tê zanîn ku, ji bo pêngaveke serwerî, berê xwe da şoreşa sanayî jî. Wate, eşkere ye ku, bêyî hebûna dîroka Îngilîs, dîroka wê ya xanedanî bi taybetî û xanedanî ya wê bi xwe, em gengazbûna dewleta netew a Îngilîs li milekî bihêlin, tew qet nikare were hizirîn. Xanedanî şêweya dewletê ya herî berfireh û demdirêj a bi dirêjiya dîrokê ye. Sedema ku Îngilîstan hîn jî dev ji forsa xanedaniyê bernade, bi vî aliyê dîrokê re pêwendîdar e. Demokrasî û komar pirr sînordar in. Împaratorî formeke hîn guherdetir e. Eger danehevên desthilatî nebin, ku bi hezaran salan in weke yekdestiyên herî palandî (refînekirî) herikîne û hatine, nikarin çêbibin devlet bi giştî û dewletên netewî bi taybetî.
Pirr hindik qala pêwendiya dewlet-netewê bi çavkaniyên teolojîk re hatiye kirin; lê vê mijarê ta radeya dawî girîng e. Karl Schmîtt, dema diyar kiriye ku çavkaniya tevahiya têgînên hemdem ên siyasî, teolojîk (zanista li ser xweda) e; rastiyê bi aliyekî wê ronî kiriye. Eger kesek bi baldarî lêhûrbûneke sosyolojîk bike, wê zoriyê nekşîne tespît bike ku ol û hêmaya xweda, ku pê re pêwendîdar e, şêweyên herî kevn ên nasnameya civakî ne. Ol û xweda, divê bêne têgihîştîn weke pêdiviyeke serdemên heşmendiyê, bêhtir ji bûyîna her yek ji wan bizanebûn nasnameyeke hêmayî. Sêwiran (tesawir)a kolektîv a civakî, dihizire weke yek ji rêyên mayîna li ser piyan, ku xwe bi têgînên herî pîroz bike nasname. Di jêderka xwedatiyê de homîn/pîrozbûyîna heyîna civakî heye. Bi pêvajoyê re, herku veqetîna dewlet û civakê bilez dibe, payeyên pîrozî û xwedatî têne derxistin ji bûyîna nasnameya kolektîv a civakê û têne kirin malên desthilatdaran û yên xwedî dewlet. Serweriya bîrdozî li vê derê rola girîng dilîze. Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’. Her wisa wê dereng nemîne ku têgînên ‘qasidê xweda û siya xweda’ jî, li pey hev pêş bikevin.
Her çend dewleta laîk dixwaze xwe li derveyî vê pêvajoyê bihêle, li ev ne rast e. Laîktî, ku rêgeza bingehîn a civata Mason e, ku ji bandora dêrê nerehet e û koka wê bigiranî Cihû ye, weke pêdiviya xwezaya wê ye ku, ji xwe weke cemsera dijber a rêgeza rûhanî, heyîna xwe di pîvana mezin de ji van têgînan bigire. Pêwîst e bi rengekî eşkere bê diyarkirin ku ne laîktî bi qasî ku tê rawêjkirin cîhanî û sekular e û ne jî rûhanîtî bi qasî ku tê têxmîn/rawêjkirin axretî û ûxrewî ye. Herdu têgîn jî cîhanî ne û civakî ne. Dogmayên bîrdozî cewaziya di navbera herduyan de vekirine.
Lewre, dikare bê payîn ku hêmaya ji çavkaniya xwedayî ya desthilatî û dewletê, ku bi dirêjiya tevahiya çaxan hatiye dîtin, heman weke xwe, li çaxa me biteyîse. Nikare were hizirîn ku dewleta hemdem jî ji vê teyisanê bibandor nebe. Ev têgîn bi dirêjiya dîrokê wisa hatiye strandin. Têgînên dewleta laîk û desthilatî binakok in û nediyar in.
Dewlet-netew barkirî ye bi têgînên xwedayî, zêdetir ji ya tê rawêj/texmînkirin. Rajêrî merasîmên homîn/pîrozbûyînê ye, bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin. Têgînên mîna ‘welat’, ‘al’, ‘unîter’, ‘serxwebûn’, ‘pîrozî’, sirûd/marş-muzîk’, ‘vegotina bi awayê çîrokkirinê’, û wekî vana, ku xwe dispêre wan û wana weke hêma ji xwe re bijartiye, ji qraltiyên-xweda zêdetir xwedî payeyên xwedayî ne. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewlet-netewê, zirxên bîrdozî, huqûqî, siyasî, aborî û olî li xwe nekiriye. Sedema bingehîn a vê yekê dîsa ew e ku deriyê bingehîn ê debarê ye ji bo burokrasiyeke sivil-leşkerî, ku pirr qelebalix bûye. Eger ji bin burokrasiyê qoltixên dewletê bêne kişandin, wê mîna masiya derketî ji avê lê were. Dewlet ji bo wan pirsgirêka mirin û mayîne ye. Kirmişandina dewletê bo payeya herî pirole ya xwedatî, têkîldar e ji nêz ve bi vê taybetmendiya burokrasiyê re. Sedema ku di modernîteya kapîtalîst de, bi qasî ku di ti modernîteyan de nebûye, ewqas li ser dewletê tê rawestîn û tofan tê rakirin, dîsa guherana di pêkhateya wê ya çînî de ye. Her wisa, di navbera kirpana modernîte, dewlet-netew û bi taybetî “yekîtîgirî-unîterî” û têgîna ‘yekîtiya xweda’ de têkiliyeke nêzîk heye. Çawa ku di dîrokê de xwedayên qewm û qebîleyên din tevli qebîle û qewmên xwe ve hatine tesfiyekirin û di nava xwedayê zal/hakîm de hatine helandin, xwedayên wan jî di nava xwedayê qebîle û qewma zal de têne helandin û tekkirin. Dema em di nava vê rastiya sosyolojîk de li têgîna ‘yekîtiya xweda’ binêrin, em ê bi rengekî hîn hêsantir xwe bigihînin wateya wê.
- Ayrıntılar
“Rûmeta Azadiya Bêrîtan Parastin, Deynê sitûyê me ye, ev rêgezê min e.”
Gelekî ku xwe rêxistin neke, gelekî koleye. Zayendekî ku xwe rêxistin neke û birêve nebe jî kole ye. Bihizirin ku mekanîzmeya we ya parastinê heye. Zilamekî dixaze ji jinekî re bê mafiyê bike. Ew dem ev rêxistin bi giştî li dijî vê yekê sekinî. Ew zilam wê çi bike? Çimkî her roj bi hezaran bêmafî heye. Yek bi yek xwe sipandina zîhniyeta zilam ve çareserî naye dîtin. Helwesta herî rast bi sipandina artêş û rêxistan xwe ve çareserî dîtine.
Gülnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê başûr de şehîd ket. Di gîhandina azadiyê de xwedî hewlekî pir mezin e. Rapora ku heval ji min re şand heye. Hê min nizanî ku şehîd ketiye û ev heval her dem di hizrandinê min de bû. Digot “Bi dehuriînê Serokatî ve ez dixwazim romana binivisînim. Di me de tu kes heta naih gotinekî wisa negoti bû. Hevalekî pir bi hişyar bû. Min digot vê hevalê bibînim û pê re niqaş bikim wê baş bibe. Piştre agahiya şahadeta wê hate. Keçikekî pir leheng e! Çalekiya karekola Rûbarok re di asta fermandarê taximê beşdar dibe û di vê çalekiyê de birîndar dibe. Her çiqas birîndare jî di eniya herî pêş a şerê başûr de cî digire. Di wir de heta gula xwe ya dawî di mewziyê de ma ye. Piştre hêzên noker û hêzên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin “Radest bibe, em ji te re tiştekî nakin” lê helwesta heval “We bi dijmin re nûkertî kir, win ji başûr êrîşê şoreşa başûr dikin, win xayîn in, ez radestî we nabim” bûye. Serokatiya partiyê di asta dirûşmeyan de qîr dike û xwe ji zinaran diavêje. Çalekiyekî bi wate û wêrekî ye! Ji xwe di asta teorîk de pir xurt e, tenê ne di asta berxwedan û welatparêzîyê, di heman demê de keçikekî dixwaze dehurînan bi kuranî fêm bike, çimkî dixwaze vê hê berfirehtir bike. Ev tê vê wateyê, dehûrînekî baş wê ji vê hevalê derbiketa. Pir kesayetên ku di fêmkirinê de bibiryarin û ji bo vê her cûran lehengiyê dikarin bikin, pêwîst e em nirxekî mezin bidin. Pêwîst e bîranîna vê hevalê re bersivekê baş bê dayîn. Ev ne kesayetên ku erzan bên destgirtin in. Li ser vê şahadetê heval dibêjin “Em bîranîna wê re girêdayîne, emê navê wê bidin tabûrê” Tenê nav dayîna tabûrê ve û çawa berxwedanî kir gotin ve têr nake. Pirsgirik helwesta ku şopandiye jiyanî kirine. Ji xwe yê ku vê encamê derxist holê, ev helwest bi xwe ye. Em vê hîm digirin. Hindek jî dibe mînaka hevalên ku em dixwazin pêşbikevin, dibe model.
Keçikekî hebû, navê wê Bêrîtan. Ji bo radestî paşverûtiya kurd nebe, xwe ji zinaran diavêje. Ji gundekî girêdayî Karakoçanê bû. Pêşmerge dibêjin “Radest bibe, em ji te re tiştekî nakin” lavayî dikin. Xeta ku ez hîm digirim ev e. Ew dibêje “Ez ji paşverutiya kurd re radest nabim” û azadiyê hîm digire. Ger KDP û YNK êrîş bikin, emê xeta Bêrîtan hîm bigirin, heta dawî li ber xwe bidin. Ger çeka me xilas bibe, emê xwe ji lat û zinaran biavêjin. Rûmeta azadiya vê keçikê parastin, deynê situyê me ye. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan wisa dinirxîn im. Ez bawerim bastura jinê hêz dibe, ji carekî da destur nabe. Dînazorên pênçhezar sal ji qêliyekî ve naye gûhartin. Pêwîst e ji hêza xwe ya cewherî bawer bikin. Hêzên wan ê parastinê hebin. Wek rahîbeyan nabêjim, lê azadiya xwe bi awayekî tund hemêz bikin. Pêwîst e ked bidin û bi tebat (sabr) nêzî bibin. Ji tu kesî hêvî nekin ku werin wan pêş bixin. Heta alîkariya min jî wê bi sînor be. Ez ji hêza jinê bawer dikim. Dibêjin “Wê cîhanê karkerên rajer rizgar bikin” ez jî dibêjim “Wê cîhanê jin rizgar bike” Jinekî bûye artêş, gelê kurd a ku bûye artêş e. Raperîna gelê kurd, gerîllayên ku gîhaştiye serkeftinê ye. Û ji her tiştî wirdetir jina azad, Kurdistana azad e.
Min ji xwe de xeta Bêrîtan negot. Berxwedaniya Bêrîtan di me de şêweya bingehîn e. Heval radest nebû û xwe ji zinaran avête. 9 keçik hebû, wek govendekî hev dû bi hevdû re girêdan û bi bombê şehîd ketin. Ji bo ku nekevin destê dijmin wisa kirin. Ev hemû lehengên mezin in. Ji bo me keçên pir leheng û berxwedevan hene. Di heman demê de kesên ku xwe şewitandine jî ez bibîr tînim. Yê ku dixwazin hemdem bibin, bila biçin. Diçin Ewropa, diçin ku, bila biçin. Ez rastiya xwedawend wek çand dibêjim, ez bi zimanê magazîn ve nabêjim. Ev çand wê zindî bibe. Zilam naxwaze fêm bike. Ji derveyê vê jiyana azad nabe. Li ser jinê teorî û felsefe nû pêşdikevin. Azadiya jinê nû ketiye dema xwe ya pêşketinê. Zagonên vê heye.
- Ayrıntılar
9’ê Cotmeha 1998’ an ku min hewl dida di ser Atînayê re derkevim Ewropayê û piştî wê, ew îflas bû ku bergeha paradîgmaya nûjenparêz di kesayetiya min de dihate jiyandin. Tevî hewldanên min ên veguherîna binkeya jîrekatiya min a teng û fikarmend, lê ji ber ku min di nav welêt de negihande hêza azadiya serkeftî, di vî alî de astengên li pêşiya min, eşkere ye ku hiştine derketina min a Ewropaya ku xwedî hêzeke kamil a temsîlkirina şaristaniyê ye, neçar bibe. Ev rasteqîn bi wateyekê jî, mûkir hatina bêbaweriya hêza xwe ya puxteyî ye. Li ser navê dîrok, heyam û şûnewar wê nabosa kûr diderbirand. Hewldanên min ên Rojhilata Navîn ku nêzîkî bîst salan bûn (1979-1999) tevî ku ji pêşketinên girîng re rê dabûne vekirin jî, mînanî ku civakên Rojhilata Navîn di hundirê de gêr dibin, têr nekirin ku wê korgirêkê bigihîne çareseriyeke mayînde.
Ji wan her du rêyên ku li pêşiya min vedibûn yek ji wan ber bi “şerê çiyê” ve çûyîn derfetek bû. Lê ji ber pir derengmayîna min, him jî pîrozbûna hêzên çekdarî bila li vir bimîne, ji ber ku dejenere bûbû, dema ku min dît yên tên bêrîkirin vedigerin berovajiyên xwe, li vê navendê hêviya min a çareseriyeke kurt û hêsanî ku dikir. Yek jî di sengergirtina hêzên heyî de ji çareseriyeke hêsanî zêdetir ew hînbûyînên ku wijdanê ku dikin û li çengelê “bimire û bikuje” eliqî mabûn, di bingeh de weke rewiştî û felsefîk datanî rastê ku takekes çewt dimeşin. Ber bi çiyê ve çûna min dibe ku di wateya teknîk û taktîk de dikaribû ji hinek durûstkirinan re rê bide vekirin. Lê şikbar bû ku dê karibe rê vebike ji çareseriyeke stratejîk û dumahîkî re. Bêtir bi hêza xwe ya ronakbîr biewle bûm û wê çavkaniya hîs û besta ku tim pêwîst dikir rolê xwe wisa bileyizim, hildigirtim. Min, rastîna nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn a ku bi zêde xwîn rijandinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike, şûna vê de baweriya xwe ya ku pêdivî bi derçûnên ronakbîr ên rehdar heye qet wenda nekir. Erêna di navbera van her du wilfan de bû. Her wekî ku pîvanên xwînê û pîvanên çerxî yên ronakbîr bi min re di nav pevçûnekî de bûn. Ger fersendekî piçûcik jî dîtibama, qet gumana min tinebû ku ezê giranî bidim derçûna polîtîk a ronakbîr. Bi taybetî kengê ku nabosên dihatin jiyandin di kêşeya Filistîn û Îsraîlê de bi min bêwateyiya şîdeta kor dane eşkerekirin, “şîdeta felsefeyê” ji nû ve dahûrandin hate rewşa jênerevînê. Ew çemka çetegeriyê ku PKK’ê dijiya û hema bibêje hatibû rewşa nayê astengkirinê, wilfa min a di vî aliyê de xurtir dikir. Li paş vê rasteqînê jî ew baweriya ku hemû pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên nûjen ku çavkaniya xwe ji Ewropayê digirin, pêwîstiya lêgerînê di ser Ewropayê de dida sepandin. Her wekî bi diduyan ve parçe dibûm. Weke encam ji ber ku derfet hate dayîn ji bo hilkeftina min a Atînayê re û her ku zextên rêveberiya Tirkiyeyê li ser Suriyeyê giran bûn, rê da vekirin ji wê derçûna tê zanîn re.
Eşkere bû ku ew serboriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez biafirandinekî nû ve rû bi rû bimînim. Li virê parastina puxteya xwe, mebesta xwe ya pak û hewldanên xwe yên mezin kirin, weke takekesî zêde wateyekê naderbirîne. Encamê ku derketiye holê; tenê ne înfazek, kişandina çarmixê ye. Weke ku min di serî de diyar kir, hema di cî de tewanê bi ser rêveberiya Tirkiyeyê ve avêtin û wê rola ku ji hêla sîstema cîhanê ve ji Tirkiyayê re hatibû dayîn bi kûrahî û di nav hemû wergeriya dîrokî de nenirxandin, mînanî ku hêzên komploger yên yekser û neyekser ku dihizirin, dê wateya xwe veşartina wan jî hilgire. Ji ber vê yekê min hewl da ku di parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de zelal bikim ka roja me ya îroyîn sîstemeke cîhanî ya çawa ye. Parêznameya min bi xwe armanc raberdikir ku wê hebûnî û kirûya Kurd ku hema hema di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de di rewşeke helandinê de ye, di nav dîrokê de û bi hemû aliyên xwe ve daxîne holê. Bi wê zanebûna ku daxistina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye, min vê hewldan li dar xist. Ev hewldan, weke ku di nimûneya dagirkeriya dawî ya İraqê de hate dîtin, tenê bi teşeyekî şahane erêkirina pêşbîniyên min ve nema, him derfetên dibetî yên çareseriyê zêde kir û him jî anî rewşa eşkertiyê. Azîneya sîstemê ya kişandina çarmixê û bi rengê Prometheûs li latê mîxkirin, nedişibiya wê encama klasîk ango ya di çerxên mîtolojîk de. Li dijî “êrîşkariya gilobal” a sîstema cîhanê ya kapîtalîst, derfet dihatin rewşa peydabûnê da ku lêgerîna “demokrasiya gilobal” a gelan bê xurtkirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêne wergirtin.
Bi taybetî pêvojaya min a li girtîgeha yek kesîn a Îmralî, li dijî wê rizandina hînbûyî ya di dirêjahiya dîrokê de, dida peyitandin ku çareseriyeke zanistî him felsefîk, him pratîk tenê ne ji bo kesayetiya min û gelê Kurd, dikare ji bo tevahî mirovahiyê derçûnê peyda bike. Lewra hemû raboriya xwe tewanbarkirin weke ku ne rast e, di xwe de parastina peydabûna puxteyekê zindî û mafdar aliyê dîtir ê rastînê bû. Her wiha hindek babetên girîng ku di wesfa temamkirina parêzname û ragihandinên min de ne, vekirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Ezmûnekirina dahênanên min ên teorîk li ser rastîna Helen, Tirk û Kurd dê bêtir bibe ronîker.
Xwestin min jî wekî kozekî bikarbînin. Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê. Dê ti tiştî nede Kurdan. Ji ber nijadperestên hov rola emîrberê wî dixebitin, dikarin dewletokekê sazkin. Kurdên nijadperest dikarin heta demekê bi YDA’yê re bimeşin lê belê di Rojhilata Navîn de bi YDA’yê re bûyin dê rê ji çi re veke? Ermenî 50 salî bi Îngîlîz û Fransiyan re, Îyonî jî 100 salî bi Îngîlîziyan re meşiyan lê belê ji vê xakê hatin tinekirin. Li Nînovayê Asûrî û Suryanî hebûn, ew jî li dû hev ji holê hatin rakirin. Wê Kurd bibin xwediyê dewletokê, lê belê mirov çiqas dikare bi vê bawer bike? Gelo wê bibe wek Îsraîleke duyemîn? Gelo dê Kurdan bajo nav şerekî, ev jî ne diyar e. Bi destê Tirkan kuştina Kurda di zemanê Îngîlîzan de destpêkir, lê niha Kurd jî hinekî hêzdar bûne. Min ev tişt fêmkirin. Gelo dewlet çiqas ji van peyamên min têdigihêje? Fêmbike jî êdî dereng maye.
Ev rewşenbîrên Tirk çima komployê nanivîsinin? Ne ji bo min, bila ji bo gelê xwe binivîsînin. Min di serî de jî got, ne ji ber ku ez ji dardakirin û mirinê ditirsim, divê em vê komployê çareser bikin. Li vê derê dardakirina min, kuştina min û rizandina min rizandina Tirkiyê ye jî. Rewşenbîrên wê jî, çepgirên wê jî, îslamparêzên wê jî tênagihêjin. Ne ji îslamdariyê, ne ji welatparêziyê ne jî ji biratiyê fêmdikin.
Pêvajo ji bo tevahî hêzan teşe û zayineke nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji rêwişt heta hunerê tevahî qadên jiyanê tên hejandin, qeyran û aloziyan dijîn û pê re li çareseriyan digerin. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezkirina vê rastiyê.
Spot 1: Eşkere bû ku ew ser boriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez bi ji nû ve afirandinekî ve rû bi rû bimînim.
Spot 2: Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê, wê ti tiştî nede Kurdan.
- Ayrıntılar
Helbet peywendiya mezin axaftinê bi guhdarvanî û şagirtîbûna mezin re heye. Heya hêza guhdarkirin û têgihiştina şagirtan lewaz be, axaftina me yan pir zêde wateyek venabêje, yan jî ji qîmeta xwe pir tişt wenda dike. Pirsgirêka di navbera me de yek jê eve.
Çalekiya ku partî bi rê ve dibe gelek mezin e, lê yên jı vê yekê têdigihijin pir biçûk in an jî yên di rewşa têgihiştin û şer kirinê de jî wekî cûcene. Helbet di vir de guneh ne yê kesayetê ye. Ev yek jêdera xwe di rastiya neteweyî û civakî de dibîne. We ev ewqas bê angaşt û wate kiriye ku rexneyên me tev encam nadin. Pirsgirêk ne niyeta baş an jî ne baş e, pirsgirêk ne cesaret kirina şer e yan jî her tiştê xwe dayîne jî. Pirsgirêk mezin afirandin, mezin têgihiştin û yê heyî ti carî ne ecibandin, hîn zêdetir hizirîn, xwestin û pêkanîn e.
Li gel me, ger şoreş misoger wisa be wê bighîjê serkeftinê. Yan jî feraseta we ya bi heyî ve bes mayîn, bi roxmî hemû dildarî û canfedayî ya we, bi binkeftinekî nebaş re encam girtin, jê ne revîn e. Nebûna mirovê çalekiyê ya ku mezin diafrîne, bê şansî û belengaziya we ya mezin e. Her ku mirov li we dinêre diêşe. Ew lewazbûn û neçariya we ya di warê îdabûnê de qîr qîr di qîre; dibêje “ ez ewqas im, ji min pir hêvîdar nebin”. Di van tevan de niyeta we ya pir baş, xebatan hîn zêdetir trajîk dike û tîne rewşekî dilê mirov pê biêşe. Mînak hûn dikarin bi min re heyecan bigrin, divê di ramanên we de, hêviyên we û ruhê we de, derfeta jiyanê bê dîtin. Lê bi roxmî ku bi hezaran ji we li hemberî min in, lê heyecaneke mezin min nagre. Ji ber ku angaştekî, hêrsek û çalekiyekî we ya rê li ber vê veke nîne. Helbet ev jî trajediya min e. Tengaviya min pir mezin e, em bêjin jiyana biêşe, ez neçarim ku bi xwe bi xwe re bes bibim. Ez neçarim xwe bikim xwediyê çareseriyê û xwe bi rêve bibim. Şer tenê ne bi dijmin re, neçarim ku bi serkeftî li hember xwe jî şer bikim.
Hûn şer çi dihesibînin? Birastî jî hûn nikarin di kêleka şer re jî derbas bibin û ev jî jêdera xemgîniyekî hîn mezintir e. Ez rewşa we bi deh saliya xwe re dipîvim; ez we hîn bê tevgertir, bê heyecan, bê xwastek dibînim. Divê em vê sirê vekin. Ev ne çarenûsek e. Pêwîst e em jı her tiştê ku hûn anine rewşekî weha, hesab bixwazin. Dibînim ku hûn ji rastiya xwe pir ditirsin. Binêrin hûn di rewşekî ewqas bê naverok, heşifî, bêhal û bê berhem de ne ku hûn nikarin hêza li xwe nêrandinê bidin nîşandan. Li ser vê re jî bi derewan hatiye pêçandin. Bala xwe bidine felsefeya we a civakî hêvîdarim ku hûn dê dersa felsefê bi rastbînî bi şixulînin, ev e; xwe ji rastiya xwe ya heyî cûda dayîna nîşandan, heta bi rastiyê re di nava peyveke pir berovajî de jiyan kirin! Belê, ev di we de taybetmendiyekî herî felsefîk ya bingehîn e. Di me de felsefe wekhevî bi xwe karîna cûda dayîna nîşandan e. Ev felsefeyek bê şens û pir talûkeye. Di rastiyê de mirov dikare ji vê re bêje bê felsebûn jî. Ji kesê ku nêzîkatiyekî wi/wê yê pir bi hêz ji jiyanê re nîne, mirov dikare bêje ku ji nêrîna cîhanê jî xizan e.
Gava dixwazim we bandor bikim, ez xwe hertimî di lêpirsînê re derbas dikim. Ez divê dûnyayê de çima heme? Divê ez hebû xwe bispêrim çi? Sedemên min ên heyînê çî ye? Heya ku ez vana nehizirim ne gengaze ku ez bijîm. Lê xwe bihizirin, hûn pir zûde ketine nava înkara. Ji ber hûn ji lêpirsîn kirinê direvin, bi derewan, xapandinan, xefletan ser girtin ango pêçan jî hûn weke felsefeyekî jiyanê destdigrin. Hûn di bingeh de dibe ku ji ber ji feraseta felsefeyek sexlem dûr in wenda dikin. Ew feraseta felsefeya ji were tê ferz kirin ji ber gişt bavikseleri ye ku ev jî di me de bi temamî jêdera ketina civakî ye. Dîsa dibin hemû cûre bandorên kolekirinê ya serdestiyên biyanî de kesayetek stuyê xwe tewankere. Ev jî heşifîn û ji afirandinê bi temamî bingehî qûtbûna ferasetekî ye.
We ji bo azadiyê nêrîna xwe ya bingehîn di bingeh de wenda kiriye. Her wekî hûn bê felsefe hatine xwedî kirin û felsefeya we ya dijmin e. Divê ez eşkere bêjim ku çalekiya min a herî mezin, hê di bîra min de ye ku hîn min xwe nasnekirî, li hember nêzîkatiya bi talûke ya li dijê cewherê mirov, min nerazîbûna xwe da nîşandan. Di têkiliyê min yê bi zarokan re, bi malbatê û her çû bi civaka gund re, min hema nakokî jiyan kir. Min got divê ez weke van nebim û bi xwe cûda dayîna nîşandan re min despêkir. Gava hemû kesî hewilda bi yê din re baş bijîn, texlîtê bavikselerî û sazûmanê dibûn, ez ketim nava lêpirsînekî pir mezin de. Gava em dixwazin li ser vê bingehê avabikin, lê hûn li berovajiyê vê, pergal çi dixwaze, pergala bavikseleriyê çi ferz dike we xwe di wê de razand.
Encam, ha îro bi we re ew kesayete ku em pêre şer dikin, a nayê partîbûnê, artêşbûn, serkeftinê, nayê jiyanê û kesayeteke nayê xweşîkbûnê dibe; ev hatina rewşeke pir bipevçûn, nakokî û girêka kor dibe. Ger qelsiyên we ên pir mezin neba, ji xwe di rastiya we ya şer û civakî de ewqas lewazî nedihat jiyîn. Ger kesayetên we yên saxlem heba, ma hûn dê ketibana rewşekî ewqas dilşewat de? Wê karên partî û têkoşînê ewqas bi xeletiyan derbas biba? Lê a herî nebaş jî xwe wisa pejirandin e. Wekî ku ez bi roxmî vê şerê mezin jî, hîna xwe naecibînim, ji bo ezê xwe çawa bikarim biserkeftî bikim jî di nava lêkolînekî kûr de me. Lê hûn ji difna xwe mûyek jî nakşînin.
Dê çi bibe? Bi vê pîvana ecibandinê re bibe nebe, berê li hemberê Îslamiyetê, li hember herî şoreşa mezin ji perestina pûtan, ji birina pût perestên baş ên biçûk wirdetir hûn nikarin biçin. Li gorî we hûn ketine meydana şer, lê bi dîtina min hîn cesareta ketina meydana mêraniyê jî, heta baweriya wî, peyvên wê ên despêkê jî hîna hûn nikarin bixin devê xwe ango bînin ziman. Her dihizirim dibêjim riyekî çawa ji van re xêz bikim û divê bimeşînim, ji ber vê jî ez xemgîn im. Ji ber hûn jiyanê li ser lingan wenda dikin. Di vê mijarê de bi hinek kirêtiya xwe, rebeniya xwe û bi binkeftinên xwe, wenda dikin.
Ji derve de zextandinê re, zorandinê re û bi teşwîq kirinê re kesayeteke bihêz dernakeve holê. Kesên di ramanê wan de mijulbûnên pir mezin nebin, di ruhê wan de tengavî û hêrsên mezin nebin, ên çavê xwe bernadin hedefên mezin, ji derve de ti dehfandin û berjewendiyan re nakevin riyekî pêşketinê. Ji bîr nekin ku bi we re her kêlî bandorkerên me ên pêşdeçûnê wisa sivik, ji derve de dehfandin û bi teşwîqan dibe. Misogere ku li ser vê bingehê ji mişekarekî klasîk wêdetir hûn bibin kedkarek jî, bibin kardêr jî, kesayeta we jî ji wê wirdetir pêşnakeve.
Gava hûn felsefê nîqaş dikin, dibêjim xweziya we bizanîba nîqaş bikin. We xwe di feraset de zincîr kiriye. Temenek tev jî, sedsal jî bidome, em di qatê wê jî ser zêde bikin, bi vê felsefeya girêkor re, bi vê feraseta xwe ya jiyanê re misogere ez bê hêvî nabim. Ez her çend hewldidim we bandor bikim jî encam, ji ber vê sedema girêkor a felsefê re, xebatên herî binirx jî ji bê wate kirinê wêdetir naçe. Helbet taybetiyekî vê ya girîng jî pir xwe parastbûn e. Di bin vê bûyera kêfiyet, ezezî, dîsa ji xwe heskirinê de pesendkirina felsefeya xwestina herî kêm, a herî bê hêz, helbet di encam de ya herî binkeftî ye. Herî kesayetekî we yê bijare, mînak gava rayeyekî partiyê girt, ji ber sedema nêrîna we ya min di vir de gotibû di demeke kin de ji xistinê wêdetir naçe.
Di rastiya PKK’ê de bingehekî felsefî heye. Çiqasî were înkar kirin û hûn negihijin pêwîstiyên wî jî, bi hewldanekî pir mezin ew nêrîna felsefîk a em dixwazin serwer bikin û teşe dayînekî li gorî wê heye. Lê yên xwe xistine nava vî, ketine nava raye ya vî û yên xwe xistine bin berpirsyariya vî de, di bingeh de ji ber lihevbûna wan ê felsefîk nîne, di wateya ku min aniye zimên de hîn rastir jî em dikarin bêjin ezezî bi ezeziyekî bê naverok re ji ber xwe ferz dikin, di demeke kin de xurumîn a (aşinma) ji partiyê derdikeve holê. Tunebûna pêşengtiya partî tê jiyîn.
Ya rastî di PKK’ê de felsefeyeke bingehîn a ferasetê heye. Ger tu xwe bi wî re ewqas biezezî ferz bikî, hîn piçek pêşketinên dijmin çênebibe jî tu dê wenda bikî. Bi vê felsefeyê re ancax di hundir de bi navê dijmin hûn qelê fetih bikin. Hûn dê dawiya vî bi kûrahî fêmbikin. Êdî bi vê felsefeya kesayetê re a li ser civaka me desthilatdar dibe, dikare sîxuriyekî herî baş a objektîf bike. Bal bidinê, civaka me di bin dorpêçkirina rojane ya dijmin de wenda nake. Di ruhê wî de, mejiyê wî de qaşo feraseta jiyanê ya tê de hatiye çandin sedema herî bingehîn a binkeftin û wendakirina wî ye. Civaka me ne tenê hatiye fetihkirin, piçûpiç bûye, pir xalên kêm ên sparek ma ye.
Gelo birastî jî hêzekî we ya felsefeya partî fêmbikin heye? Ev pir girîng e û pirsgirêkekî pir mezin e. Nebêjin felsefeye û derbas bibin, divê hûn şer li vir bidin. Hîn tê bîramin, perwerdeyekî min yê cidî yê felsefê nebû. Bez bi agahiyên felsefê yên parçe-parçe re mijûl dibûm, dîsa ewqas zêde agahiyên min ên olî jî nebû. Lê min hindek bandorî dijiya. Demeke wisa bû ku êdî min xwe pir zehmet li ser piyan digirt. Bê baweriyekî pir mezin û dudiliyê ewqas hundirê min diqewirand ku hêza tu kesî ya bikare min li ser piyan bigre nebû. Ez ji kî bawer bikim ? Xwe bispêrim çi û bijîm gotinê re xilasbûm, hema-hema ez çûm.
Salên lêgerîna min a felsefî heya pileya dawî bi êş bû. Wekî min gotî hem hêza min a têgihiştinê lewaz bû, hem jî min çiqas hewla hûrkolînê dabe jî asta min a çandî dest nedida. Wê demê dema min eleqeyek bi sînor ji sosyalîzmê re dida nîşan, helbet ev lêgerîn bes nedikir. Ji bo felsefe were têgihiştin xwedan tenê jî bes nake. Pêwendiya vi ya bijiyanekî pratîk a pir alî ve heye. Ji xwe jiyana pratîk bi xwe wê te bibe felsefê. Wê te bibe feslefeya erênî yan neyînî, yan azadî yan jî koletiyê. Wisa texmîn dikim ku şerekî we yê felsefî çênebûye. Hîn rastirîn, bê ku têkevin ferqa pergala desthilatdar de, wekî çi daye we, we jî ya wî pejirandiye, belku jî dibin zihniyeteke ji dema koletiya kevn hîn zêdetir talûke de, we teşe girtiye. Ji lewma jî hûn pêdiviya felsefeya azadiyê nabînin. Ev ferasetekî temamî ji serî de bi we dide wendakirin e. Niha çima nîqaşên mezin ên raman ango hizir nayêkirin? Ji ber hîn di we de bingehekî ne siyasî, ne leşkerî, ne jî felsefî nîne, di nêrîna we ya bingehîn ji cîhanê re ji ber nêrîna xwe têrkirinê hîn nehatiye rûnişkandin, hûnê qet nikaribin ji zanistiya polîtîk û askerî fêmbikin, fêmkirina we jî ger bibe heya pileya dawî ji agahiyên ziwa wêdetir naçe.
Rêbertî kirina min ji pêşketinên siyasî û askerî ya heyî re jî ji nêz de pêwendiya xwe bi nêzîkatiya min a felsefî re heye. Ger ferasetekî min yê bingehîn a felsefîk nebe, nikarim çareseriya ewqas pirsgirêkên giran ên siyasî û askerî bigrim ser xwe, nikarim vî şerî jî bidim meşandin. Lê di we de tam berovajiyê vê, bi navê raman û felsefê nabêjim xurimîn jî, felsefe ne rewşeke heyîna xwe ye. Heta partî hinek fikrên partî ferzbike, ji wî ya jî rev û bi vî awayî qaşo hûn bûyîna mirovê çalekiyê dihilbijêrin. Kes, çiqasî ji raman qût be, wê di nava pir nêzîkatiyên bi talûke de be. Xwe pejirandina we mijara gotinê ye. Bala xwe bidinê, di her şoreşeke mezin de pevçûnên pir mezin ên fikrî, olî û mezhebî hene. Ev pevçûnên feraseta ne. Yên li ser bingeha feraseta xwe şerekî bi hêz nade, di pêvajoya piştre de jî bi hêz nabe û serkeftî jî nabe.
Di rastiyê de bi dersa felsefê re bi misoger emê hewla îspatkirina vê tiştê bidin. Îro, bi hêz nêzîk nebûna we ya ji pirsgirêkên siyasî û askerî re, mezin nîqaş ne kirina we, çênekirina civînan jî bingehê xwe ji hejarbûna we ya felsefê digre. Bi vê rewşa xwe ya heyî re her gavekî we yê pratîkî yê hûn bavêjin ji xetimandin û korbûnê wêdetir ti encam nade. Ji lewre jî rêya çareseriyê, biqandî avêtin ango xwe ji felsefeya koletiyê xilaskirinê, ji nêrîneke bingehîn a rast ji cîhanê re jî derbas dibe. Ev di wateyekî çors (kaba) de, di şêweyekî ku prensîbên koletiyê de nabêjim. Felsefe, bi taybet jî klasîk di pirtuka G. Polîtzer de aniye ziman, min xwend, lê hindek agahîbûn. Lê wekî ku min daye diyarkirin şerê eslî bi daraziya civakî re û şer re me da despêkirin. Ne ku mirov nikare ji pirtûkan sûd bigre, lê pirtûka bingehîn ango ya esas, a jiyanê ye.
- Ayrıntılar
Xizmeta me ya vir jî ne hindik bû, hûn niha li ser vê xizmetê dimeşin. Hûn pir dixwazin, ne ku ez ji we re dibêjim herin. Car bi car hûn dibêjin welat û wexta hûn dibêjin welat jî vaye rastiyên welat evin. Di vir de wexta we pir tişt wiha giran dîtin, ecêb nemînin. Berê jî me ev tişt hemû gotin e. Derfetên Kurda eve, rêka Kurda eve, şerê Kurda eve û serkeftina Kurda eve. Ez bawerim hûn li ser denişandinên (tecrübe) panzdeh salan yên me li vir meşandiye, we ders girtin e. Dîsa jî ez bawerim ew kêmasî û nexweşiyên we jiyan dikir, we xwe jê dûrxistiye. Mirovê Kurd li ser rastiyên xelkê ne mûmkûne îflah bibe. Her tişt li ser destpêkekê tê meşandin. Ger ku hûn xurt bin, ev destpêkekî xurt e. Dawî bi çi awayî tê? Dawî vaye li ser rastiya jiyanê tê. Li ser vê fêrbûnê tişta ku ji vir û şûnde tê xwestin asas e. Rêka meşê jî vekiriye, hûnê di demeke kin de jî xwe bigihînin qada welat, bigihînin şer û rastiyê. Cejna hatina welat û tevlîbûna şer ev bi sala ye em derfetên nû ji bo wê çêdikin. Em vê pîrozbahiyê ji bo vê cejnê çêdikin. Ev bi dehê sala ye ez ji bo şervanên ARGK’ê vêna dibêjim. Wekî din têrbûn û razîbûn ne mumkine. Razîbûn û têrbûna me li ser serxwebûn û azadiya welat e, ev jî bi şer çêdibe. Hûn jî tevlî vî şerî dibin, cejna we ev e. Di sersala dehan de mirov dikare bêjê ku tiştên em bixwazin jî evqas e. Ne giraniyeke û ne jî zorahiyeke, berovajî vê piştî ketina bi hezar salan û şûnde, rabûneke. Ji jiyaneke bê şeref û şûnde jiyaneke wiha bi şerefe. Ev gavên hûn ji vir û şûnde jî bavêjin, li ser vê rastiya mezin hûnê bavêjin. Em dîsa vê cejnê li we hemûyan pîroz dikin. Ji vê û şûnde gavên hûn bavêjin di qada şer de, di nava gel de pir bi balderî, bi bawerî û li ser rastiya partiyê be. Eger hûn heya dawiyê bi vî rengî bimeşin, Serokatî heya dawiyê bi we û bi sozên ku hûn bidin, re ye. Ji bîr nekin, pêwîste mirov di vê demê de ji bîr neke, heta mirinê ye û ji mirinê û şûnde jî bi tiştên mezin re bin. Tiştên mezin ji me re evin, pêre bin. Rastiyên mezin jî ne ji bo kesayeta min e, ji bo hemû armancên vî netewî ye. Hêviya gel eve. Hûn li ser vî hîmî van gavan diavêjin. Serokatî jî vêna dimeşîne. Em bi we re ne, hûn bi me re ne. Me di kesayeta xwe de jiyan kir malê hemû gelî, jiyana gel jî me kir jiyana xwe. Ji bo mirovê Kurd tişta mirov mezin bihesibîne ev e.
Em dîsa di vê jiyanê de heta mirinê ji we tevan re xebateke wiha baş dixwazin. Roj bi roj mirov azadiya welat bike ya xwe. Astengiyên ji derveyî partiyê û hundurê partiyê mirov li hember disekine. Xwe di jiyanê de avabikin û mezin bijîn. Hertim bi baweriyeke mezin kar bikin. Meşa mirov bi serdixe û hesaban ji dijmin dixwaze, ev e. Ji we re jî em jiyaneke wiha dixwazin. Hevalên nû hatine perwerdê, hevalên perwerda wan bi dawî dibe û şervanên li welat ku bi şerê xwe tevlî sala dehan dibin, em ji wan re serkeftinê dixwazin û wan hemûyan silav dikin.
Hûn jî niha yek bi yek dikarin sozên xwe yên dawiyê bidin.
Belê heval, ez bawerim te berê dewra dîtibû û soz dabû. Tu birîndar bû, lê belê dîsa jî dixwazê tevlî kar bibe. Mirov bi milekî jî dikare pir tiştan bike. Tu careke din dikarê soza xwe bidê.
- Navê min X. Min di sala 1981’an de partî naskir. Di sala 1984’an de jî tevlî nava xebatan bûm. Heya sala 1993’an jî min li başurê Rojavayê Kurdistanê xebat dida meşandin. Min sê caran di akademiyê de perwerde dît. Di sala 1991’ê de ez derbasî welat bûm. Di gelek qadan de, di rêveberiyê de min cihê xwe girt. Li qadên Mişarê, Kurtalan û li Sêrtê min xebat da meşandin. Ji ber sedemê birîndariyê hatina min a li vir çêbû. Niha birîndariya min qediya ye, ji bo pêkanîna hemû wezîfeyên ku ji min werin xwestin ez amade me. Bi qasî ku di warê fizîkî de derfetên min hebin, ez ê bi soza xwe ya ku min berê daye Serokatiya partiyê, partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê û hemû hevalên amade ne, ezê girêdayî bim û heya dawiyê ezê li ser hîmê vê sozê bimeşim.
……. Belê heval, bi rastî bi xurtî û di demeke pir girîng de çûyîna te ya ji welat re hatibû çêkirin. Tu pir li welat jî mayî. Tu bi qezayekê ji milekî xwe jî birîndar bûyî, lê belê ne ku her tişt ji dest te çûye û derfetê te yê xebat kirinê ne ma ye. Tu dikarê xebata xwe ya di hêla ramyarî de birêxistin bike. Em jî karê ramyarî birêxistin dikin. Hîn bêhtir hûn dikarin di nava gel de û heta ji bo hevalên ku nû bejdar dibin xizmetê bikin, ji vir û şûnde wê baş bibe. Weke di nava welat û di nava şerê gerîla de dikarê bibe xwediyê xizmetekê. Em ji vê şûnde heta dawiyê nûneriya jiyana partiyê, ruhê partiyê yê di nava gel û hevalan de ji we dixwazin. Ev xizmet kirin ne hindike. Gel jî vê tiştê ji me dixwaze. Em ji te re serkeftinê dixwazin.
Belê heval tu jî xwe bide naskirin.
Di sala 1980’an de bavê min rêxistin naskir. Ji vê salê û şûnde min heval qet ne dîtin. Heya sala 1993’an min du caran heval dîtin. Min heval li Bagokê dîtin, bi hevala re ji bo çêkirina stargehan ez dibûme alîkar. Bi vî rengî jî ez tevlî partiyê bûm. Di destpêkê de ez hatim Gabar ê, li wir rewşa min a birîndariyê hate çêkirin. Li ser vî bingehî jî hatina min a li vê derê çêbû. Ez soz didim Serokê xwe, partiya xwe, xwîna şehîdan ku heya dilopa xwîna min hebe, ezê di rêka şoreşê de bidim.
---.: Heval T. hevalekî nû ye. Birîndar bûye, lê belê dikare di nava gerîla de jî kar bike. Wê ji vir û şûnde jî bi baldar be. Xalên ku pêwîst e careke din nekeve nava qezayan de wê dîqet bike. Li vir partî, jiyana partî ya hevaltiyê naskir. Welat jî nas dike. Wê bi parastin û bi baldarî tevlî şer bibe. Ne tenê xwe, wê di heman demê de hevalên xwe jî biparêze. Tiştên ku tu fêrbûye wê bimeşîne. Li ser vî hîmî em ji vir û şûnde di jiyana Te de. serkeftinê dixwazim.
- Navê min P. di sala 1984’an de min partî naskir. Di sala 1986’an de ez tevlî nava xebatê bûm. Di sala 1987’an de ez li akademiyê bûm. Ji wir û şûnde ez derbasî xebatên li Cizîrê bûm. Nêzî salekê min li wê derê xebat da meşandin. Di sala 1989’an de ez derbasî welat bûm. Li qadên welat ez li herêma Botanê mame. Min di asta mange û ya deste komê (taxim) de wezîfeya rêveberiyê girt. Herî dawiyê jî di rêveberiya herêma çaran de min cihê xwe girt. Di 16’ê Cotmeha sala 1991’an de ez di encama kemînekî de birîndar bûm. Pişt re derbasî vê qadê bûm. Bi qasî salekê tedawiya min dirêj kir. Ji ber ku lingê min şkestî bû. Piştî wê li eyaleta Cizîr û Qamişlo yê ez di asta berpirsyariyê de hatim biwezîfe kirin. Niha lingê min baş e.
Ev bi qasî meheke em li vê derê dersê dibînin. Ez dikarim bêjim di vê perwerdeyê de bi giranî min kesayeta xwe naskir û min şêwazê xebata xwe ya di hundirê welat de daye meşandin, naskir. Ez di wê baweriyê de me ku tiştên min ji vê perwerdeyê girtiye ezê bikaribim di cihên pêdandî (sabit) de xebatê bidim meşandin. Ji bo meşa bi partiyê re heya dawiyê ezê xwe amade dibînim. Ez wê hêzê jî di xwe de dibînim ku kesayeta partiyê qezenc bikim. Li ser vî hîmî, ez soz didim Serokatiya partiyê, partiyê, şehîdan, hevalên li girtîgehan û yên li serê çiyan û hemû hevalên amade, ku heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser xeta şoreşê bimeşim.
---.: Belê, hevalê P. hevalekî kevn e. Bi tevlîbûna xwe ya yekemîn re jî derbasbûna xwe ya ji welat re jî daye çêkirin. Di saleke bi vî rengî girîng de birîndar bûye. Hate vir, di demeke dirêj de tedawiya xwe dît, niha xwe dîsa amade dibîne. Di nava artêşa gel de bi bergirî (tedbîrlî), mirov dikare şer bilind bike. Ez tim dibêjim ku yekî artêşa gel çêbike, nîvê şer çareser dike. Eger mirov li ser însanê Kurd û hevalên nû bisekinî, pêwîste tu her roj şer bikî. Li vir min ev kar kir, şer li ser vê çêbû. Tu dixwaze dîsa jî xwe ji artêşa gel dûrnexê, ji gerîla dûrnexê. Ger ku xwesteka xwe ev e, dîsa dikare di welat de cihê xwe bigire. Dikare xebateke baş bide meşandin.
Wê dîqet bike. Jiyana heta niha girtiye ji vê şûnde wê bêhtir bimeşîne. Jiyana partiyê bi gelek insanê Kurd bide naskirin. Dîqet bûn, hasasiyet, ji bo şer çi ji mirov tê xwestin, mirov wê bide naskirin, ev ne karekî biçûk e. Ji şer girîngtir e. Em ji vê şûnde di jiyana heval de ji berê bêhtir, heta hîn bi tecrubetir di nava şer de, di xizmeta artêşa gel de serkeftinê dixwazin.
- Navê min M. naskirina min ya partiyê ji 1988’an de ye. Min faliyet ne meşandine. Di ‘92’an de ez derbasî Heftanînê bûm. Min perwerde li wê derê dît. Ez mange qomutanî bûm, piştre derbasî Cûdî bûm. Ji Cûdî ez qûrya bûm, çûm Bestan, Heftanînê ez birîndar bûm, cûm Hewlerê. Li wêderê min tedawiya xwe kir. Niha jî ez hazirim. Me sozek dabû serokatiya partiyê, şehîdên xwe, gelê xwe, hevalên xwe yên serê çiya. Dîsa jî em li ser vê soza xwe ne, heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê.
---.: Belê, heval M. jî çûye welat, berpisyartî jî girtiye. Lê belê di demeke kin de ji lingekî de seqet bûye. Ev ne ku her tişt ji destê mirov çû û mirov nikarê tiştekî bike. Weke min ji bo heval got, tu jî dikarê gelek tiştan bike. Dibe ku tu di nava artêşa gel gerîla de nikarê bike, lê belê di nava gel de baş dikarê karê xwe bike. Tê di nava gel de bixebitî. Ez bawerim ku te jî jiyana partiyê naskir. Çi ji dest te hat û wekî din jî te nêrî li ku derê tu dikarê karê partiyê bike, tê bikî. Ya girîng mirov nûnertiya karê partiyê bikê. Li vir ez jî wekî însanekî seqetim, di çend malan de ez karê xwe dikim, lê belê mezin dixebitim. Însanekî bi siyaseta partiyê re be, bi jiyana partiyê re be, di nava malekê de jî dikare xizmeteke mezin bike. Dikarê hevala, şervana û gel perwerde bike, tu dikarê derbasî welat jî bibe. Ango pir tişt ji destê mirov tên, mirov hêviya xwe qut neke. Lê belê bi jiyana partiyê re be. Ev tiştê we kiriye, rewşa hûn ketinê de ji bo gaveke mezine, ne ji bo kesayeta mirove, hemû ji bo welat û ji bo gel e. Ez bawerim tê ji vê şûnde dîsa baş xwe îdare bike, tê fêdê bide, xwe kûr û fireh bike. Di aliyê siyasî, bîrdozî de jî xwe xurt bike û hîn bêhtir bi heval û gelê xwe re be. Tiştên tu nikaribê bike, bi alîkariya hevalên xwe bike. Di jiyana xwede ji vê şûnde jî em bawerin tê gavên baş biavêje û em dixwazin ji vê şûn de, di jiyana we de jî ji bo partiyê, ji bo gel tiştên baş bikin. ticaran nebêjin, “Ez teng bûm, ez ketim.” Heta serkeftina mezin mirov xwe bide partiyê û gel. Divê jiyanê de em ji te re jî serkeftinê dixwazin.
Navê min M. Di
‘90’î de min rêxistin naskir. Bi zêdehî min di fealiyata de xebat kir. Di ‘92’an de derbasî welat bûm. Li Heftanînê min perwerde dît. Ez di dawiyê de fermandarê taximê bûm. piştre ez derbasî hundur bûm û bûm mange qomutanî. Ez çûm Beytuşebab, destpêka ‘93’yan piştre ez nexweş bûm hatim vir. Li vir min perwerde dît. Ez niha di milê tendurûstî de başim û soza xwe didim partiyê, Serokatiya Partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê, havalên amade, heta dawiyê ez li ser vê sozê bimeşim.
---.: Hevalê M. jî gihiştiye welêt, hatiye û niha jî xwe hazir kiriye ku dîsa herê. Bi biryare û ez bawerim ji welêt jî hezdike. Bê xebat ne mumkine xwe bihêle. Li vir dîsa jiyana partiyê girt. Encamên niha em gihiştinê li gorî ‘91’ê, ‘92’an mezin e. Careke din li vir xwe çêkir. Bi nêrîneke fireh, bi zanebûneke wiha rast ji vê şûnde gava bavêjê, xwe tevlî şer bike. Dikarê berpisyartiyên baş bigire. Ji berê bêhtir dikare gava di aliyê serkeftinê de biavêje. Em jî ji vir û şûn de vî hevalî di milê parastinê de dîqet bikin. Xwe ji şer jî zû bi zû dûr nexe. Ne ji bo xwe, ji bo hemû hevalên xwe mirov bibe mamoste. Ji van hevalên dîtir jî ev tê xwestin. Eger însan tenê yek deqê xwe ihmal bike û ji şer dûr bikevê, dibe sedemê ku mirov pir tiştan wendabike. Ji bo vê jî perwerda hevalan û ya şervanan mirov xurt bike. Hûnê hasasiyeteke mezin, tedbîrekî mezin di jiyana xwe de bimeşînin. Ev taybetmendî ji we têne xwestin. Çima? Hûn baş dibînin ku ji sedemên pir basît em dikevin û bi salan jî mirov nikare careke din derfetên berê bigire. Mirov dikare ji bo hevalên xwe van tiştan ji vê şûnde bike. Tu dikarê karê mezin ji vê şûnde bikî. Berpisyartiyê bigire. Li ser vê axaftina me di destpêkê de kiriye, çûyîna welat destpêkeke mezin e. Ji vê şûnde di jiyana we de em wiha karkirinê dixwazin. Di vî karî de jî em serkeftinê dixwazin.
- Ayrıntılar
